Li Wêranşarê daxwaza girtina ‘bersûcê îstîsmarê’ hat redkirin

  • jin
  • 13:43 30 Mijdar 2022
  • |
img
RIHA – Danişîna doza kesê bi navê M.S. ku li Wêranşarê “îstîsmara zayendî” li zirxwişka xwe ya 10 salî S.S. kiribû hat lidarxistin. Di dozê de daxwaza girtina bersûcê îstîsmarê hat redkirin. 
 
Kesê bi navê M.S. (17) li navçeya Wêranşar a Rihayê zêdetirî salekê bi awayekî sîstematîk tacîza zayendî li zirxwişka xwe ya 10 salî ya bi navê S.S. kir. Derheqê M.S. de bi sedema “Bi rêk û pêk ketiye nava hewldana îstîsmara zayendî ya zirxwişka xwe” doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê li Dadgeha Cezayên Giran a Wêranşarê hat lidarxistin. Bersûc M.S. û parêzerên wî, parêzerên zaroka mexdûr, Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn şaxên ÎHD û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ên Rihayê, Navenda Mafên Zarokan a Baroya Rihayê, Komeleya Piştevaniya Jinê ya Mala Jiyanê, Tevgera Jinan a Sosyalîst, Komîsyona Jinên Karker û Kedkar, rayedarên Meclisa Jinan a Demokrasiya Herêmî ya Sancaktepeyê û dayika zaroka hatiya îstîsmarkirinê D.G di danişînê de amade bûn. 
 
Beriya danişînê, polîsan li Edliyeya Wêranşarê tevdîrên ewlehiyê girtin. 
 
TAWANBARÎ QEBÛL NEKIR
 
Piştî tespîtkirina nasnameyan danişîn dest pê kir û M.S. parastina xwe kir. M.S. îfadeyên xwe yên li dozgeriyê dîsa dubare kir û wiha got: “Ez bêsûc im, hatim mexdûrkirin. Ez van tawanbariyan qebûl nakim.” 
 
DAXWAZA RÊXISTINÊN JINAN HAT REDKIRIN 
 
Baro û rêxistinên jinan di danişînê de xwestin beşdarî dosyayê bibin. Lê bi hinceta ku ji sûcê heyî raste rast bibandor nebûne, ev daxwaz hat redkirin. Lê daxwaza Navenda Mafên Jinan a Baroya Rihayê û Komîsyona Mafên Zarokan hatin qebûlkirin. 
 
'BILA BERSÛC WERE CEZAKIRIN’
 
Piştî navbereke kin, dayika zaroka mexdûr D.G. axivî û wiha got: “Min bûyer bi çavên xwe nedîtiye lê piştî bûyerê derûniya keça min xera bû û lalûte bûye. Ez dixwazim bersûc were girtin.” 
 
LI DIJÎ VEKIRINA DOSYAYÊ BI SEDEMA HEWLDANÊ ÎTÎRAZ KIRIN 
 
Piştre jî parêzera zaroka mexdûr Eren Keskîn axivî û îtîraz kir ku dosya bi sedema “bi awayekî rêk û pêk hewldana îstîsmara zayendî li dijî zirxwikê hatiye kirin” hatiye vekirin. Keskîn, bal kişand ser tirsnakiya bûyerê û da zanîn ku tiştên zarokê jiyayîn û biryara bêteqîbatê ya di dosyayê de li dijî hiqûqê ye. Keskîn, xwest ku bersûc ji ber sûcê îstîsmara zayendî were cezakirin. 
 
DAXWAZA GIRTINÊ RED KIR 
 
Bi domdarî Keskîn da zanîn ku gefên li dijî bersûc û malbatan didome û xwest ku bersûc were girtin. 
 
Dadgehê daxwaza girtinê red kir û bi daxwaza temamkirina kêmaniyên di dosyayê de doz taloqî 22’yê sibatê kir. 
 
DAXUYANÎ HAT ASTENGKIRIN 
 
Piştî daanişînê, beşdaran xwest daxuyaniyê bidin. Lê polîsan bi hinceta biryara qedexeyê ya walîtiyê nehişt ku daxuyanî were dayîn. Li ser vê yekê, daxuyanî li odeya baroyê ya di nava edliyeyê de hat dayîn. Di daxuyaniyê de Eren Keskîn axivî û wiha got: “Dozgeriyê ji ewil biryara bêteqîbatê dabû. Lê piştî îtîrazan ev biryar betal kir. Dosya birin Dadgeha Bilind û piştre jî doz hate vekirin. Heman dozgerî tevî gelek delîlan jî doz bi sûcê ‘hewldana ji bo îstîsmara zayendî’ vekir. Em mereq dikin bê ka ev dozger çima ewqas hewl dide vî bersûcî biparêze. Li hêla din nahêlin têkildarî îstîsmarkirina zarokekî daxuyanî bê dayîn. Ev yek di esasê xwe de mertalê parastinê ye. Ev biryar, biryara daraza xwedî zîhniyeta mêrserdest a ji bo bersûc e.”
 

