Kongra Star: Îdiaya me mezin û hêviya me xurt e

  • jin
  • 13:11 23 Mijdar 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Kongra Star diyar kir ku şoreşa wan her roj rastî êrişên cuda tê û wiha got: “Ji rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê, em ê duyemîn şoreşa jinan pêk bînin. Îdiaya me mezin û hêviya me xurt e.” 
 
Koordînasyona Kongra Star bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ji ewil hemû jinên têkoşer û şoreşger ku di hundirê malan de, li kolanan, li zindanan û di çeperan de ji bo azadiyê berxwe didin hatin silavkirin û wiha hat gotin: “Bi taybet jî silavên xwe yên germ ji jinên rojhilatê Kurdistanê, Belûcistanê û hemû jinên Îranê re ku zêdetirî 2 meh in bêhempa di bin dirûşmeya 'Jin, jiyan, azadî' de destana berxwedanê dinîvisin, dişînin. Dîsa hemû jin, ji Kurdistanê heta Efxanîstanê, ji Meksîka heta Hindistanê, ku di encamê tundiya zilam-dewlet jiyana xwe ji dest dan, bi bîr tînin.”
 
Kongreya Star bi domdarî diyar kir ku tundiya li ser jinê, çavkaniya xwe ji hişmendiya zilamperest digre û ev tişt parve kirin: “Di heman demê de hemû cureyên din yên tundî, ji kedxwarî bigre heta dagirkerî, ji koletî heta komkujiyan, bi desthilatdariya li ser jinê pêşketin. Ji ber vê jî têkoşîna li dijî tundî li ser jinê lazim e hişmendiya zilamperest hedef bigre. Di heman demê de lazim e dewlet ku sazîbûna herî kûr a sîstemê baviksalarî ye wek qilafeta herî xurt ku tundî li ser jinê ji nû ve ava dike, bê dîtin û pê re têkoşîneke radîkal bê meşandin.
 
Ev hişmendî di roja me ya îro de li seranserî cîhanê di nav hemleyeke nû de ye. Sîstema zilamperest û bîrdoziya wî ya zayendparêzî şereke taybet li ser jinan didin meşandin. Di vê çarçovê de hewl didin destkeftî û mafên jinê ku di encamê têkoşînê hatine stendin ji destê me derbixin, tevgerên jinê tesfiye û entegreyî sîstemê bikin, berxwedanên jinê bê pêşeng bihêlin û wiha tune bikin.
 
FORMÛLA EFSÛNDAR A ŞOREŞA JINÊ
 
Êrişên sîstema zilamperest ku di roja me ya îro de di asta şereke sîstematîk tên meşandin rastiyeke din ji me nîşan dikin; ev jî derfeta pêkanîna şoreşa jinê û tirsa pergala zilamê serwer-dewlet li hemberî vê. Qonaxa me şoreşa jinê ferz dike. Ji şoreşa Rojava heta serhildana Rojhilat û gelên Îranê ev rastî ji Kurdistanê belave hemû cîhanê dibe. Dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ di heman demê de formula efsûndar a şoreşa jinê ye. Wateya wê azadkirina jiyanê bi pêşengtiya jinê ya ku xwe dispêre hişmendiya azadiyê, rêxistinbûyîna xweser û hêza xweparastinê.
 
BI TESFIYEKIRINA JINA PÊŞENG DIXWAZIN VÎNA GEL TUNE BIKIN 
 
Şoreş, bi rojeke sînordar nîne. Şoreş tê wateya pêvajoyeke têkoşînê ya bêhempa. Şoreşa jin a Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûreyeyê jî di vê çarçovê de hin temam nebûye, berdewam e. Şoreşa me rojane bi êrişên cuda rû bi rû dimîne. Di serî de dewleta faşîst û dijminê jin a tirk bi armanca tesfiyekirina şoreşa me êrişên qirker di asta şereke berfireh dide meşandin. Di herêmên bin dagirkeriyê de qirkirina jinê pêk tîne. Di êrişên xwe yên îmhayê de bi taybet pêşengtiya jinê hedef digre. Ji ber ku di zanebûna rola pêşengtiya jinê di hundirê şoreşê de ye, hewl dide bi rêya tesfiyekirina hêza pêşeng a jina rêxistinbûyî vîna azadiyê gelê me tune bike.
 
