Encamnameya Kongreya 21'emîn a KNK'ê: Dem dema yekitî û statûya Kurdistanê ye

img
NAVENDA NÛÇEYAN - KNK’ê di Encamnameya Kongreya 21’an de rewşa dawî ya her çar parçeyên Kurdistanê, herêmê û cîhanê nirxand û wiha got: “Heke em bikarin yekitiya xwe xurtir bikin, em ê bikarin statûyeke mayînde ji hemû Kurdistanê re çêkin. Ji bo vê yekê divê hemû hêz, partî, sazî û rêxistinên me û hemû gelê me yê li çar aliyê welêt, seknekî neteweyî raber bike. Bi vî rengî em ê bikarin hemû plan û projeyên dewletên dagirker ên li dijî Kurdistanê pûç bikin.”
 
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Kongreya xwe ya 21’an di navbera 2-3-4’ê kanûna 2022’yan de li Hollandayê li dar xist. KNK’ê encamnameya Kongreya 21’emîn bi raya giştî re parve kir. Di encamnameyê de êrişên li ser Kurdistanê hatin nirxandin, bal kişandin ser yekitiya neteweyî ya gelê kurd û statûya mayînde ya her çar parçeyên Kurdistanê. 
 
Encamnameya Kongreya 21’an a KNK’ê wiha ye: 
 
“Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), 21’emîn civîna Civata Gîştî ya xwe, di 2-3-4.12.2022'yan de bi beşdarbûna piraniya endaman, li welatê Hollandayê li dar xist. Li gel endaman, gelek mêhvan (serok û rêvebirên partî û saziyan û kesayetên serbîxwe) jî beşdarê civînê bûn. Li gorî rojevê roja pêşî civîn weke şêwireke neteweyî pêş ket û di encamê de, li ser rewşa Kurdistan û cîhanê deklarasyonek hate belavkirin. Ji ber sedemên vîze û sedemên burokratîk, taybetî gelek endamên li Kurdistanê (Başûr û Rojava) û yên li Rûsya, nekarîn di civînê de amade bibin. Ji ber wê li Hewlêr, li Silêmaniyê, li Qamîşlo û li Moskovê, endamên nîzingên wan herêman li salonekî kom bûn û bi rêya tûra Zoom ê beşdarê civînê bûn. 
 
Civîn, bi rêzgêrtina şehîdan û bi sirûda Ey Reqîp û bi axaftina vekirinê ji aliyê hevserokan ve hate vekirin. Li gorî rojevê, di serî de peyamên mêhvan û peyamên serok û nûnerên partiyan hatin pêşkêşkirin. Piştre rapora xebatê ya salane hate xwendin û her wiha ji aliyê Konseya Rêvebir ve li gel rapora xebatê, rewşa siyasî ya cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê, bi nivîskî hate pêşkeş kirin. Pey re, ji aliyê endaman ve nîqaşên berfireh li ser raporê hatin kirin. Piştî nîqaşan, li ser pêşniyar guhertinên peyman û peyrewa KNK’ê, li ser pêşniyar guhertinên Belgeya Stratejîk ya KNKê ku ev pêşniyar guhertin ji aliyê Konseya Rêvebir ve jibo Civata Giştî hatibûn pêşkêşkirin, nîqaş û guftûgoyên berfireh çêbûn û piştî nîqaş û pêşniyarên endaman, xalên guhertinê hatin dengdanê û hatin pejirandin. Di civînê de kar û xebat û plansaziyên 100 saliya Peymana Lozanê jî weke rojevekî hate li destgirtin. Komîteya Kar û Çalakiyên 100 Saliya Peymana Lozanê, plansaziya xwe ji Civata Giştî re pêşkêş kir û pêşniyarên endaman li ser wê plansaziyê hatin standin. Piştre gorî rojevê hilbijartina Hevserokan û Konseya Rêvebir pêkhat. Piştî hilbijartinan di xala serbest de, jibo plansaziya dema pêş pêşniyarên endaman hatin girtin û civîn bi awayeke serketî gihişte encamê.
 
Di nîqaş û nirxandinên siyasî de, pêşketinên li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û li Cîhanê, bi awayekî berfireh hatin nîqaşkirin. 
 
