AMED - Lîstikvana şanoyê Şîlan Alagoz ku diyar kir ku desthilat bi kodên netewperest û olperest di qada çand û hunerê de tundiya li ser jinê rewa dike û wiha got: “Di hunerê de hişmendiya ku ‘jin nikare bike’ serwer e. Êdî em bi têkoşînê li ser dike bi qêrînê, stranên xwe dibêjin û lîstikên xwe dilîzin.”
Tundiya li ser jinê ku di encama newekheviya civakî de li her qada jiyanê belav bûye, xwe li qada çand û hunerê de jî dide diyarkirin. Di roja me de konser, pêşandanên şanoyê û hwd. yên jinên di qada hunerê de xebatê dikin bi hincetên “hesasiyeta netewî û manewî” , “ewlehiya cemaweriyê” û “yekparebûna malbatê” an jî hedef nîşandana avaniyên olperest tên betalkirin.
Hin qedexe, darizandin û tundiya li dijî jinên hunermend pêk hatin wiha ne:
“*Strana hunermend Devrîm Demîr a “Tu kî yî” par di 15 cotmehê de di mîtînga li Qada Îstasyonê ya Amedê de bi hinceta “dewlet û darazê nas nake” hate qedexekirin.
* Strana Sezen Aksû ya bi navê “Tişteke derasa bijî (Şahane Bir Şey Yaşamak)” ji ber gotinên din av de derbas dibin ji aliyê Tevgera Beka ya Netewî ya nêzî desthilatê hedef hate nişandan. Pişt re Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan bi gotina “Dema dem hat jêkirina wan zimanan peywîra me ye” di 21’ê Çileyê de gef li Aksû xwar.
*Konsera hunermenda kurd Aynûr Dogan ku da di 31’ê gulanê de li Qada vekirî ya Bûrsa Kultur Parkê were li dar xistin, di 26’ê gulanê de bêhincet hate betalkirin.
* Hunermend Gulşen Çolakoglû ku her tim li ser laşê xwe hedef tê nişandan, ji ber di konsera xwe ya di meha Nîsanê de têkildarî îmam xetîban hin gotin bilêvkiribûn, derbarê wê de kampanyaya lincê hatibû destpêkirin. Dû re hate binçavkirin û di 25’ê têbaxê de hate girtin. Çolakoglû, piştî du rojan bi cezayê hefsa malê hate berdan.
* Konsera Îlkay Akkaya ku Şaredariya Ceyhanê ya Adanayê di çarçoveya 30’ê tebaxê de vexwend, ji aliyê qeymeqamtiyê ve bi hinceta “ewlehiya giştî, pergala cemaweriyê, ji aliyê ewlehiyê û asayîşê guncav nehate dîtin” hate qedexe kirin. Konserên Akkaya yên 24 û 25’ê îlonê ku li Riha û Mêrdînê bên dayîn jî ji aliyê walitiyê ve bi heman hincetan hat qedexekirin
* Konsera Pinar Aydinlar ku da di çarçoveya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de were lidarxistin, ji aliyê walitiyê ve hate qedexekirin.
* Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê, ji ber di repertûara Sopranoya kurd Pervîn Çakar a ji bo konserê serlêdan kir de stranên kurdî hebûn eywan nedayê.
* Konsera hunermend Melek Mosso ya betalkirina Peymana Stenbolê rexne kir a ku da Mîhrîcana Gulan a Navnetewî ya Ispartayê de bide hate betalkirin.
* Li hunermend Şîlan Dora ku li Wanê di mîtînga 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de strana “Sê jinên azad” got salek û 3 meh cezayê hefsê hate birîn.
Em van hemû geşedanan, hişmendiya tundî, zext û dîke kirina di qada hunerê de ku jin dijîn, ji ber 25’ê Mijdarê bi lîstikvana Şanoya Bajêr a Amedê Şîlan Alagoz re axivîn.
HER ROJ TÊKOŞÎN
Alagoz, a 25’ê Mijdarê “roja hay jê hebûnê” penase kir, wiha got: “Ji ber ku gelek bûyerên ku em pê re rûbirû dimînin hene. Ji ber wê yekê têkoşîn her saniye berdewam dike.”
