Hilbijêrên kurd: Vekirina deriyê Îmraliyê wê veguhere çerxeke jiyanî

  • rojane
  • 09:01 6 Kanûn 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Hevşaredarên HDP'î, hevşaredarên qeyûm tayinî şûna wan hatine kirin û siyasetmendaran diyar kir ku bi girankirina tecrîdê re şer, alozî û pirsgirêkên civakî zêde dibin û gotin: "Ji bo domandina desthilatdariya AKP û MHP'ê qifla aştiyê nayê vekirin. Li dijî vê jî divê ku hemû argumanên hiqûqî yên li dijî tecrîdê bên bikaranîn."
 
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her diçe girantir dibe. 619 roj in tu xeber ji Ocalan nayê girtin. Komîteya Pêşîgirtina Li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT), di navbera 20-29'ê Îlonê de serdana Tirkiyeyê kiribû. CPT'yê di vê serdana xwe de daxuyandibû ku çûye Girtîgeha Îmraliyê jî û li vir hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim re kiriye. Parêzerên Ocalan jî ragihandibûn Ocalan hevdîtina bi Komîteya Pêşgirtina Li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) re qebûl nekiriye. 
 
Hevşaredarên HDP'î der barê tecrîda girankirî ya li ser Ocalan de axivîn.
 
'DIVÊ HEMÛ KES DENGÊ XWE BILIND BIKE'
 
Hevşaredarê Geverê yê Colemêrgê Îrfan Sari ku qeyûm tayinî şûna wî hatiye kirin diyar kir ku bi girankirina tecrîdê re aloziyên civakî jî mezin dibin û wiha axivî: "Beriya her tiştî tecrîda li ser mirovan nayê qebûlkirin û jiyana mirovan nayê tecrîdkirin. Tecrîda li ser birêz Ocalan dikare hemû şîfre û hevkêşeyan biguherîne. Ji ber ber ku wekî rêberê gelekî tê qebûlkirin, civak bertek nîşanî tecrîda li ser wi dide. Ez di wê baweriyê de me ku dema bi birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin, gb pirsgirêka murd a li Tirkiyeyê bê çareserkirin û wê pirsgirêkên Rojhilata Navîn jî ji holê rabin. Di vî warî de vekirina deriyê Îmraliyê wê veguhere çerxeke jiyanî û bi awayekî erênî bandorê li hemû qadên civakê bike. Em di rewşeke wiha de ne ku li Tirkiyeyê hemû geşedanên aborî, civakî û siyasî neyînî ne û enflasyon zêde dibe. Li hemû girtîgehan tecrîdeke siyasî heye, cenazeyên girtiyan ji girtîgehan derdikevin û îşkence zêde dibe. Îşkence li kolanan zêde dibe û êdî li kolanan reaksîyoneke demokratîk tune ye. Vekirina deriyên Îmraliyê ji bo jiholêrakirina vê zilmê wekî şansekê tê dîtin. Bi vê ve girêdayî ji hemû beşên civakê daxwazeke wiha heye. Divê ev esas bê girtin û pêdiviya civakê jî bi vê heye."
 
'ÎKTÎDAR NAXWAZE QIFLA AŞTIYÊ VEBE'
 
Sari di berdewama axaftina xwe de got kudesthilata AKP û MHP'ê ji demokrasiyê ditirse û wiha domand: "Li Tirkiyeyê îqtîdara AKP-MHP’ê êdî nikare hilberîne û tiştekî ku bide civakê nemaye, hemû êrîşên xwe yên  li ser ol, nasname û aîdiyetê ji xwe re kirine malzemeyeke siyasî. Polîtîkayên wan li ser aloziyê ne. Ji ber vê yekê di hevdîtina bi Ocalan re tê dîtin ku demokrasî pêş bikeve. Zexta li cîhanê jî di vî warî de ye. Konseya Mafên Mirovan a Ewropayê jî ji bo muzakereyan bang kir, lê nehatin bicihanîn. Ji ber ku hemû sîyaseta welat di vî warî de ye. Ji bo desthilatdariya xwe bidomîne, divê qifla aştiyê neyê vekirin. Ji ber vê jî divê hemû argumanên hiqûqî yên li dijî tecrîdê bên bikaranîn. Di vê çarçoveyê de divê mirov bikaribê dengê xwe derbixînin. Îro em vê tecrîdî ne tenê li ser birêz Ocalan, li ser hemû beşên civakê dibînin. Divê hemû beşên civakê bi awayekî demokratîk dengê xwe bilind bikin." 
 