Di heman demê de dij-hemleya zayendparêzî ya ku di asta cîhanê de ji aliyê sîstema zilamê serwer-dewlet tê bilind kirin herêma me jî bandor dike. Bîrdoziya zilamê serwer dixwaze di mekana şoreşa jinê de dij-şoreşek pêk bîne. Hegemonyaya kûrewî ya modernîteya kapîtalîst di aliyeke de ji ber vê pêşiya êrişên li ser herêmê me vedike, weke herî dawî di êrişên dewleta dagirker a tirk di 20'ê mijdarê de hate dîtin û bi xwe jî êrişên civakî, aborî, siyasî û îdeolojîk pêş dixîne. Yek ji sebebên mutleqkirina sîstema tecrîd û îşkenceya li Îmraliyê li ser Rêber Apo wek xwediyê formula ‘Jin, jiyan, azadî’ jî ev e.
 
A GIRÎNG KÛRKIRINA HIŞMENDIYA AZADIYA JINÊ YE 
 
Wek Kongra Star em hemû cureyên tundiya li ser jinê, çi ya hêzên dewletê çi ya zîhniyeta zilamperest di hundirê civakê wek êrişên li dijî şoreşa jinê dibînin. Ji ber vê jî têkoşîna li hemberî tundî li ser jinê di çarçoveya parastina şoreşa jinê bi dest digrin. Parastina şoreşa jinê tê wateya bilind kirin û mezin kirina rêxistinbûyîna jinê. Tundiya dewlet û hişmendiya zilam li ser jinê tenê bi qanûn nayê tunekirin. Ya girîng kûrkirina hişmendiya azadiya jinê li hemberî hişmendiya zilamê serwer, xurt kirina rêxistinbûyina xweser a jin û hêza xwe parastinê.
 
Helwest û bersiva me wek Kongra Star li hemberî hemû cureyên tundiya li ser jinê jî ev e. Li dijî her êrişek li ser rastiya şoreşa jinê em ê rêxistinbûyîna xwe hin xurttir bikin. Parastina şoreşa jinê tê wateya têkoşîneke radîkal û bêhempa li dijî hemû îfadeyên hişmendiya dewlet-zilamê serwer. Em pêşengê vê têkoşînê şoreşgerî ne. Em şopdarên şehîdên azadiyê ne. Em lêgervanên jiyanê azad di ronahiya felsefeya heqîqatê Rêber Apo ne.
 
EM Ê DUYEMÎN ŞOREŞA JINAN PÊK BÎNIN
 
Ji rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta Rojhilata Navîn û hemû cîhanê, em ê duyemîn şoreşa jinê pêk bînin. Bi xurtkirina pêşengî, birêxistinbûn û hêza xweparastina jinê em ê sedsala 21'ê veguherînin qonaxa azadiyê jin û gelan. Îdîaya me mezin e, hêviya me xurt e, baweriya me qasî rojê ronî ye.
 
LAZIME YEK JINA BÊRÊXISTINKIRÎ NEMÎNE
 
Bi vê helwestê têkoşînê em bang dikin li hemû jinan ku cihê xwe di nav şoreşê bigirin. Lazim e yek jin jî bê rêxistin nemîne. Ji ber ku di roja me ya îro de birêxistinbûyîn ji me hemûyan re weke nan û av pêwîst e. Em di qonaxeke wiha de derbas dibin. Derfetên avakirina jiyaneke azad ji her dem xurttir in. Lê di heman demê de xetere li ser têkoşînên jinan jî pir mezin e.
 
Bi armancê beralîkirina hemû xeteriyan û nirxandina derfetên zêrîn ji bo têkbirina sîstema zilamperest em têkoşîna xwe li hemberî hemû cureyên tundî ya dewletê û hişmendiya zilam bilind dikin. Bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî pêşengiya xwe di nav pêvajoya avakirina konfederalîzma demokratîk a jinên Rojhilata Navîn û cîhanê xurt bikin. Bi mîsoger kirina şoreşa jinê sedsala xwe bikin qonaxa azadiya jinê."
 

