Parlamenterê HDP'ê Taşçier: Divê hemû aştîxwaz li dijî vî şerî rabin

  • rojane
  • 09:07 1 Kanûn 2022
  • |
img
AMED - Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier der barê êrişên dewleta tirk de ên li dijî Rojavayê destnîşan kir ku sedema êrişan tunekirina destkeftiyên kurdan in û got: “Kurd û gelên din li wir xweseriya xwe ava kirin. Dewleta Tirkiye jî dixwaze vê statuyê hilweşîne. Divê hemû aştîxwaz li dijî vî şerî rabin.”
 
Êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê 12 roj li pey xwe hiştin. Ji çar aliyên Kurdistanê û derveyî welêt li dijî şer bertekên tund berdewam dikin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyandibû ku dewleta tirk nexweşxane û xwaringehan bombe dike û sûcên şer dike. Lê tevî daxuyaniya Rêveberiya Xweser û dimênên belav bûne jî qada navneteweyî li dijî vê yekê bêdeng e. Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan jî çend roj berê di daxuyaniya xwe de nîşan da bû ku êrişên dewleta tirk dê bi awayekî berfireh bidomin. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Îmam Taşçier der barê êrişên dewleta tirk de ji ajansa me re axivî.
 
Îmam Taşçier bi lêv kir ku armanca Tirkiyeyê destkeftiyên kurdan in û wiha axivî: “Kurd û gelên din li wir xweseriya xwe ava kirin. Dewleta Tirkiye jî dixwaze vê statuyê hilweşîne. Dema DAÎŞ derket, bi taybetî êrişî kurdan kir. Ew jî nîşan dide ku planeke qirêj li ser axa kurdan tê meşandin. Ji şerê cihanê yê yekemîn heta niha li ser axa Kurdistanê şerek heye, dixwazin kurd li ser axa xwe bi awayekî azad nejîn. Çend sal berê dema Tirkiyeyê êrişî Efrînê kir, dîsa li Tirkiyeyê heman lîstik hatin lîstin. Wê demê MÎT'a Tirkiyeyê got, 'em dikarin biçin Rojavayê, ji wî aliyî ve bombeyekê biavêjin û êrişî Rojavayê bikin. Îro heman tişt kirin. Li Îstiklalê bombeyek teqiya. Tevî ku kes lê xwedî derneket û jina ku ew bombe li wir danî 3 birayên wê di nava DAÎŞ’ê de hatine kuştin û birayekî wê di nava OSO'yê de fermandar e jî, ji xwe re teqîna Îstîklalê kirin hincet û êrişî Rojavayê kirin. Desthilata AKP-MHP'ê her tim dibêjin em dê êrişî Rojavayê bikin, niha Rojava jî di nava sînorên Suriyeyê de ye, dewleta Tirkiyeyê bi vê êrişê axa Suriyeyê jî dagir dike. Çawa ku Efrîn dagir kir, niha jî dixwaze Koban û Minbicê dagir bik. Li wir jî kurd dijîn.”
 
‘KURD NÊZÎKÎ STATUYE NE’
 
Taşçier bal kişand ser gotinên Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan jî ku gotibû, "Ew der ne cihê kurdan e, lê yê ereban e, ji ber ku wir çol e" û wiha pê dê çû: “Yanî xwe ew qas desthilat dibînin ku dibêje kî li ku derê dikare bijî, divê ez diyar bikim. Sedema wan êrişên ku niha li Rojavayê tên kirin, ew e ku kurd li ser axa xwe bi awayekî azad nejîn û nebin xwedî statu. Heke kurd li Antarktîkayê bin jî û li wir statuyekö ava bikin, dê AKP-MHP êriş bike. Yanî dijmanatiyeke wisa li ser kurdan heye. Desthilatdariya Tirkiyeyê ji kurdan re dibeje yan  hûn ê têkevin bin destê min an jî ji we re jiyan tune ye. Lê li her çar aliyên Kurdistanê jî kurd ji nêzî statuyê ne. Bawerim di demeke nêz de kurd ê li ser axa xwe xwedî statu bin û dê xweser bin.”
 
