Belavkarê Ozgur Gundemê Adnan Işik 29 sal berê hate qetilkirin

  • rojane
  • 10:48 26 Mijdar 2022
  • |
img
WAN - Bi ser qetilkirina Adnan Işik ku piştî xebatkarê Ozgur Gundemê Orhan Karaagar hatibû qetilkirin dest ji karê xwe berdabû û dest bi belavkirina rojnameyan kiribû re 29 sal derbas bûn. 
 
Bi ser qetilkirina belavkarê Ozgur Gundem û Ozgur Halkê Adnan Işik re 29 sal derbas bûn. Işik, piştî qetilkirina xebatkarê rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar, demekê şûnda dest ji karên xwe berda û dest bi belavkariya rojnameyê kir. Işik, dema ku şevekê ji kar vedigeriya mala xwe di encama êrişeke çekdarî de hate qetilkirin. 
 
DEST BI BELAVKARIYÊ KIR
 
Işik bi malbata xwe re ji gundê Tûm a navçeya Seraya Wanê, koçî navenda bajêr kir û li bajarên cuda di karên înşeatan de xebitî. Işik, piştî ku bi salan li bajarên din xebitî li Lokala Avahîsaz û Endezyaran dest bi garsontiyê kir. Piştî ku belavkarê rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar di 19’ê çileya 1993’an de ji aliyê 6 kesan ve hate qetilkirin, biryara xwe da û çû buroya Ozgur Gundem a Wanê. Işik daxwaza xwe ya xebatê ji berpirsên belavkariyê re radigihîne û piştî ku daxwaza wî tê qebûlkirin dest bi belavkariyê dike. Işik, demekê belavkariya rojnameyan kir, polîsan ji bo ku ew vî karî neke gelek caran gef lê xwarin. Işik tevî van tiştan dest ji belavkirina rojnameyê berneda û gelek caran ji ber karê xwe hate binçavkirin. 
 
GEFA KUŞTINÊ
 
Işik, piştî ku dest bi karê belavkariyê kir plakayên Torosên Spî ên ku tim wî dişopandin qeyd dikir û bi hevalên xwe yên buroyê re parve dikir. Xebatkarên buroyê jî ev plaqe ji Waliyê Wanê Mahmût Yilbaş re parve dikirin û rewşê jê dipirsîn. Yilbaş her carê bi gotina “Ez ê eleqedar bibim” ev yek piştguh kir. Di pêvajoya ev gef zêde dibin de roja 26’ê mijdarê, Işik  şevekê ji bo ku biçe mala xwe siwarê otobusê dibe û li dema li taxa xwe ya Erekê ji otobûsê peya dibe rastî êrişa çekdarî tê. Kesê ku êrişî Işik kiribû li Torosa 50 metre şûndatir disekînî siwar bû û ji cihê bûyerê reviya. 
 
HATE QETILKIRIN
 
Işik ê dora saet 17.00’an rastî êrişa çekdarî hatibû û birîndar bûbû û wî rakiribûn Nexweşxanaya Dewletê ya Wanê. Serbijîşkê Nexweşxanaya Wanê gotibû ku ji ber derfetên wan nîn in, divê Işik ji Enqereyê re bê şandin. Ji ber rewşa hewayê guncav nebû Işik nebirin Enqereyê û Işik di 27’ê mijdara 1993’an de li dora saet di 11.00’an de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Işik ji nexweşxaneyê hate derxistin û piştî vecîbeyên olî hate veşartin. Piştî bûyerê malbata Işik gelek caran ji bo ku kujer bên dîtin doz vekiribin jî kujer bi tu awayî nehatin dîtin û dosye hate girtin. 
 
‘MIROVÊ XEBATKAR, BAŞ Û DELAL’
 
Pismamê Işik, Omer Işik derbarê Adnan Işik de axivî û ev tişt gotin: “Yekî xebatkar û girêdayî doza xwe bû.  Piştî Orhan Karaagar hate hate qetilkirin, Adnan dest bi belavkariyê kir. Piştî demekê jî hate qetilkirin. Gotin kujer nediyar e lê belê her kesek dizane bê ka kujer kî ye. Ji ber kujer li ber çavê her kesê Adnan qetil kir û li Torosa Spî siwar bû û çû. Lê belê gotin kujer ne diyar e û serê bûyerê girtin. Adnan mirovekî gelek kedkar, gelek baş û delal bû. Dema ku di 19’ê çileyê de Orhan Karaagar hate qetilkirin, Adnan dizanî di vî karî de mirin heye û li gel vê yekê dest bi kar kir. Bi vî awayî xwest layiqî çapemeniya azad û gelê xwe bibe. Ger îrade, fikir û ramanek mezin nebûya nedikarî bixebite.”
 