Sernavên din

23/11/2022
13:51 Doza îşkenceya li Qursa Qur’anê hat taloqkirin
13:44 Di doza rojnameger Oruç û Muftuoglû de biryarek derneket
13:26 Li Girtîgeha Dumluyê tecrîd hat protestokirin
13:20 Ji bo Rojhilat banga greva giştî
13:11 Kongra Star: Îdiaya me mezin û hêviya me xurt e
12:24 ATB’ê ji bo Seroka TTB’ê Fîncanci bang kir
12:08 ‘Divê rewşenbîrên vî welatî bi dengekî bilind li dijî şer derkevin’
11:57 Yildirim ku bi berxwedana rojiya mirinê hatibû berdan dîsa şandin girtîgehê
11:46 Danişîna doza Tahir Elçî hat taloqkirin
11:34 Dîmenê helîkoptera li Metînayê hatiye xistin hat weşandin
11:30 Salih Muslim: Tirkiye li gorî serê xwe tevdigere lê dê rojekê li cihekî biqelibe
10:54 Li Sûriyeyê di nava 11 salan de 756 rojnameger hatin qetilkirin
10:41 'Rêxistinbûyîna jina kurd ew çavtirsandî kirine'
10:21 Ji bo meşa 25’ê Mijdarê ya li Êlihê bang: Wer in em li dijî tundî û şer bimeşin
10:01 HSD’ê bîlançoya êrişên 24 saetan eşkere kir
09:41 Swîsreyê bo Rojava daxuyanî da: Divê rêz ji hiqûqa navneteweyî re bê girtin
09:34 Akar li xwe mikûr hat ku çekên kîmyewî bi kar tînin
09:28 4 caran xaniyê wî hat şewitandin û kurekî wî hat kuştin: Ji ya xwe daneket xwarê
09:05 Darbirîna li Besta û Cûdî didome: Niha jî çav berdane Gabarê
09:04 'Ciwan dê li dijî tiryakê serwext bibin û vê pergalê birûxînin'
09:03 Li sînor bang kirin: Dem dema xwedîderketina li Rojava ye
09:02 Jinên êzidî: Bi fikra Ocalan birînên xwe derman dikin
09:01 Sonmez: Jinên HDP’î li dijî siyaseta nêrza têkoşînê bihêz dikin
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2022'YAN
08:34 Li Duzceyê bi pileya 6.0 erdhej pêk hat
22/11/2022
22:53 Zarokê li Amedê hatibû binçavkirin hat berdan
19:47 Platforma Ked û Azadiya ya Mêrdînê: Ne şeer, pêdivî bi aştiyê heye
19:32 TJA û HDP'ê li Stewrê serdana gel kir
18:33 Ji Amedê girtî Denîzê sirgûnî Kayseriyê kirin
17:15 Yuksekdag bertek nîşanî şandeya dadgehê da: Berdana bi derewkî
16:58 Sebahat Tuncel: DMME’yê mafdariya raperîna me piştrast kir
16:57 Malbatên girtiyan di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê dan
16:48 Ji NY’ê banga Îranê: Daxwazên azadiyê bibersivînin
16:42 Gergerlîoglû: Bi gotina ‘dîn, îman, Sakarya’ êrişî Rojava dikin
16:20 TJA li Botanê gund bi gund bi jinan re dicive
16:11 Ber bi 25’ê Mijdarê ve: Em ê bêjin ‘Jin jiyan azadî’ û azad bibin
15:42 Danişîna doza Kizilkaya û Dîcle hate taloqkirin
15:18 Îsam Ebdullah kêliya ku bi kameraya xwe êrişên Tirkiyeyê radigihand hat qetilkirin
15:15 4 gundên Geverê 11 roj in di bin dorpêçê de ne
15:01 DFG û MKGP: Çapemeniya Azad di tu şert û mercan de bêdeng namîne
14:20 Ji bo piştevaniyê ji Şebnem Korur Fînanci re qert hatin şandin
14:14 BMG: Tekane çareserî têkoşîna hevpar e
14:12 Dozger ji rojnamevan Çapan re ceza xwest
13:58 ÇHD: Di mijara teqîna li Taksîmê de hewl didin gel manîpule bikin
13:46 Serokên baroyan li dijî qedexeyên walîtiyan in
13:38 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:32 Buldan: AKP’ê kampanyaya hilbijartinê bi şer da destpêkirin
13:21 Danişîna doza rojnamevan Çelîk û Yayla hat lidarxistin
13:06 Amerîka, Fransa, Rûsya û Almayayê ji bo Rojava daxuyanî dan
