Jinên Mahabadî deriyê tirsê şikandine

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Mahabadê bi jineke ku cara yekemîn e tevlî çalakiyan bûye û dirûşma "Jin Jiyan Azadî" berz kiriye re hevdîtin dikim. Jina ku dibêje "min bi wê dirûşmê tirs danî aliyekî" behsa roja kuştina Kubra Şêxa Seqa dike û dibêje, "ew jineke şoreşger bû."
 
Li Mahabadê di rojeva herkesî de daxwaz û çalakiyên ku du meh li pey xwe hiştin hene. Piştî bi xwendekarên zanîngehan, ciwan û esnafan re hevdîtinan dikim, dixwazim li çend jinên ji destpêkê ve di nava van çalakiyan de ne û jinên xwendekarên lîseyê jî guhdar bikim. Dixwazim şîroveyên derbarê çalakiyên bi kuştina jina kurd Jîna Emînî dest pê kirin û bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" berbelav bûn ji wan bibîhizim û guh bidime îtiraz û daxwazên wan. 
 
'EZ DIRÛŞMA KU JI KEÇA XWE HÎN BÛM BÊ TIRS BERZ DIKIM'
 
Li Mahabadê bi du jinên ku di çalakiyên destpêkê de dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" berz kirine re diaxifim. Jina bi navê F. destnîşan dike ku ew cara yekemîn e tevlî çalakiyekê bûye û wiha behsa wê rojê dike: "Li Mahabadê Çarrêya Azadî cihekî herî qerebalix e. Min dît li wir çend xort kom bûne û dirûşma 'Kurd û Kurdistan Goristana Faşîstan' berz dikin. Ez û keça xwe bi hev re bûn û bi hêdîka ez nêzî wan xortan bûm. Min li derdora xwe nihêrt û bi dengekî nizm dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' berz kir. Min dema dubare kir sê mirovên li derdorê xwepêşandan temaşe dikirin bi min keniyan. Ev car min dengê xwe hinek din bilind kir. Bi her dubare û sêbarekirina dirûşmê re wêrekiya min zêdetir bû û êdî ez diqîriyam. Min carekê nihêrt hem hejmara xortan hem jî hejmara jinan pê re pêre zêde dibe. Ew tirsa ku destpêkê min êsîr girtibû çû, wêrekiyek hat xwe li ser min danî. Ciwanan bê navber digotin 'Kurd û Kurdistan Goristana Faşîstan' me jinan jî kefiyên serê xwe dadixist û digot 'Jin Jiyan Azadî'."
 
'MIN XWEST LI ŞÎARA KEÇA MIN LI PEY ÇÛYE XWEDÎ DERBIKEVIM' 
 
Pirsa "cara yekemîn ew dirûşm ji kuderê bihîstiye" jê dikim û F. behsa nameyeke keça xwe ku hema hema di temenê Jîna Emînî de bû ye dike û wiha dibêje: "Keça min li Tehranê li Zanîngeha El Zehra li Fakulteya Hunerê xwendekar bû. 3 sal berê li pey xwe nameyek hişt û tevlî gerîla bû. Di dawiya wê nameya ji min re hiştibû de dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' nivîsi bû. Di nava vî 3 salî de ew dirûşm ji bo min tu maneyek îfade nedikir. Lê dema li ser gora Jîna Emînî min bihîst dirûşmeya 'Jin Jiyan Azadî' bilind bû û li her cihî belav bû, nameya keça min hate bîra min. Min ew roj baş fêm kir bê armanca keça min çi bû ye û çima tevlî gerîla bûye. Dema ku min li Mahabadê ew çalakî dît jî, fersendek ketibû destê min û min xwest bi wê fersendê li keça xwe û ew şîara keça min li pey çûye xwedî derbikevim. Bi wan hestan min ew dirûşm berz kir."
 
