Ozbek a di mejiyê wê de tumor heye nayê berdan

  • rojane
  • 10:13 30 Mijdar 2022
  • |
img
ENQERE - Ozge Ozbek a dema li nexweşxaneyê dihat dermankirin hate girtin, tevî di mejiyê wê de ji 10 tumoran zêdetir hene ku bandorê li organên wê yên jiyanî dikin jî nayê berdan. 
 
Girtiya nexweş Ozge Ozbek ku li Girtîgeha Jinan a Gebze ya Kocaeliyê tê ragirtin, tevî rewşa wê ya her ku diçe giran dibe jî nayê berdan. Ozbek ku di 22’yê Mijdara 2011’an de dema xwendekara Beşa Xizmetên Civakî ya Zanîngeha Hacettepeyê bû, ji ber "endametiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn, piştî ku perwerdeya xwe ya zanîngehê qedand, li Walîtiya Amedê weke Pispora Xizmetên Civakî dest bi kar kir. Ozbek ku di salên pişt re de ji ber tumora di mejiyê wê de derket, di 27’ê cotmeha 2020’an de li Nexweşxaneya Acibadem a Stenbolê emeliyata mejî ya vekirî derbas kir, Ozbek piştî emeliyatê ji ber biryara girtinê ya derbarê wê de hatibû derxistin li nexweşxaneya lê dihat dermankirin piştî hate binçavkirin, hate girtin. 
ATK: DIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE
 
Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê (ATK) di encama serlêdanên ji aliyê malbata wê ve hatin kirin de derbarê Ozbek a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dihate ragirtin biryata taloqkirina înfazê ya 3 mehan da. Ozbek, piştî taloqkirina 3 mehan a înfazê, jinûve hate girtin û vê carê birin Girtîgeha Jinan a Gebzeyê. Lijneya Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Daricayê di rapora xwe ya bi dîroka 24’ê kanûna 2021’an de diyar kir ku Ozbek nikare di şertên girtîgehê bimîne. Lê tevî rapora Lijneya Tenduristiyê jî ATK’ya Stenbolê derbarê Ozbek de rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” amade kir. Balkêş bû ku di nav bijîşkên ku rapor îmzekiribûn de cerrahê mejî tune bû. 
 
 
DIVÊ JINÛVE EMELIYAT BIBE
 
Ozbek, ku ji ber emeliyata mejî ya vekirî ya hatiye kirin, bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe yên bingehîn ên jiyanî bi cih bîne, ji ber tumorên di mejiyê wê de hene, divê di dema pêş de ji nû ve bê emeliyatkirin.
 
NEXWEŞXANEYÊ FİKRA XWE GUHERT: NE OBJEKTÎF E
 
Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Farabî ya Daricayê ku di 24’ê kanûna 2021’an de derbarê Ozbekê de rapora “nikare di girtîgehê de bimîne da” di encama serlêdana jinûve hate kirin de di “Rapora Ragihandina Rewşê” ya 9’ê Hezîranê de îdia kir ku Ozbek dikare di girtîgehê de bimîne. Tevî ku rapora ku di sala 2021 'an de ji aliyê nexweşxaneyê ve hatiye dayîn xwedî pêvajoyeke derbasdar a 2 salan e jî, ev biryar li gorî malbata Ozbek ne objektîf e.
 
PROF DR. PAMÎR: DIVÊ BIN KONTROLÊ DE BÊN GIRTIN
 
Prof. Dr. Necmettin Pamir ê ku emeliyata Ozbek a ku êşa serî ya domdar û giran dikişîne û her wiha ji ber tumorê û windakirina hevsengiyê li girtîgeha ku lê ye dengan kêm dibihîse kiriye jî dibêje ku divê Ozbek di bin kontrolê de bê hiştin.
 
HERÎ KÊM 10 TUMORÊN MEJÎ HATIN TESPÎTKIRIN
 
Ozbek a ji ber janên ku dikişandin di 21’ê mijdarê de birin Nexweşxaneya Dewletê ya Fatîh a Gebzeyê, li gorî encamên MR ê hate kişandin di mejiyê wê de li ser 10 tumoran hatin tespîtkirin. Piştî ku Ozbek vegeriya girtîgeha lê dihat ragirtin hate dîtin ku tumorên di mejiyê wê de zêde bûn, ji ber vê yekê guhê wê yê çepê ji sedî 70 deng nayê bihîstin. 
 
 
DIBE KU ZIRARÊ BIDE ORGANÊN WÊ YÊN DIN
 
Bijîşkên ku raporên tenduristiyê yên Ozbek lêkolîn kirin, agahî dan ku eger demildest mudaxile neyê kirin, wê tumorên di mejiyê wê de zirarê bidin organên din ên girîng. Malbata Ozbek jî xwest ku demildest biryara taloqkirina înfazê bê dayîn. 
 
