Buldan ji bo Îmraliyê bang kir: Muxatabê me dewlete û divê tavilê daxuyaniyê bide

ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan bal kişand ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku derneketibû hevdîtina CPT’yê û wiha got: “Muxatabên me Wezareta Dadê û û dewlet e. Divê Desthilatdarî û Wezareta Dadê tavilê daxuyanî bidin.” 
 
Meclisa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Avahiya Pêvek a Navenda Giştî ya li Balgat’ê civiya. Tecrîda li Îmraliyê û êrişên AKP-MHP’ê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mijarên sereke yên civînê ne. Meclisa Partiyê her wiha dê ji bo Hilbijartinên Serokkomariyê û yên giştî stratejiya xwe diyar bike û profîla namzet nîqaş bike. 
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, di civîna Meclisa Partiyê de axivî. Buldan, di serî de Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî bi bîr anî û got ku ji bo cînayetên kiryarnediyar di tarîtiyê de neyên girtin weke HDP’ê çi ji destê wan bê dê bikin. 
 
‘BI DIRÛŞMA JIN, JIYAN, AZADÎ MEŞIYAN’ 
 
Di berdewamê de Buldan bal kişand ser çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Ser Jinê ya Navneteweyî û wiha got: “Di tevahiya hefteyekê de em li gel ji jinên hemû rengan li qadan û kolanan bûn. Me daxwaz û îtîrazên xwe anîn ziman. Me 25’ê Mijdara îsal diyarî Nagihan Akarsel û Jîna Emînî kir û dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ li qadan qêriya. Tundiya li ser jinê di hefteya 25’ê Mijdarê de jî berdewam kir. Du roj berê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derheqê 50 jinan de biryara binçavkirinê da. Piştre jî operasyon hatin kirin û jin hatin binçavkirin. Ev operasyon li dijî jinên siyaseta demokratîk dikin hat kirin. Her wiha operasyoneke tolhildanê ye. Tirsa ji muxalefeta jina ye. Her wiha amadekariyeke ji bo hilbijartina sala 2023’yan e. Lê divê were zanîn ku jin dê tu carî li hemberî girtin, binçavkirin, zext û îşkenceyên we serî netewînin.”
 
ÊRIŞÊN LI DIJÎ ROJAVA
 
Bi domdarî Buldan, bal kişand ser êrişên AKP-MHP’ê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Çend hefte berê li Taksîmê li dijî sivîlan êrişeke bombeyî hat kirin. Pirsên têkildarî vê teqînê hêj jî didomin. Li holê gelek aliyên ku hev nagirin hene. Desthilatdariyek li pêşberî me ye ku li pey serkeftinan ketiye.”
 
AGAHÎ JI ABDULLAH OCALAN NAYÊN GIRTIN
 
Buldan têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan axivî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê tevahiya vî welatî bibe şahidê vê tecrîda derhiqûqî û ne bi edalet a li ser birêz Ocalan. Em li her deverê û her demê dibêjin ku ji 3’yê adara sala 2020’an heta niha ji birêz Ocalan û girtiyên din agahî nayên girtin. Tevî vê yekê jî tecrîda heyî roj bi roj kûrtir dikin û guh nadin van bangawaziyan. Di hevdîtina ser telefonê ya di 25’ê adara 2021’an de telefon hat qutkirin û ji wê rojê heta niha jî tu agahî jê nayên girtin. 
 
MUXATABÊ ME DEWLET E
 
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê duh ragihand ku CPT çûye Îmraliyê lê belê birêz Ocalan nexwestiye bi wan re hevdîtinê bike û pê re hevdîtin nekiriye. Vê agahiyê di serê me tevan de rê li ber fikarên mezintir vekir. Divê sedema vê rewşê di zûtirin demê de bê aşkerakirin. Divê rayedar tavilê têkildarî mijarê daxuyaniyê bidin. Muxatabê me Wezareta Dadê û dewlet e. Weke hevserokan me demek berê ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da. Ew serlêdana me hêjta li ser maseyê ye. Heta niha jî erênî yan jî neyînî tu bersiv nedane. Ne heq û ne jî hedê tu kesî heye ku bi xemsarî nêzî vê mijarê bibe. Divê desthilatdarî û wezîrê dadê tavilê di vê mijarê de daxuyaniyê bide. 
 
DIVÊ CPT AGAHIYAN PARVE BIKE
 
Divê CPT agahiyên ber destê xwe tavilê bi raya giştî re parve bike û nebe şirîkê van sepanên derhiqûqî yên desthilatdariyê. Ez li vir bang li CPT’yê dikim; weke HDP’ê heta ku ev mijar zelal dibe û heta ku serlêdanên parêzeran tên qebûlkirin em ê hewldanên xwe bidomînin.” 
 