13:04 Malbata Şenyaşar: Yên dev ji Rabîayê berdayîn dê sibe dev ji wekîlê xwe jî berdin
12:59 Akar dîsa gotinên her carê dubare kir: Di envantera me de çekên kîmyewî nînin
12:52 Parlamentoya Iraqê dê bi rojeva êrişên Îran û Tirkiyeyê bicive
12:51 Bi hinceta ‘qedexeyê’ nehiştin malbatên girtiyan çalakiya xwe li dar bixin
12:39 Dayika girtî: Li Girtîgeha Kalkandereyê greva birçîbûnê hatiye destpêkirin
12:38 4 zarokên bi îdiaya 'al daxistine' hatibûn binçavkirin, hatine derbkirin
12:21 Tifaqa Ked û Azadiyê wê li Îzmîrê bi gel re were gelhev
11:48 ‘Îktidar ji bo faşîzma xwe sazûman bike gavên bilez diavêje’
11:48 Kujerê Ozlem G’yê hate girtin
11:22 ‘Êrişên ser Rojava dijminatiya dewletê ya sîstematîk a li dijî kurdan e’
11:12 Dr. Mansouran: Rûxandina rejîma Îranê bûye vîneke civakî
11:12 Ji bo Semra Guzel serî li AYM’ê hat dayîn
10:48 Rojnamevan Bûldan: Berxwedana gel a li dijî rejîma Îranê xurtir didome
10:33 Binçavkiriyên Enqereyê hatin berdan
10:19 Doza Dedeogûllari: Desthilatdariyê bi gotinên xwe bingehê ji komkujiyên nû re çêdike
09:41 Bila girtiyê nexweş Emîn Guler bê berdan
09:13 Jinên şirnexî: Li dijî tundiyê divê em bibin yek
09:07 Li Efxanistanê berxwedan: Astenga herî mezin a li ber pergala Talîban jin in
09:04 Parêzer Kaya: Bi tecrîdê nahêlin fikrên Ocalan bigihên gelan
09:02 Hevserokê PENa Kurd Fîdan: Dengê nivîskariya kurdî bi ser siyasetê neketiye
09:01 'Serokatiya cemxaneyê tunekirina civat û baweriyên cuda ye'
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2022'YAN
21/11/2022
23:28 Endamê SES'ê Mûstafa Yaşa hat berdan
21:59 Berteka amediyan a li dijî êrişan: Bijî berxwedana Kobanê
18:58 Têkildarî êrişa li Taksîmê 5 kesên din jî hatin girtin
18:34 'Pêşketinên berxwedana jinê geştir dibin'
18:02 Tirkiyeyê ji hewayê ve êriş bir ser Amûdê
17:58 Nûçegihanê Yenî Yaşamê Bedîr hat berdan
16:52 ‘Em ê ji bo jiyana azad a zarokan têbikoşin’
16:39 Rewşenbîran bang li rêxistinên navneteweyî kir: Pêşî li ber êrişên Tirkiyeyê bigirin
16:36 Êrişên li dijî Rojava hatin protestokirin: Kobanê wê nekeve
16:36 Çerkezoglû: Em ê teslîmî tirsê nebin
16:00 TJA li Qilebanê bi jinan re civiya
15:59 Banga beşdariya meşên 25’ê Mijdarê hat kirin
15:55 Doza Kobanê: Tifaqa jinan wê pergala heramiyan hilweşîne
15:51 Ji bo endamên HPG’ê Yavûz û Sarûhan mewlîd hatin dayîn
15:30 Maseya Îslamê ya HDP’ê li Wanê panel li dar xist
14:30 'Şer ekolojiyê talan dike’
14:20 Platforma Jinan a Rihayê çû serdana Emîne Şenyaşar
14:09 Erdogan gefa êrişa bejahî li Rojava xwar
14:04 Baroyên Kurdistanê ji bo çareseriya siyasî bang li hikûmetê kirin
13:50 Ugur Kaymaz û bavê wî Ahmed Kaymaz hatin bibîranîn
13:48 Li Qerqamişê roket tên barandin lê nayê zanîn kî diavêje
13:17 Li Egeyê di 9 mehan de 573 binpêkirinên mafan qewimîn
13:16 Derbarê parêzer Aryen Turan de îdianame hat amadekirin
12:55 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em ê ji bo mafên zarokan têbikoşin
12:13 Elbeşîr îdia kir ku ew ji aliyê YPG’ê ve bi îdiaya endama OSO’yê ye hatiye girtin
12:12 Jinek li Îzmîrê hat qetilkirin
12:12 Bi nivîsên ser dîwaran êrişên Tirkiyeyê protesto kirin
11:56 Parêzeran ji bo Abdullah Ocalan serî li Baroya Stenbolê dan
11:53 Welatiyê li Dêrsimê hatibû binçavkirin hat berdan