NIHA LI PEY ŞOPA KEÇA XWE YE
 
 
F. dibêje ku ew ê keça xwe weke miroveke azad mezin kiriye û heya çûye zanîngehê jî kêmaniyeke wê tune bûye û wiha axaftina xwe didomîne: "Keça min keseke azad bû. Tu kêmasiyên wê tune bûn. Li zanîngeheke baş beşeke li gorî dilê xwe dixwend. Lê dema didît li derdora wê jin di bin pêkûtiyan de ne aciz dibû, diêşiya. Ji xwe tişta kir ku têkoşîna xwe bi rengekî din bimeşîne jî ev lêgerîna wê bû. Lewre carinan dema em diaxifîn digot, 'dayê ger li derdora me jineke bi tenê jî ne azad hebe, azadiya me bi kêrî tiştekî nayê.' Keça min jineke hesas bû. Dema DAIŞ êrîş bire ser Kobanê, li Tehranê bû û rojekê telefon bo min vekir got, 'dayê sibehê li Mahabadê ji bo Kobanê meş tê lidarxistin. Hûn jî biçin tev li bibin.' Lê ew roj ez tirsiyam û em tev li nebûn. Pişt re min dîmenekî meşê li ser înternetê dît, min rabû ew ji keça xwe re şand. Wê jî got 'min ew dîmen dîtiye, min dixwest dîmenekî hûn jî di nav de bişînin.' Ew roj ez pir li ber xwe ketim. Li hemberî keça xwe ez mehcûb bûm. Lê ev car dema min dît ciwan ji bo Jînayê li Mahabadê çalakî dikin min xwe negirt û ez jî tevlî bûm."
 
'GEL KUBRA ŞÊXA SEQA 7 KÎLOMETREYAN LI SER MILAN HILGIRT'
 
Di 27ê Cotmehê de yek ji welatiyên hate kuştin jî Kubra Şêxa Seqa bû. F. şahidiya xwe ya vê rojê jî bi van gotinan tîne ziman: "Kubra jineke şoreşger bû. Ligel kurê xwe ji bo Simko Mewlûdî derketibûne kolanê û di nava çalakiyê de bûn. Li Meydana Molla Camî, polîsan rasterast ji bo kuştinê ew hedef girtin û gule berdanê. Kubra ji kurê xwe re kevir dida hev. Piştre cenazeyê wê rakirin Mizgefta Saedî. Ciwanekî li vir Sirûda Şoreşgerî danî ser hoparlorê mizgeftê. Meleyê mizgeftê destpêkê xwest vî ciwanî asteng bike lê wî got, 'min bi çavê xwe dît bê Kubra çawa hate kuştin. Welahî ew şehîd e.' Ji hoparlorê camiyê dengê Sirûda Şoreşgerî bi ser Mahabadê ket. Li ser vê yekê her çû hejmara kesên li derdora mizgeftê zêde bû. Ji wê mizgeftê heya ser goristanê gel bi qenderê 7 kîlometreyan darbesta Kubrayê li ser mila hilgirt û bi dirûşman ew sipartin axê. Ew jina ku tune dihate hesibandin, di bin lingan de tim dieciqandin li ser milê dehezaran weke şoreşgereke pêşeng ber bi ebediyetê ve hate oxirkirin." 
 
Xwendekara lîseyê keça 17 salî ya bi navê D. ku heya wê kêliyê li me guhdar dikir, dikene û dibêje, "Ya ku di çalakiyan de serê wê şikiyaye, xwîn rijandiye ez im û hûn tu pirsê ji min nakin." Bi van gotinan kesên li salonê rûniştîne tev dikenin. Pirseke dawî dixwazim ji F.'yê bikim û dibêjimê tişta di çalakiyan de wê û vê keça 17 salî tîne cem hev çiye. Ew jî dibişire û dibêje "ew keça min e."
 
KEÇA 17 SALÎ BI KELECAN DIAXIFE
 
D. 17 salî ye û xwendekara lîseyê ye. Bêyî ku ez pirsekê bikim bi kelecan behsa çalakiyan dike û dibêje: "Gel pir bi kelecan e. Ligel ku hêzên rejimê rasterast guleyan bi ser me de direşînin jî kes bi paşve gav navêje. Di çalakiyên Mahabadê de gelek kes hatin girtin. Yek ji wan jineke bi navê Kubra bû. Pêşengek bû di çalakiyan de. Berxwedêr bû. Çend roj berê jineke pê re hatibû girtin serbest berdan. Ew ê digot Kubra di binçavan de jî li ber xwe dida û serî neditewand. Ji bo yên din jê cesaret negirin ew birine cihekî din. Lê bila zanibin ew çi dikin bila bikin jin serî natewînin. Em ê azadiya xwe bi dest bixin." 
 