Piştî axaftina Buldan, civîn ji çapemeniyê re girtî dom kir. 
 
 

Sernavên din

04/12/2022
12:16 Berxwedana ‘Jin, jiyan, azadî’ di hefteya 12’an de didome
12:10 Rojnameger Ermîş: Heke dewleta tirk êriş bike dê vêcarê têk biçe
11:12 Li Rihayê teqîn çêbû
11:07 Dewleta tirk êrişî Til Temirê dike
11:03 Hinceta girtina jinên TJA’yî: Kirariyên bankgêriyê tune ne
10:32 Hevserokên KNK’ê yên nû diyar bûn
10:26 'Girtîgeh veguherîne qadên îşkencexaneyê’
10:10 MKGP û DFG çûn serdana rojnameger Tûrfent
09:54 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: CPT parçeyeke konsepta tecrîdê ye
09:03 Jin li dijî polîtîkayên qeyûman xwe birêxistin dikin: Em ê qeyûman ji Kurdistanê derxînin
09:02 Ji CPT'yê bersiveke xumam: Me li Îmraliyê hem hevdîtin kir hem jî nekir!
09:02 Şaredariya AKP'î îhale da xizmê endamê AKP'î yê meclisa şaredariyê
09:01 Hevjînê wê di dema rizgarkirina Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû: Çi karê Tirkiyeyê li Kobanê heye?
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2022'YAN
03/12/2022
19:31 Li aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
19:06 Li Rihayê jinek hat kuştin
17:02 Dema binçavkirina Şadiye Manap cara duyemîn hat dirêjkirin
16:52 Midurê Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê yê Îdirê yê berê ji peywîrê hate dûrxistin
16:35 Erdogan, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt
16:18 Walîtiyê hêceta qedexekirina çalakiyan spart nûçeyên ANF’a ku qedexe kiriye
16:17 KNK'ê li dijî êrîşan û tecrîdê deklarasyona hevpar weşand
15:58 Ciwanan bang kir: Werin em di bin banê MXD’yê de bibin yek
15:43 Ji bo girtiyê nexweş ê 74 salî banga berdanê hat kirin
15:30 Hat xwestin ku girtiyê nexweş Kirtay bê berdan
14:52 Komxebata Meclisa Xwendekarên Demokratîk: Wê ciwan li dijî tecrîd, dagirkerî û kîmyasalê li ber xwe bidin
14:51 Şenyaşar: Hişmendiya ku bêedaletiyê nebîne wê winda bike
14:26 ÎHD’ê û Malbatên Windakiriyan aqûbeta Togcû û Degîrmencî pirsîn
14:07 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
13:45 Li ber rojnameya hat bombekirin gazî kirin: Em ê bêdeng nebin
13:04 Başaran: Jinek tenê jî bimîne wê têkoşîna me berdewam bike
12:45 Doza Dîlan Kortak: Lêpirsîn bêalî nayê birêvebirin
12:16 Li Îmraliyê sohbet qedexe ye
11:14 Swêdê Mahmût Tat radestî dewleta tirk kir
11:09 Di Doza Kobanê de biryara navberê hate dayîn: Daxwazek jî nehate qebûlkirin
10:42 Luqman Werdî: Dewleta tirk axa Kurdistanê dagir dike
09:49 Xalid: Tirkiye dixwaze tevahiya Sûriyeyê dagir bike
09:04 Ji Weşanxaneya Wardozê 3 berhemên nû derketin
09:03 Xebatkarên navenda bangawaziyê li dijî kedxwariyê xwe birêxistin dikin
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2022'YAN
08:54 8 aktivîstên TJA’yê hatin girtin
08:47 Ji bo aktivîstên TJA’yê daxwaza girtinê kirin
08:22 Ektî ya li Edliyeya Enqereyê rewşa wê nebaş bû rakirin nexweşxaneyê
02/12/2022
23:09 Balafirên şer ên Rûsyayê Efrîn û Marê bombe kirin
23:02 Çelîk ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket li Amedê bi tilîliyan hat pêşwazîkirin
21:15 Gumuş ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, bi tilîliyan hat pêşwazîkirin
21:09 Cenazeyê Mûsalo li Wanê hat veşartin
17:11 'Ji bo aştiyeke nirxdar pêk were divê tecrîd bi dawî bibe'
16:35 Ji bo endama YJA-Starê Alkanê şîn hat danîn
16:28 Cenazeyê Musalo piştî 116 rojan radestî malbata wî hat kirin
15:53 Li Rihayê qedexeya çalakiyan hate şermezarkirin
