Rojnamevan Evren: Jin nêzîkî azadiyê ne

  • rojane
  • 20:27 27 Mijdar 2022
  • |
img
KOCAELÎ - Rojnamevan Kîbriye Evren a di panela DAD’ê de axivî, diyar kir ku ji ber jin nêzî azadiyê ne di hedefa AKP’ê de ne û wiha got: “Em ê bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ têkoşînê pêş ve bibin.”
 
Meclîsa Jinan a Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD), di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî de li Malacemê ya Dayika Fatma ya li navçeya Gebze ya Kocaeliyê panelek li dar xist. Di panela ku moderatoriya wê Hevseroka DAD’ê ya berê Nergîs Guzel kir de gelek jinên elewî lê amade bûn û pankarta “Em bi baweriya xwe, xwe bi rêxistin dikin, bi berxwedana xwe azad dibin” hate daliqandin. 
 
JÎNA Û NAGÎHAN HATIN BIBÎRANÎN 
 
Panel bi rêzgirtina di kesayeta Jîna Emînî û Nagîhan Akarselê de ji bo hemû jinên hatin qetilkirin hate kirin dest pê kir. Axaftina destpêkê ya panele moderator Nergîs Guzel kir. Guzel, da zanîn ku her roj jin tên qetilkirin, piştî vekişîna ji Peymana Stenbolê destkeftiyên jinan zêdetir hedef tên girtin û komkujî her ku diçe zêdetir dibin. 
 
DI 10 SALAN DE 2 HEZAR 500 JIN HATIN QETILKIRIN 
 
Rojnamevan Kîbriye Evren jî da zanîn ku di salên dawî de ji 2 hezar û 500’an zêdetir jin hatine qetilkirin û anî ziman ku jin herî zêde ji aliyê zilamên di nava malbatê de hatine qetilkirin.  
 
ROJNAMEVANÊN JIN ÊN GIRTÎ
 
Evren, bal kişand ser gotinên AKP’ê yên “yek netew û yek al” û wiha berdewam kir: “Qanûneke torbe derdixînin, di nava wê de têkildarî elewiyan tiştek nîne. Nêzîkatiyeke ku aliyê elewiyên ê wekhev û laîk nabîne heye. Elewî li dijî vê qanûnê ne. AKP dibêje ‘dê zilam û sunnî’ be. DAD û em rojnamevan li dijî vê yekê têdikoşin.”
 
Evren, bi bîr xist ku ji 25 xebatkarên çapemeniya azad ên di mehên dawî de hatin girtin 10 jê jin in û wiha pê de çû: “Sedemê ku AKP ev qas hedef digire, ji ber ku jin zêdetir nêzî azadiyê bûne.”
 
25’Ê MIJDARÊ  
 
Evren, bal kişand ser astengkirinên çalakiyên 25’ê Mijdarê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “AKP’ê di nava van deh rojan de hema bêje li tu deran destûr neda ku jin derkevin kolanan. Nêzî 500 jin hatin binçavkirin, lingên jinan hatin şikandin, tundî li wan hate kirin. Çima? Ji ber jin li dijî tundiya serdestiya mêr daketin kolanan û hişmeniya AKP’ê teşhîr kirin. Em êdî qetilkirina jineke din qebûl nakin.” Evren, bi lêv kir ku kesên tundiyê li jinan dikin bi polîtîkayên bêcezatiyê tên parastin. 
 
BERXWEDANA ‘JÎNA EMÎNÎ’
 
Evren, a jinên di salên borî de hatin qetilkirin bi bîranîn û anî ziman ku bi komkujiyan re ji wan re peyama: “Hûnê li malên xwe rûnin, hûnê bibin koleyê hevjînên xwe û em ê li ser we bibin desthilatdar. Pereyên wê dê tune bin, hûn ê di bin destê me de bin” tê dayîn.  Evren da xuyakirin ku ew vê rewşê qebûl nakin û got: “Zêdeyî du meh in li Îranê berxwedanek heye. Ji bo jina kurd Jîna Emînî a ji aliyê 'polîsên exlaqê' ve hat qetilkirin, jin îro zêdeyî du meh in li Îranê têdikoşin. Li wir şoreşek tê kirin.”
 
