Seqiz: Gelên Îranê cara yekemîne bi gelê kurd re mil bi mil têdikoşe

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê ku Jîna Emînî lê ji dayikbû û wê spartine axê, zarokên deh salî ji dayikên xwe pirsa "dema em hatin temenê Jîna, dibe ku tişta hatiye serê Jîna bê serê me jî?" dikin. Evînar Seqiz, dibêje ku vê pirsê kir ku bi dehhezaran welatî bibin lehî û biherikin ser gora Jîna Emînî.
 
Seqiz bajarek ji bajarekî qedîm ê Rojhilat e. Pêşengî ji çalakiyên ku du meh û nîv e li seranserê Îran û Rojhilat berdewam dikin re kir. Seqiz, di her serdemên şoreşan de di nava tevgerên civakî û siyasî de cihê xwe girtiye û bûye yek ji navendên veguherînê. Cara yekemîn li vî bajarê ku nêzî 200 hezar nifûsa wê heye, dirûşma "Jin Jiyan Azadî" li ser gora Jînayê hate berzkirin. Piştre pêl bi pêl li seranserê Rojhilat, Îran û hemû cîhanê belav bû. Weke bajarên din yên Rojhilat, li Seqiz jî her şemî û çarşeman dikandar bi girtina deriyên dikanên xwe daxwaza guhertina rejîmê dikin.
 
Beriya ez biçime Seqizê, ji bo bi malbata Jîna Emînî re hevdîtinê bikim bi hin çavkaniyan re têkilî datînim. Piştî du rojan îxtîmala ku ez ê karibim malbatê bibînim hasil dibe û ji Bokanê ber bi Seqizê ve derdikevim rê. Piştî digihîjime bajêr, ji ber pêjin ji çavkaniyên min tune ye destpêkê li nava bajêr digerim. Li cade û kolanên bajêr ên qerebalix şopên çalakiyan hene. Her wiha li ser dîwaran bi boyaxên reş dirûşmên di çalakiyan de têne berzkirin hatine nivîsîn. Cadeya ku Edliyeya Seqiz û Zanîngeha Peyamnur li ser e pir qerebalix e. Wesayît hêdî hêdî hereket dikin. Piştî kêliyekê ajokarekî ji hember ve tê, dibêje ku xwendekarên dibistanan bi dirûşman dimeşin ji ber wê cade girtî ye. 
 
DIXWAZIM MALBATA JÎNA BIBÎNIM
 
 
Piştî demekê li nava bajêr digerim, bi çavkaniyê me yê seqizî re diaxivim. Destnîşan dike ku piştî wê merasîma 40'ê Jîna Emînî ku bi dehhezaran welatî tev li bûbûn, pêkûtiyên li ser malbata Jînayê jî zêde bûne û malbat di bin çavdêriyeke tund de ye. Ji ber wê yekê jî hêj ji bo hevdîtinê bersiveke erênî yan jî neyînî negirtiye. Li ser gotina min a "ger li mala wan ne mimkun be li maleke din jî îmkan hebe dibe em hev bibînin" careke din çavkanî têkilî datîne. Bi qenderê du saet û nîv şûnde, ji malbatê bersiv tê. Malbat destnîşan dike ku ji ber hem ew, hem jî mala wan di bin çavdêriyê de ye, naxwazin di serdana malbatê de tiştek were serê min û ji ber vê yekê jî daxwaza hevdîtinê dihêline hin demên din yên aramtir.
 
NAHÊLIN BIÇIME SER GORA JÎNAYÊ
 
Daxwaza min a serdana gora Jîna Emînî jî ji ber hişyariya, "hêzên rejimê li cihekî gora Jîna dibîne kamera bi cih kirine û kesên ji derve dema gorê ziyaret dikin têne binçavkirin. Çend roj berê du turîstên çûne ser gorê hatine girtin û ji ber vê, bila ew jî neçe ser gorê" bersiv dibîne. Ji ber ez naxwazim çavkaniyên bi min re jî tengezar bibin, tenê dixwazim heya ber derê goristanê biçim. Goristana ku li ser riya Banê ye û 5 kîlometre dûrî navenda bajêr e, ji ber nêzî gundê Ayçî ye di nava gel de weke Goristana Ayçî tê zanîn. Lê navê vê goristanê yî fermî Goristana Muhemmedî ye. 
 
