Seqiz: Gelên Îranê cara yekemîne bi gelê kurd re mil bi mil têdikoşe

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê ku Jîna Emînî lê ji dayikbû û wê spartine axê, zarokên deh salî ji dayikên xwe pirsa "dema em hatin temenê Jîna, dibe ku tişta hatiye serê Jîna bê serê me jî?" dikin. Evînar Seqiz, dibêje ku vê pirsê kir ku bi dehhezaran welatî bibin lehî û biherikin ser gora Jîna Emînî.
 
Seqiz bajarek ji bajarekî qedîm ê Rojhilat e. Pêşengî ji çalakiyên ku du meh û nîv e li seranserê Îran û Rojhilat berdewam dikin re kir. Seqiz, di her serdemên şoreşan de di nava tevgerên civakî û siyasî de cihê xwe girtiye û bûye yek ji navendên veguherînê. Cara yekemîn li vî bajarê ku nêzî 200 hezar nifûsa wê heye, dirûşma "Jin Jiyan Azadî" li ser gora Jînayê hate berzkirin. Piştre pêl bi pêl li seranserê Rojhilat, Îran û hemû cîhanê belav bû. Weke bajarên din yên Rojhilat, li Seqiz jî her şemî û çarşeman dikandar bi girtina deriyên dikanên xwe daxwaza guhertina rejîmê dikin.
 
Beriya ez biçime Seqizê, ji bo bi malbata Jîna Emînî re hevdîtinê bikim bi hin çavkaniyan re têkilî datînim. Piştî du rojan îxtîmala ku ez ê karibim malbatê bibînim hasil dibe û ji Bokanê ber bi Seqizê ve derdikevim rê. Piştî digihîjime bajêr, ji ber pêjin ji çavkaniyên min tune ye destpêkê li nava bajêr digerim. Li cade û kolanên bajêr ên qerebalix şopên çalakiyan hene. Her wiha li ser dîwaran bi boyaxên reş dirûşmên di çalakiyan de têne berzkirin hatine nivîsîn. Cadeya ku Edliyeya Seqiz û Zanîngeha Peyamnur li ser e pir qerebalix e. Wesayît hêdî hêdî hereket dikin. Piştî kêliyekê ajokarekî ji hember ve tê, dibêje ku xwendekarên dibistanan bi dirûşman dimeşin ji ber wê cade girtî ye. 
 
DIXWAZIM MALBATA JÎNA BIBÎNIM
 
 
Piştî demekê li nava bajêr digerim, bi çavkaniyê me yê seqizî re diaxivim. Destnîşan dike ku piştî wê merasîma 40'ê Jîna Emînî ku bi dehhezaran welatî tev li bûbûn, pêkûtiyên li ser malbata Jînayê jî zêde bûne û malbat di bin çavdêriyeke tund de ye. Ji ber wê yekê jî hêj ji bo hevdîtinê bersiveke erênî yan jî neyînî negirtiye. Li ser gotina min a "ger li mala wan ne mimkun be li maleke din jî îmkan hebe dibe em hev bibînin" careke din çavkanî têkilî datîne. Bi qenderê du saet û nîv şûnde, ji malbatê bersiv tê. Malbat destnîşan dike ku ji ber hem ew, hem jî mala wan di bin çavdêriyê de ye, naxwazin di serdana malbatê de tiştek were serê min û ji ber vê yekê jî daxwaza hevdîtinê dihêline hin demên din yên aramtir.
 
NAHÊLIN BIÇIME SER GORA JÎNAYÊ
 
Daxwaza min a serdana gora Jîna Emînî jî ji ber hişyariya, "hêzên rejimê li cihekî gora Jîna dibîne kamera bi cih kirine û kesên ji derve dema gorê ziyaret dikin têne binçavkirin. Çend roj berê du turîstên çûne ser gorê hatine girtin û ji ber vê, bila ew jî neçe ser gorê" bersiv dibîne. Ji ber ez naxwazim çavkaniyên bi min re jî tengezar bibin, tenê dixwazim heya ber derê goristanê biçim. Goristana ku li ser riya Banê ye û 5 kîlometre dûrî navenda bajêr e, ji ber nêzî gundê Ayçî ye di nava gel de weke Goristana Ayçî tê zanîn. Lê navê vê goristanê yî fermî Goristana Muhemmedî ye. 
 