‘NÎJADPERESTIYA LI DIJÎ KURDBÛNE YE’
 
Taşçier têkildarî bêdengbûna partiyên muxalif jî wekî "nîjadperesetiya li dijî kurdbûnê" pênasekir û ev tişt gotin: “Ji bilî HDP û tifaqên HDP'ê hemû partiyên ku ji xwe re dibêjin em muxalif in piştgirî dan desthilatdariya AKP-MHP'ê, hemû jî alîgirên vê êrişê ne. Fikir û ramanên wan jî wekî yên AKP-MHP'ê ne. Dema mijar dibe kurd, ji bilî tifaqên HDP'ê hemû partiyên ku ji xwe re dibêjin em muxalif in bi AKP-MHP'ê re dibin yek. Ne tenê îro  ji avabûna Komara Tirkiyeyê heta niha ev wisa ye. 6 sal berê dema li dijî HDP'ê êriş hat destpêkirin û fezlekeyên me anîn meclîsê hemû muxalefetê ji bo AKP-MHP'ê deng da. Ew jî girêdayî nîjadperestiya li dijî kurdbûnê ye. Daxwaza kurdan ew e ku li ser axa xwe bi awayekî azad bijîn û hemû neteweyan çi mafê wan hebin, heman mafan dixwazin. Lê ew jî dibêjin tu mafê we tune ye, divê em wê bi rê ve bibin."
 
BÊDENGIYA DEWLETÊN NAVNETEWEYÎ
 
Di berdewama axaftina xwe de Taşçier der barê bombekirina nexweşxaneyên Rojavayê de jî anî ziman ku ev li dijî hiqûqê ye û bêdengbûna qada navneteweyî wiha rexne kir: “Dewletên navneteweyî li gorî hêzê alikariya dewletan dikin. Îro di şer de ku li Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê tê meşandin çekên ku li gorî zagonên navneteweyî qedexe ne tên bikaranîn, sûcên şer tên kirin; wekî nexweşxane, depoyên xwarinê tên bombekirin. Lê qada navneteweyî bêdeng e. ABD û Rûsya jî li Rojavayê ne, lê ew jî li dijî vê yekê bedeng in. Divê li dijî vî şerê li dijî hiqûqê derketana, lê heta kurd li ser axa xwe xweser nebin qada navneteweyî dê li dijî wan sûcan bêdeng be. Li ku şer hebe, em li dij radibin. Bi milyonan kes di şerê Ukrayna û Rûsyayê de perîşan bûn, şer ji bo sivîlan perîşanbûn e. Ji ber wê em wekî HDP'ê li ser rûyê dinayayê û Kurdistanê li dijî şer in. Lê heke şer hebe jî divê sivîl neyên qetilkirin, çekên ku di dinyayê de hatine qedexekirin neyên bikaranîn. Lê heke hat bikaranîn jî divê dewletên ku ew çek qedexekirin e hesab bipirsin.”
 
‘DIVÊ HEMÛ SAZÎ LI DIJÎ ŞER DERKEVIN’
 
Di dawiya axaftina xwe de Taşçier anî ziman ku divê kurd li dijî şer bi yekitî û yekrêzî tevbigerin û axaftina xwe wiha bi dawî kir:  Kurd li ku dijîn bila bijîn divê li dijî şer yek bin. Heke kurd yekîtiya xwe ava bikin, dinya jî dê ji kurdan re rêzê bigire. Heke yekîtiya kurdan tune be êriş jî dê li ser axa kurdan her tim hebin. Divê hemû saziyên civakî, saziyên aştîxwaz li dijî şer dengê xwe bilind bikin û bi hev re bi awayekî rexistinî li dijî vî şerî rabin. Şebnem Korûr Fîncanci çawa li dijî bikaranîna çekên kîmyewî rabû hat girtin û niha di zindanê de ye. Divê hemû kes li dijî şer rabe. Divê nebêjin ew şer li wir derketiya, ji min re çi ji ber ku heke şer îro wir bişewitîne sibê dê were vir. Ew şer ji aliyê aborî û demokrasiyê bandor li ser gelên Tirkiyeyê dike. Lewma divê aştîxwazên Tirkiyeyê, saziyên Tirkiyeyê û hemû cihanê li dijî şer rabin."
 