EVÎNAR SEQIZ BEHSA ÇALAKIYAN DIKE
 
Ji ber daxwaza min a hevdîtina bi malbata Jînayê re pêk nayê, bi jineke ku ji destpêkê ve pêşengiya çalakiyan dike û çend caran serdana malbatê jî kiriye re hevdîtin dikim. Evînar Seqiz, (ji ber ewlehiyê li şûna navê wê ev nav hatiye tercîhkirin) hem behsa serpêhatiyên xwe yên Tehranê hem jî çalakiyên du mehên dawî dike. 
 
'WEKE JINEKE KURD NIKARIM VÊ HEQARETÊ QEBÛL BIKIM' 
 
 
Evîner Seqiz destnîşan dike ku di salên destpêkê yên avakirina Gaşt e Îrşad de ew li Tehranê bûye û şahidiya gelek tiştan kiriye. Wiha dibêje: "Çend salan li Tehranê xebitîm. Wê çaxê Gaşt e Îrşad nû ava bûbû. Li cihê kar min dibihîst behsa keçikekê dikirin ku Gaşt e Îrşad çawa ew derb kiriye û li ber mirinê ew rakirine nexweşxaneyê. Dîsa jinekê ji ber cop li serê wê dabûn hişê xwe winda kiribû û piştî demekê jî êdî pêjina wê nehatibû. Nasa hevalên min ên cihê kar bû. Malbata wê jî qet behs nekiribû û rewşa keça xwe neanîbûne ziman. Ev tiştên hovane tev mirov diricifand. Bi ser re sal derbas bûn û vêcarî jî jineke kurd hate derpkirin û kuştin. Lê malbatê nehişt ser vê hovîtiyê bigirin. Li keça xwe xwedî derket. Erê gelê kurd tim di bin pêkûtiyan de ye lê dema tiştek were serê me jî em tev dibin yek deng. Gel jî malbata Jîna bi tenê nehişt û lê xwedî derket. Ez jî weke jineke kurd nikaribûm vê heqaretê qebûl bikim û lewre jî ji roja destpêkê ve piştgiriya malbatê dikim."
 
'DIBE HEMAN TIŞT WERE SERÊ MIN JÎ'
 
Evînar Seqiz, ji dema sersaxiyê heya 40 roja Jînayê tev li meşan bûye. Evînar, wiha axaftina xwe didomîne: "Bavê Jînayê pir liber xwe da. Demekê dirêj ew di bin çavdêriyê de jî girtin. Piştre bavê Jînayê axivî, spasiya hemû gel kir û got ku ew naxwazin rewş xerabtir bibe. Lê mirovên kom bûbûn gotin, 'Ma wê rewş hêj çawa xirabtir bibe. Îro tişta hatiye serê keça te sibê wê were serê zarokên me jî.' Min jî got, 'Tu garantiya tişta hatiye serê Jînayê weke jineke kurd ku sibê neyê serê min tune ye. Erê ez îro ji bo Jînayê li vir im, lê her wiha ez ji bo xwe jî li vir im. Ji ber vê îtiraza li hemberî vê heqaretê divê bilindtir bibe.' Piştre jinxala Jîna jî hat û spasiya herkesî kir û wiha got; 'Li Tehranê em bi pêkûtiyeke mezin re rû bi rû man. Lê me li ber xwe da. Xwestin em di heman rojê de cenazeyê Jînayê veşêrin û ser bûyerê binuxumînin. Lê me dizanî ku dê gelê me piştgiriya me bike û me ev yek qebûl nekir. Me Jîna anî li bajarê wê sparte axê.' Divê em ji bîr nekin em hem wek mirov, hem wek kurd hem jî weke jineke kurd li vê erdnîgariyê sê caran têne eciqandin. Sedema ku îtirazên me ewqas berbelav bû û em bi paşve gav navêjin ev e."
 
'LI PIŞTA DIRÛŞMA JIN JIYAN AZADÎ FELSEFEYEKE XURT HEYE'
 
 
Evînar Seqiz, der barê dirûşma "Jin Jiyan Azadî" de jî wiha dibêje: "Jin Jiyan Azadî tenê ne dirûşmeke rîtma wê xweş e. Bêguman li pişta vê dirûşmê felsefeyeke bi hêz heye. Ji bo ev felsefe li Rojhilata Navîn û hemû cîhanê belav bibe, bi salan e gelê kurd di bin banê vê dirûşmê de li ber xwe dide. Akademiyên xwe ava dike, bi atolyayan vê hişmendiyê di nava civakê de belav dike. Li Rojhilat jî ji ber serê gora Jîna di kêliyeke ku pir pêwist de, ev dirûşm hate berzkirin û bû remza hemû çalakiyan. Divê em zêdetir bixebitin da ku ev dirûşm û felsefe bikeve guh û dilê her mirovekî."
 