EVÎNAR SEQIZ BEHSA ÇALAKIYAN DIKE
 
Ji ber daxwaza min a hevdîtina bi malbata Jînayê re pêk nayê, bi jineke ku ji destpêkê ve pêşengiya çalakiyan dike û çend caran serdana malbatê jî kiriye re hevdîtin dikim. Evînar Seqiz, (ji ber ewlehiyê li şûna navê wê ev nav hatiye tercîhkirin) hem behsa serpêhatiyên xwe yên Tehranê hem jî çalakiyên du mehên dawî dike. 
 
'WEKE JINEKE KURD NIKARIM VÊ HEQARETÊ QEBÛL BIKIM' 
 
 
Evîner Seqiz destnîşan dike ku di salên destpêkê yên avakirina Gaşt e Îrşad de ew li Tehranê bûye û şahidiya gelek tiştan kiriye. Wiha dibêje: "Çend salan li Tehranê xebitîm. Wê çaxê Gaşt e Îrşad nû ava bûbû. Li cihê kar min dibihîst behsa keçikekê dikirin ku Gaşt e Îrşad çawa ew derb kiriye û li ber mirinê ew rakirine nexweşxaneyê. Dîsa jinekê ji ber cop li serê wê dabûn hişê xwe winda kiribû û piştî demekê jî êdî pêjina wê nehatibû. Nasa hevalên min ên cihê kar bû. Malbata wê jî qet behs nekiribû û rewşa keça xwe neanîbûne ziman. Ev tiştên hovane tev mirov diricifand. Bi ser re sal derbas bûn û vêcarî jî jineke kurd hate derpkirin û kuştin. Lê malbatê nehişt ser vê hovîtiyê bigirin. Li keça xwe xwedî derket. Erê gelê kurd tim di bin pêkûtiyan de ye lê dema tiştek were serê me jî em tev dibin yek deng. Gel jî malbata Jîna bi tenê nehişt û lê xwedî derket. Ez jî weke jineke kurd nikaribûm vê heqaretê qebûl bikim û lewre jî ji roja destpêkê ve piştgiriya malbatê dikim."
 
'DIBE HEMAN TIŞT WERE SERÊ MIN JÎ'
 
Evînar Seqiz, ji dema sersaxiyê heya 40 roja Jînayê tev li meşan bûye. Evînar, wiha axaftina xwe didomîne: "Bavê Jînayê pir liber xwe da. Demekê dirêj ew di bin çavdêriyê de jî girtin. Piştre bavê Jînayê axivî, spasiya hemû gel kir û got ku ew naxwazin rewş xerabtir bibe. Lê mirovên kom bûbûn gotin, 'Ma wê rewş hêj çawa xirabtir bibe. Îro tişta hatiye serê keça te sibê wê were serê zarokên me jî.' Min jî got, 'Tu garantiya tişta hatiye serê Jînayê weke jineke kurd ku sibê neyê serê min tune ye. Erê ez îro ji bo Jînayê li vir im, lê her wiha ez ji bo xwe jî li vir im. Ji ber vê îtiraza li hemberî vê heqaretê divê bilindtir bibe.' Piştre jinxala Jîna jî hat û spasiya herkesî kir û wiha got; 'Li Tehranê em bi pêkûtiyeke mezin re rû bi rû man. Lê me li ber xwe da. Xwestin em di heman rojê de cenazeyê Jînayê veşêrin û ser bûyerê binuxumînin. Lê me dizanî ku dê gelê me piştgiriya me bike û me ev yek qebûl nekir. Me Jîna anî li bajarê wê sparte axê.' Divê em ji bîr nekin em hem wek mirov, hem wek kurd hem jî weke jineke kurd li vê erdnîgariyê sê caran têne eciqandin. Sedema ku îtirazên me ewqas berbelav bû û em bi paşve gav navêjin ev e."
 
'LI PIŞTA DIRÛŞMA JIN JIYAN AZADÎ FELSEFEYEKE XURT HEYE'
 
 
Evînar Seqiz, der barê dirûşma "Jin Jiyan Azadî" de jî wiha dibêje: "Jin Jiyan Azadî tenê ne dirûşmeke rîtma wê xweş e. Bêguman li pişta vê dirûşmê felsefeyeke bi hêz heye. Ji bo ev felsefe li Rojhilata Navîn û hemû cîhanê belav bibe, bi salan e gelê kurd di bin banê vê dirûşmê de li ber xwe dide. Akademiyên xwe ava dike, bi atolyayan vê hişmendiyê di nava civakê de belav dike. Li Rojhilat jî ji ber serê gora Jîna di kêliyeke ku pir pêwist de, ev dirûşm hate berzkirin û bû remza hemû çalakiyan. Divê em zêdetir bixebitin da ku ev dirûşm û felsefe bikeve guh û dilê her mirovekî."
 
