NAVENDA NÛÇEYAN - QSD’ê bîlançoya êrişên dewleta tirk ên 23’ê û 24’ê mijdarê aşkere kir.
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bîlançoya êrişên 23’yê û 24’ê mijdarê yên dewleta tirk ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîne, aşkere kir. Li gor agahiyên nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) herêmên sivîl û cihên binesaziya ku welatî debara xwe pê dikin hatine bombebarankirin.
Daxuyaniya HSD'ê ya têkildarî bîlançoyê wiha ye
“Êrişên dagirkeriya tirk ên li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin, bi taybet herêmên sivîlan û binesaziya heremê ya ku debara jiyana milet peyda dike, dike armanc. Sûcên dagirkeriyê yên li dijî mirovahiyê bi dîmenan hatine belgekirin. Ev sûc li dijî xelk û axa me pêk tên, pêwîst e ev sûc dakeve ser maseya lêpirsînê ya navdewletî.
Bîlançoya 23'yê Mijdarê;
HERÊMA CIZÎRÊ
QAMIŞLO
Gundên Mehşûq, Dêrna Qilinga, Gir Henak, Sawyer, Rotan, Til Zîwan, Elî Fero, Hermê Şêxo, Kodo, Dodan bi zêdetirî 20 obusan û doçkayan hat topbarankirin.
Li navenda bajêr seyareyek ji aliyê balafira keşfê ve hat bombebarankirin.
Şîrketên Newroz, îstasyona sotemeniyê bi obus û hewanan hatin topbarankirin.
Cihên belavkirina mazotê yên li bajarokê Tirbespiyê û gundê Dêrna Qilinga hatin topbarankirin.
HERÊMA FIRATÊ
GIRÊ SPÎ
Gundên Hoşan, Şorbenîsk, Seyda, embarên gundê Qizelî, şîrketa çîmentoyê bi obus, hewan û guleyên tankê hatin topbarankirin.
MINBIC
Gundên Girê El Hemam, Til El Seyada, Toxar bi 10 obus û hewanan hatin topbarankirin.
Bîlançoya 24'ê Mijdarê;
HERÊMA EFRÎNÊ
Gundên Soxanekê, Bênê, Maliliyê, Meyasê, Şewarqa, Merenaz, Tatmaraş, Kefer Naya, Îrşadiyê, Elqemiyê, Hirbil, Miniq, Bêlûniyê, Til Medîq, Mişêrfê, Zîwan, Kefer Nasih, Eyn Deqnê, Şêx Îsa, bendava Şehba û bajaroka Til Rifet bi zêdetirê 200 obus û hewanan hatin topbarankirin.
HERÊMA CIZÎRÊ
TIL TEMIR
Gundên Qibûr Qerecna, Gozeliyê, Dirdara, Xelf El Rikbê bi zêdetirî 20 obusan hatin topbarankirin.
AMÛDÊ
Gundên Esediyê, Bobî, Mihemela, Rabîat, Cetel, Til Kêf, Şorik, Xeşafiya, Xirzê, Xanikê, Bîhîra, Cirnikê, Elgaziya, Xirbe Şîhîr, Til Werd, Til Emîr û bajarokê Zirganê bi zêdetirî 80 obusan û çekên doçka hatin topbarankirin. Di encamê de şervanekî me şehîd bû, 2 şervanên me jî birîndar bûn.
QAMIŞLO
Gundên Neyîf, Til Cîhan, Digirê, Miherikan, Mele Ebas, Mahşûq, Mizgeft, Hatimiyê, Herem Reş, Zorava bi zêdetirî 30 obusan hatin topbarankirin.”
HERÊMA FIRATÊ
KOBANÊ
Gundên Zormexar, Til Ehmed Mûnîr, Til Ehmed, Zorava, Ziyaret, Kirbenat, Til Cîşan, Til Ebrê û bajaroka Şiyox Foqanî (Jorîn) bi zêdetirî 50 obus, hewan û guleyên tankan hatin topbarankirin.
GIRÊ SPÎ
Gundên Meilek, Dibis, Seyda, Îbrahîm Kirdo bi obus û hewanan hatin topbarankirin.
MINBIC
Gundên Boxaz, Koryehûk û Toxar bi 12 obusan hatin topbarankirin.”