'NEQEBÛLKIRINA HEVDÎTINÊ SEKNEKE PÎROZ E'
 
Têkildarî mijarê Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr jî anî ziman ku bi redkirina hevdîtina bi CPT'yê re peyamê dide gele kurd û ev tişt gotin: "Belê ji sala 2011'an vir ve li hemberî birêz Ocalan tecrîdek hat destpêkirin. Di serî de hevdîtinên wî yên bi parêzeran re hatin astengkirin. Ji 2011'an vir ve parezer nikarin pê re hevdîtinê bikin. Lê belê hevdîtina bi parêzerên xwe re mafê her girtiyekî ye û mafeke gerdûnî ye. Li gorî qanûnên Tirkiyeyê jî pêwîst e ku Ocalan bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike. Lê mixabin ji wê salê heta niha vê asteng dikin. Dema di wê salê de ev tecrîd li dijî Ocalan hat destpêkirin, Ocalan got, 'Ev tecrîd di şexsê min de li ser tevahiya gelê kurd tê meşandin, di şexsê min de gelê kurd tê tecrîdkirin.' Lê mixabin di wê salê de ne civaka me û ne jî pêşeng hesas nêzik nebûn. Niha jî ev tecrîd li tevahiya civakê û girtîgehan belav bûye. Di rojname û çapemeniya tirk de jî civaka kurd wekî ku tune ye û wekî ku di tecrîdê de ye tê nîşandan. Ev 20 meh in ku hevdîtin pê re nehatine kirin. Ev binpêkirina mafê mirovan e. Di pêvajoya muzakereyê de jî hat ditin ku bandoreke gelek mezin a birêz Ocalan li ser civaka kurd heye. Wexta ku ev tecrît hat rakirin wê pêşiya siyasetê bê vekirin û wê pirsgirika kurd jî bê çareserkirin. Ev sedsal in ku Komara Tirkiyeyê hemû hebûn û nebûna xwe ji bo tunekirina gelê kurd dixe meriyetê, lê belê tu encaman nagire. Îro kesê ku li ser civakê xwedî bandor birêz Ocalan e. Divê weki muxatab esas bö girtin. Ev tecrîd, tecrîda li ser gelê kurd e. Redkırına hevditina bi CPT'yê re sekneke ku divê mirov wê pîroz bike û peyamek e ji me re. Lewma divê tişta ku ji me tê xwestin, bikin." 
 
LI DIJÎ TECRÎDÊ TIFAQΠ
 
Hevşaredara Hezoya Êlihê Nazîme Avciyê jî bi lêv kir ku di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan'de tecrîd li tevahiya Rojhilata Navîn belav bûye û wiha axivî: "Tecrîd, li dijî mirovahiyê ye. Tecrîda ku îro li ser Îmraliyê tê meşandin, tesîra xwe li hemû beşên civakê dike. Ji ber ku tecrîd şer e, tecrîd kuştin e, tecrîd mirin e, bêhiqûqî û bêedeletî ye. Em dixwazin ku ev tecrîda li ser rêberê gelê kurd birêz Ocalan û gelê kurd tê ferzkirin bi dawî bibe. Mafê her kesî ye ku bi awayekî demokratîk bijî. Mafê her kesî ye ku çanda xwe, zimanê xwe biparêze. Tecrîd weke ku li ser şexsekî tê meşandin tê nîşandin, lê belê li ser tevahiya mirovahiyê tê meşandin. Her zimanek, çandek û baweriyek ji vê bandor dibe. Çawa ku ji şerekî her gelek bandor dibe, tecrîd jî tesîra xwe li ser her kesî dike. Pêwîst e ku em hemû ji bo zimanê xwe û çanda xwe têbikoşin. Bi girankirina tecrîdê mafê mirovahiyê tê xespkirin. Divê gelê kurd li hemberî tecrîdê yekîtiya xwe xurt bike. Li dewleteke ku lê hiqûq tune be, wekî din dê her tişt lê hebe û rû bide."
 
