‘Çêkirina mizgefta Esentepeyê li dijî hiqûq û mevzuatê ye’

  • rojane
  • 11:48 30 Mijdar 2022
  • |
img
ÊLIH - Îktidar lez dike ku Mizgefta Esentepeya Êlihê bike propaganda hilbijartinê. Înşeata mizgeftê tevî pêvajoya darazê jî didome û bû sedema mirina karkeran. TMMOB’ê got dewama înşeatê li dijî hiqûq û mevzuatê ye. 
 
 Li Esentepey taxa Gultepeya Êlihê di 25’ê mijdarê de îskeleya mizgefta nû lê tê çêkirin hilweşiyabû û 2 karkeran jiyana xwe ji dest dabû û 24 karker jî birîndar bûbûn. Tedawiya hin karkeran hê jî li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Êlihê didome. Têkildarî vê qezaya ku li înşeatê qewimî tu kes nehat binçavkirin. Niha çêkirina mizgeftê hatiye rawestandin. 
 
Çêkirina vê mizgeftê li Êlihê rê li ber gelek nîqaşan vekiriye. Tê payîn ku îktidar vê mizgeftê bigihîne pêvajoya hilbijartinê û Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan ji xwe re bike amûra propagandayê. Ji bo çêkirina mizgeftê heta niha gelek dar li derûdora wê hatin birîn. Tevî ku biryara dadgehê heye jî lê çêkirina mizgeftê hat domandin. 
 
DOZ HÊ JÎ DIDOME 
 
Li gel îtîraza Desteya Koordînasyona Bajêr a Êlihê ya Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsaz a Tirk (TMMOB) ji bo bihijîje hilbijartinê û bikin propaganda lê înşeat bû sedema mirin û birîndaran. Nûnera berê ya Odeya Plansazên Bajêr a Êlihê Melek Atalay têkildarî çêkirina mizgeftê axivî. Atalay diyar kir ku wan wek TMMOB’ê ji bo betalkirina guhertina plana avaniyê ya li Esentepeyê serî li Dadgeha Îdareya Êlihê dan û wiha got: “Şaredariyê di sala 2018’an de plansaziya qadeke 160 hezar metrekare guhert. Me îtîrazê biryara meclise kir, lê hat redkirin. Me serî li Dadgeha Îdarî ya Êlihê da. Dadgehê bi 2 dengan li dijî yek dengî, derbarê me de biryar da. Piştre ji bo betalkirina biryarê û rawestandina birêvebirina înşeatê serî li Dadgeha Îdarî ya Herêma Dîlokê da. Dadgehê di 30.12.2019’an de bi yekdengî biryara betalkirina biryara Dadgeha Îdarî ya Êlihê bi îhtîmala îtîrazê ji bo me da û di 10’ê adara 2020an de agahî da me. Lê belê ji ber ku şaredariyê li dijî vê biryarê îtîraz kir, doz hê jî didome.” 
 
'ÇÊKIRINA MIZGEFTÊ LI DIJÎ HIQÛQÊ BERDEWAM KIR’ 
 
Atalay ji bo li dadgeha îstînafê biryara qezenckirina dozê, betalkirina planê û rawestandina pêkanîna wê bi bîr xist û got: “Tevî van biryaran jî şaredariyê bi awayek bêhiqûqî û li dijî mevzûatê bêdestûr û qaçax çêkirina mizgeftê da berdewamkirin. Paşê di nav agahiyên ku hatine bihîstin de heye ku rûxseta înşeatê hatiye sererastkirin. Esentepeya ku di çand û hafizeya bajarvaniyê ya Êlihê de xwedî cihekî girîng e, diviyabû bi rewşa xwe ya daristanî ya xwezayî bihata parastin û wek qadeke hêşîn bihata hiştin. Li derûdora vê înşeatê tê çêkirin gelek darên kevnare hebûn lê bêyî ku bên rakirin hemû hatin qirkirin.” 
 
‘BILA ESENTEPE BI XWEŞIKIYA XWE BIMÎNE’ 
 
Atalay bal kişand ser qezaya ku li wê înşeata ku dijhiqûqê tê çêkirin pêk hat û wan wek şande xwestiye biçin cihê bûyerê lêkolîn bikin lê destûra wan nehatiye dayîn û ew ê qezaya qewimiye lêkolîn bikin. Atalay anî ziman ku heke daxwaz û pêniyazên wan li ber çavan bihatana girtin dê li Esentepeyê qirkirina xwezayê jî û mirina mirovan jî pêk nehata û ew dixwazin Esentepe mîna xwe berê bi xweşikiya xwe ya xwezayî bimîne. 
 