MA / Firat Can Arslan
 

Sernavên din

04/12/2022
12:16 Berxwedana ‘Jin, jiyan, azadî’ di hefteya 12’an de didome
12:10 Rojnameger Ermîş: Heke dewleta tirk êriş bike dê vêcarê têk biçe
11:12 Li Rihayê teqîn çêbû
11:07 Dewleta tirk êrişî Til Temirê dike
11:03 Hinceta girtina jinên TJA’yî: Kirariyên bankgêriyê tune ne
10:32 Hevserokên KNK’ê yên nû diyar bûn
10:26 'Girtîgeh veguherîne qadên îşkencexaneyê’
10:10 MKGP û DFG çûn serdana rojnameger Tûrfent
09:54 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: CPT parçeyeke konsepta tecrîdê ye
09:03 Jin li dijî polîtîkayên qeyûman xwe birêxistin dikin: Em ê qeyûman ji Kurdistanê derxînin
09:02 Ji CPT'yê bersiveke xumam: Me li Îmraliyê hem hevdîtin kir hem jî nekir!
09:02 Şaredariya AKP'î îhale da xizmê endamê AKP'î yê meclisa şaredariyê
09:01 Hevjînê wê di dema rizgarkirina Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû: Çi karê Tirkiyeyê li Kobanê heye?
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2022'YAN
03/12/2022
19:31 Li aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
19:06 Li Rihayê jinek hat kuştin
17:02 Dema binçavkirina Şadiye Manap cara duyemîn hat dirêjkirin
16:52 Midurê Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê yê Îdirê yê berê ji peywîrê hate dûrxistin
16:35 Erdogan, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt
16:18 Walîtiyê hêceta qedexekirina çalakiyan spart nûçeyên ANF’a ku qedexe kiriye
16:17 KNK'ê li dijî êrîşan û tecrîdê deklarasyona hevpar weşand
15:58 Ciwanan bang kir: Werin em di bin banê MXD’yê de bibin yek
15:43 Ji bo girtiyê nexweş ê 74 salî banga berdanê hat kirin
15:30 Hat xwestin ku girtiyê nexweş Kirtay bê berdan
14:52 Komxebata Meclisa Xwendekarên Demokratîk: Wê ciwan li dijî tecrîd, dagirkerî û kîmyasalê li ber xwe bidin
14:51 Şenyaşar: Hişmendiya ku bêedaletiyê nebîne wê winda bike
14:26 ÎHD’ê û Malbatên Windakiriyan aqûbeta Togcû û Degîrmencî pirsîn
14:07 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
13:45 Li ber rojnameya hat bombekirin gazî kirin: Em ê bêdeng nebin
13:04 Başaran: Jinek tenê jî bimîne wê têkoşîna me berdewam bike
12:45 Doza Dîlan Kortak: Lêpirsîn bêalî nayê birêvebirin
12:16 Li Îmraliyê sohbet qedexe ye
11:14 Swêdê Mahmût Tat radestî dewleta tirk kir
11:09 Di Doza Kobanê de biryara navberê hate dayîn: Daxwazek jî nehate qebûlkirin
10:42 Luqman Werdî: Dewleta tirk axa Kurdistanê dagir dike
09:49 Xalid: Tirkiye dixwaze tevahiya Sûriyeyê dagir bike
09:04 Ji Weşanxaneya Wardozê 3 berhemên nû derketin
09:03 Xebatkarên navenda bangawaziyê li dijî kedxwariyê xwe birêxistin dikin
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2022'YAN
08:54 8 aktivîstên TJA’yê hatin girtin
08:47 Ji bo aktivîstên TJA’yê daxwaza girtinê kirin
08:22 Ektî ya li Edliyeya Enqereyê rewşa wê nebaş bû rakirin nexweşxaneyê
02/12/2022
23:09 Balafirên şer ên Rûsyayê Efrîn û Marê bombe kirin
23:02 Çelîk ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket li Amedê bi tilîliyan hat pêşwazîkirin
21:15 Gumuş ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, bi tilîliyan hat pêşwazîkirin
21:09 Cenazeyê Mûsalo li Wanê hat veşartin
17:11 'Ji bo aştiyeke nirxdar pêk were divê tecrîd bi dawî bibe'
16:35 Ji bo endama YJA-Starê Alkanê şîn hat danîn
16:28 Cenazeyê Musalo piştî 116 rojan radestî malbata wî hat kirin
15:53 Li Rihayê qedexeya çalakiyan hate şermezarkirin