'DI HIŞÊ HERKESÎ DE PIRSÊN ZAROKÊN DEH SALÎ HENE' 
 
Ez dîmenên di bîranîna 40 roja Jînayê de ku bi dehhezaran kes pêl bi pêl herikîne ser gorê bi bîr dixim û dixwazim tişta hemû seqizî û rojhilatî ew roj li wir kom kiribû hîn bibim. Evînar Seqiz bi mînakeke balkêş hestên gel ên wê rojê ji min re dibêje: "Bi salan e ez bi jinan re dixebitim. Bêhejmar min bi jinan re hevdîtin kirine û civîn lidarxistine. Ez dikarim bibêjim bi kuştina Jînayê re, gelek jinên ku hay jê tune bûn di binê zilm û zordestiyê de ne hişyar bûn. Baştir têgihiştin ku pêkûtiyeke çawa li ser wan heye. Ji ber wê di nava du mehan de me gelek tecrûbeyên giranbuha dîtin. 
 
Ez dixwazim pirsa we bi bîranîneke biçûk bibersivînim. Mişteriyeke min a jin heye. Du keçên wê yên biçûk hene. Ji dayika xwe pirsa, 'Dayê qet tu tînî hişê xwe ku deh sal şûnde dema em hatin temenê Jînayê, tişta hatiye serê wê bê serê me jî?' Bi fikirin ên vê pirsê dikin zarokên deh-danzdeh salî ne. Tişta ku kir di 40 rojka Jînayê de bi dehhezaran kes bimeşin, ev pirsên wan zarokên deh salî bûn. Di serê her welatiyekî de pirsa zarokên wan ên biçûk hebûn. Ma ne di wê 40 rojê de gelek jinên din jî hatin kuştin. Ji ber wê gel xwest bibe dengê Jînayê, dengê malbata Jînayê û dengê hemû jinan. Jîna êdî ne keça wê malbatê bi tenê ye, ew keça her malbatekê ye. Wê sekn û helwestê nîşan da bê gelê kurd dema bibe yek tu hêz nikare bi wan."
 
'DIVÊ HER JIN WEKE NESRÎN QADIRÎ ŞOREŞGER BE'
 
Nesrîn Qadirî jî jineke kurd bû û li Tehranê dema beşa bijîşktiyê dixwend, di 4'ê mijdarê de di encama êrişa polîsan de ku cop li serê wê dabûn bi giranî birîndar bû. Di 6'ê mijdarê de jî jiyana xwe ji dest da. Hêzên rejimê cenazeyê Nesrîn Qadirî revandin û li Merîwanê bi zorê spartin axê. Evînar Seqiz, vê jina kurd jî bi bîr dixe û dibêje divê her jinek mîna Nesrîn Qadirî şoreşger be.
 
'DIVÊ EM ÊDÎ FELSEFEYA JIN JIYAN AZADÎ LI ROJHILAT PRATÎZE BIKIN'
 
Evînar Seqiz, di dawiya axaftina xwe de wiha bang li hemû jinan dike: "Banga min bi taybetî ji bo jinan e. Ji bo em karibin baştir bi rêxistin tevbigerin, divê em zêdetir bêne cem hev. Di bin banê dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' de divê em vê felsefeyê û bîrdoziyê li Rojhilat zêdetir pratîze bikin. Em jin divê hemû tirsên xwe deynin aliyekî û ji wan malên ku derî li ser me têne radan derbikevin. Em ê li ber xwe bidin. Ger em rola xwe ya perwerdehiya nifşê nû bi vê dirûşmê pêk bînin em ê karibin wê fikra baviksalarî biguherînin. Van du mehan nîşanî me da ku ew hêza em zarok û mêran biguherînin heye. Ji ber wê divê em zêdetir û bêrawestan bixebitin."
 
NÊRÎNÊN YEK JI PÊŞENGÊN ÇALAKIYAN HÊVÎ RENC SEQIZ
 
Piştî hevpeyvîna min a bi Evînar Seqiz re, yek ji ciwanên pêşeng Hêvî Renc Seqiz ziyaret dikim. Guherîna piştî çalakiyan ji Hêvî Renc dikim û ew jî wiha dest bi axaftina xwe dike: "Pir sedemên van çalakiyan hene. Di 43 sal temenê vê rejimê de gel ji hêla siyasî û ewlehiyê ve gelek zilm dît. Krîza aborî hate asteke wisa ku êdî çîna navîn jî hêjar e. Her wiha tundiya rejimê êdî tehemûla gel nehişt. Em van xalan dikarin weke sedemên van serhildanan nîşan bidin. Lê kuştina Jîna Emînî ji hêla polîsên Gaşt e Îrşad ve, nîşan da ku ji bilî serhildanê êdî tu çareseriya gel nemaye. Anku xulase em dikarin bibêjin 43 sal e zilm heye lê ew zilma heya qirikê hatibû bi kuştina Jînayê re êdî kir mirov hêrsa xwe vereşin."
 