'DUMANA CIXARA PIFÎ ÇAVÊ CIWANAN DIKIM'
 
Ş. jî jineke çalakger e û ji tu çalakiyan namîne. Hevjînê wê 9 salan pêşmergetî kiriye. Du keçên wê zewicîne û kurekî wê jî 28 salî ye. Ş. bi ken dest bi axaftina xwe dike û dibêje, "Ez ji tu çalakiyan namînim. Hevjînê min tev li çalakiyan nabe. Ji ber wî 9 salan pêşmergetî kiriye jêtirê wezîfeya xwe bi cih aniye. Lê ez tev li hemû çalakiyan dibim" û dikene. Ş. dibêje ku polîs êdî wê nas dikim û wiha axaftina xwe didomîne: "Carinan dema diçime cihê çalakiyê, polîs ji min re dibêjin 'çi karê te li vir heye.' Ez jî ji wan re dibêjim 'hûn ji bo çi hatibine vir ez jî ji bo wî tiştî hatime.' Beriya çalakiyan hevalên min agahî didine min. Di destê min de wê kêliyê çi kar hebe bila hebe, datînim aliyekî û diçim. Gelek caran berî çalakî dest pê bikin diçim û li derdorê dinihêrim bê Besîc, cehş û pasdar li kuderê bi cih bûne. Bi cilên sivîl in û mirov zû bi zû wan ferq nakin. Di çalakiyekê de ciwanan kevir avêtin polîsan polîs jî bombeyên gazê avêtin. Çavê ciwanan ji gazê dişewitî û nikaribûn çavên xwe vekin. Min jî ji malên derdorê cixare dane hev û ew vêxistin. Dûmana wê min dikişande devê xwe û piştre min pif dikire çavên wan. Bi vî awayî dikaribûn êdî çavên xwe vekin."
 
'DEMA MIN DÎT BÊ ÇAWA LI ZAROKEKÎ DIXIN TIRSA MIN ŞIKIYA'
 
 
Ş. pirsa min a "tu ji girtin, birîndar bûn û kuştinê natirsî" bi van gotinan  dibersivîne: "Li Mahabadê cihek heye bi navê Memba. Ji bo çalakiyê em li wir kombûbûn. Hêj zû bû û ez û çar xortan li wir bûn. Polîsan bi çifteya pompe gule berdan û ciwanek bi berikên fîşekê birîndar bû. Du ciwanan bi çeplên wî girtin ew birin û ciwanek jî kete destên polîs û pasdaran. Wisa copan lê didan ku nayê gotin. Min hew xwe girt û min xwe avête ser wî zarokî, min go kurê min e dest jê berdin. Bi çepilên min girtin û li min jî dan. Di wê kêliyê de êdî tirsa min şikiya. Êdî ne ji girtinê, ne ji birîndarbûnê, ne jî ji mirinê ditirsim. Li vir di hin sûcan de dema yek tê girtin ger hûn 100 milyon tumen bidin bi kefalet serbest têne berdan. Min li hevjîn û zarokê xwe wesiyet kiriye eger ez bême girtin an tiştek were serê min, divê yek qirûş jî nedin vê dewleta kujer." 
 
 
Ş. di dawiya axaftina xwe de dibêje ku daxwaziya wan ne tenê rakirina sergirtina bi zorê ye û ew azadiyeke kamil û fikrî dixwazin. Heya bigihîjine armanca xwe jî wê kolanan neterikînin. 
 
XWENDEKARA LÎSEYÊ: MERG BER SÎTEMGER ÇI ŞAH BAŞ E ÇI REHBER
 
Li Mahabadê ji ber zanîngeh girtîne xwendekarên zanîngehan li kolanan pêşengiya çalakiyan dikin. Lê li dibistanên keç û xortan jî çalakî têne li darxistin. Ez bi xwendekara pola 12'emîn V. re hevdîtin dikim. V., li Lîseya Keçan a Fatima dixwîne. Ev lîse li Mahabadê lîseya keçan a herî mezin e. Derdora 400 xwendekarên wê hene. V. dibêje ku piştî çalakiyên ji bo Jîna Emînî, ewan dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" bihîstiye û bi hevalên xwe re dest bi nîqaşa vê dirûşmê kirine. Piştre di navbera dersan de, dîsa di wextên belavbûnê de me bi komî ev dirûşm berz kir. Ligel vê dirûşimeyeke me ya din jî heye. Gaşt e Îrşad, ji bo kesên servekirî dibêje 'hêz' (bêxlaq) û 'herzê' (bênamûs). Me jî li hemberî vê nêrînê dirûşma 'Hêz tu yî her zê tu yî jînê azad min im' berz kir. Demekê hin derdorên ku ji xwe re dibêjin muxalif xwestin dirûşma 'mêrên welatperwer' bi dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' ve bizeliqînin û digotin 'Jin Jiyan Azadî, Merd Mîhenî Abadî'. Alîgirên saltanatxwaz ku dixwazin careke din Şah vegere jî ji vê dirûşmê hez dikirin. Lê em ciwan, xwendekar û gelên li kolanan tiştekî wisa naxwazin. Li hemberî vê jî dirûşmeke me heye û em dibêjin 'Merg ber sîtemger çi Şah baş e çi Rehber'. Ango em dibêjin 'Bimre dagirkerî çi Şah dibe çi Rehber'."
 
