NAVENDA NÛÇEYAN – Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan û bi yek dengî ev peyam dan: “Em siyaseta mêrza ya li ser beden û jiyana me tê meşandin red dikin.”
Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê jin bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî daketin qadan û li dijî tundiyê peyama têkoşîna hevpar dan.
AMED
Di vê çarçoveyê de Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê li avahiya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta, "Jin Jiyan Azadî" hat daliqandin. Metna daxuyaniyê ya bi kurdî ji hêla endama Baroya Amedê parêzer Berîtan Kalbîşen ve hat xwendin. Kalbîşen qetilkirina Xwîşkên Mîrabel bi bîr xist û wateya vê rojê wiha vegot: "Kuştina xwişkên Mîrabel ku di hilweşandina dîktatoriya Komara Domînîk de roleke bingehîn lîstin, li gelemperiya cîhanê di mijara tundiya li ser jinan de bûn wek sembolek û ji hêla Neteweyên Yekbûyî (NY) ve weke referanseke dîrokî ya têkoşîna li hemberî tundiya li ser jinê hat qebûlkirin."
Bi domdarî Kalbîşen bi lêv kir ku li dijî zordestiya dewletê û dîktatoran, jin ji dîrokê ve têdikoşin. Kalbîşen, bal kişand ser raperîna li Îranê ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kiribû û wiha domand: “Jin, li hemberî pergala molayan a zordest a Îranê, bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ ku pergalê dihejînin, têdikoşin. Ev têkoşîn, li seranserî cîhanê belav bû. Em di şexsê Jîna Emînî, Nagîhan Akarsel, Pinar Gultekîn, Fatma Altinmakas, Îpek Er, Mûzeyyen Boylu û Meryem Sevîm de, hemû jinên di encama tundiya mêr-dewletê ve hatine qetilkirin bi bîr tînin.”
Kalbîşen, da zanîn ku li gorî daneyan di sala 2022’yan de 280 jin ji hêla mêran ve hatine qetilkirin û ev tişt anî ziman: “Polîtîkaya necezakirinê didome. Zagonên ku jinan diparêzin nakevin meriyetê û mêr tên parastin. Necezakirina faîlan, bêhtir cisaretê dide zilaman ku jinan bikujin. Ev rewş dibe sedema belavbûna tundiyê di nava civakê de. Desthiltdariya heyî mafên jinan binpê dike, destkeftiyên wan tune dike. Em şêweyê siyaseta mêrza ku ji ser beden û jiyanen me tê meşandin, red dikin. Bi boneya wate û girîngiya vê rojê, em careke din bang li desthilatdariya siyasî û berpirsyaran dikin û dibêjin dest nedin qanûnan û qanûnan pêk bînin.”
DAXUYANIYA DTSO’YÊ
Di heman demê de Meclisa Jinan a Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê (DTSO) ya Amedê jî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku jin li her deverê rastî tundiyê tên. Her wiha hat gotin ku yek ji girîngtirîn cureyên tundiya li ser jinê jî tundiya aborî ye û ev tişt hatin gotin: “Ev rewş, bandorê li ser hemû cureyên tundiyê dike. Jina ku bingeha civakê ye ji wekheviya derfetan bêpar tê hiştin û ev yek jî rê li ber vedike ku di nava civakê de paşve bimîne. Weke Meclisa Jinan a DTSO’yê em ê di serî de tundiya aborî, li dijî her cureyên tundiya li ser jinê têbikoşin.”
ENQERE
Navenda Mafên Miorvan a Baroya Enqereyê û Navenda Gelîncîk a Baroya Enqereyê jî têkildarî 25’ê Mijdarê li Eywana Konferansan a Navenda Perwerdeyê ya Baroya Enqereyê panelek li dar xist. Rûniştina ewil a panelê bi sernavê “Tevgera Jinan a li Cîhan û Tirkiyeyê û Polîtîkayên Rojane” li dar xist. Gelek jin û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tev li panelê bûn. Di panelê de ji ewil ji Fakûlteya Zanistên Zanînên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê Prof. Dr. Serpîl Sancar, civaknasa îranî Sara Baherîîrad û Parlamentera CHP’ê ya Enqereyê Gamze Taşçier axivîn.