'DI HIŞÊ HERKESÎ DE PIRSÊN ZAROKÊN DEH SALÎ HENE' 
 
Ez dîmenên di bîranîna 40 roja Jînayê de ku bi dehhezaran kes pêl bi pêl herikîne ser gorê bi bîr dixim û dixwazim tişta hemû seqizî û rojhilatî ew roj li wir kom kiribû hîn bibim. Evînar Seqiz bi mînakeke balkêş hestên gel ên wê rojê ji min re dibêje: "Bi salan e ez bi jinan re dixebitim. Bêhejmar min bi jinan re hevdîtin kirine û civîn lidarxistine. Ez dikarim bibêjim bi kuştina Jînayê re, gelek jinên ku hay jê tune bûn di binê zilm û zordestiyê de ne hişyar bûn. Baştir têgihiştin ku pêkûtiyeke çawa li ser wan heye. Ji ber wê di nava du mehan de me gelek tecrûbeyên giranbuha dîtin. 
 
Ez dixwazim pirsa we bi bîranîneke biçûk bibersivînim. Mişteriyeke min a jin heye. Du keçên wê yên biçûk hene. Ji dayika xwe pirsa, 'Dayê qet tu tînî hişê xwe ku deh sal şûnde dema em hatin temenê Jînayê, tişta hatiye serê wê bê serê me jî?' Bi fikirin ên vê pirsê dikin zarokên deh-danzdeh salî ne. Tişta ku kir di 40 rojka Jînayê de bi dehhezaran kes bimeşin, ev pirsên wan zarokên deh salî bûn. Di serê her welatiyekî de pirsa zarokên wan ên biçûk hebûn. Ma ne di wê 40 rojê de gelek jinên din jî hatin kuştin. Ji ber wê gel xwest bibe dengê Jînayê, dengê malbata Jînayê û dengê hemû jinan. Jîna êdî ne keça wê malbatê bi tenê ye, ew keça her malbatekê ye. Wê sekn û helwestê nîşan da bê gelê kurd dema bibe yek tu hêz nikare bi wan."
 
'DIVÊ HER JIN WEKE NESRÎN QADIRÎ ŞOREŞGER BE'
 
Nesrîn Qadirî jî jineke kurd bû û li Tehranê dema beşa bijîşktiyê dixwend, di 4'ê mijdarê de di encama êrişa polîsan de ku cop li serê wê dabûn bi giranî birîndar bû. Di 6'ê mijdarê de jî jiyana xwe ji dest da. Hêzên rejimê cenazeyê Nesrîn Qadirî revandin û li Merîwanê bi zorê spartin axê. Evînar Seqiz, vê jina kurd jî bi bîr dixe û dibêje divê her jinek mîna Nesrîn Qadirî şoreşger be.
 
'DIVÊ EM ÊDÎ FELSEFEYA JIN JIYAN AZADÎ LI ROJHILAT PRATÎZE BIKIN'
 
Evînar Seqiz, di dawiya axaftina xwe de wiha bang li hemû jinan dike: "Banga min bi taybetî ji bo jinan e. Ji bo em karibin baştir bi rêxistin tevbigerin, divê em zêdetir bêne cem hev. Di bin banê dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' de divê em vê felsefeyê û bîrdoziyê li Rojhilat zêdetir pratîze bikin. Em jin divê hemû tirsên xwe deynin aliyekî û ji wan malên ku derî li ser me têne radan derbikevin. Em ê li ber xwe bidin. Ger em rola xwe ya perwerdehiya nifşê nû bi vê dirûşmê pêk bînin em ê karibin wê fikra baviksalarî biguherînin. Van du mehan nîşanî me da ku ew hêza em zarok û mêran biguherînin heye. Ji ber wê divê em zêdetir û bêrawestan bixebitin."
 
NÊRÎNÊN YEK JI PÊŞENGÊN ÇALAKIYAN HÊVÎ RENC SEQIZ
 
Piştî hevpeyvîna min a bi Evînar Seqiz re, yek ji ciwanên pêşeng Hêvî Renc Seqiz ziyaret dikim. Guherîna piştî çalakiyan ji Hêvî Renc dikim û ew jî wiha dest bi axaftina xwe dike: "Pir sedemên van çalakiyan hene. Di 43 sal temenê vê rejimê de gel ji hêla siyasî û ewlehiyê ve gelek zilm dît. Krîza aborî hate asteke wisa ku êdî çîna navîn jî hêjar e. Her wiha tundiya rejimê êdî tehemûla gel nehişt. Em van xalan dikarin weke sedemên van serhildanan nîşan bidin. Lê kuştina Jîna Emînî ji hêla polîsên Gaşt e Îrşad ve, nîşan da ku ji bilî serhildanê êdî tu çareseriya gel nemaye. Anku xulase em dikarin bibêjin 43 sal e zilm heye lê ew zilma heya qirikê hatibû bi kuştina Jînayê re êdî kir mirov hêrsa xwe vereşin."
 