'DEMA ÊRÎŞ GUR DIBIN EM DIBISTANÊ BOYKOT DIKIN' 
 
Di berbarê pirsa min a "helwesta mamoste û midûrê dibistanê li hemberî we çawa ye" de jî V. dibêje ku dem dem wan bi hêzên îstixbarat û polîsan tehdîd dikin. V. axaftina xwe wiha didomîne: "Ji roja ku çalakiyên me li dibistanê destpêkirine û heya niha, bi taybetî di dema belavbûnê de polîs li ber deriyê dibistanê disekinin. Lê xwendekar dîsa jî dirûşman berz dikin. Carinan jî dema polîs bi şid êrîşî çalakgeran dikin, em weke xwendekar dersan boykot dikin û naçine dibistanê. Ev hefteyeke ez jî naçim."
 
V. dibêje ku di çalakiyekê de du hevalên wê hatine girtin û yek ji wan piştre serbest hatiye berdan. Lê hevalê wê yî bi navê Aran, ji 45 rojan zêdetir e li Urmiyeyê di bin çavan de tê girtin. 
 
'HEYA JIN AZAD NEBE CIVAK AZAD NABE'
 
 
Ez pirsa armanca van çalakiyan û daxwazên wan dikim ji V. û ew jî wiha dibêje: "Bi berbelavbûna dirûşmeya 'Jin Jiyan Azadî' em pir kêfxweş bûn. Em azadî dixwazin. Em di wê baweriyê de ne ku heya jin azad nebe civak azad nabe. Lewre di dîrokê de miletê ku yekem hatiye dîlgirtin jin bûye. Heya jin azad nebe tu milet azad nabe." Ez dibêjimê ev fikrên wê ne an hevalên wê yî dibistanê jî weke wê difikirin, V., wiha pirsa min dibersivîne: "Tu hevalên min bi mezhebî, cinsî an neteweyî nêz nabe. Rast e malbatên hinan ji me, li hemberî van nêzîkahiyên me ne û naxwazin em beşdarî van çalakiyan bibin. Lê çi keç çi jî xort tu xwendekar di vê mijarê de guh nade malbatên xwe."
 
Xwendekara lîseyê V., dibêje ku ew xebatên sînemaya Bakûr û Rojava dişopîne û dixwaze beşa sînemayê bixwîne. Her wiha daxwaza wê ew e rojekê Rojava ziyaret bike. 
 
Di dema ez bi V., re hevpeyvîn dikim birayê wê yî diçe pola sisêyan li ser depekî biçûk "Jin Jiyan Azadî" dinivîse û tîne nîşanî min dide. Piştre jî pirtûkên dibistanê dide destê min û rûpelê pêşî vedike. Rûpelê ku wêneyên Xomeînî li ser hene tev qetandine.  
 
Li Mahabadê zanîngehên bi navê Azad, Peyamnûr û Mîad hene û li van zanîngehan tenê xwendekarên ji Mabahadê ne dixwînin. Dema çalakî destpêkirine ev zanîngehên ku weke  taybet têne nasîn hatine girtin. Ji ber wê yekê jî xwendekarên zanîngehan, ne li zanîngehan li kolanan çalakiyan li dar dixin. Lê li bajarê Sine ku navenda eyaleta Kurdistanê ye zanîngeh mezintir in û hê jî vekirîne. Ji ber wê li Sine xwendekar li zanîngehan çalakiyên xwe bênavber didomînin û pêşengiyê dikin.
 
* Li Îranê ji bilî gundan ji dibistana seretayî heya zanîngehê dibistanên keç û xortan cuda ne. Li gundan jî ji ber bêderfetiyê heya polên 9 û 10'an xwendekarên keç û xort di nava hev de perwerdehiyê dibînin. 
 