'GELÊN ÎRANÎ CARA YEKEMÎN E BI GELÊ KURD RE MIL BI MIL TÊDIKOŞE'
 
 
Jîna, jineke kurd bû û piştî kuştina wê ne tenê gelê kurd, hemû gelên Îranê daketin kolanan û ev rewş protesto kirin. Ez ji ber vê yekê pirsa "dibe ku ev qonaxeke nû be" ji Hêvî Renc Seqiz dikim û ew jî vê bersivê  dide: "Gelên Îranê heya îro, li hemberî zilma li ser gelê kurd dengê xwe dernexistine. Tu reaksîyonek li hemberî komkujiyên ku gelê kurd têre derbas bûne nîşan nedane. Êrişên rejîma Îranê yên li ser Kurdistanê heya îro di çarçoveya 'ewlehiyê' de dinirxandin û bi awayekî aşkera nebe jî bi bêdengiya xwe erê dikirin. Lê bi kuştina Jînayê re, her ferdekî li ser axa Îranê dijî, fêm kir ku tu ewlehiya zarokên wan tune ye. Anku em dikarin bibêjin di navbera îtirazên gelê kurd û gelên din ên Îranê de ferq heye lê bi van xwepêşandanan re ew îtiraz xizmetê heman armancê dikin. Ew jî guherîna pergalê ye."
 
'GEL ÊDÎ DIZANE NE USULGERAN NE JÎ ÎSLAHTALEB NE ÇARESERÎ YE'
 
Ez ji Hêvî Renc Seqiz dixwazim wê ferqa di navberê de hinekî din şîrove bike. Axaftina xwe wiha didomîne: "Gelên Îranê êdî îdrak kirin ku ew zilma li ser gelê kurd e bi hêdî hêdî ber bi wan ve jî vedigere. Ji bo gelemperiya gel, heya îro meseleya herî girîng aborî bû. Lê bi kuştina Jînayê re fêm kirin, meseleya herî girîng rûmeta her îraniyekî ye. Ev fikir belav bû. Binihêrin li Îranê Îslahtaleb (Xatemî - hêla reformîst) hene û Usulgeran (Reîsî û Xumeynî - hêla tund) hene. Êdî gel fêm kir ku çareserî ne her du hêl in jî. Carinan di navbera van hêlan de nakokî çêdibin. Lê ew nakokî li ser berjewendiyan in. Her du hêl jî berdewamiya rejîmê di bin bandora xwe de dixwazin. Di navberê de jî gel dieciqe. Bertekên gel ên li hemberî van zêde bûbûn lê nizanibûn wê çawa biherikin kolanan. Kuştina Jîna û berxwedanên gelê kurd li Rojhilat ew rê nîşanî gelên din ên Îranê da. Dirûşma Jin Jiyan Azadî jî ji ber dirûşmeke berfireh bû li derdora wê hemû îranî bûne yek." 
 
'MÊR CARA YEKEMÎN E JI BO JINAN LI KOLANAN E'
 
 
Min heya niha ev pirs ji gelek kesan kir û bersivên balkêş jî derketin. Heman pirsa "Jin Jiyan Azadî çawa ewqas bi bandor bû ku ne tenê li Rojhilat û Îranê, li seranserê cîhanê kir hemû îranî li derdora wê kom bibin" ji Hêvî Renc Seqiz jî dikim. Bersiva wî wiha bû: "Em nikarin bingeha vê fikrîyatê û keda Tevgera Azadiyê ya Kurd di avabûna Jin Jiyan Azadî de piştguh bikin. Cihekî ku ev felsefe lê dijî heye û herkesî ev yek bi çavên xwe dît. Ew der jî Rojava ye. Tevgera Azadiyê ya Kurd li Rojava modeleke wisa ava kir ku ew model ji bo hemû gelan, ji bo hemû tevgerên jinan û feminîstan bû mînak û îlham. Îran jî her çiqas weke welatekî ji cîhanê îzole tê hesibandin jî ev mînaka şênber didît û niha hêviyên ku li ser vê xakê jî ev şîn û jîn bibe pê re peyda bûn. Îranî êdî rola pêşengiya jinê dizanin û bawer in ev hêza guherandinê bi jinan re heye. Jin nîviya civakê ne û ev nîvî dizanibû êsîr e û li hemberî vê têdikoşiya. Lê êdî tiştekî nû çêbû, ew mêrê ku haya wî ji bindestiya jinê tune bû jî pê hesiya û bi jinan re ji bo heman armancê mil bi mil têdikoşe. Vê hêviyê kir ku jin û mêrên îranî li derdora dirûşma Jin Jiyan Azadî kom bibin."
 