'GELÊN ÎRANÎ CARA YEKEMÎN E BI GELÊ KURD RE MIL BI MIL TÊDIKOŞE'
 
 
Jîna, jineke kurd bû û piştî kuştina wê ne tenê gelê kurd, hemû gelên Îranê daketin kolanan û ev rewş protesto kirin. Ez ji ber vê yekê pirsa "dibe ku ev qonaxeke nû be" ji Hêvî Renc Seqiz dikim û ew jî vê bersivê  dide: "Gelên Îranê heya îro, li hemberî zilma li ser gelê kurd dengê xwe dernexistine. Tu reaksîyonek li hemberî komkujiyên ku gelê kurd têre derbas bûne nîşan nedane. Êrişên rejîma Îranê yên li ser Kurdistanê heya îro di çarçoveya 'ewlehiyê' de dinirxandin û bi awayekî aşkera nebe jî bi bêdengiya xwe erê dikirin. Lê bi kuştina Jînayê re, her ferdekî li ser axa Îranê dijî, fêm kir ku tu ewlehiya zarokên wan tune ye. Anku em dikarin bibêjin di navbera îtirazên gelê kurd û gelên din ên Îranê de ferq heye lê bi van xwepêşandanan re ew îtiraz xizmetê heman armancê dikin. Ew jî guherîna pergalê ye."
 
'GEL ÊDÎ DIZANE NE USULGERAN NE JÎ ÎSLAHTALEB NE ÇARESERÎ YE'
 
Ez ji Hêvî Renc Seqiz dixwazim wê ferqa di navberê de hinekî din şîrove bike. Axaftina xwe wiha didomîne: "Gelên Îranê êdî îdrak kirin ku ew zilma li ser gelê kurd e bi hêdî hêdî ber bi wan ve jî vedigere. Ji bo gelemperiya gel, heya îro meseleya herî girîng aborî bû. Lê bi kuştina Jînayê re fêm kirin, meseleya herî girîng rûmeta her îraniyekî ye. Ev fikir belav bû. Binihêrin li Îranê Îslahtaleb (Xatemî - hêla reformîst) hene û Usulgeran (Reîsî û Xumeynî - hêla tund) hene. Êdî gel fêm kir ku çareserî ne her du hêl in jî. Carinan di navbera van hêlan de nakokî çêdibin. Lê ew nakokî li ser berjewendiyan in. Her du hêl jî berdewamiya rejîmê di bin bandora xwe de dixwazin. Di navberê de jî gel dieciqe. Bertekên gel ên li hemberî van zêde bûbûn lê nizanibûn wê çawa biherikin kolanan. Kuştina Jîna û berxwedanên gelê kurd li Rojhilat ew rê nîşanî gelên din ên Îranê da. Dirûşma Jin Jiyan Azadî jî ji ber dirûşmeke berfireh bû li derdora wê hemû îranî bûne yek." 
 
'MÊR CARA YEKEMÎN E JI BO JINAN LI KOLANAN E'
 
 
Min heya niha ev pirs ji gelek kesan kir û bersivên balkêş jî derketin. Heman pirsa "Jin Jiyan Azadî çawa ewqas bi bandor bû ku ne tenê li Rojhilat û Îranê, li seranserê cîhanê kir hemû îranî li derdora wê kom bibin" ji Hêvî Renc Seqiz jî dikim. Bersiva wî wiha bû: "Em nikarin bingeha vê fikrîyatê û keda Tevgera Azadiyê ya Kurd di avabûna Jin Jiyan Azadî de piştguh bikin. Cihekî ku ev felsefe lê dijî heye û herkesî ev yek bi çavên xwe dît. Ew der jî Rojava ye. Tevgera Azadiyê ya Kurd li Rojava modeleke wisa ava kir ku ew model ji bo hemû gelan, ji bo hemû tevgerên jinan û feminîstan bû mînak û îlham. Îran jî her çiqas weke welatekî ji cîhanê îzole tê hesibandin jî ev mînaka şênber didît û niha hêviyên ku li ser vê xakê jî ev şîn û jîn bibe pê re peyda bûn. Îranî êdî rola pêşengiya jinê dizanin û bawer in ev hêza guherandinê bi jinan re heye. Jin nîviya civakê ne û ev nîvî dizanibû êsîr e û li hemberî vê têdikoşiya. Lê êdî tiştekî nû çêbû, ew mêrê ku haya wî ji bindestiya jinê tune bû jî pê hesiya û bi jinan re ji bo heman armancê mil bi mil têdikoşe. Vê hêviyê kir ku jin û mêrên îranî li derdora dirûşma Jin Jiyan Azadî kom bibin."
 