DEWLETA TİRK LI DIJÎ KURDAN ŞERÊ HEBÛN Û NEBÛNÊ DIKE 
 
Civata Giştî ya 21. ya KNK'ê di demeke wisa da kom bû, ku dewleta Tirkiyeyê bi hemû îmkanên xwe ve qirkirin û birandina miletê kurd û pêkhateyên Kurdistanê daye destpê kirin. Dewleta tirk, li dijî gelê me şerekî stratêjîk û plankirî dimeşîne. Dema ku mirov nexşe û plansaziya şerê dewleta tirk a li ser bakur, rojava û başûrê Kurdistanê meyze dike, pir zelal diyare ku ew dixwaze plana pratîk kirina Mîsak-î Mîllî ya sala 1920'an bêxe meriyetê û Başûr û Rojava dagir bike. Ji bo ku Mîsaqî Mîllî pêk bîne, stratejiya xwe li ser tunebûna gelê kurd avakiriye. Şerê wê yê li dijê kurdan bi hemû hêza xwe ve berdewame. Pêwîste hemû kurd bizanin ku dewleta tirk, bi kurdan re şerê hebûn û nebûnê dike.
 
Dewleta tirk ji bo êrişî rojavayê Kurdistanê bike, bi destê hêzên xwe yên tarî bi destê çeteyên xwe, li Stenbolê bombeyek teqand û gelek mirovên bê xalîxerez da kuştin. Dinya alem dizane ku eleqeya hêzên kurdistanî bi vê bûyerê re nînin. Lê dewleta tirk hema di serî de ev bûyer kire stoyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dest bi êrişan kir. Niha dîsa rojavaya Kurdistanê, di bin êrişên dewleta tirk de ye. Cerablus, Ezaz, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê têrê nekir, niha jî dixwaze Kobanê û hemû deverên din dagir bike.  Eve sê hefte ne, ji erd û ezman bombe û êgir dibarîne ser xelkên Kurdistanê. Tirkiye yê hedefa xwe hêj firehtir kiriye û çavê wê lê ye ku temamî 'binxetê' anku rojavayê Kurdistanê dagir bike.
 
Raste li rojavayê Kurdistanê êriş û tehdîdên mezin ji alê dewleta tirk ve têne. Lê problem bi wê ve sînordar nînin. Rejîma Şamê her çend lewaz be jî, heta niha bi awayekî pozîtîf nîzingê çareseriyê nebûye. Ew dixwazin hemû destketên gelê me ji nav bibin û bizivirên pergala berê. Heke rejîm problemên xwe yên devera Idlibê çareser bike, wê berê xwe bide herêmên azad ên Rojava. Ji xwe niha jî hewl didin ku probleman derxin. Di vî warî de jî, hişyarî û amadekarî pêwîstin.
 
HEKE LI ROJAVA BI SER KEVIN DÊ BERÊ XWE BIDIN BAŞÛR 
 
Rojava, di rewşeke hesas de derbas dibe. Parastina destketên şoreşa Rojava, karekî sereke ye. Weke berê ev rewş wê di rojev û plansaziya KNK'ê de cihê xwe bigre û wê bête şopandin.
 
Heke dewleta tirk li Rojava gihişte mexseda xwe, bê şik ku plana duyemîn ya vê dewleta hov, dagiriya başûrê Kurdistanê ye. Ji xwe ji sedan zêdetir binkeyên leşkerî û sîxurî li Başûr bi cih kirine û ji sînorê Rojava heta sînorê Rojhilat bi kûrahiya dehan kîlomtreyan, gelek dever dagir kirine, binkeyên leşkerî danîne û gav bi gav vê dagîriyê firehtir dike. Ji 14’ê Nîsanê ve operasyonek gelek mezin li deverên Metîna, Zap û Avaşîn dimeşîne. Di vê operasyonê de li pêş çavên cîhanê, çekên kîmyewî û hemû cure çekên qedexe kartîne. Mesele tenê hêzên gerîla nîne, ew hêcete. Niyeta dewleta Tirkiye yê têkbirina destkeftên kurd û kurdistaniyan e û vê niyeta xwe ya qirêj êdî venaşêre û bi dengekî bilind dibêje û di pratîkê da jî dike. 
 
Mixabin di operasyonên li deverên Metîna, Zap û Avaşîn û bi giştî operasyonên dewleta tirk yên li wan herêman dimeşînî de, hêza Kurdî ya ku li wê herêmê desthilatdare, şûna dijê operasyonê derkevin û li hember dagirkeran li kêleka hêzên berxwedêr cihê xwe bigre, rê li ber hêzên dewleta tirk xweş dike û hêzên berxwedêr tengav dike. Ev helwestek dijê berjewendiyên gelê kurdistanê ye û bi çi awayî nayê qebûlkirin.
 