MA /Mahmût Altintaş

Sernavên din

04/12/2022
12:16 Berxwedana ‘Jin, jiyan, azadî’ di hefteya 12’an de didome
12:10 Rojnameger Ermîş: Heke dewleta tirk êriş bike dê vêcarê têk biçe
11:12 Li Rihayê teqîn çêbû
11:07 Dewleta tirk êrişî Til Temirê dike
11:03 Hinceta girtina jinên TJA’yî: Kirariyên bankgêriyê tune ne
10:32 Hevserokên KNK’ê yên nû diyar bûn
10:26 'Girtîgeh veguherîne qadên îşkencexaneyê’
10:10 MKGP û DFG çûn serdana rojnameger Tûrfent
09:54 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: CPT parçeyeke konsepta tecrîdê ye
09:03 Jin li dijî polîtîkayên qeyûman xwe birêxistin dikin: Em ê qeyûman ji Kurdistanê derxînin
09:02 Ji CPT'yê bersiveke xumam: Me li Îmraliyê hem hevdîtin kir hem jî nekir!
09:02 Şaredariya AKP'î îhale da xizmê endamê AKP'î yê meclisa şaredariyê
09:01 Hevjînê wê di dema rizgarkirina Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû: Çi karê Tirkiyeyê li Kobanê heye?
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2022'YAN
03/12/2022
19:31 Li aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
19:06 Li Rihayê jinek hat kuştin
17:02 Dema binçavkirina Şadiye Manap cara duyemîn hat dirêjkirin
16:52 Midurê Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê yê Îdirê yê berê ji peywîrê hate dûrxistin
16:35 Erdogan, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt
16:18 Walîtiyê hêceta qedexekirina çalakiyan spart nûçeyên ANF’a ku qedexe kiriye
16:17 KNK'ê li dijî êrîşan û tecrîdê deklarasyona hevpar weşand
15:58 Ciwanan bang kir: Werin em di bin banê MXD’yê de bibin yek
15:43 Ji bo girtiyê nexweş ê 74 salî banga berdanê hat kirin
15:30 Hat xwestin ku girtiyê nexweş Kirtay bê berdan
14:52 Komxebata Meclisa Xwendekarên Demokratîk: Wê ciwan li dijî tecrîd, dagirkerî û kîmyasalê li ber xwe bidin
14:51 Şenyaşar: Hişmendiya ku bêedaletiyê nebîne wê winda bike
14:26 ÎHD’ê û Malbatên Windakiriyan aqûbeta Togcû û Degîrmencî pirsîn
14:07 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
13:45 Li ber rojnameya hat bombekirin gazî kirin: Em ê bêdeng nebin
13:04 Başaran: Jinek tenê jî bimîne wê têkoşîna me berdewam bike
12:45 Doza Dîlan Kortak: Lêpirsîn bêalî nayê birêvebirin
12:16 Li Îmraliyê sohbet qedexe ye
11:14 Swêdê Mahmût Tat radestî dewleta tirk kir
11:09 Di Doza Kobanê de biryara navberê hate dayîn: Daxwazek jî nehate qebûlkirin
10:42 Luqman Werdî: Dewleta tirk axa Kurdistanê dagir dike
09:49 Xalid: Tirkiye dixwaze tevahiya Sûriyeyê dagir bike
09:04 Ji Weşanxaneya Wardozê 3 berhemên nû derketin
09:03 Xebatkarên navenda bangawaziyê li dijî kedxwariyê xwe birêxistin dikin
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2022'YAN
08:54 8 aktivîstên TJA’yê hatin girtin
08:47 Ji bo aktivîstên TJA’yê daxwaza girtinê kirin
08:22 Ektî ya li Edliyeya Enqereyê rewşa wê nebaş bû rakirin nexweşxaneyê
02/12/2022
23:09 Balafirên şer ên Rûsyayê Efrîn û Marê bombe kirin
23:02 Çelîk ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket li Amedê bi tilîliyan hat pêşwazîkirin
21:15 Gumuş ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, bi tilîliyan hat pêşwazîkirin
21:09 Cenazeyê Mûsalo li Wanê hat veşartin
17:11 'Ji bo aştiyeke nirxdar pêk were divê tecrîd bi dawî bibe'
16:35 Ji bo endama YJA-Starê Alkanê şîn hat danîn
16:28 Cenazeyê Musalo piştî 116 rojan radestî malbata wî hat kirin
15:53 Li Rihayê qedexeya çalakiyan hate şermezarkirin