DIRÛŞMÊN LI HEMBERÎ XAMANEY
 
Berbelavbûna dirûşma "Merg Ber Dîktator (Bimre Dîktator)" û "Merg Ber Xamaney (Bimre Xamaney) jî dipirsim ji Hêvî Renc Seqiz. Wiha dibêje: "Bi her serhildanekê re asta îtirazên gel jî zêdetir dibe. Beriya 2009'an tu kesî li hemberî Xamaney dirûşm berz nedikir. Tirseke zêde hebû. Lê bi çalakiyên 2009 û 2019'an re êdî Xamaney hêdî hêdî di dirûşman de cih girt. Di du mehên dawî de êdî ew tirs bi temamî şikiya û gel li her cihî dirûşmên li hemberî Xamaney berz dike. Ev bi tena serê xwe asta van serhildanan li ber çavan radixêre. Erê hêzên rejîmê li hemberî çalakiyan tundiyeke zêdetir dike, lê bi me xwepêşandaran re jî baweriya xwedîderketina li berxwedanê qewîtir dike."
 
'JI BO XEBATÊN BI RÊKÛPÊKTIR KOMÎTE DIVÊN'
 
Hêvî Renc Seqiz, di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan dike ku kesên heya niha pêşengiya çalakiyan kiriye gel e û wiha got: "Li Rojhilat komên rêxistinî hene û dem dem ji bo bi hev re tevbigerin lêgerînên wan jî hene. Lê heya niha encameke berbiçav derneketiye. Ji ber vê yekê ew gelê pêşengiya xwepêşandanan dike, di navbera xwe de dest bi avakirina komîteyan kiriye. Em jî li Seqizê di nava hin hewldanên wiha de ne. Di hemû hevdîtin û nîqaşên me de behsa xwerêxistinkirinê heye. Erê gel bêyî komîte hebin jî dikare tevbigere, erê mirovên ku heya îro bi tu rêxistinê re têkiliyên wan çênebûne mîna kesên bi rêxistin tevdigerin û ev kelecana mirov mezintir dike. Lê ji bo xebat birêkûpêktir bibin divê haya gelê Rojhilat ji hev hebe. Ev jî tenê bi avakirina komîteyan dibe."
 
'KESÊN VÎ GELÎ NASNAKIN VAN ÇALAKIYAN TEMENKIN DIBÎNIN'
 
Ez hin şîroveyên ku van çalakiyan temenkurt dibînin bi bîra Hêvî Renc Seqiz dixim û ew jî ji dîroka Îranê mînakan dide û wiha dibêje: "Kesên van şîroveyan dikin bawerim ne gelên Îranê ne jî kurdan nas dikin. Dibe ku dem dem ji ber tazyîka çalakiyan kêm dibe wiha difikirin. Lê ji xwe di kodên berxwedanan de ev tişt heye. Gel carinan ji bo nefes bigirin dibe li kolanan dengên xwe bilind nekin lê piştre hûnê bibînin bê dengekî hêj bilindtir derdikeve. Van du mehên me li  pey xwe hişt ev yek nîşanî me da ku gel ji ya xwe nayê xwarê. Bi gel re ew baweriya ku vê rejîmê biguherîne xurt bûye. Şoreşa 1979'an, di çend rojan de pêk nehat. Gel ji sala 1974'an ve dakete kolanan. Carinan 3 mehan ji kolanan vedikişiya, carinan di mehekê de 3 caran dadikete kolanan. Lê bênavber îtirazên xwe nîşan dan û heya encam girtin. Ev car gel di wê baweriyê de ye ku wê zûtir encam bigire. Ji ber vê yekê jî wê ji kolanan venekişe."
 