JIN, JIYAN, AZADΠ
 
Evren, anî ziman ku dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bûye dirûşmeya bingehîn a şoreşê û got ku jin peyama “An em ê azad bibin an jî em ê bimirin didin”. Evren, anî ziman ku jin ji şoreşa jinê ya li Îranê pêş dikeve hêz digirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber vê yekê, ya ku divê em ji niha û pê ve bikin, li her devera em lê ne li dijî zîhniyeta bi serdestiya mêr dakevin kolanan. Divê em li dijî tundiya mêr a li malê bêdeng nemînin. Li dijî vê tundiyê em li ku derê bin em ê xwe bi rêxistin bikin. Eger jin bibin yek, têkoşîna hevpar bimeşînin û dakevin qadan, em dikarin li dijî zîhniyeta dewleta bi serdestiya mêr, AKP'ê têkoşînê bimeşînin. Bi pêşengiya tevgera azadiyê ya kurd em ê bi felsefeya 'jin, jiyan, azadî' têkoşînê bi pêş ve bibin.” 
 
‘DIVÊ LI DIJÎ TUNDIYÊ PIŞTGIRÎ BÊ WERGIRTIN’
 
Ji Komeleya Dema Jinê ye Psîkologa Pispor Aynûr Ayhan jî bi pêşkeşiya kir re têgînên tundiyê vegotin. Ayhan da xuyakirin ku tundiya psîkolojîk di nava cureyên tundiyê de ya herî berbiçav û giran e û destnîşan kir ku di tundiya psîkolojîk de gotinên nefretê yên sîstematîk hene. Ayhan bi lêv kir ku jin li dijî tundiya li wan tê kirin ne bi tenê ne û divê teqez di vê pêvajoyê de ji saziyên jinan piştgiriyê bigirin.
 
BERXWEDANA JINÊN ELEWΠ
 
Hevseroka DAD’ê ya Stenbolê Dîlber Aslan jî anî ziman ku jin di her qada jiyanê de rastî tundiyê tên û bi lêv kir ku jinên elewî zêdetir rastî tundiyê tên. Aslan, destnîşan kir ku elewîtî her ku diçe tê pişavtin û anî ziman ku wê bi hewldan û berxwedana xwe hewl didin çand û hebûna xwe biparêzin û wê biparêzin. 
 
BERTEK NÎŞANÎ ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK DAN
 
Endama Lijneya Rêveberiya DAD’ê ya Stenbolê Ozgul Topal jî bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên li dijî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û êrişên dewleta tirk weke “Şerê Tirkiyeyê yê li dijî Şoreşa Rojava û têkoşîna jinan” penase kir. Topal a got ‘Kobanê ne ket wê nekeve. Nikarin vîna gelan bişikînin’ ev tişt gotin: “Helwesta li dijî kurdan nehatiye guhertin. Gelên kurd, asûrî, êzidî û elewî yên li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dan, wê berxwedana xwe bidomînin. Em bang li we dikin ku vî şerê qirêj ên li dijî gelan dimeşînin bi dawî bikin. Ji şer re na, bila niha aştî pêk bê.”
 
Piştî panele loqme hatin belavkirin. 
 