Sernavên din

01/12/2022
12:57 Înfaza Kurt a li Sîncanê tê ragirtin hate şewitandin
12:51 Malbata Şenyaşar têkildarî serdana Erdogan peyamek weşand
12:44 Li nav daristanên li başûrê Licê gelek fotokapan hatine bicihkirin
12:32 Koçyîgît a serî li Wezareta Dadê da: Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
12:25 Malbatên girtiyan: Bila dewlet li gorî qanûnên xwe tevbigere
12:04 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:43 Tifaqa Ked û Azadiyê dê civîna gel li dar bixe: Cîhaneke cudatir pêkan e
11:31 Nehiştin Veysî Aktaş tev li merasîma cenazeyê bavê xwe bibe
10:57 Jin li dijî tundiyê serî natewînin
10:50 Rojnamevanên rojhilatî rewşa dawî vegotin: Berxwedan veguherî şoreşê
10:28 HDP’ê li Avcilarê qursa kurdî da destpêkirin
09:11 Parêzer Çîftçîler: Divê baro berpirsiyariya xwe bi cih bînin
09:10 Mîmar Gîrîtlîoglû: Li Tirkiyeyê tapo di destê zilaman de ye
09:09 'Li Îmraliyê ji dêvla serdestiya hiqûqê, hiqûqa serdestan tê pêkanîn'
09:07 Parlamenterê HDP'ê Taşçier: Divê hemû aştîxwaz li dijî vî şerî rabin
09:05 Seqiz: Gelên Îranê cara yekemîne bi gelê kurd re mil bi mil têdikoşe
09:00 ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2022'YAN
30/11/2022
23:00 Dûrxistina ji wezîfeyê ya mamosteyan şermezar kirin
20:52 18 jinên hatin binçavkirin anîn Enqereyê
20:33 Şideta polîsan û binçavkirina jinan şermezar kirin
20:16 Çawîşekî pispor mir
18:57 Cenazeyê Çekdar Gabar piştî 185 rojan hat veşartin
18:40 Xizmên girtiyan: Bila tecrîd bê rakirin, hevdîtin bi Ocalan re bê kirin
16:29 Hemû binçavkiriyên li Manîsayê hatin berdan
16:28 Jinan giliyê polîsên ku tundî li jinan kiribûn kirin
16:27 HDP ji bo kêmtirîn mûçeyê kampanya dide destpêkirin: Bila herî kêm 12 hezar û 500 TL be
15:51 Ji bo Stadyûma Tahîr Elçî ya Amedê pêşniyar qanûnek hate pêşkeşkirin
15:40 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Têkoşîna jinan nikare were darizandin
15:23 Êrişên Tirkiyeyê di roja 10’an de berdewam dikin
15:00 Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo Veysî Aktaş serlêdan kirin
14:41 Li Efxanistanê teqîn: Herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:37 Demîrtaş ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
14:24 Cenazeyê Acar piştî 185 rojan radestî malbata wî hate kirin
14:21 Kongra Star bang li CPT’yê kir: Berpirsyariyên xwe pêk bîne
14:20 KESK dê mitînga ‘Em ne hilbijartinê budçeyê dixwazin’ li dar bixe
14:11 KCD'ê û DBP'ê ji bo ‘tifaqê’ serdana PDK-T’yê kir
13:56 Ji Fîncani re qertên piştevaniyê şandin: Em bi têkoşîna wê ya heqîqetê serbilind in
13:53 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 632’yan de didome
13:51 Faîlê ku ji 'êrişa zayendî' dihat darizandin beraet kir
13:43 Li Wêranşarê daxwaza girtina ‘bersûcê îstîsmarê’ hat redkirin
13:31 Li Cizîrê kesek di wesayîta xwe de kuştî hate dîtin
13:11 Hevdîtinên Serokwezîrê Iraqê yên li Îranê berdewam in
13:10 Şandeya UNESCO’yê li Amîda û sûran lêkolîn pêk anî
12:43 Alîgirên Amedsporê dê êdî navê ‘Stadyûma Tahîr Elçî ya Amedê’ bikar bînin
12:41 Ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî 131 kesan ji hikûmeta Herêma Kurdistanê re name şandin
12:25 Malbatên girtiyan: Girtî li zindanan em ê jî li derva li ber xwe bidin
12:05 Girtiyê di çalakiya greva birçîbûnê de sewqî Girtîgeha Xarpêtê hate kirin
11:51 Buldan ji bo Îmraliyê bang kir: Muxatabê me dewlete û divê tavilê daxuyaniyê bide