 
 

Sernavên din

04/12/2022
12:16 Berxwedana ‘Jin, jiyan, azadî’ di hefteya 12’an de didome
12:10 Rojnameger Ermîş: Heke dewleta tirk êriş bike dê vêcarê têk biçe
11:12 Li Rihayê teqîn çêbû
11:07 Dewleta tirk êrişî Til Temirê dike
11:03 Hinceta girtina jinên TJA’yî: Kirariyên bankgêriyê tune ne
10:32 Hevserokên KNK’ê yên nû diyar bûn
10:26 'Girtîgeh veguherîne qadên îşkencexaneyê’
10:10 MKGP û DFG çûn serdana rojnameger Tûrfent
09:54 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: CPT parçeyeke konsepta tecrîdê ye
09:03 Jin li dijî polîtîkayên qeyûman xwe birêxistin dikin: Em ê qeyûman ji Kurdistanê derxînin
09:02 Ji CPT'yê bersiveke xumam: Me li Îmraliyê hem hevdîtin kir hem jî nekir!
09:02 Şaredariya AKP'î îhale da xizmê endamê AKP'î yê meclisa şaredariyê
09:01 Hevjînê wê di dema rizgarkirina Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû: Çi karê Tirkiyeyê li Kobanê heye?
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2022'YAN
03/12/2022
19:31 Li aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
19:06 Li Rihayê jinek hat kuştin
17:02 Dema binçavkirina Şadiye Manap cara duyemîn hat dirêjkirin
16:52 Midurê Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê yê Îdirê yê berê ji peywîrê hate dûrxistin
16:35 Erdogan, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt
16:18 Walîtiyê hêceta qedexekirina çalakiyan spart nûçeyên ANF’a ku qedexe kiriye
16:17 KNK'ê li dijî êrîşan û tecrîdê deklarasyona hevpar weşand
15:58 Ciwanan bang kir: Werin em di bin banê MXD’yê de bibin yek
15:43 Ji bo girtiyê nexweş ê 74 salî banga berdanê hat kirin
15:30 Hat xwestin ku girtiyê nexweş Kirtay bê berdan
14:52 Komxebata Meclisa Xwendekarên Demokratîk: Wê ciwan li dijî tecrîd, dagirkerî û kîmyasalê li ber xwe bidin
14:51 Şenyaşar: Hişmendiya ku bêedaletiyê nebîne wê winda bike
14:26 ÎHD’ê û Malbatên Windakiriyan aqûbeta Togcû û Degîrmencî pirsîn
14:07 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
13:45 Li ber rojnameya hat bombekirin gazî kirin: Em ê bêdeng nebin
13:04 Başaran: Jinek tenê jî bimîne wê têkoşîna me berdewam bike
12:45 Doza Dîlan Kortak: Lêpirsîn bêalî nayê birêvebirin
12:16 Li Îmraliyê sohbet qedexe ye
11:14 Swêdê Mahmût Tat radestî dewleta tirk kir
11:09 Di Doza Kobanê de biryara navberê hate dayîn: Daxwazek jî nehate qebûlkirin
10:42 Luqman Werdî: Dewleta tirk axa Kurdistanê dagir dike
09:49 Xalid: Tirkiye dixwaze tevahiya Sûriyeyê dagir bike
09:04 Ji Weşanxaneya Wardozê 3 berhemên nû derketin
09:03 Xebatkarên navenda bangawaziyê li dijî kedxwariyê xwe birêxistin dikin
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2022'YAN
08:54 8 aktivîstên TJA’yê hatin girtin
08:47 Ji bo aktivîstên TJA’yê daxwaza girtinê kirin
08:22 Ektî ya li Edliyeya Enqereyê rewşa wê nebaş bû rakirin nexweşxaneyê
02/12/2022
23:09 Balafirên şer ên Rûsyayê Efrîn û Marê bombe kirin
23:02 Çelîk ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket li Amedê bi tilîliyan hat pêşwazîkirin
21:15 Gumuş ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, bi tilîliyan hat pêşwazîkirin
21:09 Cenazeyê Mûsalo li Wanê hat veşartin
17:11 'Ji bo aştiyeke nirxdar pêk were divê tecrîd bi dawî bibe'
16:35 Ji bo endama YJA-Starê Alkanê şîn hat danîn
16:28 Cenazeyê Musalo piştî 116 rojan radestî malbata wî hat kirin
15:53 Li Rihayê qedexeya çalakiyan hate şermezarkirin