15:33 Jina ku hate îdiakirin întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
15:22 Şîna endama YJA Starê Alkan hate danîn
15:18 Li herêma Omeryanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:17 Odeya Bijîşkan a Amedê xwest Dr. Demîr bê berdan
15:16 Baroya Sêrtê ji bo betalkirina biryara ‘qedexeyê’ doz vekir
15:04 Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê: Jinên binçavkirî tavilê berdin
15:00 HDK’ê li dijî tecrîdê banga ‘têkoşîna yekgirtî’ kir
14:47 Di doza ‘îstîsmara zayendî’ de daxwazên girtinê nehate qebûlkirin
14:29 Balafirên dewleta tirk li Şarbajêr komeke sivîlan bombebaran kirin
14:16 Îdianameya derheqê Fîncanci de hate qebûlkirin
14:13 Girtîgeha Panosê ji malbata Tekîn re nabêje bê ka sewqî kîjan girtîgehê kirine
13:59 FES’ê serdana HDP’ê kir
13:54 Doza Kobanê: Di mutalaayê de derheqê Kişanak de tespîtek nehatiye kirin
13:32 Jinan îfade neda Midûriyeta Polîsan a Enqereyê
13:23 CÎMER’ê bersiv neda serlêdana têkildarî CPT’yê!
13:23 Hewl dan Yuksel a ku 5 sal berê miriye jî binçav bikin!
13:02 105 parêzeran ji bo tecrîdê serî li Baroya Amedê dan
12:46 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:45 Erişa bombeyî ya li dijî Ozgur Ulkeyê dê bê şermezarkirin
12:07 Li Girtîgeha Tarsûsê ya Jinan nameyên girtiyan tên desteserkirin
11:55 Ferît Şenyaşar: Erdogan neçare vê dayikê bibîne
11:53 Dema binçavkirina Manap a 30 sal in girtî ye hate dirêjkirin
11:29 Aydenîz: Heke dengê Abdullah Ocalan bê bihîstin dê aloziyên heyî bi dawî bibin
11:10 Hiqûqnasên rojavayî li dijî çekên kîmyewî ketin nava liv û tevgerê
10:52 Rojnamevan 35 roj in girtî ne: Dozger bi destûr e
10:50 Daxwaza vekirina Cemiyeta Rojnamegerên Azad nehat qebûlkirin
10:36 Penaberekî li ser sînor ji sermayê jiyana xwe ji dest da
10:14 Aksu yê ekolojîst: Şer, erdnîgariya Kurdistanê jehrî dike
09:55 CPT ya ku 2 hezar û 394 km dûr e çû Îmraliyê lê destûr nadin hevdîtina parêzerên ku 124 km dûr in
09:54 Aydin: Heta ku dev ji tecrîdê bernedin dê alozî bi dawî nebe
09:53 Rêveberiya Herêmî ya HDP'ê ji bo diyarkirina stratejiya hilbijartinan li Silopiyayê dicive
09:24 HSD’ê têkildarî kuştina El Qureyşî daxuyanî da
09:07 Mehmet Ocalan: Divê dewlet 'protestokirina CPT'yê' esas bigire
09:06 Girtiyê nexweş ku cezayê wî 2 caran hatiye xerakirin, nayê berdan
09:05 Cerdevanan bi çakûçan êriş birine ser wî
09:02 Gelên Îranê bi biryar in ku riya ji Înkilabê diçe Azadiyê vekin!
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2022'YAN
01/12/2022
20:32 Ji bo Fîncanciyê Nobeda Azadiyê
18:23 Tirkiyeyê li Eyn Îsayê mizgeftek bombeberan kir
18:15 Binçavkirina jinan şermezar kirin: Em ê tim bibêjin 'jin, jiyan, azadî'
18:04 Demîrtaş: Ocalan bi mîsyona xwe dikare bandorê li siyaseta Rojhilata Navîn bike
17:08 Jinan bi vîdeoyekê banga ‘Ji şer re Na’ kirin
17:07 Li Qamişloyê bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:51 Ji bo Abdullah Ocalan serî li Baroya Êlihê dan
16:48 Li Girtîgeha Eregliyê 3 girtiyên din jî tev li çalakiya greva birçîbûnê bûn
16:29 Têla direhî xistin ber paceyên Girtîgeha Dumluyê
16:24 Partî û saziyên kurd dê li dijî tecrîdê li Amed û Wanê bi girseyî bimeşin
16:20 Ji Fîncanci name: Min weke pispora tipa edlî nirxandin kir
15:46 Ji bo civîna gel a Tifaqa Ked û Azadiyê ya Edeneyê bang hat kirin
15:36 Manap ku 30 sal bûn di girtîgehê de dema ji girtîgehê derketî hate binçavkirin