Sernavên din

29/11/2022
09:04 Malbatên Zekeriya Xeyal û Komar Deruftade: Hedef girtin û kuştin
09:03 Çîroka Seyrê û Elîyê Mamed kir pirtûk
09:02 Qeyûm pere di qaseya şaredariyê de nehiştiye: Nikare heqê şîrketê bide
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2022'YAN
28/11/2022
23:06 Artêşa tirk cardin Kobanê bombeberan kir
22:12 Li herêma operasyonê eskerekî din jî mir
19:16 Doza Kobanê: Armanc cezakirina siyaseta demokratîk e
18:26 Ji Girtîgeha Panosê 7 girtî hatin sirgûnkirin
16:57 HSD: 90 caran êrişî gund û bajarokan hate kirin
16:55 Cezayê Gurdal ê ku 19 rojan kelemçekirî dihat tedawîkirin hat taloqkirin
16:52 Tahîr Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn
16:27 Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê: Em ê kolanan neterikînin
16:08 Hevseroka HDP’î ev du roj in di bin çavan de ye
16:07 Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê: Erdnîgarî qeder nîne
16:05 Kişanak: Doza Kobanê, doza ji holê rakirina çareseriyê ye
15:42 Tahir Elçî li gelek bajaran hat bibîranîn: Em ê di rêya têkoşînê ya Elçî de bimeşin
15:33 ‘Em ê destûrê nedin êrişan û Şoreşa Rojava biparêzin’
15:19 Gelê Geverê tevî hemû astengiyan jî li dijî ‘şer û dagirkeriyê’ meşiya
13:37 Tahîr Elçî li ber Mînareya Çarling hat bibîranîn: Qasidê aştiyê bû
13:15 Malbata Şenyaşar: Mala me ber deriyê edliyeyê ye
13:06 Kesên ji ber pankarta Kurdistanê hatin binçavkirin wê sewqî edliyeyê bên kirin
12:56 Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:31 Serokkomarê Iraqê bi şandeya Herêma Kurdistanê re hevdîtin kir
12:03 Li Tekîrdag û Manîsayê gelek kes hatin binçavkirin
11:53 Hewsel bi rengên payîzê xemilî
11:36 116 jinên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:34 Kedkarên Çapemeniya Azad meheke girtî ne: Em ji ber rojnamevantiyê tên darizandin
11:25 HDP’ê Tahir Elçî bi bîr anî: Em ji bîr nakin û nadin jibîrkirin
11:01 Xwendekarê kurd ê êriş lê hate kirin: Em dikarin bi têkoşînê van nijadperestan ji dibistanan paqij bikin
10:55 Abdullah Ocalan: Sûriye dê qedera AKP’ê jî diyar bike
10:09 Akkaya ku înfaza wî hatiye şewitandin di hucreya yekkesî de tê ragirtin
09:55 Girtiyê ku dermanên wî nehatin dayîn di hucreya yekkesî de bi edrê ket
09:54 Destê Dayika Aşitiyê ku di 25'ê mijdarê de tundî lê hate kirin ji cih derket
09:35 Canbaz: Divê em tecrîdê têk bibin û berxwedanê mezin bikin
09:04 Jinên Botanî ku hatibûn binçavkirin: Em ê li ber xwe bidin bila ev jî ji wan re bibe derd
09:04 Tevlibûna daxuyaniya ji bo Denîz Poyrazê weke ‘propagandaya rêxistinê’ hesibandin
09:02 Rojnameger Kawe Fatehî: Serhildana gelan gelek tişt li Rojhilat û Îranê guhert
09:00 Jinên Mahabadî deriyê tirsê şikandine
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2022'YAN
27/11/2022
22:18 OHD: Rêbazên leşkerî wê pirsgirêkê mezintir bikin
21:32 Dewleta tirk gundên Şêrawa bombebaran kirin
21:25 Di komxebata ‘Di kapîtalîzmê de kedxwariya jinan’ de koç hate destnîşankirin
21:03 Xelata yekemîn a Mafê Mirovan û Azadiyê diyarî Jîna Emîniyê hat kirin
20:33 Li Qersê 3 kes hatin binçavkirin
20:27 Rojnamevan Evren: Jin nêzîkî azadiyê ne
19:30 Taşdogen: Divê li dijî ‘jina maqûl’ têkoşîn bê dayîn
18:59 Di êrişan de 3 leşkerên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan
