ENQERE - Prof. Cengîz Aktar ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî "lîstikekê" pênase kirin, bêdengiya heyî jî wiha rexne kir: "Gava mesele hat ser êrişa li kurdan, konsensusa neteweyî çêbû."
Tirkiyeyê di şeva 19-20'ê Mijdarê de bi balafirên şer Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombeberan kir. Bi vê re 4 roket li navçeya Qarqamiş a Dîlokê jî ketin û 3 welatî jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn. Çendî Cerablûsa tam li hemberî Qarqamişê di bin kontrola Tirkiyeyê û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê de ye jî, çapemeniya AKP-MHP'ê îdia kir ku roket ji aliyê YPG'ê ve hatine avêtin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Hakan Fîdan berê ji bo şerê navxweyî yê Sûriyeyê gotibû "Heke bivê ez ê ji Sûriyeyê çar zilaman bişînim. Ez ê bi wan 8 fuzeyan bavêjim Tirkiyeyê û vê bikim hinceta şer."
Prof. Dr. Cengîz Aktar ku hîndekarê Zanîngeha Atînayê ye, êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin.
‘KONSENSUSA NETEWEYÎ ÇÊBÛ'
Aktar ku gotina "dek û dolabên osmaniyan naqedin" bibîr xist, anî ziman ku rêvebirên Komara Tirkiyeyê jî êrişa li Taksîmê kirin hincet û Rojava û Kobanê jî di nav de êriş birin ser gelek deveran. Aktar, van êrişan wekî "senaryoyekê" pênase kir. Aktar destnîşan kir ku ev êriş û rewş "lîstikeke eşkere" ye û wiha got: "Êdî ava wê derket. Jinik dibêje tu eleqeya min bi YPG'ê û tevgera kurd re tune ye. Xizmên wê jî heman tiştan dibêjin. Kesên di vî warî de diaxivin, hemû jî dibêjin dibe ku tiliya çeteyên ereb ên li Sûriyeyê ku Tirkiye piştgiriya wan dike hebe. Jixwe bombeyên di 20'ê Mijdarê de bi ser Rojavayê de bariyan nîşan didin ku ev dek û dolab in. 31 kes mirin, şîn tune ye, ne xema kesî ye. Jixwe desthilat rêwiyê wê rêyê ye, lê muxalefet jî deng ji xwe nayne. Lewma cardin konsensuseke neteweyî çêbû. Gava mesele dibe kurd û kuştina kurdan, derdora neteweyî dibe yek kulm. Dê bi vî awayî jî bidome."
Aktar bal kişand ser helwesta welatên navneteweyî jî û ev tişt gotin: "Ev, beriya her tiştî eyb e. Lê di têkiliyên navdewletî de tiştekî wiha tune ye. Ev jî nîşan dide ku gava mesele kuştina kurdan be û kesê dikuje welatekî NATO'yê be, bertek sînordarkirî ne. Bertekên hevkarên Tirkiyeyê jî pir sînorkirî û komîk in. Îran ku ne endamê NATO'yê ye, radibe li Mehabadê û Hewlêrê dide. Bertekên li dijî wê pir tund in, lê gava Tirkiye lêdide bertekine nerm ên wekî 'wisa meke lawê min' didin."
‘CERABLÛS DI KONTROLA TSK'Ê DE YE'
DYA, di 22'yê Mijdarê de têkildarî operasyona "Pençe-Kîlît"ê ya Tirkiyeyê gotibû, "Li başûrê Tirkiyeyê gefa terora rewa didome. Mafê xweparastinê yê Tirkiyeyê heye."
Aktar diyar kir ku êrişa li hemberî Qarqamişê ku tê îdiakirin ji aliyê YPG û PKK'ê ve hatiye kirin, berdewama êrişa li Beyoglûyê ye. Aktar bibîr xist ku YPG û PKK'ê daxuyandin ku tu eleqeya wan bi êrişa li Beyoglû û Qarqamişê tune ye. Aktar bilêv kir ku Cerablûs bajarekî di bin kontrola Hêzên Çekdarî yên Tirk (TSK) û çeteyên ereb ên di bin banê Tirkiyeyê de ye û got: "Hin kes dibêjin ev roket ji Cerablûsê hatine avêtin. Ji bo tespîtkirina vê divê heyeteke navneteweyî biçe wir. Lê dê Enqere bihêke heyeteke navneteweyî biçe Qarqamişa Dîlokê yan na? Helbet na. Rojavayiyên dixwazin yeqîniya xwe ji gotinên Tirkiyeyê bînin jî daxuyaniyên nelicih didin. Ev, dê bidomin yan na, em ê di pêş de bibînin. Lê çendî DYA bi rêya çapemeniyê nebêje jî, li pişt perdeyan ji Tirkiyeyê re dibêje, dawî li vê êrişê bîne."
Aktar ku Tirkiyeyê wekî "zarokê nehs ê NATO'yê" pênase kir, destnîşan kir ku Tirkiye li dijî hiqûqa navneteweyî tevdigere, lê qada navdewletî xwe li nedîtinê datîne.
MA / Yusra Batihan