'EM NE REHBER NE JÎ ŞAH DIXWAZIN'
 
 
Hêvî Renc Seqiz li ser pirsa min a "Erê rast e gel vê pergalê naxwaze. Lê li şûna vê rejîma heyî çi daxwaz dike?" wiha dibêje: "Li Îranê muxalefeteke xurt tune ye. Seltenetxwaz hene, Cumhurîxwaz hene, Mucahîdûn hene lê bernameyeke van aliyan ya xurt tune ye. Ne alîgiran wan xurt in, ne jî hêzeke wan a berbiçav heye. Ji ber vê yekê ev hêz bi tena serê xwe weke alternatîf nayêne dîtin. Çîna burjuva ev du meh e li hemberî daxwazên gel û çalakiyan bêdeng e. Newêre aliyê xwe diyar bike. Lewre pêşerojê nabîne û tirs dibe sedem helwesta xwe aşkere bike. Çalakî û serhildan wê rêyeke nû jî vekin. Mînak dema Şah têk çû Şûrayeke demkî hatibû avakirin. Niha jî hêzên li derveyî Îranê di nava lêgerîneke wiha de ne. Derdorên faşîzan û berjewendîparêz vê yekê sabote dikin. Seltenetxwaz dixwazin careke din Şah bînin. Lê ev yek di rojeva gel de tune ye. Lewre vî gelî ji Şah jî gelek kişandiye. Gelê kurd bi tu awayî Şah naxwaze. Ger weke farisekî bifikirim nikarim vî tiştî qebûl bikim şahek li ortê be û ez li derdorê wî bîm. Heya niha jî gişt aliyan hêj negihîştine wê astê ku tev hevsengên hev bin. Ji ber her kom berjewendiyên xwe difikire tevgereke hevpar jî dernakeve. Lê gel dixwaze herkes berjewendiyên xwe deyne aliyekî û berjewendiyên gel esas bigire. Ger ev nebe ditirsim têkçûyîna rejîmê demdirêjtir bidome."
 
'JI SEDÎ 60'Î ÇALAKGERAN CIWAN IN'
 
Hêvî Renc Seqiz, der barê beşdariya xwendekarên dibistana amadehî û ciwanan de wiha got: "Piraniya kesên tev li çalakiyan dibin ciwan in. Hêz û îradeya wan xurtir e. Ji ber weke mirovên navsere, rasterast zilm û îşkenceya vê rejîmê nedîtine bêtirs in. Ez dikarim bibêjim ku ji sedî 60'ê çalakgeran ev ciwanên bêtirs in. Ji sedî 20'ê çalakgeran, ew kesên ruhên wan birîndar in, ku gelek zilm dîtine û kezeba wan şewitiye. Ji sedî 20'ê din jî yên ku li gorî gelemperiyê tevdigerin û dixwazin rejîm biguhere."  
 
ÎNTERNET QUT DIKIN VPN BI KÊR NAYÊN
 
Hêvî Renc her wiha balê dikişîne ser qutkirina înternetê jî û wiha axaftina xwe didomîne: "Ev yek problemeke mezin e. Wi-fi kêmek be jî ji înterneta telefona çêtir e lê ew jî carinan bi tevahî tê qutkirin. Ji ber hemû malper û sepan qedexe ne bi rêya VPNyan gel dixwaze vê yekê bişkîne lê ew jî nabe çareserî. Ji xwe em nikarin bikevin sepanên ku VPN'yan dadixînin. Welatî VPN'ên xwe bi riya bluetooth û bernameyên parvekirinê bi hev re parve dikin. Lê ew jî demkurt e. Zû tên tespîtkirin û bêbandor dihêlin. Ligel vê yekê jî gel, ji bo di nava têkiliyê de be, ligel ku ne ewle ye jî bi riya telefonê lihev digerin û dibine xwedî agahî."
 
'DIVÊ DINYA FERQ NEXE NAVBERA ÇAVŞÎN Û ÇAVREŞAN'
 
Hêvî Renc Seqiz, di dawiya axaftina xwe de bang li hemû gelên Îranê, çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê dike û wiha dibêje: "Ez dixwazim herkes piştgirî bide gelên ku li rûmeta xwe xwedî derdikevin. Em dizanin rojavayê Kurdistanê bi dil û can bi me re ye. Em xwepêşandanên wan ên girseyî jî dibînin. Li bakurê Kurdistanê kêm be jî dengderxistinek heye. Divê zêdetir piştgirî bidin. Her wiha pêdiviya me bi piştgiriya Başûr jî heye. Hêvî dikim ew jî di asta Rojava de piştgirî bidin. Ji bo hemû cîhanê jî banga min ew e ku tu ferq di navbera çavşînên Ukrayna û çavreş û çavqehweyiyên Îranê de tune ye. Ji bo wê ferq û meyliyê deynine aliyekî û piştgiriya vî gelî bikin."
 
Sibê: Li paytexta Îranê Tehranê rewş çiye? 
 
