Surucu: Divê dawî li tecrîda li ser Ocalan bê

  • rojane
  • 09:02 26 Mijdar 2022
  • |
RIHA - Parlementera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu bilêv kir ku tundiya li hemberî jinê ne derî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û xwest ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe. 
 
19 meh in tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê di Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê de nayê girtin. Serlêdanên parêzeran û malbatê yên ji bo hevdîtinê jî bêbersiv tên hiştin. Her ku tecrîd kûr dibe, Tirkiye jî polîtîkayên ewlehîparêz û şer berbelavtir dike. Ev yek, di serî de jin bandorê li tevahiya civakê dike. 
 
Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Ayşe Surucuyê destnîşan kir ku di serî de jin, divê her kes li ber tecrîdê rabe. 
 
'MAF NAYÊN PÊKANÎN'
 
Surucuyê destnîşan kir ku tecrîda ku di sala 1999'an de li Girava Îmraliyê dest pê kiriye ji 5'ê Nîsana 2005'an ve her diçe kûrtir dibe. Surucuyê bilêv kir ku li Tirkiyeyê mafên ku ji bo tevahiya girtiyan tên pêkanîn ji bo Abdullah Ocalan nayên pêkanîn û wiha got: "Ev maf ji bo birêz Ocalan nayên pêkanîn. Ne parêzer ne jî malbat nikarin hevdîtinê pê re bikin. Destûra hevdîtina bi rêya telefonê jî nadin. Li Girava Îmraliyê tecrîdeke gelekî mezin tê pêkanîn." 
 
'ZEXT Û TUNDÎ NE DERÎ TECRÎDÊ NE'
 
Surucuyê bilêv kir ku tecrîd li tevahiya civakê belav bûye û got ku ji sala 2015'an ve li Tirkiyeyê aborî, siyaset û civak rêxiyaye û girtîgeh veguherîne goristanan. Surucuyê wiha domand: "Her roj tabût ji girtîgehan derdikevin. Girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest didin. Rewşa girtiyan li ortê ye." 
 
Surucuyê destnîşan kir ku bi tecrîdê re tundiya li hemberî jinan jî zêde bûye û wiha got: "Şer û krîza aborî ya li welêt û ev feraseta tekparêze jinan difetisîne. Gelek jin, ji aliyê zilaman ve tên kuştin. Ji Mijdara par heya niha 335 jin ji aliyê zilaman ve hatine qetilkirin. 220 jin jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Her roj jinek tê kuştin. Peymanên ku jinan diparêzin hatin betalkirin. Tahdeya li hemberî jinê zêde bû. Ev hemû ne derî tecrîda li Îmraliyê ne, girêdayî wê ne." 
 
'ÇARESERÎ LI ÎMRALIYÊ YE'
 
Surucuyê bilêv kir ku bi kûrbûna tecrîdê re hemû awayêçn şidetê yên li hemberî jinê zêde bûne û wiha got: "Lewma divê tecrîda li ser birêz Abdullah ocalan bi dawî bibe. Divê birêz Ocalan di şert û mercên azad de be. Ji ber vê em niha dibêjin, 'Dem dema azadiya birêz Ocalan e.'" Surucuyê bal kişand ser dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî"yê ya bi serîhildana li Îranê re li seranserê cîhanê belav bûye û got ku çavkaniya vê dirûşmeyê xwe disipêre felsefeya Abdullah Ocalan û got: "Birêz Ocalan dibêje, 'heya jin azad nebe, civak jî azad nabe.' Lewma em di hefteya 25'ê Mijdarê de careke din dibêjin; divê tecrîda lis er birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Ji bo wî jî divê şert û mercên azad bên afirandin. Ancax ew dikare meseleya krudî çareser bike. Ev pirsgirêk bi bombekirina Kobanê, Şengal û Qendîlê çareser nabe. Çareserî bi diyalog, guftûgo û hevdîtinan pêkan e. Muxatabê vê jî birêz Abdullah Ocalan e." 
 
