Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Têkoşîna jinan nikare were darizandin

  • jin
  • 15:40 30 Mijdar 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên TJA’yê û jinên HDP’î ku bertek nîşanî binçavkirina jinan a di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqereyê de dan wiha gotin: “Tu jinên kurd li dijî vê pergalê serê xwe netewand û wê netewîne. Têkoşîna jinan nikare were darizandin.”
 
Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de li dijî Tevgera Jinên Azad (TJA) bi ser 57 malên li Mûş, Mêrdîn, Stenbol, Amed, Edene, Sêrt, Wan, Agirî, Îzmîr, Riha, Mêrsîn, Dîlok û Şirnexê de hate girtin. Endamên TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê jî di nav de derbarê 50 jinan biryara binçavkirinê hate dayîn. Lêpirsîn xwe dispêre beyanên şahidên veşartî û eşkere, raporên MASAK’ê û encamên lêkolînên materyalên dîjîtal ên ku berê di serdegirtinan de hatibûn desteserkirin. Heta niha 16 kes hatine binçavkirin. 
 
Binçavkirin û lêpirsîna derbarê jinan de tê birêvebirin, li gelek bajaran hate şermezarkirin. 
 
RIHA
 
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê civîna çapemeniye li dar xist. Endamên Meclisa Jinan a HDP’a Rihayê û parlamenterê HDP’a Rihayê Ayşe Surucu û gelek jin tev li civînê bûn. Jinan pankarta “Têkoşîna me ya jinan nikare bê darizandin” vekirin. Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu ya di civînê de axivî, bertek nîşanî binçavkirina 16 jinan da û wiha got: “Pergal dijminatiya jinan dike. TJA ji bo guhertina civakê li Tirkiye û Kurdistanê roleke girîng dilîze. Ji ber li dijî komkujiyên jinan têdikoşe di hedefa desthilata AKP’ê û MHP’ê de ye. Ji ber vê hevalên me binçavkirin. Îro bi dehan aktîvîstên TJA’yê di nav çar dîwaran de ne. Ne Ayşe Gokkan ne Leyla Guven ne jî tu jinên kurd li dijî vê pergalê serî netewandin û wê netewînin. Em ê paşve gavê neavêjin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana jinan” bi dawî bû. 
 
MÊRSÎN 
 
TJA û Meclisa Jinan a HDP’a Mêrsînê bi daxuyaniya li Parka Ozgur Çocûkê da bertek nîşanî binçavkirinan dan. Hevseroka HDP’a Mêrsînê Bedriye Kûş diyar kir ku desthilat dixwaze têkoşîna jinan tasfiye bike, ji ber vê yekê “operasyonên qirkirina siyasî” didomin û wiha got: “Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî xefika şer a hikûmetê rawestin û ji bo ku pirsgirêk ne bi şer û êrîşkariyê, bi rêyên diyalog û aştiyane werin çareserkirin têbikoşin. Ji bo valaderxistina van hemû lîstikan, derxistina Tirkiyeyê ji nava vî şerî û pevçûnê û ji bo avakirina siberojeke demokratîk, em weke jin amade ne hemû berpirsyariyên xwe bicih bînin.”
 
MÊRDÎN 
 
Li Mêrdînê binçavkirina jinan li ber avahiya HDP’ê hate şermezarkirin. Polîsan beriya daxuyaniyê avahiya partiyê dorpêç kir. Ji ber dorpêça polîsan esnafên li dora avahiyê jî mexdûr bûn. Piştî ku polîsan beşek ji pêlekana li ber avahiyê vekir, daxuyanî hate dayîn. Yek ji rêvebera Rêxistina HDP’a Mêrdînê Ayşe Bozan wiha axivî: “Jin her tim li girtîgehan, dadgehan, kolanan li ber xwe didin. Jin têkoşîn û berxwedanê mezin dikin. Me çok nedanî em ê nedanin. Em ê şopdarên kesên têkoşîna azadiyê didin bibin, heta ku edaletê pêk bînin û hevalên xwe yên girtî azad bikin em ê li ser piyan bin. Kes nikare zextê li têkoşîna jinan bike. Têkoşîna jinan wê gelan azad bike.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” û “Ne ji jinan re ji kujeran re barîkatan deynin” berzkirin. 
 
