COLEMÊRG - Welatiyê bi navê Halît Tekçî yê 82 salî ku dewletê 4 caran xaniyê wî şewitandiye, kurê wî kuştiye û 3 caran koçberî lê ferz kiriye, dîsa jî li ber vê zilm û tahdeyê ji têkoşîn û berxwedana xwe nehatiye xwarê.
Di salên 90’î de bi polîtîkayên valakirin û şewitandina gundan ên dewletê re gund hatin valakirin, bi cinayetên kiryar nediyar mirov hatin qetilkirin û bi hezaran mirov hatin koçberkirin. Her wiha di encama van polîtîkayan de bi dehan qereqol hatin çêkirin û gund veguherîn baregehên leşkerî. Li Colemêrgê, ev pêkanîn û qedxeyên dewletê yên salên 90'î hê jî didomin. Navenda Colemêrgê û navçeyên wê Çelê, Gever, Şemzînan û Rûbarok di bin navê “Herêma Ewlehiya Taybet” de tim bi van qedexeyan re rû bi rû ne.
Welatiyê bi navê Halît Tekçî yê 82 salî yek ji van kesan e ku bi awayekî dijwar rastî zilm û tahdeya dewleta Tirkiyeyê hatiye. Dewletê 4 caran xaniyê wî şewitandiye, kurekî wî kuştiye û gelek caran ew koçber kiriye, lê dîsa jî dest ji têkoşîna xwe ya ji bo edalet û hebûniyê bernedaye.
DEWLETÊ AVÊTIYE SER GUND
Halît Tekçî, di sala 1941’ê de li gundê Bêruş ê girêdayî bajarê Sîdekanê yê Başûrê Kurdistanê hatiye dinyayê. Malbata wî di sala 1951’ê de ji Başûrê Kurdistanê koçber bûye û hatiye gundê Oremarê yê girêdayî navçeya Geverê ya Colemêrgê. Malbata Tekçî, di sala 1958’an de derbasî gundê Mêdê yê girêdayî Geverê bûye û li vir ji xwe re xanî çêkiriye. Tekçî, heya sala 1988’an li gundê Mêdê maye. Lê wê Fermandariya Cendirmeyan a gundê Şitazinê, bi hinceta ku welatî endamên PKK’ê dihewînin, dixwaze gundê Mêdê bê valakirin. Her wiha fermandarê leşkeran ê herêmê jî gef li gundiyan xwariye û gotiye, "Heke hûn gund vala nekin, ez ê gundê we bombebaran bikim û we hemûyan bikujim." Pîştî vî vê gefxwarinê Tekçî û her 5 malên li gund pez, hêştir, mêş û malên xwe firotine û ji bêgavî berê xwe dane cihekî din.
KOÇBERIYA BI DARÊ ZORÊ
Tekçî jî di vê salê koçberî gundê Zêrê bûye. Lê dewletê di sala 1991’ê de li malbata Tekçî û gelek malbatên din ên li gund daye û ev gund jî vala kiriye. Tekçî û gundiyên din, vê carê ji bêgavî koçî gundê Çemê kirine. Tekçî, li vir jî di sala 1993'yan de rastî zext, zordarî û talana dewleta Tirkiyeyê hatiye ûpiştî gund bi darê zorê hatiye valakirin, ji bêgavî koçî navçeya Geverê kiriye û li Taxa Gungorê bi cih bûye.
KURÊ WÎ HAT KUŞTIN
Gava Tekçî koçî Geverê dike, xizanî zor daye 16 kesên ferdên malbatê. Ji ber vê Tekçî zarokên xwe şandine gundên derdorê ji bo şivantiyê. Kurê wî Nezîr Tekçî jî di sala 1997’an de dema şivan bûye, çûye gundê Yêkmala Jorî yê Geverê. Nezîr Tekçî 28'ê Nîsana 1995'an de, ji aliyê leşkeran ve hatiye binçavkirin û careke din tu agahî jê nehatine wergirtin. Bi saya nasê bi navê Kemal Kirmizitaş, Halît Tekçî pê hesiyaye ku kurê wî Nezîr Tekçî ji aliyê tabûra Gelibolûyê ku wê demê hatiye Colemêrgê, hatiye binçavkirin û kuştin. Pîştî malbata Tekçî bi vê hesiyaye, li cenazeyê Nezîr û kujerê wî geriyaye.
PIŞTÎ 13 SALAN DOZ HAT VEKIRIN
Tekçî, ji ber vê li Serdozgeriya Komarê ya Geverê giliyê kujeran kiriye. Lê serdozger daxwaznameya wî li nav çavê wî xistiye û jê re gotiye, "Tu çawa bêbextiyan dixî stuyê leşkerên tirk." Lê Halît Tekçî, dest ji têkoşîna xwe bernedaye cardin gilî kiriye. Li ser vê yekê dozgeriya leşkerî dest bi lêpirsînê kiriye, lê di 15'ê Kanûna 1997'an de biryara neşopandinê daye. Piştî 13 salan îfadeya Yûnûs Şahînê ku di sala 1995'an de li Fermandariya Tabûra Geverê ya ji Çanakkaleyê hatiye herêmê hatiye wezifedarkırın, di sala 2010'an de gava li Wanê eskerî kiriye îfadeya wî hatiye girtin. Bi îfadeya Şahîn re lêpirsîn ji nû ve hatiye destpêkirin. Di encama lêpirsînê de li Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê der barê Albay Osman Akin û Albay Kemal Alkan de bi sûcê “bo hovîtî kuştina kesî" doz hatiye vekirin.