MA / Mujdat Can

Sernavên din

30/12/2022
12:13 Kesên li Îranê hatin qetilkirin bi girseyî hatin bibîranîn
11:46 Başaran: Sala 2023’yan dê bibe sala serkeftina kurdan
11:45 'Operasyona Birûska Cizîrê' didome: 52 endamên DAIŞ'ê hatin girtin
11:30 Li Herêma Kurdistanê ku dane lê hatine qedexekirin herî kêm 54 jin hatin qetilkirin
11:15 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Vîtamîna B12 nadin me
10:59 AYM dê qutkirina alîkariya xezîneyê ya ji bo HDP’ê nîqaş bike
10:42 Wezîrê Karên Derve Sefîrê Iraqê ku komkujî îtîraf kiribû parast
09:49 ‘Tirkiye bi Ewropayê re li hev kir, tecrîd girantir bû'
09:14 Di hefteyekê de 2 caran girtiyê nexweş Ozkan rakirine nexweşxaneyê
09:06 87 rojnameger dê sala nû li girtîgehê pêşwazî bikin!
09:03 Dayika wî li ber HDP'ê lê digere, ew li girtîgehê di rojiya mirinê de ye
09:03 Li dijî ambargoyê û êrişan li ber xwe didin
09:01 Sala tecrîd û şer a siyasetê: Sedsala duyemîn dê bi çareserkirina pirsgirêka kurd dest pê bike
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2022'YAN
29/12/2022
21:06 Ji bo Îmraliyê serî li CPT'yê dan: Divê dawî li tecrîdê bê
20:10 Li Reqayê êrişa DAÎŞ'ê: Endamekî Hêza Ewlekariya Hundirîn jiyana xwe ji dest da
19:20 Biryara der barê Fincanciyê de hat şermezarkirin
18:19 KCD, DBP û HDP serdana gel kirin
16:57 Bi sedan kes çûn serdana şîna Çelîk
16:41 Fîncanci dîsa nehat tehliyekirin
16:26 Komeleya Jinan a Rosayê: Em berxwedana jinên Kurdistanê û cîhanê silav dikin
16:13 Serokê EMEP’ê Akdenîz çû serdana DBP’ê
16:08 Hevdîtina li gel rojnamevanan tê astengkirin
15:57 Li kolanên Strasbourgê bertek nîşanî komkujiya Parîsê dan
15:30 Fîncanci: Dixwazin tola erzînka zarokekî ku min li Cizîrê dîtibû ji min hilînin
15:04 Mizrakli ji Soylu re got: Nebî ku tu navê min ji bîr bikî, em ê hesabê ji hev bipirsin
15:01 Sancar: Em ê êrişan bi têkoşîna rêxistinkirî rawestînin
14:43 Demîrtaş ji ber pankarta li Edeneyê hatibû daliqandin gilî kir
14:41 Beştaş: Em ê dest ji faîlên ku daraz wan diparêze bernedin
14:28 Biryara AYM’ê ya Kazanhan: Sûc giran e lê ceza kêm e
14:06 Ayla Akat: Ji çareserkirina pirsgirêka kurd ditirsin
14:05 Serokê TBB’ê: Bihîstina qîrîna Malbata Şenyaşar bi darizandineke adilane dibe
14:05 Tifaqa Kurdistanî ji bo piştevaniyê serdana DBP’ê kir
13:35 Gunay ji Bozdag re got: Hûn jî dibin şirîkê sûcê tecrîdê
12:51 Tetikkêşê Komkujiya Parîsê xistin hucreyê
12:18 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:11 Girtî Aslan: Bi rêya girtiyên edlî provakasyonan dikin
12:06 Çalakiya nobeda li dijî tecrîdê didome: Fikarên gelê kurd ji holê rakin
12:03 Hevalên Kara yên têkoşînê qala wê kir: Pêşenga şoreşê bû
12:02 Komkujiya duyemîn a Parîsê di qeydên deng ên Omer Guney de hebû!
11:44 Êrişên çekên kîmyewî: OPCW bêdeng e, Tirkiye jî înkar dike
11:38 Ji zaroka li Êlihê hatiye revandin ev 20 roj in tu agahî nayên girtin
11:16 Rojnameger du meh in girtî ne: Îtîraz di heman rojê de hatin redkirin!
11:05 Girtiyê nexweş 9 saet kelemçekirî sewqî girtîgehek din hatiye kirin
10:53 Duşunmez ê OHD’î: Divê serlêdanên têkildarî tecrîdê demildest bên bersivandin
10:39 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Gel dê bi pêşengtiya ciwanan tecrîdê têk bibe
10:30 Xaniyên ku dewletê çêkirin bi serê gundiyan ve hildiweşe