'DIVÊ BI YEK DENGÎ DAWÎ LI TECRÎDÊ BÎNIN'
 
Hevşaredara Stewra Mêrdînê Gulistan Oncuyê jî destnîşan kir ku tecrîd wêrankirina civakên Tirkiye û Kurdistanê ye û wiha axivî: "Tecrîd, ew tişt e ku tarîfa wê nayêkirin. Tecrîd, tişteke bêexleqî ye. Navekî ku tu lê bikî tune ye. Tecrîda li ser Îmraliyê jî bandora xwe li ser tevahiya cîhanê dike. Îro di her beşên civakê de tu kes nikare serê xwe rake. Ji ber ku tecrîd li hemberî fikr û nêrîna azad û jiyaneke wekhev e. Ji ber wê jî bandora xwe li ser hemû beşên civakê dike. Îro em jin li ku derê bimeşin li pêşiya me bend hene. Me ev di 25'ê Mijdarê de dît. Ev bandora xwe ji wê tecrîda girankirî digire. Dixwazin tecrîdê deynin ber vê fikra azad û wê bifetisinin. Divê li Tirkiye û Kurdistanê hemû gel li hemberî vê rabe. Hemû qadên ku xwe bi rê ve dibin tên tecrîdkirin. Ev tecrîd bandora li ser malê me û heta li xwezaya me jî dike. Divê em bi yekdengî dawiyê li tecrîdê bînin. Bi hev re dengderxistina li hemberî vê tecrîdê wê ji me re bêhnfirehiyekê bîne." 
 
'RAKIRINA TECRÎDÊ BI KÊRÎ HIKÛMETAN NAYÊ'
 
Hevşaredara Pirsûsa Rihayê Hatîce Çevîkê jî diyar kir ku tecrîd sîstemek e ku ji bo tunekirina hemû nirxên civakê hatiye avakirin û ev tişt gotin: "Tecrîd neheqî ye, derqanûnî ye. Tecrîd binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Divê mafê her girtiyî yê hevdîtinê hebe. Divê mafên girtiyan di çarçoveya mafên mirovan de hebin û pêk bên. Ji ber ku ev bi destûra bingehîn û peymanên hiqûqa navneteweyî hatiye garantîkirin. Ev kiryarên bêhiqûqî û nehiqûqî ne tenê li ser hevalên me yên li girtîgehan tê kirin, di şexsê wan de li ser hemû qadên jiyanê tecrîdek tê meşandin. Ji bo tecrîda li ser civakê bê rakirin, divê ewil ji  Îmraliyê dest pê bikin. Bi vî awayî em dikarin civakê azad bikin. Helbet tecrîd di heman demê de jî li pêşiya têkoşîna azadiya jinê asteng e. Divê ev beşa tecrîdê jî were dîtin. Niha li seranserê rojhilatê Tirkiyeyê bêedaletî, bêhiqûqî, zilm û tundî heye. Ji ber ku niha pêvajoya hilbijartinê ye, em dikarin pêşbînî bikin ku ev zilm û tundî wê zêdetir bibe. Pêvajoyeke dijwartir li benda me ye. Bêguman di vê pêvajoyê de ji bo em karibin jiyaneke wekhev û azad ava bikin divê em dev ji têkoşîna xwe bernedin û bidomînin. Em nikarin dev ji têkoşînê berdin. Lewma ji bo jiyaneke azad û wekhev ji bo gelên Tirkiyeyêpêk were, pêwîst e têkoşîna me bidome. Têkoşîna me heye ku îlham daye cîhanê. Divê em têbikoşin ku vê têkoşînê ber bi jor ve geş bikin. Ger tecrîd rabe wê gel û jin azad bibin û ev jî bi kêrî hikûmetan nayê."
 