15:33 Jina ku hate îdiakirin întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
15:22 Şîna endama YJA Starê Alkan hate danîn
15:18 Li herêma Omeryanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:17 Odeya Bijîşkan a Amedê xwest Dr. Demîr bê berdan
15:16 Baroya Sêrtê ji bo betalkirina biryara ‘qedexeyê’ doz vekir
15:04 Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê: Jinên binçavkirî tavilê berdin
15:00 HDK’ê li dijî tecrîdê banga ‘têkoşîna yekgirtî’ kir
14:47 Di doza ‘îstîsmara zayendî’ de daxwazên girtinê nehate qebûlkirin
14:29 Balafirên dewleta tirk li Şarbajêr komeke sivîlan bombebaran kirin
14:16 Îdianameya derheqê Fîncanci de hate qebûlkirin
14:13 Girtîgeha Panosê ji malbata Tekîn re nabêje bê ka sewqî kîjan girtîgehê kirine
13:59 FES’ê serdana HDP’ê kir
13:54 Doza Kobanê: Di mutalaayê de derheqê Kişanak de tespîtek nehatiye kirin
13:32 Jinan îfade neda Midûriyeta Polîsan a Enqereyê
13:23 CÎMER’ê bersiv neda serlêdana têkildarî CPT’yê!
13:23 Hewl dan Yuksel a ku 5 sal berê miriye jî binçav bikin!
13:02 105 parêzeran ji bo tecrîdê serî li Baroya Amedê dan
12:46 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:45 Erişa bombeyî ya li dijî Ozgur Ulkeyê dê bê şermezarkirin
12:07 Li Girtîgeha Tarsûsê ya Jinan nameyên girtiyan tên desteserkirin
11:55 Ferît Şenyaşar: Erdogan neçare vê dayikê bibîne
11:53 Dema binçavkirina Manap a 30 sal in girtî ye hate dirêjkirin
11:29 Aydenîz: Heke dengê Abdullah Ocalan bê bihîstin dê aloziyên heyî bi dawî bibin
11:10 Hiqûqnasên rojavayî li dijî çekên kîmyewî ketin nava liv û tevgerê
10:52 Rojnamevan 35 roj in girtî ne: Dozger bi destûr e
10:50 Daxwaza vekirina Cemiyeta Rojnamegerên Azad nehat qebûlkirin
10:36 Penaberekî li ser sînor ji sermayê jiyana xwe ji dest da
10:14 Aksu yê ekolojîst: Şer, erdnîgariya Kurdistanê jehrî dike
09:55 CPT ya ku 2 hezar û 394 km dûr e çû Îmraliyê lê destûr nadin hevdîtina parêzerên ku 124 km dûr in
09:54 Aydin: Heta ku dev ji tecrîdê bernedin dê alozî bi dawî nebe
09:53 Rêveberiya Herêmî ya HDP'ê ji bo diyarkirina stratejiya hilbijartinan li Silopiyayê dicive
09:24 HSD’ê têkildarî kuştina El Qureyşî daxuyanî da
09:07 Mehmet Ocalan: Divê dewlet 'protestokirina CPT'yê' esas bigire
09:06 Girtiyê nexweş ku cezayê wî 2 caran hatiye xerakirin, nayê berdan
09:05 Cerdevanan bi çakûçan êriş birine ser wî
09:02 Gelên Îranê bi biryar in ku riya ji Înkilabê diçe Azadiyê vekin!
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2022'YAN
01/12/2022
20:32 Ji bo Fîncanciyê Nobeda Azadiyê
18:23 Tirkiyeyê li Eyn Îsayê mizgeftek bombeberan kir
18:15 Binçavkirina jinan şermezar kirin: Em ê tim bibêjin 'jin, jiyan, azadî'
18:04 Demîrtaş: Ocalan bi mîsyona xwe dikare bandorê li siyaseta Rojhilata Navîn bike
17:08 Jinan bi vîdeoyekê banga ‘Ji şer re Na’ kirin
17:07 Li Qamişloyê bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:51 Ji bo Abdullah Ocalan serî li Baroya Êlihê dan
16:48 Li Girtîgeha Eregliyê 3 girtiyên din jî tev li çalakiya greva birçîbûnê bûn
16:29 Têla direhî xistin ber paceyên Girtîgeha Dumluyê
16:24 Partî û saziyên kurd dê li dijî tecrîdê li Amed û Wanê bi girseyî bimeşin
16:20 Ji Fîncanci name: Min weke pispora tipa edlî nirxandin kir
15:46 Ji bo civîna gel a Tifaqa Ked û Azadiyê ya Edeneyê bang hat kirin
15:36 Manap ku 30 sal bûn di girtîgehê de dema ji girtîgehê derketî hate binçavkirin