DIRÛŞMÊN LI HEMBERÎ XAMANEY
 
Berbelavbûna dirûşma "Merg Ber Dîktator (Bimre Dîktator)" û "Merg Ber Xamaney (Bimre Xamaney) jî dipirsim ji Hêvî Renc Seqiz. Wiha dibêje: "Bi her serhildanekê re asta îtirazên gel jî zêdetir dibe. Beriya 2009'an tu kesî li hemberî Xamaney dirûşm berz nedikir. Tirseke zêde hebû. Lê bi çalakiyên 2009 û 2019'an re êdî Xamaney hêdî hêdî di dirûşman de cih girt. Di du mehên dawî de êdî ew tirs bi temamî şikiya û gel li her cihî dirûşmên li hemberî Xamaney berz dike. Ev bi tena serê xwe asta van serhildanan li ber çavan radixêre. Erê hêzên rejîmê li hemberî çalakiyan tundiyeke zêdetir dike, lê bi me xwepêşandaran re jî baweriya xwedîderketina li berxwedanê qewîtir dike."
 
'JI BO XEBATÊN BI RÊKÛPÊKTIR KOMÎTE DIVÊN'
 
Hêvî Renc Seqiz, di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan dike ku kesên heya niha pêşengiya çalakiyan kiriye gel e û wiha got: "Li Rojhilat komên rêxistinî hene û dem dem ji bo bi hev re tevbigerin lêgerînên wan jî hene. Lê heya niha encameke berbiçav derneketiye. Ji ber vê yekê ew gelê pêşengiya xwepêşandanan dike, di navbera xwe de dest bi avakirina komîteyan kiriye. Em jî li Seqizê di nava hin hewldanên wiha de ne. Di hemû hevdîtin û nîqaşên me de behsa xwerêxistinkirinê heye. Erê gel bêyî komîte hebin jî dikare tevbigere, erê mirovên ku heya îro bi tu rêxistinê re têkiliyên wan çênebûne mîna kesên bi rêxistin tevdigerin û ev kelecana mirov mezintir dike. Lê ji bo xebat birêkûpêktir bibin divê haya gelê Rojhilat ji hev hebe. Ev jî tenê bi avakirina komîteyan dibe."
 
'KESÊN VÎ GELÎ NASNAKIN VAN ÇALAKIYAN TEMENKIN DIBÎNIN'
 
Ez hin şîroveyên ku van çalakiyan temenkurt dibînin bi bîra Hêvî Renc Seqiz dixim û ew jî ji dîroka Îranê mînakan dide û wiha dibêje: "Kesên van şîroveyan dikin bawerim ne gelên Îranê ne jî kurdan nas dikin. Dibe ku dem dem ji ber tazyîka çalakiyan kêm dibe wiha difikirin. Lê ji xwe di kodên berxwedanan de ev tişt heye. Gel carinan ji bo nefes bigirin dibe li kolanan dengên xwe bilind nekin lê piştre hûnê bibînin bê dengekî hêj bilindtir derdikeve. Van du mehên me li  pey xwe hişt ev yek nîşanî me da ku gel ji ya xwe nayê xwarê. Bi gel re ew baweriya ku vê rejîmê biguherîne xurt bûye. Şoreşa 1979'an, di çend rojan de pêk nehat. Gel ji sala 1974'an ve dakete kolanan. Carinan 3 mehan ji kolanan vedikişiya, carinan di mehekê de 3 caran dadikete kolanan. Lê bênavber îtirazên xwe nîşan dan û heya encam girtin. Ev car gel di wê baweriyê de ye ku wê zûtir encam bigire. Ji ber vê yekê jî wê ji kolanan venekişe."
 