KUJER HATIN XELATKIRIN
Doz, bi hinceta "ewlehiyê" sewqî Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Eskîşehîrê hatiye kirin. Lê dozger bi hinceta delîlên gumanbar û neteqez xwestiye bersûc bê berdan. Di danişîna biryarê ya 11'ê Îlona 2015'an de heyeta dadgehê bi yekdengî der barê Albay Alî Osman Akin û Albay Kemal Alkan de biryara beraetê daye.
Bav Tekçî wiha behsa revandin û kuştina kurö xwe kır: “Yûnûs Şahîn ji min re got, dema ev nêzîkî gundê jêrîn bûne, ferman dane wan ku ev li ser girekî rawestin. Lê gund ji cihê ku ew lê bûne nedihat dîtin. Albay Alî Osman Akin ji Nezîr re gotiye, ‘Cih û çekên PKK'ê nîşanî me bide.’ Nezîr, ji fermandar re gotiye, ew nizan e ev tiştên ku ew qala wan dike li ku derê ne. Li ser vê yekê Alî Osman Akin dibêje, 'Nezîr ez ê te bikujim.' Nezîr jî dibêje, 'Ez ne sûcdar im, min çi kiriye?' Dû re Alî Osman, Nezîr bi qasî 10 metreyan wirdetir dibe. Ji ber ku Nezîr tê derxistiye ku dê bê kuştin, ber bi wan ve dibeze. Li ser vê yekê Albay Akin, ji leşkeran re gotiye, 'Kîj ji we kurd be, bila destê xwe bilind bike.' Nêzîkî 20 kesan destên xwe bilind kiriye. Albay Akin, Nezîr nîşanî wan daye û gotiye, bila kurd lê bireşînin. Lê kesî gule nereşandiye. Li ser vê yekê Yarbay Kemal Alkan gotiye, ‘Fermandar, eger tu bixwazî ez dikarim wî gulebaran bikim.' Serfermandar jî ev yek qebûl kiriye.
QÎMA XWE BI GULEBARANKIRINÊ NEANIÎNE, BOMBE JÎ PÊ TEQANDINE
Serbaz Kemal Alkan bi destê Nezîr girtiye û bi deh metreyan ji wan dûr xistiye û li wir bi G-3'yê yek-du gule li wî reşandine. Di vê navberê de Alî Osman li wan ziviriye û gotiye, ‘Hûn jî gulebaran bikin.’ Her kesî li Nezîr reşandiye. Wekî wî got, tîma ji 70 kesî pêk hatî hemû gule reşandine. Lê wî bera aliyê Nezîr nedaye. Piştî vê Nezîr ketıye erdê û miriye. Paşê Alî Osman ferman daye û hemû vegeriyane. Di vê navberê de Yarbay Kemal Alkan jî gotiye, ‘Bila karkerê teqemeniyê were cem min.’ Piştî demekê dengê teqîna mayinê hatiye. Piştî kêliyekê cil û bergên Nezîr, bi hewa ketine. Serbaz Kemal Alkan serê Nezîrê ku ji laşê wî pekiya bû, aniye nîşanî wan daye. Piştî wê buyerê hemû leşker vegeriyane konên li gund.”
‘HEYA MIRINÊ EZ Ê TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIM’
Halît Tekçî di dawiya axaftina xwe de dibêje ku kurê wî leşkeriya vê dewletê jî kiriye, lê dîsa jî hatiye qetilkirin û got: “Heya sax bim ez ê têkoşîna xwe bidomînim.”
Tekçî destnîşan kir ku tenê zilm li wî nehatiye kirin û bibîr xist ku heya niha 5 hezar gundên kurdan hatine valakirin û zilmeke mezîn li kurdan hatiye kirin. Tekçî da zanîn ku ji sala 1988’an heya niha hêj gundê xwe ne dîtiye û got ku, ev 34 sal in bi hesreta gundê xwe ye û êdî dixwaze biçe gundê xwe û li wir pezê xwe biçêrîne.
CAREKE DIN JÎ MALA WÎ HATIYE ŞEWITANDIN
Her wiha di sala 2016’an de di dema şerê xwerêveberiyê yê di navbera Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) û leşkerên tirk de xaniyê tekçî jî hatiye şewiyandi. Tekçî ji ber vê çûye Colemêrgê, lê piştî şerê li navçeyê bi dawî bûye cardin hatiye Geverê.
DAXWAZA EDALETÊ
Tekçi di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Ez êdî tenê edalet û aştiyê dixwazim. Bila kujerê kurê min bê dîtin. Kujerê kurê min tevî hemû şahidan jî nehat dîtin. Heke qanûn û edaleta wan hebe bila pêk bînin. Ev pereyê ku dane min, bila ji wan re be, ez ne pere, ez kujerê kurê xwe dixwazim. Ez ji dewleta tirkan dipirsim, çima kurê min kuştin? Sedem çi bû? Hestiyên kurê min li ku ne, kujer li ku ye? Li gorî qanuna dewleta tirkan ev kujer in. Êdî bes e!"
MA / Mazlum Engîndenîz