15:33 Jina ku hate îdiakirin întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
15:22 Şîna endama YJA Starê Alkan hate danîn
15:18 Li herêma Omeryanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:17 Odeya Bijîşkan a Amedê xwest Dr. Demîr bê berdan
15:16 Baroya Sêrtê ji bo betalkirina biryara ‘qedexeyê’ doz vekir
15:04 Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê: Jinên binçavkirî tavilê berdin
15:00 HDK’ê li dijî tecrîdê banga ‘têkoşîna yekgirtî’ kir
14:47 Di doza ‘îstîsmara zayendî’ de daxwazên girtinê nehate qebûlkirin
14:29 Balafirên dewleta tirk li Şarbajêr komeke sivîlan bombebaran kirin
14:16 Îdianameya derheqê Fîncanci de hate qebûlkirin
14:13 Girtîgeha Panosê ji malbata Tekîn re nabêje bê ka sewqî kîjan girtîgehê kirine
13:59 FES’ê serdana HDP’ê kir
13:54 Doza Kobanê: Di mutalaayê de derheqê Kişanak de tespîtek nehatiye kirin
13:32 Jinan îfade neda Midûriyeta Polîsan a Enqereyê
13:23 CÎMER’ê bersiv neda serlêdana têkildarî CPT’yê!
13:23 Hewl dan Yuksel a ku 5 sal berê miriye jî binçav bikin!
13:02 105 parêzeran ji bo tecrîdê serî li Baroya Amedê dan
12:46 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:45 Erişa bombeyî ya li dijî Ozgur Ulkeyê dê bê şermezarkirin
12:07 Li Girtîgeha Tarsûsê ya Jinan nameyên girtiyan tên desteserkirin
11:55 Ferît Şenyaşar: Erdogan neçare vê dayikê bibîne
11:53 Dema binçavkirina Manap a 30 sal in girtî ye hate dirêjkirin
11:29 Aydenîz: Heke dengê Abdullah Ocalan bê bihîstin dê aloziyên heyî bi dawî bibin
11:10 Hiqûqnasên rojavayî li dijî çekên kîmyewî ketin nava liv û tevgerê
10:52 Rojnamevan 35 roj in girtî ne: Dozger bi destûr e
10:50 Daxwaza vekirina Cemiyeta Rojnamegerên Azad nehat qebûlkirin
10:36 Penaberekî li ser sînor ji sermayê jiyana xwe ji dest da
10:14 Aksu yê ekolojîst: Şer, erdnîgariya Kurdistanê jehrî dike
09:55 CPT ya ku 2 hezar û 394 km dûr e çû Îmraliyê lê destûr nadin hevdîtina parêzerên ku 124 km dûr in
09:54 Aydin: Heta ku dev ji tecrîdê bernedin dê alozî bi dawî nebe
09:53 Rêveberiya Herêmî ya HDP'ê ji bo diyarkirina stratejiya hilbijartinan li Silopiyayê dicive
09:24 HSD’ê têkildarî kuştina El Qureyşî daxuyanî da
09:07 Mehmet Ocalan: Divê dewlet 'protestokirina CPT'yê' esas bigire
09:06 Girtiyê nexweş ku cezayê wî 2 caran hatiye xerakirin, nayê berdan
09:05 Cerdevanan bi çakûçan êriş birine ser wî
09:02 Gelên Îranê bi biryar in ku riya ji Înkilabê diçe Azadiyê vekin!
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2022'YAN
01/12/2022
20:32 Ji bo Fîncanciyê Nobeda Azadiyê
18:23 Tirkiyeyê li Eyn Îsayê mizgeftek bombeberan kir
18:15 Binçavkirina jinan şermezar kirin: Em ê tim bibêjin 'jin, jiyan, azadî'
18:04 Demîrtaş: Ocalan bi mîsyona xwe dikare bandorê li siyaseta Rojhilata Navîn bike
17:08 Jinan bi vîdeoyekê banga ‘Ji şer re Na’ kirin
17:07 Li Qamişloyê bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:51 Ji bo Abdullah Ocalan serî li Baroya Êlihê dan
16:48 Li Girtîgeha Eregliyê 3 girtiyên din jî tev li çalakiya greva birçîbûnê bûn
16:29 Têla direhî xistin ber paceyên Girtîgeha Dumluyê
16:24 Partî û saziyên kurd dê li dijî tecrîdê li Amed û Wanê bi girseyî bimeşin
16:20 Ji Fîncanci name: Min weke pispora tipa edlî nirxandin kir
15:46 Ji bo civîna gel a Tifaqa Ked û Azadiyê ya Edeneyê bang hat kirin
15:36 Manap ku 30 sal bûn di girtîgehê de dema ji girtîgehê derketî hate binçavkirin