ŞIRNEX 
 
Li navçeya Cizîr a Şirnexê jî di pêşengtiya TJA’yê de li ber avahiya Rêxistina HDP’a Cizîrê daxuyanî hate dayîn. Gelek jin tev li daxuyaniya ku pankarta “Têkoşîna jinan nikare bê darizandin” hate vekirin bûn. Polîsan avahiya HDP’ê dorpêç kirin. Hevseroka HDP’a Şirnexê Sabûha Akdag a di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku armanca desthilatê qûtifandina jinên li ber xwe didine û wiha got: “Bi taybetî tevgera jinên kurd hedef hatiye girtin. Lê tu zext wê nikarin agirê serhildana me ya bilind dibe vemirîne. Em ên neheqî û bêhiqûqiyê qebûl nekin. Bila hevalên me yên hatine binçavkirin demildest bên berdan.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû. 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

01/12/2022
12:57 Înfaza Kurt a li Sîncanê tê ragirtin hate şewitandin
12:51 Malbata Şenyaşar têkildarî serdana Erdogan peyamek weşand
12:44 Li nav daristanên li başûrê Licê gelek fotokapan hatine bicihkirin
12:32 Koçyîgît a serî li Wezareta Dadê da: Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
12:25 Malbatên girtiyan: Bila dewlet li gorî qanûnên xwe tevbigere
12:04 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:43 Tifaqa Ked û Azadiyê dê civîna gel li dar bixe: Cîhaneke cudatir pêkan e
11:31 Nehiştin Veysî Aktaş tev li merasîma cenazeyê bavê xwe bibe
10:57 Jin li dijî tundiyê serî natewînin
10:50 Rojnamevanên rojhilatî rewşa dawî vegotin: Berxwedan veguherî şoreşê
10:28 HDP’ê li Avcilarê qursa kurdî da destpêkirin
09:11 Parêzer Çîftçîler: Divê baro berpirsiyariya xwe bi cih bînin
09:10 Mîmar Gîrîtlîoglû: Li Tirkiyeyê tapo di destê zilaman de ye
09:09 'Li Îmraliyê ji dêvla serdestiya hiqûqê, hiqûqa serdestan tê pêkanîn'
09:07 Parlamenterê HDP'ê Taşçier: Divê hemû aştîxwaz li dijî vî şerî rabin
09:05 Seqiz: Gelên Îranê cara yekemîne bi gelê kurd re mil bi mil têdikoşe
09:00 ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2022'YAN
30/11/2022
23:00 Dûrxistina ji wezîfeyê ya mamosteyan şermezar kirin
20:52 18 jinên hatin binçavkirin anîn Enqereyê
20:33 Şideta polîsan û binçavkirina jinan şermezar kirin
20:16 Çawîşekî pispor mir
18:57 Cenazeyê Çekdar Gabar piştî 185 rojan hat veşartin
18:40 Xizmên girtiyan: Bila tecrîd bê rakirin, hevdîtin bi Ocalan re bê kirin
16:29 Hemû binçavkiriyên li Manîsayê hatin berdan
16:28 Jinan giliyê polîsên ku tundî li jinan kiribûn kirin
16:27 HDP ji bo kêmtirîn mûçeyê kampanya dide destpêkirin: Bila herî kêm 12 hezar û 500 TL be
15:51 Ji bo Stadyûma Tahîr Elçî ya Amedê pêşniyar qanûnek hate pêşkeşkirin
15:40 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Têkoşîna jinan nikare were darizandin
15:23 Êrişên Tirkiyeyê di roja 10’an de berdewam dikin
15:00 Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo Veysî Aktaş serlêdan kirin
14:41 Li Efxanistanê teqîn: Herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:37 Demîrtaş ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
14:24 Cenazeyê Acar piştî 185 rojan radestî malbata wî hate kirin
14:21 Kongra Star bang li CPT’yê kir: Berpirsyariyên xwe pêk bîne
14:20 KESK dê mitînga ‘Em ne hilbijartinê budçeyê dixwazin’ li dar bixe
14:11 KCD'ê û DBP'ê ji bo ‘tifaqê’ serdana PDK-T’yê kir
13:56 Ji Fîncani re qertên piştevaniyê şandin: Em bi têkoşîna wê ya heqîqetê serbilind in
13:53 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 632’yan de didome
13:51 Faîlê ku ji 'êrişa zayendî' dihat darizandin beraet kir
13:43 Li Wêranşarê daxwaza girtina ‘bersûcê îstîsmarê’ hat redkirin
13:31 Li Cizîrê kesek di wesayîta xwe de kuştî hate dîtin
13:11 Hevdîtinên Serokwezîrê Iraqê yên li Îranê berdewam in
13:10 Şandeya UNESCO’yê li Amîda û sûran lêkolîn pêk anî
12:43 Alîgirên Amedsporê dê êdî navê ‘Stadyûma Tahîr Elçî ya Amedê’ bikar bînin
