Abdurrahman Gok, çû Rojhilat û Îranê dît û nivîsî…
Piştî jina Kurd Jîna Emînî di 16’ê Îlonê de li Tehranê ji hêla polîsên Gaşt e Îrşad ve hate kuştin li Rojhilat û bajarên Îranê gel dakete kolanan. Çalakî û berxwedana gel du meh li pey xwe hişt. Nûçegihanê me Abdurrahman Gok, çû Rojhilat û Îranê û şahidiya berxwedana gel kir. Bi hemû beşên civakê ku li derdora dirûşma “Jin Jiyan Azadî” mil bi mil daxwazên xwe dîqirin re hevpeyvîn kir û ev nivîsîn.
- Ji Mahabad’ê heya Tehranê li kolanan çi dibe?
- Jin û xortên ciwan ku pêşengiya van çalakiyan dikin çi dibêjin?
- Pêşengên herî bibiryar ên vê şoreşê ku xwendekarên zanîngehan e çi daxwaz dikin?
- Kesên birîndar bûne û îşkence dîtine çi gotin?
- Malbatên zarokên wan di van xwepêşandanan de ji hêla hêzên rejimê ve hatine kuştin bi zextên çawa re rû bi rû man?
- Li malbata Jîna Emini rewşa dawî çiye?
- Êrişên tund ên rejimê, berxwedana gel ber bi kuderê ve dibe?
- Çima kes vê berxwedanê naşibîne berxwedanên berê?
- Gelên kurd, faris, azerî, belûc û ereb wê vê carê bigihîjin armanca xwe?
Bersiva van pirsan di rêzenivîsê de ye.
Ji sibê û pê ve li ser malpera MA’yê tê weşandin…