'BI TECRÎDÊ DESKEFTIYÊN JINAN TUNEKIRIN'
 
Endama Lijneya Rêveberiya Herêmên Xwecihî ya HDP'ê Oznûr Evînê jî bi lêv kir dengderxistina li dijî tecrîdê herî zêde erka jinan e û wiha got: "Dema em behsa tecrîdê dikin, em her tim dibêjin ku ev sûc, sûcê li hemberî mirovahiyê ye. Ev tecrîd tenê di şexsê birêz Ocalan û hemû girtiyan de hatiye pêşxistin. Tecrîd tê wateya şer, tecrîd tê wateya qeyrana aborî, îzolasyon û têkçûna sîstemên demokratîk. Ji ber vê yekê em dibêjin li ser gelên Tirkiyeyê îmha heye. Di vî alî de, di warê hiqûqî de çi pêwîst be divê bê kirin. Me dît ku qeyûm bi girankirina tecrîdê re hatin û li dijî hemû destkeftiyên jinan êrîş pêk anîn. Li dijî pergala wekhev û demokratîk êrîş pêk hat. Ev jî bi tecrîdê ve girêdayî ye. Jin bi tecrîdê li malên tên hepskirin. Xebatên me yên jinan tên terorîzekirin. Ev bi tecrîdê ve girêdayî ye. Di vê yekê de, divê herî zêde jin li dijî vê yekê dengê xwe derbixînin û bilind bikin.
 
'DIVÊ EM BI HEVRE LI BER XWE BIDIN' 
 
Hevşaredara Qereçobanê Remziye Sonmezê jî da zanîn ku tecrîd yek jî amûra şer ya herî bi hêz e û got ku desthilatdar bi tecrîdê nirxên civakan tune dikin. Sonmezê destnîşan kir ku ew vê tecrîdê û vî şerî qebûl nakin û wiha got: "Me umir xelas kir, lê me xweşî nedit. Em her roj tên kuştin. Ji ber wê em daxwaz dikin ku em li hemberî vî şerê qirêj bisekinin. Ji bo rojên xweş divê tecrît bê rakirin. Ji bo rakirina vê tecrîdê jî divê deng bê derxistin. Tecrîd, bi xwe re her tiştên neyînî tîne. Tecrîd ji her tiştî re asteng e. Naxwazin tecrîtê rakin. Lê divê em bixwazin. Çawa ku me nehişt Kobanê bikeve, divê em bi hev re li hemberî tecrîdê jî li ber xwe bidin." 
 