11:48 ‘Çêkirina mizgefta Esentepeyê li dijî hiqûq û mevzuatê ye’
11:37 Li Mêrsînê 2 kes hatin binçavkirin
11:36 TJA’yî: Yekitiya jinan desthilatdarî tirsand
11:34 Aydenîz û parlamenterên HDP’ê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
11:13 Li Girtîgeha Sîncanê mûayeneya bijîşk: Raze wê derbas be!
11:06 Îdianameya Fîncanci: Dozger pisporiya Fîncanci ji nedîtî ve hatiye
10:51 DMME’yê serlêdana dozê ya Abdullah Ocalan qebûl kir û ji Yewnanistanê parastin xwest
10:25 Abdullah Ocalan: Dewlet xeletiyê dike, ez dixwazim bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikim
10:13 Ozbek a di mejiyê wê de tumor heye nayê berdan
10:11 Ehmed Xoce yê PYD’î: Êrişa li dijî Kobanê dê dawiya Erdogan bîne
09:05 Yilmaz: Tirsa Tirkiyeyê modela xwerêveberiyê ye
09:05 Welatiyên elewî: Elewîtî di Wezareta Çandê de hilnayê
09:02 ‘Rêya rabûna li ber tecrîdê û şer têkoşîna yekbûyî ye'
09:02 Li Bokanê di 5 rojan de 11 welatî hatin kuştin: Em ê ji bo pêşeroja xwe venekişin
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2022'YAN
08:33 Aktîvîsta TJA'yê Zeynep Boga hat binçavkirin
29/11/2022
20:40 Li Colemêrgê ji 16 kesên hatibûn binçavkirin 3 kes hatin girtin
19:35 DBP: Bi helwesta birêz Ocalan berprisiyariyê hilgirin
18:26 Civîna Meclîsa Jinan a HDP'ê bi dawî bû
17:11 OHD’a Şirnexê ji bo hevditina bi Ocalan re serî li Baroya Şirnexê da
17:03 Mazlum Ebdî: Tirkiye ji bo êrişeke bejahî li benda erêkirina Rûsya û DYA’yê ye
16:40 Ji bo bajarên Kurdistanê hişyariya berf û baranê
16:40 Danişîna Osman Şîban hat lidarxistin
16:35 Êrişên li dijî Rojava bi nivîsên li ser dîwaran şermezar kirin
16:30 Li Edeneyê 8 kes hatin berdan
16:15 Di lêpirsîna Enqereyê de 13 jin hatin binçavkirin
16:08 TJA'yê binçavkirina jinan protesto kir
16:03 ‘Divê kes û saziyên îhmala wan heyî bên tespîtkirin’
15:58 Ji binçavkiriyên Manîsayê 7 jê hatin berdan
15:48 Serhildana Îranê di roja 73’emîn de ye
15:31 Navçeya Geverê di bin mij û moranê de ma
15:28 Danişîna rojnameger Çoban hat taloqkirin
15:15 HSD: Li Qeremoxê nexweşxane hat bombebarankirin
15:12 Kişanak ji şandeya dadgehê re got: Hûn çima evqas ditirsin?
15:12 Nobeta Edaletê: Tekane daxwaza me ew e ku dewlet bi qanûnên xwe bike
14:36 Sancar: Armanca wan a stratejîk ew e ku kurdan bêstatû bihêlin
13:31 Ciwan li dijî êrişan meş li dar xistin
13:15 Rojnameger Nedîm Turfent hat berdan
13:09 Malbata Şenyaşar: Feraseta ji nedîtî ve nêz dibe dê li Rihayê winda bike
12:57 Meclisa HDP’ê dê bi 3 rojevên sereke bicive
12:52 Malbatên girtiyan: Polîtikayên herî qirêjî li ser girtiyan tên meşandin
12:30 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Ocalan derneket hevdîtina bi CPT’yê re
12:28 Gunay: Pêdivî bi dengê Abdûllah Ocalan heye
12:27 Danişîna doza Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Kilinç hat taloqkirin
12:21 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 Newroz Ehmed: Armanca esasî şoreşa jinê ye ku li Rojava aj dide
12:17 Li Mêrsînê 12 kes hatin girtin
11:21 Peywira Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya nû: Kêr dikare were dayîn!
09:51 Şanoger Akkûzû: 10 şanoyên kurdî li dijî şer û qedexeyên li ser ziman berxwedaneke mezin e
09:50 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
09:49 Derheqê 50 jinan de biryara binçavkirinê hat dayîn
09:06 Akademîsyena Aştiyê Ozgun: Ev budçe jinan esas nagire