18:48 Di çalakiyên 25’ê Mijdarê de jinên îranî hatin silavkirin!
18:32 Li Şirnexê 9 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:55 Amedsporê li deplasmanê Înegolspor 2 û 0 têk bir
16:55 TMMOB’a Amedê: Binçavkiriyan di zûtirin demê de berdin
16:48 Tundiya mêr-dewletê li Antalyayê bi meşê hat protestokirin
16:29 MEBYA-DER bi malbatan re hate ba hev
15:58 Li Colemêrgê ji ber berfê rêya 155 gund û mezrayan hate girtin
15:31 Piştî kuştina leşkeran Akar çû ser sînor
15:30 Li Colemêrgê 3 jê jin 16 kes hatin binçavkirin
15:11 Husseîn Ronaghî hate berdan
15:00 HSD’ê bîlançoya êrişan eşkere kir
14:17 Li Mêrsînê 25 kes sê roj in di binçavan de ne
13:44 Malbata Şenyaşar: Em ê bêhêvî nebin
12:21 Di wesayîta cenazeyan a şaredariya AKP’î de tiryak hat desteserkirin
12:03 ESU: Divê NY li dijî êrişên Tirkiyeyê bikeve nava liv û tevgerê
11:55 Dewleta tirk gundê Eyn Deqnê û Balafirgeha Minixê topbaran dike
11:44 Polîsan li Taksîmê ciwanek kuşt
11:26 Turker a ku di 25’ê Mijdarê de piyê wê hate şikandin: Bijîşk hewl da tundiya polîsan veşêre
10:50 Cenazeyên 17 leşkeran anîn Colemêrgê
10:49 Li Duzceyê erdhejeke bi pileya 4.3’yan çêbû
10:49 Bertekên li dijî binçavkirinan: Çi bikin jî em ê her tim li dijî şer derkevin
10:48 Dozger tevlibûna kongreya ciwanan wek sûc hesiband
10:17 Yolerî: Bi piştevaniyê em dikarin hewldana bitenêhiştina girtiyan têk bibin
09:47 Xwişka girtiyê nexweş Guler: A tê kirin îşkence ye
09:40 Li gundê suryanan talankirina daran didome
09:10 Çelkî ku piştî fermanê dest bi rojnamegeriyê kir: Em ê êş û berxwedana vê civakê ragihînin cîhanê
09:09 Rojnameger Mêsî: Dewleta tirk li Rojava sûcên şer dike, sûcên wê belgekirî ne
09:08 'Astengiyên li ber 25'ê Mijdarê serketina jinê nîşan dide'
09:07 Dêra Geramonê bûye sergo!
09:04 Li Mahabadê hêrsa gel her ku diçe zêde dibe
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2022'YAN
08:30 Êrişên dewleta tirk di tevahiya şevê de domiyan
26/11/2022
17:57 Ebdî: Em li dijî êrişan amade ne, em ê li ber xwe bidin
17:09 DOM: Şoreşa Rojava belavî cîhanê bû
17:09 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Aydogan pirsîn
17:07 Hejmara kesên li Amedê hatin binçavkirin derket 40’an
16:56 MEBYA-DER û TUHAY-DER’ê serdana Emîne Şenyaşar kirin
16:07 Ji 20 karkerên birîndar 2 karker mirin
16:00 Jinan têkildarî 25’ê Mijdarê daxuyanî dan
15:56 ÎHD: Bila girtiya nexweş Eylem Baş bê berdan
15:43 Bal kişandin ser rewşa 37 girtiyên nexweş ên jin
15:27 ÎHD’ê bal kişand ser binpêkirina mafên jinên girtî
15:17 Li Şirnexê 2 kes hatin binçavkirin
14:55 Înfaza Evîn Şahînê şewitandin: Em poşmantiyê qebûl nakin
14:54 Li Amedê ji bo Fîncanci daxuyanî hat dayîn
14:28 Li Amedê qezaya trafîkê: 3 jê giran 35 kes birîndar bûn
14:22 Baranê kolan û cadeyên Cizîrê veguherand golên avê
14:09 Malbata ku keça wan di welidandinê de mir: Xemsarî heye
13:54 Di şer de leşkerek û cerdevanek mirin
13:52 Çalakiya xizmên windakiriyan hate asteng kirin: Biryareke li dijî hiqûqê ye
13:51 Di çarçoveya bîranîna Elçî de turnuvuya satrancê hat lidarxistin
13:16 Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin
13:07 Di komxebata ‘Kedxwariya jinan’ de jinên têkoşer û Rojhilat hatin silavkirin