'EM NE REHBER NE JÎ ŞAH DIXWAZIN'
 
 
Hêvî Renc Seqiz li ser pirsa min a "Erê rast e gel vê pergalê naxwaze. Lê li şûna vê rejîma heyî çi daxwaz dike?" wiha dibêje: "Li Îranê muxalefeteke xurt tune ye. Seltenetxwaz hene, Cumhurîxwaz hene, Mucahîdûn hene lê bernameyeke van aliyan ya xurt tune ye. Ne alîgiran wan xurt in, ne jî hêzeke wan a berbiçav heye. Ji ber vê yekê ev hêz bi tena serê xwe weke alternatîf nayêne dîtin. Çîna burjuva ev du meh e li hemberî daxwazên gel û çalakiyan bêdeng e. Newêre aliyê xwe diyar bike. Lewre pêşerojê nabîne û tirs dibe sedem helwesta xwe aşkere bike. Çalakî û serhildan wê rêyeke nû jî vekin. Mînak dema Şah têk çû Şûrayeke demkî hatibû avakirin. Niha jî hêzên li derveyî Îranê di nava lêgerîneke wiha de ne. Derdorên faşîzan û berjewendîparêz vê yekê sabote dikin. Seltenetxwaz dixwazin careke din Şah bînin. Lê ev yek di rojeva gel de tune ye. Lewre vî gelî ji Şah jî gelek kişandiye. Gelê kurd bi tu awayî Şah naxwaze. Ger weke farisekî bifikirim nikarim vî tiştî qebûl bikim şahek li ortê be û ez li derdorê wî bîm. Heya niha jî gişt aliyan hêj negihîştine wê astê ku tev hevsengên hev bin. Ji ber her kom berjewendiyên xwe difikire tevgereke hevpar jî dernakeve. Lê gel dixwaze herkes berjewendiyên xwe deyne aliyekî û berjewendiyên gel esas bigire. Ger ev nebe ditirsim têkçûyîna rejîmê demdirêjtir bidome."
 
'JI SEDÎ 60'Î ÇALAKGERAN CIWAN IN'
 
Hêvî Renc Seqiz, der barê beşdariya xwendekarên dibistana amadehî û ciwanan de wiha got: "Piraniya kesên tev li çalakiyan dibin ciwan in. Hêz û îradeya wan xurtir e. Ji ber weke mirovên navsere, rasterast zilm û îşkenceya vê rejîmê nedîtine bêtirs in. Ez dikarim bibêjim ku ji sedî 60'ê çalakgeran ev ciwanên bêtirs in. Ji sedî 20'ê çalakgeran, ew kesên ruhên wan birîndar in, ku gelek zilm dîtine û kezeba wan şewitiye. Ji sedî 20'ê din jî yên ku li gorî gelemperiyê tevdigerin û dixwazin rejîm biguhere."  
 
ÎNTERNET QUT DIKIN VPN BI KÊR NAYÊN
 
Hêvî Renc her wiha balê dikişîne ser qutkirina înternetê jî û wiha axaftina xwe didomîne: "Ev yek problemeke mezin e. Wi-fi kêmek be jî ji înterneta telefona çêtir e lê ew jî carinan bi tevahî tê qutkirin. Ji ber hemû malper û sepan qedexe ne bi rêya VPNyan gel dixwaze vê yekê bişkîne lê ew jî nabe çareserî. Ji xwe em nikarin bikevin sepanên ku VPN'yan dadixînin. Welatî VPN'ên xwe bi riya bluetooth û bernameyên parvekirinê bi hev re parve dikin. Lê ew jî demkurt e. Zû tên tespîtkirin û bêbandor dihêlin. Ligel vê yekê jî gel, ji bo di nava têkiliyê de be, ligel ku ne ewle ye jî bi riya telefonê lihev digerin û dibine xwedî agahî."
 
'DIVÊ DINYA FERQ NEXE NAVBERA ÇAVŞÎN Û ÇAVREŞAN'
 
Hêvî Renc Seqiz, di dawiya axaftina xwe de bang li hemû gelên Îranê, çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê dike û wiha dibêje: "Ez dixwazim herkes piştgirî bide gelên ku li rûmeta xwe xwedî derdikevin. Em dizanin rojavayê Kurdistanê bi dil û can bi me re ye. Em xwepêşandanên wan ên girseyî jî dibînin. Li bakurê Kurdistanê kêm be jî dengderxistinek heye. Divê zêdetir piştgirî bidin. Her wiha pêdiviya me bi piştgiriya Başûr jî heye. Hêvî dikim ew jî di asta Rojava de piştgirî bidin. Ji bo hemû cîhanê jî banga min ew e ku tu ferq di navbera çavşînên Ukrayna û çavreş û çavqehweyiyên Îranê de tune ye. Ji bo wê ferq û meyliyê deynine aliyekî û piştgiriya vî gelî bikin."
 
Sibê: Li paytexta Îranê Tehranê rewş çiye? 
 