Sernavên din

07/12/2022
09:05 Rojnamevana îranî Abasîan: Tirkiye û Îran ji bo rojnamevanan girtîgeh in
09:05 'Kovara Demeokratîk Modernîte fikrek e, nayê darizandin'
09:03 Xeber ji Abdullah Ocalan nayê girtin: Gel bi vê meşê dikare tecrîdê bişikîne
09:01 Hevşaredarên jin: Dewletê bi tayînkirina qeyûman xwe teşhîr kir
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2022'YAN
06/12/2022
19:05 KCD û DBP li Bedlîsê bi gel re civiyan
16:54 Ji HDP’ê bo MHP’ê bersiva ‘mafên mirovan’: Ne hedê we ye
16:51 HSD: Di êrişan de saziyên xizmetê hedef tên girtin
16:38 Parlamenterên AKP û Partiya ÎYÎ şer kirin
16:27 Turan ê HDP’î: Ev budçe, budçeya şer e
14:59 Nobeta Edaletê di roja 146’an de didome
14:33 ‘Li Zanîngeha Dîcleyê di asta qirkirinê de sûc tên kirin’
14:22 Bîranîna bo Bahar Hezer: Bêcezahiştin kujeran cesaret dike
14:21 Rojnamevan Tûnç beraet kir
13:42 Bi hinceta ‘fikaredar e’ nehiştin ziyaretvan biçin hevdîtina rojnameger Deger
13:01 Daxwaza betalkirina doza Aydogan hate redkirin
12:56 Malbata Şenyaşar: Heke edalet nebe herkes sûcdar e
12:44 Ji medyaya alîgir manîpulasyona ‘MÎT’ê’
12:43 Di çalakiya Nobeda Edaletê de bertek nîşanî girtina Şadiye Manap dan
12:25 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:08 Wesayîta zirxî ya artêşa tirk da ser dayikek û keça wê
12:04 Li Rojhilat û Îranê agirê azadiyê roj bi roj geştir dibe
12:01 Girtiyê bi nexweşiya penceşêrê ketiye nayê dermankirin
11:48 Eksîk ê HDP’î ku ji hêla polîsan ve hatibû îşkencekirin bang li Meclisê kir
11:35 Parêzerê Şadiye Manap: Mafê wê yê hêviyê hate binpêkirin
10:42 Di rêveberiyên herêmî de jin dê stratejiya jinûveavakirinê esas bigirin
10:29 Kamaç: Tirkiye bi polîtîkaya Rojava re dê bêçare bimîne
10:28 Rojnameger Turfent: Bêdengî jehr e, divê em vê jehra li hember çapemeniya azad ji holê rakin
10:06 Rojnameger Kasim: Ev pêvajo dê teqez bi serkeftina Rojava tacîdar bibe
09:22 Ji AKP'ê îtîrafa budçeya şer: Cebilxaneyek 5 milyon dolar e
09:03 Banga ji bo çalakiyên girseyî yên li dijî tecrîdê: Têkoşîna gel dê tecrîdê bişikîne
09:02 Li Yildirim ku yek ji kiryarên doza Mûsa Anter, ceza hat birîn
09:01 Hilbijêrên kurd: Vekirina deriyê Îmraliyê wê veguhere çerxeke jiyanî
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:24 Li Nisêbînê jinek bi çekê giran birîndar bû
05/12/2022
18:07 Sancar: Ev budçe, budçeya xatirxwestinê ya desthilatê ye
17:58 Bûldanê eşkere kir ku dê berendama wan a serokkomartiyê jin be
17:08 Doza komkujiya Pirsûsê: Ahmet Davûtoglû bînin bila dinya biheje
16:40 HSD: 51 gund, mezra û navendên bajarokan hatin bombebarankirin
16:29 Baroya Sêrtê dê mudaxilî dosyaya doza Malbata Şenyaşar bibe
16:13 Hejmara birîndarên di qezaya Alîbeykoyê de derket 33’yan
16:05 Li Berwariyê operasyona leşkerî: Nahêlin şêniyên gund ji malên xwe derkevin
15:47 Anonymous’ê malpera hikûmeta Swêdê girt
15:35 Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî teqîna li Qamişloyê daxuyanî da
15:07 DMME’yê têkildarî girtina rojnamevanan ji Tirkiyeyê parastin xwest
14:53 Li Rojhilat û Îranê greva giştî dest pê kir
14:53 Li gorî îdiaya Oktay ê AKP’î sedema krîza aborî şerê Rûsya-Ûkraynayê ye!
14:45 Platforma Şaxan a KESK’a Edeneyê ji bo mîtîngê banga tevlibûnê kir