(Ji ber ewlehiyê nav hatine veşartin)
 
 
Sibê: Malbatên Zekeriya Xeyal û Komar Deruftade ku li Pîranşarê hatin kuştin diaxifin 
 
MA / Abdurrahman Gok

Sernavên din

29/11/2022
09:04 Malbatên Zekeriya Xeyal û Komar Deruftade: Hedef girtin û kuştin
09:03 Çîroka Seyrê û Elîyê Mamed kir pirtûk
09:02 Qeyûm pere di qaseya şaredariyê de nehiştiye: Nikare heqê şîrketê bide
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2022'YAN
28/11/2022
23:06 Artêşa tirk cardin Kobanê bombeberan kir
22:12 Li herêma operasyonê eskerekî din jî mir
19:16 Doza Kobanê: Armanc cezakirina siyaseta demokratîk e
18:26 Ji Girtîgeha Panosê 7 girtî hatin sirgûnkirin
16:57 HSD: 90 caran êrişî gund û bajarokan hate kirin
16:55 Cezayê Gurdal ê ku 19 rojan kelemçekirî dihat tedawîkirin hat taloqkirin
16:52 Tahîr Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn
16:27 Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê: Em ê kolanan neterikînin
16:08 Hevseroka HDP’î ev du roj in di bin çavan de ye
16:07 Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê: Erdnîgarî qeder nîne
16:05 Kişanak: Doza Kobanê, doza ji holê rakirina çareseriyê ye
15:42 Tahir Elçî li gelek bajaran hat bibîranîn: Em ê di rêya têkoşînê ya Elçî de bimeşin
15:33 ‘Em ê destûrê nedin êrişan û Şoreşa Rojava biparêzin’
15:19 Gelê Geverê tevî hemû astengiyan jî li dijî ‘şer û dagirkeriyê’ meşiya
13:37 Tahîr Elçî li ber Mînareya Çarling hat bibîranîn: Qasidê aştiyê bû
13:15 Malbata Şenyaşar: Mala me ber deriyê edliyeyê ye
13:06 Kesên ji ber pankarta Kurdistanê hatin binçavkirin wê sewqî edliyeyê bên kirin
12:56 Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:31 Serokkomarê Iraqê bi şandeya Herêma Kurdistanê re hevdîtin kir
12:03 Li Tekîrdag û Manîsayê gelek kes hatin binçavkirin
11:53 Hewsel bi rengên payîzê xemilî
11:36 116 jinên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:34 Kedkarên Çapemeniya Azad meheke girtî ne: Em ji ber rojnamevantiyê tên darizandin
11:25 HDP’ê Tahir Elçî bi bîr anî: Em ji bîr nakin û nadin jibîrkirin
11:01 Xwendekarê kurd ê êriş lê hate kirin: Em dikarin bi têkoşînê van nijadperestan ji dibistanan paqij bikin
10:55 Abdullah Ocalan: Sûriye dê qedera AKP’ê jî diyar bike
10:09 Akkaya ku înfaza wî hatiye şewitandin di hucreya yekkesî de tê ragirtin
09:55 Girtiyê ku dermanên wî nehatin dayîn di hucreya yekkesî de bi edrê ket
09:54 Destê Dayika Aşitiyê ku di 25'ê mijdarê de tundî lê hate kirin ji cih derket
09:35 Canbaz: Divê em tecrîdê têk bibin û berxwedanê mezin bikin
09:04 Jinên Botanî ku hatibûn binçavkirin: Em ê li ber xwe bidin bila ev jî ji wan re bibe derd
09:04 Tevlibûna daxuyaniya ji bo Denîz Poyrazê weke ‘propagandaya rêxistinê’ hesibandin
09:02 Rojnameger Kawe Fatehî: Serhildana gelan gelek tişt li Rojhilat û Îranê guhert
09:00 Jinên Mahabadî deriyê tirsê şikandine
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2022'YAN
27/11/2022
22:18 OHD: Rêbazên leşkerî wê pirsgirêkê mezintir bikin
21:32 Dewleta tirk gundên Şêrawa bombebaran kirin
21:25 Di komxebata ‘Di kapîtalîzmê de kedxwariya jinan’ de koç hate destnîşankirin
21:03 Xelata yekemîn a Mafê Mirovan û Azadiyê diyarî Jîna Emîniyê hat kirin
20:33 Li Qersê 3 kes hatin binçavkirin
20:27 Rojnamevan Evren: Jin nêzîkî azadiyê ne
19:30 Taşdogen: Divê li dijî ‘jina maqûl’ têkoşîn bê dayîn