09:01 Dê têkoşîna wan bi 'jin jiyan azadî'yê bidome
09:01 Gelo hestiyên li 'Baregeha JÎTEM'ê hatin dîtin ên Kevcî ne?
09:01 Berdevka PYD'ê Begdaş: Serdana Talabanî xwedîderketina ji bo destkeftiyan bû
09:00 Bînîcî: Heya tecrîd bidome dê zilm jî bidome
09:00 Sala 2022’yan bi binpêkirinan derbas bû
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2022'YAN
28/12/2022
23:30 Yurek piştî 30 salan hat Amedê
20:44 Ji HDP'a Rihayê xwarina piştevaniyê
17:46 Parêzerên cerdevanan destdirêjiyê parastin
15:40 HSD’ê bîlançoya salekê parve kir
15:37 Li gelek bajaran bîranîna qurbaniyên Roboskî: Bila berpirsiyar bên darizandin
14:58 'Em ê nehêlin xeyalên AKP-MHP’ê pêk bên’
14:45 Partiya Şoreşger çû serdana DBP’ê
14:32 Pirtûka ku ‘biryara wê ya komkirinê’ nîne nedan rojnamevanê girtî
14:31 Li Liceyê 3 jîngeh weke ‘herêmên ewlehiyê’ hatin ragihandin
13:59 Amed êdî ‘Bajarê Şaristaniyan’ e
13:50 Bêdengiya Îmraliyê didome: Çima serlêdan nayên bersivandin?
13:27 Daxwaza betalkirina doza GOÇÎZDER’ê hat redkirin
13:10 Li Girtîgeha Xarpêtê 5 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin e
12:04 Vîrûsa Influenza li rojavayê Kurdistanê belav dibe: Dibistan hatin girtin
11:59 Li Wanê kesek hate binçavkirin
11:50 Malbata Şenyaşar: Rêya me rêya edaletê ye
11:45 Doza Denîz Poyraz: Ev dosye jî ‘kiryar nediyar’ hat hiştin
11:44 Dîroka Konferansa Komara Demokratîk hate diyarkirin
11:12 Rojnamevan Amed Dîcle: Kujer ji aliyê tîmek profesyonel ve hatiye amadekirin
11:11 Li Roboskiyê 34 qurbanî hatin bibîranîn
10:57 Li Girtîgeha Eregliyê binpêkirinên mafan zêde dibin
10:09 Li Komeleya Birca Belek serdema nû dest pê kir
09:44 Êlihiyan bertek nîşanî êrişên li dijî siyaseta kurd dan: Kurd dê vê desthilata faşîşt hilweşînin
09:18 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ rejîma Îranê hejand
09:11 Qeyûm milkên şaredariyê firot, hevşaredar serî li dadgehê da
09:11 Endama Meclisa DBP'ê: Ev êriş ji bo hilbijartinê ne
09:10 Gelê Êlihê: Divê em li hemberî çekên kîmyewî rabin
09:09 Bavê ku cenazeyê kurê xwe dît: Ez dibêjim qey çekên kîmyewî hatine bikaranîn
09:08 Keskîn: Girtiyên nexweş divê bêyî ku li nasnameya wan bê nerîn bên berdan
09:07 Navenda Dîplomatîk a Civakî: Me ji NY’yê xwest ku li ber sûcên şer ên Tirkiyeyê rabe
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2022'YAN
27/12/2022
19:49 'Bila kiryarên Roboskiyê bên darizandin'
18:17 Jinan bertek nîşanî biryara doza Denîz Poyrazê dan
17:01 Ji Doza Kobanê kes nehat berdan
16:46 Aydar navê kujerê Nagihan Akarsel eşkere kir
16:37 Ozturk: Bingeha êriş û şerê li dijî kurdan tecrîda li ser birêz Ocalan e
16:36 Di rojekê de 2 caran çekên kimyewî hat bikaranîn
15:23 EŞÎK: AKP nikare ji bo azadiyan makeqanûneke guncav çêbike
15:22 Doza Qetlîama 10’ê Cotmehê: Bila Davûtoglû û Ozdag bên guhdarîkirin
14:40 Biryara doza Denîz Poyraz hat eşkerekirin
13:44 Derbarê Emîne Şenyaşar de 2 lêpirsînên din jî hatin destpêkirin
13:34 Ji bo Îmraliyê bang li Wezareta Dadê kirin: Gavê biavêjin
12:56 Ne roja şînê ye roja berxwedanê ye!
12:31 Li Stenbolê heqê rê hat bihakirin
12:29 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:20 Doza Denîz Poyraz: Parêzeran nagirin hundir
11:40 Sancar: Em ê destûr nedin ku doza Poyraz bi bersûcekî bê girtin