13:51 Ferît Şenyaşar: Heta ku dayikê nebînin nikarin derkevin nava gel
13:36 DÎSK: Divê kêmtirîn mûçe 13 hezar û 200 lîre be
13:10 Dayika girtiya ku daxwaza hevdîtina bidîmen dikir jiyana xwe ji dest da
12:35 Ahura û Praksîsê bi stranekê piştevanî dan berxwedana li Rojhilat û Îranê
11:52 Ji bo MHP’ê li ser rêya astengdaran qulûbeya polîsan hat çêkirin
11:35 Girtiya ku piştî 30 salan hatibû berdan dîsa hate girtin
10:59 TUÎK’ê enflasyon weke ji sedî 84, ENAG’ê jî weke ji sedî 170 aşkere kir
10:58 Çevîrmen: Bi hincetên vala nahêlin girtî bên berdan
10:43 JINNEWS’ê çeteleya meha mijdarê parve kir: 31 jin û herî kêm 5 zarok hatin qetilkirin
10:25 Girtiyê nexweş ku bi kamerayan tê şopandin: Tiştek bi serê me were girtîgeh berpirsyar e
10:19 Ozyildiz piştî 30 salan hate Amedê
10:03 Li Qamişloyê teqîn pêk hat: Kesek birîndar bû
09:49 Hevdîtinên budçeyê dest pê dikin
09:40 Êrişên bi çekên kîmyewî di manşeta L’Humaniteyê de ne
09:39 Mahmût Tat ê Swêdê radestî dewleta tirk kir hate girtin
09:07 Hevşaredarên HDP’yî: Em ê li dijî polîtîkayên şerê taybet li dora ‘Jin jiyan azadî’ xwe bi rêxistin bikin
09:06 Endamê DÎB’ê: Tirkiye li Başûr bi ser neket niha jî êrişî Rojava dike
09:05 ‘Ne ji bo şer divê budçe ji xwendekar û welatiyan re bê veqetandin’
09:05 Başaran: Girtina aktîvîstên jin nîşan dide ku desthilatdar pir tirsiyaye
09:02 Botan: Endamên NATO'yê sûcê şer ê Tirkiyeyê dinixumînin
09:00 Alcan: Divê CPT demildest rapora xwe eşkere bike
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2022'YAN
04/12/2022
23:47 Ciwanan bi daliqandina pankart êrişan şermezar kirin
23:23 Artêşa Iraqê li DAIŞ'ê da
21:18 Êrişî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê hat kirin
19:23 Civîna Rêveberiyên Xwecihî ya HDP'ê bi dawî bû
18:24 Malbatên endamên HPG'ê: Cenazeyên zarokên me hatine şewitandin
16:54 HDP’a Kerboranê kongreya xwe li derve li dar xist: Em Rêya 3’yemîn ava dikin
16:40 Amedspor li hemberî 24 Erzîncansporê 1-2 têk çû
16:39 Li Kobanê bi hezaran kes li dijî tecrîdê meşiyan
16:23 Rewşenbîrên Başûr li dijî êrişên dewleta tirk li Silêmaniyeyê civiyan
16:05 Li Amedê jinek hat qetilkirin
15:42 Nivîskar Ozyildiz ku 30 sal piştre hate berdan: Dê azadî bi ser keve
15:25 HSD: Dewleta tirk 46 gund topbaran û bombebaran kir
15:17 TTB’ê ji bo Fîncanci banga azadiyê kir
14:58 Xwişkên cêwî Jaleh û Şîma Ibn Abbas li Îranê hatin girtin
14:33 Bedela projeya Nexweşxaneya Bajar a Amedê 4 qat zêdetir bû
14:07 Bahar Hezer li Rihayê hat definkirin
13:53 Tîryakî: Heta ku tecrîd bidome dê demokrasî neyê Tirkiyeyê
13:23 DTSO’yê tablet diyarî xwendekarên dersa kurdî hilbijartin kir
13:22 Bayram piştî 30 salan hate berdan
12:31 Ji Îranê biryara ‘polîsên exlaqê’
12:25 Malbata Şenyaşar: Ji bo Nemrûdan li Rihayê cih tune ye!
12:16 Berxwedana ‘Jin, jiyan, azadî’ di hefteya 12’an de didome
12:10 Rojnameger Ermîş: Heke dewleta tirk êriş bike dê vêcarê têk biçe
11:12 Li Rihayê teqîn çêbû
11:07 Dewleta tirk êrişî Til Temirê dike
11:03 Hinceta girtina jinên TJA’yî: Kirariyên bankgêriyê tune ne
10:32 Hevserokên KNK’ê yên nû diyar bûn
10:26 'Girtîgeh veguherîne qadên îşkencexaneyê’
10:10 MKGP û DFG çûn serdana rojnameger Tûrfent
09:54 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: CPT parçeyeke konsepta tecrîdê ye