Di axaftinan de polîtîkayên Tirkiyeyê yên li dijî jinan hatin rexnekirin û hat gotin ku polîtîkaya necezakirina kujeran, dike ku tundiya li ser jinan zêdetir dibe. Her wiha betalkirina Peymana Stenbolê hat rexnekirin û peyama têkoşînê li dijî tundiyê hat dayîn.
Piştre jî parêzerên ji Baroya Enqereyê pirs ji axêveran kirin û girtina nûçegihanên jin ên Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWS’ê bi bîr xistin. Her wiha di panelê de têkildarî têkoşîna jinan a li dijî zextan nîqaş hatin kirin.
Rûniştina ewil a panelê bi pirs û bersivan berdewam kir.
EDENE
Navenda Mafên Jinan a Baroya Edeneyê jî bi heman boneyê li avahiya edliyeyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Seroka Navenda Mafên Jinan a Baroya Edeneyê parêzer Eylem Coşkun axivî û da zanîn ku jin li her devera cîhanê li dijî cihêkarî, newekheviya zayendî, kedxwarî û tundiya li nava malê û civakê bi ruhê piştevaniyê têdikoşe. Coşkun, bang li rayedaran kir ku li dijî tundiya ser jinan bi peywira xwe rabin û wiha domand: “Em li dijî sererastkirinên qanûnî yên ku Peymana Stenbolê, CEDAW û peymanên din ên navneteweyî ku mafên jinan û destkeftiyên wan mîsoger dikin ji holê radikin. Em ê ji bo jiyaneke wekhev û azad, bi hev re têbikoşin.”
Lijneya Koordînasyona Bajar (ÎKK) ya Yekitiya Odeyên Ednezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) a Edeneyê jî daxuyaniyeke nivîskîw eşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tundiya li dijî jinan a li Tirkiyeyê zêde dibe û got ku li dijî tundî û wehşeta li ser jinan divê piştevaniyeke civakî bê raberkirin.
ANTALYA
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmetên Civakî (SES) a Antalyayê jî têkildarî mijarê li avahiya xwe daxyaniyek da. Hevseroka Şaxa SES’a Antalyayê Şukran Îçoz di daxuyaniyê de axivî û got ku jin weke hêza kar a erzan tên dîtin. Bi domdarî Îçoz ev tişt anî ziman: “Em ê tenê bi têkoşîneke rêxistinkirî bikarin rê li ber vê kedxwariyê bigirin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî her cureyên tundiya li ser jinê bidomînin.”
STENBOL
Komîsyonan Jinan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê jî bi boneya 25’ê Mijdarê li Postaxaneya Galatasaray a li Beyoglûyê ji bo partiyên siyasî yên ku kom û parlamenterên wan li Meclisê hene name şandin. Di nameyê de ji partiyên siyasî hat xwestin ku ji bo Peymana Stenbolê bikevin nava liv û tevgerê û jin dê dev ji peymanê bernedin.
Komîsyona Jinan a DÎSK’ê jî li Parka Aştiyê ya Cîhanê daxuyanî da. Li gel Serokê Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû, gelek jinên kedkar jî tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Em ê jiyaneke wekhev, azad û bêtundî ava bikin” hatibû vekirin. Beşdaran gelek caran dirûşmên weke “Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin”, “Jin, jiyan, azadî” û “Na ji tundî, tacîz û mobbîngê re” berz kirin.
Di daxuyaniyê de Çerkezoglû da zanîn ku di bingeha tundiya li dijî jinê de newekheviya zayenda civakî heye û wiha got: “Divê li dijî vê newekheviyê em bi hev re têbikoşin. Divê jin jî mîna zilaman bikarin di nava şert û mercên wekhev de tev li xebatan bibin. Weke jinên kedkar, em hewl didin her cureyên zext, tundî û mobbîngê yên li cihê kar li ser jinan tên kirin bi dawî bikin.”