MA / Abdurrahman Gok

Sernavên din

01/12/2022
12:57 Înfaza Kurt a li Sîncanê tê ragirtin hate şewitandin
12:51 Malbata Şenyaşar têkildarî serdana Erdogan peyamek weşand
12:44 Li nav daristanên li başûrê Licê gelek fotokapan hatine bicihkirin
12:32 Koçyîgît a serî li Wezareta Dadê da: Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
12:25 Malbatên girtiyan: Bila dewlet li gorî qanûnên xwe tevbigere
12:04 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:43 Tifaqa Ked û Azadiyê dê civîna gel li dar bixe: Cîhaneke cudatir pêkan e
11:31 Nehiştin Veysî Aktaş tev li merasîma cenazeyê bavê xwe bibe
10:57 Jin li dijî tundiyê serî natewînin
10:50 Rojnamevanên rojhilatî rewşa dawî vegotin: Berxwedan veguherî şoreşê
10:28 HDP’ê li Avcilarê qursa kurdî da destpêkirin
09:11 Parêzer Çîftçîler: Divê baro berpirsiyariya xwe bi cih bînin
09:10 Mîmar Gîrîtlîoglû: Li Tirkiyeyê tapo di destê zilaman de ye
09:09 'Li Îmraliyê ji dêvla serdestiya hiqûqê, hiqûqa serdestan tê pêkanîn'
09:07 Parlamenterê HDP'ê Taşçier: Divê hemû aştîxwaz li dijî vî şerî rabin
09:05 Seqiz: Gelên Îranê cara yekemîne bi gelê kurd re mil bi mil têdikoşe
09:00 ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2022'YAN
30/11/2022
23:00 Dûrxistina ji wezîfeyê ya mamosteyan şermezar kirin
20:52 18 jinên hatin binçavkirin anîn Enqereyê
20:33 Şideta polîsan û binçavkirina jinan şermezar kirin
20:16 Çawîşekî pispor mir
18:57 Cenazeyê Çekdar Gabar piştî 185 rojan hat veşartin
18:40 Xizmên girtiyan: Bila tecrîd bê rakirin, hevdîtin bi Ocalan re bê kirin
16:29 Hemû binçavkiriyên li Manîsayê hatin berdan
16:28 Jinan giliyê polîsên ku tundî li jinan kiribûn kirin
16:27 HDP ji bo kêmtirîn mûçeyê kampanya dide destpêkirin: Bila herî kêm 12 hezar û 500 TL be
15:51 Ji bo Stadyûma Tahîr Elçî ya Amedê pêşniyar qanûnek hate pêşkeşkirin
15:40 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Têkoşîna jinan nikare were darizandin
15:23 Êrişên Tirkiyeyê di roja 10’an de berdewam dikin
15:00 Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo Veysî Aktaş serlêdan kirin
14:41 Li Efxanistanê teqîn: Herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:37 Demîrtaş ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
14:24 Cenazeyê Acar piştî 185 rojan radestî malbata wî hate kirin
14:21 Kongra Star bang li CPT’yê kir: Berpirsyariyên xwe pêk bîne
14:20 KESK dê mitînga ‘Em ne hilbijartinê budçeyê dixwazin’ li dar bixe
14:11 KCD'ê û DBP'ê ji bo ‘tifaqê’ serdana PDK-T’yê kir
13:56 Ji Fîncani re qertên piştevaniyê şandin: Em bi têkoşîna wê ya heqîqetê serbilind in
13:53 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 632’yan de didome
13:51 Faîlê ku ji 'êrişa zayendî' dihat darizandin beraet kir
13:43 Li Wêranşarê daxwaza girtina ‘bersûcê îstîsmarê’ hat redkirin
13:31 Li Cizîrê kesek di wesayîta xwe de kuştî hate dîtin
13:11 Hevdîtinên Serokwezîrê Iraqê yên li Îranê berdewam in
13:10 Şandeya UNESCO’yê li Amîda û sûran lêkolîn pêk anî
12:43 Alîgirên Amedsporê dê êdî navê ‘Stadyûma Tahîr Elçî ya Amedê’ bikar bînin
12:41 Ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî 131 kesan ji hikûmeta Herêma Kurdistanê re name şandin
12:25 Malbatên girtiyan: Girtî li zindanan em ê jî li derva li ber xwe bidin
12:05 Girtiyê di çalakiya greva birçîbûnê de sewqî Girtîgeha Xarpêtê hate kirin
11:51 Buldan ji bo Îmraliyê bang kir: Muxatabê me dewlete û divê tavilê daxuyaniyê bide
