WAN - Jinan diyar kir ku li Kurdistanê leşker û polîs jî daxilî nava kiryarên ku tahdeyê li jinan dikin bûne û wiha gotin: "Rêxitinbûyîna jina kurd wan çavtirsandî dike, lewma naxwazin jin xwe birêxistin bikin. Lê em ê bihêz bibin û bi ser bikevin."
Şideta mêr-dewletê ya li seranserê cîhanê ku li dijî têkoşîna wekhevî û azadiyê ya jinan, li erdnîgariya Kurdistanê bi polîtîkaya şerê taybet tê kirin. Ji lew re ji bo desthilatên zilamsalarî yên li ser esasên netew-dewletê pêşmerca sereke ya şikandina civakê jin in. Ji ber vê her sal bi destên esker, polîs, cerdevan, notirvan, gardiyan û peywirdarên dewletê yên bi vî rengî her sal bi dehan jin tên qetilkirin, bi êrişan re rû bi rû dimînin, daxilî nava fuhûş û tiryakê tên kirin. Kesên bi unîforma yên li Kurdistanê tên peywirdarkirin xwe disipêrin polîtîkaya bêcezatiyê û her tiştî ji xwe re mubah dibînin.
Li Kurdistanê di saleke dawî de hin êriş, destdirêjî û destavêtinên bi destê leşker, polîs, cerdevan û hêzên paramîlîter ên dewletê hatine kirin wiha ne:
*14'ê Gulana 2022'yan: Li navçeya Silopiya ya Şirnexê Serokê Ocaxên Tevgera Taybet Îbrahîm Barkin Sakîne KUlturê bi îşkenceyê qetil kir. 6 meh di ser bûyerê re derbas bûne lê hê jî îdianame nehatiye amadekirin.
*16'ê Gulana 2022'yan: Li navçeya Depê ya Xarpêtê Remziye Apaydin ji aliyê cerdevan Nîhat Cav ve hat qetilkirin. Cav, Apaydinê li nava erd veşartibû.
*8'ê Hezîrana 2022'yan: Li navçeya Hênê ya Amedê notirvan Ozcan Yildir, Rozerîn Yildizê bi giranî birîndar kiribû. Rozerîn ji wê çaxê heya niha li nexweşxaneyê tê dermankirin. Yildiz hat girti û biryara veşarî ya li ser dosyeyê didome.
*17'ê Hezîrana 2022'yan: Li Amedê serokê teşkîlata MHP'ê ya bajêr ku hat girtin Cîhan Kayaalp, ji ber destdirêjî zarokekê kiribû hat girtin. Lê Kayaalp di danişîna ewil de beraet kir.
*26'ê Tîrmeha 2022'yan: Li Mêrdînê derketibû holê ku 13 kes (esker, karmend, cerdevan, keya jî di nav de) dest dirêjî zaroka bi navê N.Ç. kiribûn.
*10'ê Tebaxa 2022'yan: Derketibû holê ku H.D., kurê Şeyhdavût D. ku di doza N.Ç.'yç de ji aliyê raweyadarn ve wekî" rûspî" hatibû ezimandin, li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê di sala 2013'an de dest dirêjî jinekê kiriye û çendî jin ducanî bûye jî, bi hinceta "delîl tune ne" der barê H.D. biryara neşopandinê hatiye dayîn.
*18'ê Tebaxa 2022'yan: Li navçeya Qileban a Şirnexê cenazeyê Fîrdevs Babat a 17 salî di Çemê Hêzilê de bi awayekî tazî hat dîtin. Di lêpirsîna hat destpêkirin de Ahmet Babat li xwe mikur hat û hat girtin. Derket holê ku Ahmet Babat, Fîrdevs Babatê bi çekê birayê xwe Ramazan Babatê cerdevan kuştiye.
*24'ê Tebaxa 2022'yan: Derket holê ku cerdevan Ramazan Babat, di meha Gulanê de zarokek desteser kiriye û dest dirêjî wê kiriye. Cerdevan Babat hat binçavkirin û paşê hat girtin.
*3'yê Mijdara 2022'yan: Li navçeya Cizîr a Şirnexê jina bi navê S.S. ku di 8'ê Nîsana 2021'ê de polîs Enes Aydemîr dest dirêjî wê kiribû, bang kir ku dengê wê bê bihîstin û polîs Aydemîr bê darizandin.
*12'ê Mijdara 2022'yan: Li Amedê Mûsa Sevîm, Meryem Sevîmê qetil kir. Mûsa Sevîm hê nehatiye zevtkirin.
Aktivîstên Tevgera JinêN Azad Zeynep Kaya û Yildiz Çetîn û endama Komeleya Jinan a Starê Sevgî Ozdînç têkildarî mijarê axivîn.
POLÎTÎKAYA BÊNASNAMEKIRINÊ
Kayayê diyar kir ku di şexsê jinan de polîtîkaya "bênasnamekirinê" tê meşandin û got ku li hemberî jinên kurd planeke taybet tê pêkanînç Kayayê bilêv kir ku pergal dixwaze jin û ciwanan daxilî nava fuhûş û tiryakê bike û got ku bi taybetî jî kesên ciwan hedef tên girtin. Kayayê destnîşan kir ku dê li hemberî van êrişan dest ji têkoşîan rêxistinkirî bernedin û ji bo têkoşînê bang kir.
BÊCEZATÎ
Aktivîsta TJA'yê Yildiz Çetînê jî da zanîn ku li Kurdistanê kesên bi unîforma yên li hemberî jinan û zarokan sûc dikin nayên cezakirin û wiha got: "Bi taybetî jî li bajarên wekî Colemêrg, Êlih, Amed, Şirnex û Wanê polîtîkaya 'xistinê' li hemberî jinan tê pêkanîn. Yanî polîtîkaya şerê taybet tê pêkanîn. Kiryarê Îpek Erê, çawîşê pispor Mûsa Orhan ku dest dirêjî wê kiribû û ji ber vê Îpek xwe kuştibû, hat berdan. Ev yek, cesaret da gelek eksên bi unîfroma."
TÊKOŞÎNA JINÊ WAN ÇAVTIRSANDÎ DIKE
Çetînê diyar kir ku her roj nûçeyên der barê destdirêjî, destavêtin û kuştinê dibihîsin û wiha axivî: "Serketina jina kurd desthilatê diqilqilîne. Ji ber vê kesên bi unîfroma ceza nakin. Rêxistinbûyîna jinê wan çavtirsandî dike. Lewma hewl didin pêşî li ber vê rêxistinbûyînê bigirin."
Çetînê destnîşan kir ku jin dê bi têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî van pêkanînan pûç bikin û dê heya dawiyê bitêkoşin.
Endama Komeleya Jinan a Starê Sevgî Ozdînçê jî bal kişand ser serlêdanên jinan ên li komeleyê û got ku tahdeya kesên bi unîrforma jî li tahdeya ku civak li jinan dike zêde bûye. Ozdînçê got: "Li Kurdistanê gava em behsa tahde û şideta li jinêb ikin, divê em behsa tahdeya bi destê kesên bi unfîroma tê kirin jî bikin."
Ozdînçê di berdewama axaftina xwe de bilêv kir ku komeleya wan jinên di vî warî de bi tenê hatine hiştin berbiçav dike û got ku ew ê her tim bibin dengê jinên li herêmê.