Piştî axaftinan jî daxwazên jinan hatin rêzkirin.
MÛGLA
Komîsyona Mafên Jinan û Mafên Wekheviya Zayenda Civakî ya Baroya Mûglayê jî têkildarî mijarê li pêşiya Edliyeya Mûglayê daxuyanî da. Daxuyanî bi awayekî hemwext li edliyeyên navçeyên Fethiye, Ortaca û Bodrumê jî hat dayîn.
DI 9 MEHAN DE 296 JIN HATIN QETILKIRIN
Di daxuyaniyê de binpêkirinên li dijî jinan ên Tirkiyeyê hatin vegotin. Her wiha hat gotin ku di navbera 1’ê çileyê û 23’yê mijdara 2022’yan de li Tirkiyeyê 296 jin hatin qetilkirin ku ji van 17 jê jinên penaber in. Di berdewama daxuyaniyê de berxwedana jinan a li Îranê hat silavkirin.
ÎZMÎR
Parêzên jin ên Baroya Îzmîrê jî di çarçoveya 25’ê Mijdarê de meşek li dar xistin û daxuyanî dan. Hiqûqnasên ku li pêşiya Baroya Îzmîrê hatin ba hev, ber bi Navenda Çandê ya Turkan Saylan a Alsancakê ve meşiyan. Li vir daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hat berzkirin. Daxuyanî, ji hêla Endama Lijneya Rêveber a Mafên Mirovan a Baroya Îzmîrê Elçîn Kilinçer Ot ve hat xwendin.
Kilinçer, da zanîn ku dewlet mafê jiyanê yê jinan ku mafê herî bingehîn e naparêze û wiha got: “Di nava 11 mehên sala 2022’yan de 346 jin hatin qetilkirin. Di van qomkujiyan de sûc tenê yê tetîkkêşan nîne. Yên ku polîtîkayên necezakirinê diparêzin û jinan naparêzin jî berpisyar in. Destê we ketiye nava xwînî û em bi vê dizanin. Em, têkoşîna jinan a ji bo wekhevî û azadiyê ya jinên Îranê silav dikin. Em jin bêdeng namînin û serî natewînin.”
COLEMÊRG
Li Gever a Colemêrgê jî jinan xwestin bi pêşengtiya TJA’yê meşekî li dar bixin. Bi vê boneyê li pêşiya hotêla li ser Cadeya Cengîz Topel kom bûn. Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr û gelek jin tev li meşê bûn. Polîsan bi hinceta biryara qedexeyê ya walîtiyê, nehiştin ku jin bimeşin û gefa binçavkirinê xwarin. Jinan jî bertek nîşan dan û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Zextên we nikarin me bitirsînin” berz kirin. Li ser vê yekê polîsan êrişî çalakvanan kir. Di çalakiyê de Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr bertek nîşanî polîsan da û wiha got: “Polîsên li Geverê tehemûla meşa li dijî tundiya ser jinan nakin. A rast, tehemûla dengê jinan nakin.”
Tevî êrişên polîsan jî jinan astengî nas kirin û bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” meşiyan. Di dema meşê de polîsan dîsa jin dorpêç kirin. Li ser vê yekê jin ber bi avahiya HDP’a Geverê ve meşiyan û xwestin daxuyaniyê bidin. Lê polîsan li vir jî hewl dan daxuyaniyê asteng bikin. Li ser berteka jinan jî polîsan bi mertalên xwe êrişî jinan kir û bi darê zorê xistin avahiya partiyê. Dema ku nûçegihana JINNEWS’ê Rabîa Onver dîmenên êrişê dikişand, Midûrê Polîsan gef lê xwar û rojnameger Onver hat derbkirin.