15:33 Jina ku hate îdiakirin întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
15:22 Şîna endama YJA Starê Alkan hate danîn
15:18 Li herêma Omeryanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:17 Odeya Bijîşkan a Amedê xwest Dr. Demîr bê berdan
15:16 Baroya Sêrtê ji bo betalkirina biryara ‘qedexeyê’ doz vekir
15:04 Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê: Jinên binçavkirî tavilê berdin
15:00 HDK’ê li dijî tecrîdê banga ‘têkoşîna yekgirtî’ kir
14:47 Di doza ‘îstîsmara zayendî’ de daxwazên girtinê nehate qebûlkirin
14:29 Balafirên dewleta tirk li Şarbajêr komeke sivîlan bombebaran kirin
14:16 Îdianameya derheqê Fîncanci de hate qebûlkirin
14:13 Girtîgeha Panosê ji malbata Tekîn re nabêje bê ka sewqî kîjan girtîgehê kirine
13:59 FES’ê serdana HDP’ê kir
13:54 Doza Kobanê: Di mutalaayê de derheqê Kişanak de tespîtek nehatiye kirin
13:32 Jinan îfade neda Midûriyeta Polîsan a Enqereyê
13:23 CÎMER’ê bersiv neda serlêdana têkildarî CPT’yê!
13:23 Hewl dan Yuksel a ku 5 sal berê miriye jî binçav bikin!
13:02 105 parêzeran ji bo tecrîdê serî li Baroya Amedê dan
12:46 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:45 Erişa bombeyî ya li dijî Ozgur Ulkeyê dê bê şermezarkirin
12:07 Li Girtîgeha Tarsûsê ya Jinan nameyên girtiyan tên desteserkirin
11:55 Ferît Şenyaşar: Erdogan neçare vê dayikê bibîne
11:53 Dema binçavkirina Manap a 30 sal in girtî ye hate dirêjkirin
11:29 Aydenîz: Heke dengê Abdullah Ocalan bê bihîstin dê aloziyên heyî bi dawî bibin
11:10 Hiqûqnasên rojavayî li dijî çekên kîmyewî ketin nava liv û tevgerê
10:52 Rojnamevan 35 roj in girtî ne: Dozger bi destûr e
10:50 Daxwaza vekirina Cemiyeta Rojnamegerên Azad nehat qebûlkirin
10:36 Penaberekî li ser sînor ji sermayê jiyana xwe ji dest da
10:14 Aksu yê ekolojîst: Şer, erdnîgariya Kurdistanê jehrî dike
09:55 CPT ya ku 2 hezar û 394 km dûr e çû Îmraliyê lê destûr nadin hevdîtina parêzerên ku 124 km dûr in
09:54 Aydin: Heta ku dev ji tecrîdê bernedin dê alozî bi dawî nebe
09:53 Rêveberiya Herêmî ya HDP'ê ji bo diyarkirina stratejiya hilbijartinan li Silopiyayê dicive
09:24 HSD’ê têkildarî kuştina El Qureyşî daxuyanî da
09:07 Mehmet Ocalan: Divê dewlet 'protestokirina CPT'yê' esas bigire
09:06 Girtiyê nexweş ku cezayê wî 2 caran hatiye xerakirin, nayê berdan
09:05 Cerdevanan bi çakûçan êriş birine ser wî
09:02 Gelên Îranê bi biryar in ku riya ji Înkilabê diçe Azadiyê vekin!
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2022'YAN
01/12/2022
20:32 Ji bo Fîncanciyê Nobeda Azadiyê
18:23 Tirkiyeyê li Eyn Îsayê mizgeftek bombeberan kir
18:15 Binçavkirina jinan şermezar kirin: Em ê tim bibêjin 'jin, jiyan, azadî'
18:04 Demîrtaş: Ocalan bi mîsyona xwe dikare bandorê li siyaseta Rojhilata Navîn bike
17:08 Jinan bi vîdeoyekê banga ‘Ji şer re Na’ kirin
17:07 Li Qamişloyê bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:51 Ji bo Abdullah Ocalan serî li Baroya Êlihê dan
16:48 Li Girtîgeha Eregliyê 3 girtiyên din jî tev li çalakiya greva birçîbûnê bûn
16:29 Têla direhî xistin ber paceyên Girtîgeha Dumluyê
16:24 Partî û saziyên kurd dê li dijî tecrîdê li Amed û Wanê bi girseyî bimeşin
16:20 Ji Fîncanci name: Min weke pispora tipa edlî nirxandin kir
15:46 Ji bo civîna gel a Tifaqa Ked û Azadiyê ya Edeneyê bang hat kirin
15:36 Manap ku 30 sal bûn di girtîgehê de dema ji girtîgehê derketî hate binçavkirin