MA / Abdurrahman Gok

Sernavên din

04/12/2022
12:16 Berxwedana ‘Jin, jiyan, azadî’ di hefteya 12’an de didome
12:10 Rojnameger Ermîş: Heke dewleta tirk êriş bike dê vêcarê têk biçe
11:12 Li Rihayê teqîn çêbû
11:07 Dewleta tirk êrişî Til Temirê dike
11:03 Hinceta girtina jinên TJA’yî: Kirariyên bankgêriyê tune ne
10:32 Hevserokên KNK’ê yên nû diyar bûn
10:26 'Girtîgeh veguherîne qadên îşkencexaneyê’
10:10 MKGP û DFG çûn serdana rojnameger Tûrfent
09:54 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: CPT parçeyeke konsepta tecrîdê ye
09:03 Jin li dijî polîtîkayên qeyûman xwe birêxistin dikin: Em ê qeyûman ji Kurdistanê derxînin
09:02 Ji CPT'yê bersiveke xumam: Me li Îmraliyê hem hevdîtin kir hem jî nekir!
09:02 Şaredariya AKP'î îhale da xizmê endamê AKP'î yê meclisa şaredariyê
09:01 Hevjînê wê di dema rizgarkirina Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû: Çi karê Tirkiyeyê li Kobanê heye?
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2022'YAN
03/12/2022
19:31 Li aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
19:06 Li Rihayê jinek hat kuştin
17:02 Dema binçavkirina Şadiye Manap cara duyemîn hat dirêjkirin
16:52 Midurê Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê yê Îdirê yê berê ji peywîrê hate dûrxistin
16:35 Erdogan, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt
16:18 Walîtiyê hêceta qedexekirina çalakiyan spart nûçeyên ANF’a ku qedexe kiriye
16:17 KNK'ê li dijî êrîşan û tecrîdê deklarasyona hevpar weşand
15:58 Ciwanan bang kir: Werin em di bin banê MXD’yê de bibin yek
15:43 Ji bo girtiyê nexweş ê 74 salî banga berdanê hat kirin
15:30 Hat xwestin ku girtiyê nexweş Kirtay bê berdan
14:52 Komxebata Meclisa Xwendekarên Demokratîk: Wê ciwan li dijî tecrîd, dagirkerî û kîmyasalê li ber xwe bidin
14:51 Şenyaşar: Hişmendiya ku bêedaletiyê nebîne wê winda bike
14:26 ÎHD’ê û Malbatên Windakiriyan aqûbeta Togcû û Degîrmencî pirsîn
14:07 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
13:45 Li ber rojnameya hat bombekirin gazî kirin: Em ê bêdeng nebin
13:04 Başaran: Jinek tenê jî bimîne wê têkoşîna me berdewam bike
12:45 Doza Dîlan Kortak: Lêpirsîn bêalî nayê birêvebirin
12:16 Li Îmraliyê sohbet qedexe ye
11:14 Swêdê Mahmût Tat radestî dewleta tirk kir
11:09 Di Doza Kobanê de biryara navberê hate dayîn: Daxwazek jî nehate qebûlkirin
10:42 Luqman Werdî: Dewleta tirk axa Kurdistanê dagir dike
09:49 Xalid: Tirkiye dixwaze tevahiya Sûriyeyê dagir bike
09:04 Ji Weşanxaneya Wardozê 3 berhemên nû derketin
09:03 Xebatkarên navenda bangawaziyê li dijî kedxwariyê xwe birêxistin dikin
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2022'YAN
08:54 8 aktivîstên TJA’yê hatin girtin
08:47 Ji bo aktivîstên TJA’yê daxwaza girtinê kirin
08:22 Ektî ya li Edliyeya Enqereyê rewşa wê nebaş bû rakirin nexweşxaneyê
02/12/2022
23:09 Balafirên şer ên Rûsyayê Efrîn û Marê bombe kirin
23:02 Çelîk ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket li Amedê bi tilîliyan hat pêşwazîkirin
21:15 Gumuş ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, bi tilîliyan hat pêşwazîkirin
21:09 Cenazeyê Mûsalo li Wanê hat veşartin
17:11 'Ji bo aştiyeke nirxdar pêk were divê tecrîd bi dawî bibe'
16:35 Ji bo endama YJA-Starê Alkanê şîn hat danîn
16:28 Cenazeyê Musalo piştî 116 rojan radestî malbata wî hat kirin
15:53 Li Rihayê qedexeya çalakiyan hate şermezarkirin