12:41 Ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî 131 kesan ji hikûmeta Herêma Kurdistanê re name şandin
12:25 Malbatên girtiyan: Girtî li zindanan em ê jî li derva li ber xwe bidin
12:05 Girtiyê di çalakiya greva birçîbûnê de sewqî Girtîgeha Xarpêtê hate kirin
11:51 Buldan ji bo Îmraliyê bang kir: Muxatabê me dewlete û divê tavilê daxuyaniyê bide
11:48 ‘Çêkirina mizgefta Esentepeyê li dijî hiqûq û mevzuatê ye’
11:37 Li Mêrsînê 2 kes hatin binçavkirin
11:36 TJA’yî: Yekitiya jinan desthilatdarî tirsand
11:34 Aydenîz û parlamenterên HDP’ê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
11:13 Li Girtîgeha Sîncanê mûayeneya bijîşk: Raze wê derbas be!
11:06 Îdianameya Fîncanci: Dozger pisporiya Fîncanci ji nedîtî ve hatiye
10:51 DMME’yê serlêdana dozê ya Abdullah Ocalan qebûl kir û ji Yewnanistanê parastin xwest
10:25 Abdullah Ocalan: Dewlet xeletiyê dike, ez dixwazim bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikim
10:13 Ozbek a di mejiyê wê de tumor heye nayê berdan
10:11 Ehmed Xoce yê PYD’î: Êrişa li dijî Kobanê dê dawiya Erdogan bîne
09:05 Yilmaz: Tirsa Tirkiyeyê modela xwerêveberiyê ye
09:05 Welatiyên elewî: Elewîtî di Wezareta Çandê de hilnayê
09:02 ‘Rêya rabûna li ber tecrîdê û şer têkoşîna yekbûyî ye'
09:02 Li Bokanê di 5 rojan de 11 welatî hatin kuştin: Em ê ji bo pêşeroja xwe venekişin
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2022'YAN
08:33 Aktîvîsta TJA'yê Zeynep Boga hat binçavkirin
29/11/2022
20:40 Li Colemêrgê ji 16 kesên hatibûn binçavkirin 3 kes hatin girtin
19:35 DBP: Bi helwesta birêz Ocalan berprisiyariyê hilgirin
18:26 Civîna Meclîsa Jinan a HDP'ê bi dawî bû
17:11 OHD’a Şirnexê ji bo hevditina bi Ocalan re serî li Baroya Şirnexê da
17:03 Mazlum Ebdî: Tirkiye ji bo êrişeke bejahî li benda erêkirina Rûsya û DYA’yê ye
16:40 Ji bo bajarên Kurdistanê hişyariya berf û baranê
16:40 Danişîna Osman Şîban hat lidarxistin
16:35 Êrişên li dijî Rojava bi nivîsên li ser dîwaran şermezar kirin
16:30 Li Edeneyê 8 kes hatin berdan
16:15 Di lêpirsîna Enqereyê de 13 jin hatin binçavkirin
16:08 TJA'yê binçavkirina jinan protesto kir
16:03 ‘Divê kes û saziyên îhmala wan heyî bên tespîtkirin’
15:58 Ji binçavkiriyên Manîsayê 7 jê hatin berdan
15:48 Serhildana Îranê di roja 73’emîn de ye
15:31 Navçeya Geverê di bin mij û moranê de ma
15:28 Danişîna rojnameger Çoban hat taloqkirin
15:15 HSD: Li Qeremoxê nexweşxane hat bombebarankirin
15:12 Kişanak ji şandeya dadgehê re got: Hûn çima evqas ditirsin?
15:12 Nobeta Edaletê: Tekane daxwaza me ew e ku dewlet bi qanûnên xwe bike
14:36 Sancar: Armanca wan a stratejîk ew e ku kurdan bêstatû bihêlin
13:31 Ciwan li dijî êrişan meş li dar xistin
13:15 Rojnameger Nedîm Turfent hat berdan
13:09 Malbata Şenyaşar: Feraseta ji nedîtî ve nêz dibe dê li Rihayê winda bike
12:57 Meclisa HDP’ê dê bi 3 rojevên sereke bicive
12:52 Malbatên girtiyan: Polîtikayên herî qirêjî li ser girtiyan tên meşandin
12:30 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Ocalan derneket hevdîtina bi CPT’yê re
12:28 Gunay: Pêdivî bi dengê Abdûllah Ocalan heye
12:27 Danişîna doza Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Kilinç hat taloqkirin
12:21 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 Newroz Ehmed: Armanca esasî şoreşa jinê ye ku li Rojava aj dide
12:17 Li Mêrsînê 12 kes hatin girtin
11:21 Peywira Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya nû: Kêr dikare were dayîn!
09:51 Şanoger Akkûzû: 10 şanoyên kurdî li dijî şer û qedexeyên li ser ziman berxwedaneke mezin e
09:50 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
09:49 Derheqê 50 jinan de biryara binçavkirinê hat dayîn
09:06 Akademîsyena Aştiyê Ozgun: Ev budçe jinan esas nagire