Sernavên din

30/12/2022
12:13 Kesên li Îranê hatin qetilkirin bi girseyî hatin bibîranîn
11:46 Başaran: Sala 2023’yan dê bibe sala serkeftina kurdan
11:45 'Operasyona Birûska Cizîrê' didome: 52 endamên DAIŞ'ê hatin girtin
11:30 Li Herêma Kurdistanê ku dane lê hatine qedexekirin herî kêm 54 jin hatin qetilkirin
11:15 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Vîtamîna B12 nadin me
10:59 AYM dê qutkirina alîkariya xezîneyê ya ji bo HDP’ê nîqaş bike
10:42 Wezîrê Karên Derve Sefîrê Iraqê ku komkujî îtîraf kiribû parast
09:49 ‘Tirkiye bi Ewropayê re li hev kir, tecrîd girantir bû'
09:14 Di hefteyekê de 2 caran girtiyê nexweş Ozkan rakirine nexweşxaneyê
09:06 87 rojnameger dê sala nû li girtîgehê pêşwazî bikin!
09:03 Dayika wî li ber HDP'ê lê digere, ew li girtîgehê di rojiya mirinê de ye
09:03 Li dijî ambargoyê û êrişan li ber xwe didin
09:01 Sala tecrîd û şer a siyasetê: Sedsala duyemîn dê bi çareserkirina pirsgirêka kurd dest pê bike
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2022'YAN
29/12/2022
21:06 Ji bo Îmraliyê serî li CPT'yê dan: Divê dawî li tecrîdê bê
20:10 Li Reqayê êrişa DAÎŞ'ê: Endamekî Hêza Ewlekariya Hundirîn jiyana xwe ji dest da
19:20 Biryara der barê Fincanciyê de hat şermezarkirin
18:19 KCD, DBP û HDP serdana gel kirin
16:57 Bi sedan kes çûn serdana şîna Çelîk
16:41 Fîncanci dîsa nehat tehliyekirin
16:26 Komeleya Jinan a Rosayê: Em berxwedana jinên Kurdistanê û cîhanê silav dikin
16:13 Serokê EMEP’ê Akdenîz çû serdana DBP’ê
16:08 Hevdîtina li gel rojnamevanan tê astengkirin
15:57 Li kolanên Strasbourgê bertek nîşanî komkujiya Parîsê dan
15:30 Fîncanci: Dixwazin tola erzînka zarokekî ku min li Cizîrê dîtibû ji min hilînin
15:04 Mizrakli ji Soylu re got: Nebî ku tu navê min ji bîr bikî, em ê hesabê ji hev bipirsin
15:01 Sancar: Em ê êrişan bi têkoşîna rêxistinkirî rawestînin
14:43 Demîrtaş ji ber pankarta li Edeneyê hatibû daliqandin gilî kir
14:41 Beştaş: Em ê dest ji faîlên ku daraz wan diparêze bernedin
14:28 Biryara AYM’ê ya Kazanhan: Sûc giran e lê ceza kêm e
14:06 Ayla Akat: Ji çareserkirina pirsgirêka kurd ditirsin
14:05 Serokê TBB’ê: Bihîstina qîrîna Malbata Şenyaşar bi darizandineke adilane dibe
14:05 Tifaqa Kurdistanî ji bo piştevaniyê serdana DBP’ê kir
13:35 Gunay ji Bozdag re got: Hûn jî dibin şirîkê sûcê tecrîdê
12:51 Tetikkêşê Komkujiya Parîsê xistin hucreyê
12:18 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:11 Girtî Aslan: Bi rêya girtiyên edlî provakasyonan dikin
12:06 Çalakiya nobeda li dijî tecrîdê didome: Fikarên gelê kurd ji holê rakin
12:03 Hevalên Kara yên têkoşînê qala wê kir: Pêşenga şoreşê bû
12:02 Komkujiya duyemîn a Parîsê di qeydên deng ên Omer Guney de hebû!
11:44 Êrişên çekên kîmyewî: OPCW bêdeng e, Tirkiye jî înkar dike
11:38 Ji zaroka li Êlihê hatiye revandin ev 20 roj in tu agahî nayên girtin
11:16 Rojnameger du meh in girtî ne: Îtîraz di heman rojê de hatin redkirin!
11:05 Girtiyê nexweş 9 saet kelemçekirî sewqî girtîgehek din hatiye kirin
10:53 Duşunmez ê OHD’î: Divê serlêdanên têkildarî tecrîdê demildest bên bersivandin
10:39 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Gel dê bi pêşengtiya ciwanan tecrîdê têk bibe
10:30 Xaniyên ku dewletê çêkirin bi serê gundiyan ve hildiweşe