Parlamenter Îmîr bertek nîşanî êrişa polîsan da û ev tişt anî ziman: “Ya ku hûn dikin, faşîzm e. Jinên Geverê ji we natirsin. Em ji zext û astengiyên we natirsin.” Li ser êrişa polîsan jî jinan dirûşmên “Bimre faşîzm” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Polîsên ku tevahiya avahiya partiyê dorpêç kirîn, bi dengê sîrenên wesayîtan hewl dan dengê jinan bitepisînin.
Çalakî bi çepik û dirûşman bi dawî bû.
MÛŞ
Li Mûşê jî jin bi boneya 25’ê Mijdarê li avahiya HDP’a bajêr hatin ba hev. Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Coşkun li vir axivî û wiha got: “Niha li hemû cîhanê dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ belav dibe. Her wiha protestoyên jinan ên li Îranê ku jin pêşengtiya wan dikin, veguherî berxwedana gel. Her wiha êrişa li dijî Nagîhan Akarsel a li Silêmaniyeyê jî ji êrişa li dijî têkoşîna jinan cuda nîne. Jinên ku pora Jînayê veguherandin alayê, dê nehêlin ku pênûsa heqîqetê ya Nagihanê jî li erdê bimîne.”
Piştî axaftinan jî têkildarî têkoşîna jinan sînevîzyonek hat pêşandan.
ERZIROM
Di heman çarçoveyê de jinan xwestin li navçeya Qereçoban a Erziromê daxuyaniyê bidin. Lê belê polîsan êrişî jinan kirin. Jinên ku li pêşiya avahiya HDP’ê hatin ba hev, xwestin bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bimeşin. Di çalakiyê de jinan wêneyên Denîz Poyraz, Jîna Emînî û Nagihan Akarsel rakirin û ji avahiya partiyê ya navçeyê ber bi navenda navçeyê ve meşiyan.
Lê belê jinên ku bi dirûşma “jin, jiyan, azadî” dimeşiyan, demekî piştre ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Di vê navberê de Endama Meclisa Partiyê (PM) a DBP’ê Gulderen Varli ku bertek nîşanî astengkirinê da, hat binçavkirin.
ÊLIH
Li Êlihê jin bi pêşengtiya TJA’yê li pêşiya Şaxa Sendîkaya Petrol Îş a Êlihê kom bûn û daxuyaniyeke girseyî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Jin, jiyan, azadî, li dijî faşîzmê û qirkirina jinan dem dema azadiya jinan e” hate vekirin û dovîzên “Jin azad nebe civak azad nabe”, “Em hebûn, em hene, em ê hebin”, “Jin bi hev re bihêz in”, “Na ji qirkirina jinan re” û wêneyên jinên hatine qetilkirin hatin vekirin.
Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, aktîvîstên TJA’yê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, rêxistinên HDP û DBP’ê û gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Endama PM’a DBP’ê Nûrten Uzumcu axivî.
ÊRIŞÊN DESTHILATDARIYÊ ZÊDE BÛN
Uzumcu, da zanîn ku êrişên desthilatdariya mêrserdest ên li dijî jinan zêde bûne û wiha domand: “Her ku êriş dikin em ê bêhtir li ber xwe bidin, bêhtir têbikoşin. Her ku binçav dikin em ê bêhtir xwe birêxistin bikin, her ku hewl didin bêdeng bikin em ê dengê xwe bêhtir bilind bikin û her ku serî li derewan didin em ê bêhtir heqîqetê vebêjin. Di 25’ê Mijdarê de em dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ bi dengê hemû jinên cîhanê re dikin yek û diherikin qadan. Em ji tundiya mêr-dewletê re dibêjin ‘No pasaran.’ Em li dijî faşîzmê dibin jiyan û hêviyê mezin dikin.”
Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî diyar kir ku li Tirkiye, Kurdistan û her devera cîhanê jin li dijî tundî, faşîzm û şerê dewletê diherikin qadan û li ber xwe didin. Başaran, got ku tundiya li dijî jinan, faşîzm û xizanî bûye polîtîkaya şer a AKP-MHP’ê û jin jî li dijî vê derdikevin.