15:33 Jina ku hate îdiakirin întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
15:22 Şîna endama YJA Starê Alkan hate danîn
15:18 Li herêma Omeryanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:17 Odeya Bijîşkan a Amedê xwest Dr. Demîr bê berdan
15:16 Baroya Sêrtê ji bo betalkirina biryara ‘qedexeyê’ doz vekir
15:04 Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê: Jinên binçavkirî tavilê berdin
15:00 HDK’ê li dijî tecrîdê banga ‘têkoşîna yekgirtî’ kir
14:47 Di doza ‘îstîsmara zayendî’ de daxwazên girtinê nehate qebûlkirin
14:29 Balafirên dewleta tirk li Şarbajêr komeke sivîlan bombebaran kirin
14:16 Îdianameya derheqê Fîncanci de hate qebûlkirin
14:13 Girtîgeha Panosê ji malbata Tekîn re nabêje bê ka sewqî kîjan girtîgehê kirine
13:59 FES’ê serdana HDP’ê kir
13:54 Doza Kobanê: Di mutalaayê de derheqê Kişanak de tespîtek nehatiye kirin
13:32 Jinan îfade neda Midûriyeta Polîsan a Enqereyê
13:23 CÎMER’ê bersiv neda serlêdana têkildarî CPT’yê!
13:23 Hewl dan Yuksel a ku 5 sal berê miriye jî binçav bikin!
13:02 105 parêzeran ji bo tecrîdê serî li Baroya Amedê dan
12:46 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:45 Erişa bombeyî ya li dijî Ozgur Ulkeyê dê bê şermezarkirin
12:07 Li Girtîgeha Tarsûsê ya Jinan nameyên girtiyan tên desteserkirin
11:55 Ferît Şenyaşar: Erdogan neçare vê dayikê bibîne
11:53 Dema binçavkirina Manap a 30 sal in girtî ye hate dirêjkirin
11:29 Aydenîz: Heke dengê Abdullah Ocalan bê bihîstin dê aloziyên heyî bi dawî bibin
11:10 Hiqûqnasên rojavayî li dijî çekên kîmyewî ketin nava liv û tevgerê
10:52 Rojnamevan 35 roj in girtî ne: Dozger bi destûr e
10:50 Daxwaza vekirina Cemiyeta Rojnamegerên Azad nehat qebûlkirin
10:36 Penaberekî li ser sînor ji sermayê jiyana xwe ji dest da
10:14 Aksu yê ekolojîst: Şer, erdnîgariya Kurdistanê jehrî dike
09:55 CPT ya ku 2 hezar û 394 km dûr e çû Îmraliyê lê destûr nadin hevdîtina parêzerên ku 124 km dûr in
09:54 Aydin: Heta ku dev ji tecrîdê bernedin dê alozî bi dawî nebe
09:53 Rêveberiya Herêmî ya HDP'ê ji bo diyarkirina stratejiya hilbijartinan li Silopiyayê dicive
09:24 HSD’ê têkildarî kuştina El Qureyşî daxuyanî da
09:07 Mehmet Ocalan: Divê dewlet 'protestokirina CPT'yê' esas bigire
09:06 Girtiyê nexweş ku cezayê wî 2 caran hatiye xerakirin, nayê berdan
09:05 Cerdevanan bi çakûçan êriş birine ser wî
09:02 Gelên Îranê bi biryar in ku riya ji Înkilabê diçe Azadiyê vekin!
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2022'YAN
01/12/2022
20:32 Ji bo Fîncanciyê Nobeda Azadiyê
18:23 Tirkiyeyê li Eyn Îsayê mizgeftek bombeberan kir
18:15 Binçavkirina jinan şermezar kirin: Em ê tim bibêjin 'jin, jiyan, azadî'
18:04 Demîrtaş: Ocalan bi mîsyona xwe dikare bandorê li siyaseta Rojhilata Navîn bike
17:08 Jinan bi vîdeoyekê banga ‘Ji şer re Na’ kirin
17:07 Li Qamişloyê bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:51 Ji bo Abdullah Ocalan serî li Baroya Êlihê dan
16:48 Li Girtîgeha Eregliyê 3 girtiyên din jî tev li çalakiya greva birçîbûnê bûn
16:29 Têla direhî xistin ber paceyên Girtîgeha Dumluyê
16:24 Partî û saziyên kurd dê li dijî tecrîdê li Amed û Wanê bi girseyî bimeşin
16:20 Ji Fîncanci name: Min weke pispora tipa edlî nirxandin kir
15:46 Ji bo civîna gel a Tifaqa Ked û Azadiyê ya Edeneyê bang hat kirin
15:36 Manap ku 30 sal bûn di girtîgehê de dema ji girtîgehê derketî hate binçavkirin