11:48 ‘Çêkirina mizgefta Esentepeyê li dijî hiqûq û mevzuatê ye’
11:37 Li Mêrsînê 2 kes hatin binçavkirin
11:36 TJA’yî: Yekitiya jinan desthilatdarî tirsand
11:34 Aydenîz û parlamenterên HDP’ê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
11:13 Li Girtîgeha Sîncanê mûayeneya bijîşk: Raze wê derbas be!
11:06 Îdianameya Fîncanci: Dozger pisporiya Fîncanci ji nedîtî ve hatiye
10:51 DMME’yê serlêdana dozê ya Abdullah Ocalan qebûl kir û ji Yewnanistanê parastin xwest
10:25 Abdullah Ocalan: Dewlet xeletiyê dike, ez dixwazim bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikim
10:13 Ozbek a di mejiyê wê de tumor heye nayê berdan
10:11 Ehmed Xoce yê PYD’î: Êrişa li dijî Kobanê dê dawiya Erdogan bîne
09:05 Yilmaz: Tirsa Tirkiyeyê modela xwerêveberiyê ye
09:05 Welatiyên elewî: Elewîtî di Wezareta Çandê de hilnayê
09:02 ‘Rêya rabûna li ber tecrîdê û şer têkoşîna yekbûyî ye'
09:02 Li Bokanê di 5 rojan de 11 welatî hatin kuştin: Em ê ji bo pêşeroja xwe venekişin
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2022'YAN
08:33 Aktîvîsta TJA'yê Zeynep Boga hat binçavkirin
29/11/2022
20:40 Li Colemêrgê ji 16 kesên hatibûn binçavkirin 3 kes hatin girtin
19:35 DBP: Bi helwesta birêz Ocalan berprisiyariyê hilgirin
18:26 Civîna Meclîsa Jinan a HDP'ê bi dawî bû
17:11 OHD’a Şirnexê ji bo hevditina bi Ocalan re serî li Baroya Şirnexê da
17:03 Mazlum Ebdî: Tirkiye ji bo êrişeke bejahî li benda erêkirina Rûsya û DYA’yê ye
16:40 Ji bo bajarên Kurdistanê hişyariya berf û baranê
16:40 Danişîna Osman Şîban hat lidarxistin
16:35 Êrişên li dijî Rojava bi nivîsên li ser dîwaran şermezar kirin
16:30 Li Edeneyê 8 kes hatin berdan
16:15 Di lêpirsîna Enqereyê de 13 jin hatin binçavkirin
16:08 TJA'yê binçavkirina jinan protesto kir
16:03 ‘Divê kes û saziyên îhmala wan heyî bên tespîtkirin’
15:58 Ji binçavkiriyên Manîsayê 7 jê hatin berdan
15:48 Serhildana Îranê di roja 73’emîn de ye
15:31 Navçeya Geverê di bin mij û moranê de ma
15:28 Danişîna rojnameger Çoban hat taloqkirin
15:15 HSD: Li Qeremoxê nexweşxane hat bombebarankirin
15:12 Kişanak ji şandeya dadgehê re got: Hûn çima evqas ditirsin?
15:12 Nobeta Edaletê: Tekane daxwaza me ew e ku dewlet bi qanûnên xwe bike
14:36 Sancar: Armanca wan a stratejîk ew e ku kurdan bêstatû bihêlin
13:31 Ciwan li dijî êrişan meş li dar xistin
13:15 Rojnameger Nedîm Turfent hat berdan
13:09 Malbata Şenyaşar: Feraseta ji nedîtî ve nêz dibe dê li Rihayê winda bike
12:57 Meclisa HDP’ê dê bi 3 rojevên sereke bicive
12:52 Malbatên girtiyan: Polîtikayên herî qirêjî li ser girtiyan tên meşandin
12:30 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Ocalan derneket hevdîtina bi CPT’yê re
12:28 Gunay: Pêdivî bi dengê Abdûllah Ocalan heye
12:27 Danişîna doza Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Kilinç hat taloqkirin
12:21 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 Newroz Ehmed: Armanca esasî şoreşa jinê ye ku li Rojava aj dide
12:17 Li Mêrsînê 12 kes hatin girtin
11:21 Peywira Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya nû: Kêr dikare were dayîn!
09:51 Şanoger Akkûzû: 10 şanoyên kurdî li dijî şer û qedexeyên li ser ziman berxwedaneke mezin e
09:50 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
09:49 Derheqê 50 jinan de biryara binçavkirinê hat dayîn
09:06 Akademîsyena Aştiyê Ozgun: Ev budçe jinan esas nagire