Bi awayekî hemxwest li Taxa Hîlalê jî daxuyanî hat dayîn Jinan piştî daxuyaniyê meşek li dar xist. Di dema meşê de jinan dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana jinan” berz kirin. Şêniyên taxê jî bi çepikan piştgirî dan jinan.
RIHA
TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê jî li Taxa Şirnexê ya navçeya Wêranşar a Rihayê hatin ba hev û tevî biryara qedexeyê ya Walîtiya Rihayê jî meş li dar xist. Di meşê de pankarta “Li dijî faşîzmê û qirkirina jinan dem dema adaziya jinan e" hat vekirin û jinan dirûşmên “Bijî berxwedana jinan” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Piştî meşê jî Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu axivî û wiha got: “Di serî de jinên li dijî dîktatoran serî natewînin, ji Xwîşkên Mîrabal heta Sakîne, Sevê û Nagihanan, ez tevahiya jinên şoreşger û têkoşer silav dikim. Êrişên desthilatdariyê yên li dijî jinan roj bi roj zêdetir dibin. Pergala AKP-MHP’ê bênavber êrişî destkeftiyên jinan û gelê kurd dike. Kujerên jinan diparêzin û em jî li dijî vê faşîzmê dadikevin kolanan.”
PLATFORMA JINAN A RIHAYÊ DAXUYANÎ DA
Platforma Jinan a Rihayê jî têkildarî mijarê li Şaxa ÎHD’a Rihayê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dê têkoşîna wan a li dijî tundiya ser jinê berdewam bike.
BAROYA RIHAYÊ ÇÛ SERDANA MALBATA ŞENYAŞAR
Her wiha Navenda Mafên Jinan a Baroya Rihayê li eywana konferansan a baroyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de peyama têkoşîna hevpar a li dijî tundiya mêr-dewletê hat dayîn. Piştî daxuyaniyê jî jin çûn serdana Malbata Şenyaşar ku Nobeta Edaletê ya li pêşiya Edliyeya Rihayê didomînin.
SEMSÛR
Meclisên Jinan ên HDP’ê û Partiya Çepa Kesk jî li avahiya HDP’a Semsûrê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Em erişên li diji têkoşîna jinan qebûl nakin" hatibû vekirin. Di daxuyaniyê de Hevberdevka Partiya Çepa Kesk a Bajêr Zeynep Karadogan axivî û got ku dê têkoşîna ji bo jiyaneke azad, wekhev û bêtundî li her deverê bidomînin.
Piştî axaftinê jî têkildarî têkoşîna jinan sînevîzyonek hat pêşandan.
DÎLOK
HDP û TJA’yê li Dîlokê têkildarî têkoşîna jinan sînevîzyonek pêşanda. Jinên ku tev li sînevîzyonê bûne, dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.
LÊKOLÎNÊN QADÊ YÊN SOSYO POLÎTÎK: 96 JIN HATIN QETILKIRIN
Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo-Polîtîk jî rapora xwe ya “Lêkolînkirina bûyerên tundiyê ya di navbera 1’ê îlonê û 22’yê mijdara 2022’yan de li ser çapemeniyê hatine weşandin” parve kir. Di raporê de hat gotin ku tundiya li dijî jinan zêde dibe û di nava dîrokên navborî de 96 jin hatin qetilkirin. Her wiha 39 jin bi awayekî guman mirin, 148 jin jî rastî tundiyê hatin û birîndar bûn.
BEDLÎS
Rêxistina HDP’a Bêdlisê jî li avahiya partiyê daxuyaniyek da û Meclisa Jinan a HDP’a Bedlîsê îlan kir. Di daxuyaniyê de pankarta “Jin, jiyan, azadi” hat daliqandin. Di daxuyaniyê de Endama PM’a HDP’ê Sîdar Karaçelîk axivî û wiha got: “Di serdemeke ku tundiya mêr a li dijî jinan ewqas zêde bûyî de 25’ê Mijdarê yek ji hêza herî xurt a xweparastina me ye. Lewma jî em vê rojê bi îlankirina meclisa xwe ya jinan tacîdar dikin.”