PÊŞIYA TUNDIYÊ TÊ VEKIRIN
Alagoz, bal kişand polîtîkayên desthilatên netewperest û olperest ên zextker ên li dijî jinan li cîhanê belav bûn û wiha domand: “Lİ Tirkiyeyê û li cîhanê desthilatên netewperest hemû krîzan vediguherînin firsendê , tundiya li dijî jinê zêde dikin û hemû derfetên xwe ji bo vîna jinên qels bikin bikartînin û têkoşîna xwe didomînin. Ev yek jî vê nîşanî me dide, tundiya li dijî jinê ne cuda ye polîtîk e. Ji ber ku di heman demê de tundiya zilam a li dijî jinê bêceza dihêle û pêşiyê lê vedike. Ev tundî her ku diçe zêde dibe. Bi taybetî li Tirkiyeyê tundiya kesên ûnîformayî ya li ser jinan bi polîtîkaya bêcezatiyê zêdetir dibe.”
KODÊN CIVAKÎ
Alagoz, têkildarî bandora li ser qada hunerê jî ev tişt gotin: “Bi taybetî jî tundiya desthilata zilam a serwer heye. Gotinên wê yên weke ‘cihê jinan mal e divê li kolanan li ser dike nebe’ hene. Hemû derfetên di destê xwe de seferber dike û têkoşîna ku vîna jinan qels bike dide. Di hunerê de jî tişteke wiha heye. Jin nikare bike tenê dikare bilîze. Ji vê wêdetir karên teknîkî hene, di vê qadê de tenê dîmen nînin. Pişt perdeyê heye. Hevalên me yên zilam jî qasî me bi rêxistinin lê ew qodên civakî ji cihekê û vir ve dikevin dewreyê. Bêyî daxwazê hin tişt derdikevin holê. Bi xwezayî hin gotinên weke ‘hûn vê nikarin bikin, divê zilamek bike’ derdikevin holê. Lê em berovajiyê vê dibêjin. Dîsa em bi piştevanî û têkoşîna xwe vê îspat dikin. Bi awayê teknîkî em dikarin bibin ronîvan jî, derhêner, cîgirê derhêner, makyoz, erkdarê cilûbergan jî. Em rolên ku desthilat û pergala serwer a zilam li me ferz dikin qebûl nakin û bi piştevaniyê vê nîşan didin. Em ê denge li her derê bilin bikin, wê serîhildana me jî li her derê berdewam bike. Ev têkoşîn wê tu car neqede. Bi sedsalan ev têkoşîn heye em ê bi piştevaniyê, bi rêxistinkirinê elbet rojekê serbikevin.”
‘HEWL DIDIN MEŞRÛ BIKIN’
Alagoz a qala qedexe û sînorkirinan jî kir wiha berdewam kir: “Desthilat bi gotinên ‘cihê jinan kolan û dik nînin’ dîsa kodên civakî bikartîne û serî li qedexe û sînordayînê dide. Ji ber ku desthilat ji bo tiştên dike rewa bike divê bi awayekê hêzeke bide pişt xwe. Ji bo tundiyê rewa bike ‘nirxên civakî’ bikartîne. Em dîsa bi sekna xwe û nasnameya xwe li dijî vê disekinin. Ji bilî kurdbûna me jinbûna me tundiyê zêde dike. Em li dijî van hemûyan têdikoşin.”
DENGÊ JINAN OLAN DIDE
Alagoz, qala hebûna jinan a di çand û hunerê de û bandora rola wan a li ser civakê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi sedsalan e jin di malê de bû. Jinên di bin zextan de dema dîtin ku jin dikarin bikin ji vê bandor bûn û bi vê bandorê enerjiyek derket holê. Zanîn ku cihê jinên mal e ne di nava çar dîwaran de ye. Esas jin dikare li ser dike jî be. Ligel ku dengê jî heram bû em bi qêrînê li ser dike stranên xwe dibêjin, lîstikên xwe dilîzin û vedibêjin ku em tiştekî xerab nakin tiştên baş û xweş dikin. Dema mirov jî temaşe dikin hem keyfxweş dibin hem jî lêdipirsin. Bandoreke zêde ya vê rewşê li ser civakê heye.”
‘DIVÊ EM XWE BIRÊXISTIN BIKIN’
Alagoz, destnîşan kir ku li dijî tundiya di qada hunerê de divê piştevanî û birêxistin bêxurtkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev têkoşîn di piştevanî û birêxistinkirinê de derbas dibe, hûn nikarin bi tena serê xwe bikin. Ev piştevanî û birêxistinkirin jî bi piştevaniya jinan dibe. Elbet dema em vê dibêjin em hevrêyên xwe yên zilam tune nahesibînin lê dibe ku têrbûna vê were nîqaşkirin. Ev têkoşîn bi hevgirtina jinan û pêkanîna hêza jinê dikare pêk were. Haya me ji vê hêzê heye. Ji bo pûçkirina zextên hikûmetê jî em ê hîn rêxistinbûyî bin û zêdetir hevkariyê bikin.”
XELAS
MA / Eylem AkdaG