18:59 Di êrişan de 3 leşkerên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan
18:48 Di çalakiyên 25’ê Mijdarê de jinên îranî hatin silavkirin!
18:32 Li Şirnexê 9 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:55 Amedsporê li deplasmanê Înegolspor 2 û 0 têk bir
16:55 TMMOB’a Amedê: Binçavkiriyan di zûtirin demê de berdin
16:48 Tundiya mêr-dewletê li Antalyayê bi meşê hat protestokirin
16:29 MEBYA-DER bi malbatan re hate ba hev
15:58 Li Colemêrgê ji ber berfê rêya 155 gund û mezrayan hate girtin
15:31 Piştî kuştina leşkeran Akar çû ser sînor
15:30 Li Colemêrgê 3 jê jin 16 kes hatin binçavkirin
15:11 Husseîn Ronaghî hate berdan
15:00 HSD’ê bîlançoya êrişan eşkere kir
14:17 Li Mêrsînê 25 kes sê roj in di binçavan de ne
13:44 Malbata Şenyaşar: Em ê bêhêvî nebin
12:21 Di wesayîta cenazeyan a şaredariya AKP’î de tiryak hat desteserkirin
12:03 ESU: Divê NY li dijî êrişên Tirkiyeyê bikeve nava liv û tevgerê
11:55 Dewleta tirk gundê Eyn Deqnê û Balafirgeha Minixê topbaran dike
11:44 Polîsan li Taksîmê ciwanek kuşt
11:26 Turker a ku di 25’ê Mijdarê de piyê wê hate şikandin: Bijîşk hewl da tundiya polîsan veşêre
10:50 Cenazeyên 17 leşkeran anîn Colemêrgê
10:49 Li Duzceyê erdhejeke bi pileya 4.3’yan çêbû
10:49 Bertekên li dijî binçavkirinan: Çi bikin jî em ê her tim li dijî şer derkevin
10:48 Dozger tevlibûna kongreya ciwanan wek sûc hesiband
10:17 Yolerî: Bi piştevaniyê em dikarin hewldana bitenêhiştina girtiyan têk bibin
09:47 Xwişka girtiyê nexweş Guler: A tê kirin îşkence ye
09:40 Li gundê suryanan talankirina daran didome
09:10 Çelkî ku piştî fermanê dest bi rojnamegeriyê kir: Em ê êş û berxwedana vê civakê ragihînin cîhanê
09:09 Rojnameger Mêsî: Dewleta tirk li Rojava sûcên şer dike, sûcên wê belgekirî ne
09:08 'Astengiyên li ber 25'ê Mijdarê serketina jinê nîşan dide'
09:07 Dêra Geramonê bûye sergo!
09:04 Li Mahabadê hêrsa gel her ku diçe zêde dibe
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2022'YAN
08:30 Êrişên dewleta tirk di tevahiya şevê de domiyan
26/11/2022
17:57 Ebdî: Em li dijî êrişan amade ne, em ê li ber xwe bidin
17:09 DOM: Şoreşa Rojava belavî cîhanê bû
17:09 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Aydogan pirsîn
17:07 Hejmara kesên li Amedê hatin binçavkirin derket 40’an
16:56 MEBYA-DER û TUHAY-DER’ê serdana Emîne Şenyaşar kirin
16:07 Ji 20 karkerên birîndar 2 karker mirin
16:00 Jinan têkildarî 25’ê Mijdarê daxuyanî dan
15:56 ÎHD: Bila girtiya nexweş Eylem Baş bê berdan
15:43 Bal kişandin ser rewşa 37 girtiyên nexweş ên jin
15:27 ÎHD’ê bal kişand ser binpêkirina mafên jinên girtî
15:17 Li Şirnexê 2 kes hatin binçavkirin
14:55 Înfaza Evîn Şahînê şewitandin: Em poşmantiyê qebûl nakin
14:54 Li Amedê ji bo Fîncanci daxuyanî hat dayîn
14:28 Li Amedê qezaya trafîkê: 3 jê giran 35 kes birîndar bûn
14:22 Baranê kolan û cadeyên Cizîrê veguherand golên avê
14:09 Malbata ku keça wan di welidandinê de mir: Xemsarî heye
13:54 Di şer de leşkerek û cerdevanek mirin
13:52 Çalakiya xizmên windakiriyan hate asteng kirin: Biryareke li dijî hiqûqê ye
13:51 Di çarçoveya bîranîna Elçî de turnuvuya satrancê hat lidarxistin
13:16 Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin
13:07 Di komxebata ‘Kedxwariya jinan’ de jinên têkoşer û Rojhilat hatin silavkirin