09:01 Dê têkoşîna wan bi 'jin jiyan azadî'yê bidome
09:01 Gelo hestiyên li 'Baregeha JÎTEM'ê hatin dîtin ên Kevcî ne?
09:01 Berdevka PYD'ê Begdaş: Serdana Talabanî xwedîderketina ji bo destkeftiyan bû
09:00 Bînîcî: Heya tecrîd bidome dê zilm jî bidome
09:00 Sala 2022’yan bi binpêkirinan derbas bû
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2022'YAN
28/12/2022
23:30 Yurek piştî 30 salan hat Amedê
20:44 Ji HDP'a Rihayê xwarina piştevaniyê
17:46 Parêzerên cerdevanan destdirêjiyê parastin
15:40 HSD’ê bîlançoya salekê parve kir
15:37 Li gelek bajaran bîranîna qurbaniyên Roboskî: Bila berpirsiyar bên darizandin
14:58 'Em ê nehêlin xeyalên AKP-MHP’ê pêk bên’
14:45 Partiya Şoreşger çû serdana DBP’ê
14:32 Pirtûka ku ‘biryara wê ya komkirinê’ nîne nedan rojnamevanê girtî
14:31 Li Liceyê 3 jîngeh weke ‘herêmên ewlehiyê’ hatin ragihandin
13:59 Amed êdî ‘Bajarê Şaristaniyan’ e
13:50 Bêdengiya Îmraliyê didome: Çima serlêdan nayên bersivandin?
13:27 Daxwaza betalkirina doza GOÇÎZDER’ê hat redkirin
13:10 Li Girtîgeha Xarpêtê 5 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin e
12:04 Vîrûsa Influenza li rojavayê Kurdistanê belav dibe: Dibistan hatin girtin
11:59 Li Wanê kesek hate binçavkirin
11:50 Malbata Şenyaşar: Rêya me rêya edaletê ye
11:45 Doza Denîz Poyraz: Ev dosye jî ‘kiryar nediyar’ hat hiştin
11:44 Dîroka Konferansa Komara Demokratîk hate diyarkirin
11:12 Rojnamevan Amed Dîcle: Kujer ji aliyê tîmek profesyonel ve hatiye amadekirin
11:11 Li Roboskiyê 34 qurbanî hatin bibîranîn
10:57 Li Girtîgeha Eregliyê binpêkirinên mafan zêde dibin
10:09 Li Komeleya Birca Belek serdema nû dest pê kir
09:44 Êlihiyan bertek nîşanî êrişên li dijî siyaseta kurd dan: Kurd dê vê desthilata faşîşt hilweşînin
09:18 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ rejîma Îranê hejand
09:11 Qeyûm milkên şaredariyê firot, hevşaredar serî li dadgehê da
09:11 Endama Meclisa DBP'ê: Ev êriş ji bo hilbijartinê ne
09:10 Gelê Êlihê: Divê em li hemberî çekên kîmyewî rabin
09:09 Bavê ku cenazeyê kurê xwe dît: Ez dibêjim qey çekên kîmyewî hatine bikaranîn
09:08 Keskîn: Girtiyên nexweş divê bêyî ku li nasnameya wan bê nerîn bên berdan
09:07 Navenda Dîplomatîk a Civakî: Me ji NY’yê xwest ku li ber sûcên şer ên Tirkiyeyê rabe
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2022'YAN
27/12/2022
19:49 'Bila kiryarên Roboskiyê bên darizandin'
18:17 Jinan bertek nîşanî biryara doza Denîz Poyrazê dan
17:01 Ji Doza Kobanê kes nehat berdan
16:46 Aydar navê kujerê Nagihan Akarsel eşkere kir
16:37 Ozturk: Bingeha êriş û şerê li dijî kurdan tecrîda li ser birêz Ocalan e
16:36 Di rojekê de 2 caran çekên kimyewî hat bikaranîn
15:23 EŞÎK: AKP nikare ji bo azadiyan makeqanûneke guncav çêbike
15:22 Doza Qetlîama 10’ê Cotmehê: Bila Davûtoglû û Ozdag bên guhdarîkirin
14:40 Biryara doza Denîz Poyraz hat eşkerekirin
13:44 Derbarê Emîne Şenyaşar de 2 lêpirsînên din jî hatin destpêkirin
13:34 Ji bo Îmraliyê bang li Wezareta Dadê kirin: Gavê biavêjin
12:56 Ne roja şînê ye roja berxwedanê ye!
12:31 Li Stenbolê heqê rê hat bihakirin
12:29 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:20 Doza Denîz Poyraz: Parêzeran nagirin hundir
11:40 Sancar: Em ê destûr nedin ku doza Poyraz bi bersûcekî bê girtin