Dewleta Tirkiyeyê bi rêveberiya Erdogan û cebheya nijadperest û faşîst ya ‘AKP-MHP’ ê, hem li nav hem jî li derve bi temamî polîtîkayeke leşkerî û dagirkerî didomîne. Erdogan û eniya xwe, seranserê Tirkiye yê kirine zindan. Ji mesrefên şer û gendeliyê, dewleta tirk krîzeke mezin ya aborî dijî. Erdogan û hevkarên xwe, daku rewşa ne asayî ya nava Tirkiye yê, krîza ekonomîk û civakî veşêrin, helwest û bertekên li hember pergala xwe ji ber çavên xelkên Tirkiyeyê birevînin, çareyê di şer da dibînin û hem li nav welêt hem jî li derveyî welêt siyaseta şer wekî bizaveke pîroz ya dînî û nijadperistî nîşan didin ku xelkê nijadperest û paşkeftî destekê bidin wan. Bi vî rengî dixwaze temenê desthilata xwe dirêj bike. Bombeya li Stenbolê hatî teqandin, ji alekî din ve despêka kampanya hilbijartina 2023'yan e. Hemû lê pirsîn û rapirsîn didin nîşan, di hilbijartinekî normal de, Erdogan û hevkarên xwe winda dikin. Jiber vê ew dixwazin weke sala 2015'an bi bombe û terorê, xelkê bitirsînin û manîpûle bikin û bi hîleyan serbikevin.
 
EM Ê LI DIJÎ ÊRIŞAN BISEKININ 
 
Em weke KNK, êrişên dewleta Tirkiyeyê yên li ser hemû Kurdistanê, bi taybetî jî yên li ser gelên Bakur û Rojhilata Suriyê, bi tundî şermezar dikin û bi hemû hêza xwe ve li hember radiwestin. Li hemberî van êrişan deng û bertekên saziyên navneteweyî û hêzên peywendîdar lewaz dibînin û rexne dikin, vê helwesta wan qebûl nakin. Bang dikin ku dijî êrişên dewleta Tirkiyeyê helwesteke xurt nîşan bidin.
 
Em êrişên dewleta Tiriyeyê yên ku bi çekên kîmyewî û çekên qedexekirî li ser hêzên gerîla bi kar tîne, bi tundî şermezar dikin. Li hemberî van çekên qedexekirî bêdengiya saziyên wek Neteweyên Yekbûyî, OPCW, Yekitiya Ewropa, Konseya Ewropa û hêzên sereke yên cîhanî, nayê qebûlkirin. Bi kar anîna van çekan sûcê li dijî mirovahiyê ye. Em van saziyan davet dikin ku bi awayekî lezgînî bi berpirsyariyên xwe ve rabin.
 
ÎRAN BER BI ŞOREŞEKE NÛ VE DIÇE
 
Li aliyê din rejîma Îranê jî di krîzek mezin de ye. Krîz hem ekonomîke hem civakî ye hem jî siyasiye. Rejîma Îranê jî, welat ji hemû neteweyên li Îranê, baweriyên cuda û ji jinan re, kiriye zindanek vekirî û li ser nefesa xelkê rûniştiye. Bi taybetî zext û zordariya li ser jinan, hingî diçe zêdetir û girantir dibe. Ev rewş êdî nayê qebûlkirin û êdî gihiştiye qonaxa serhildanê. Piştî qetilkirina keça kurd Jîna Emînî, di pêşkêşiya gelê me yê li rojhalatê Kurdistanê de, li seranserê Îranê serhildan pêkhat. Ev serhildan ev e du meh û nîvin bê navber berdewamin.
 
Rejîm bi hemû îmkan û hêzên xwe ve, bi awayekî hovane êrişê çalakvanan dike û heta niha sedan kes hatine qetilkirin, hezaran kes hatine birîndarkirin û bi deh hezaran jî hatine girtin. Lê rejîm çi bike bila bike, hêdî nikare pêşiya xelkê bigre. Rejîm bi vî rengî berdewam nake û Îran ber bi guhertinê ve, ber bi şoreşeke nû ve diçe. 
 
Rejîma Îranê, ji bo bala xelkê bikşîne derve û ji bo rewşa xwe ya xirab veşêre, meselê têxe stûyê hêzên biyanî û taybetî jî partî û rêxistinên kurdî. Jiber vê yekê, eve demeke li rojhilata Kurdistanê hêzên xwe zêdekirine û dem dem jî êrişê başûrê Kurdistanê dike. Rejîma Îranê jî, weke dewleta tirk heyînên baregehên hinek hêzên kurdî, ji êrişên xwe re dike hincet. Di vî warî de agahdarî û hevkariya Îran û Tirkiyeyê ji hev heye û amancên wan jî yek in. Armanca sereke têkbirina hemû deskeftiyên Kurdistanê ne.
 
Civîn, serhildana di pêşengiya jinan de ku rojhilata Kurdistanê dest pê kir û li seranserî Îranê belav bû, helwesteke rewa û pîroz dibîne û silav dike û piştgiriyê jêre dike. Em êrişên hêzên dewleta Îranê yên li ser jinan û bi giştî gel û xwepêşandaran, bi tundî şermezar dikin. 
 
Em êrişên dewleta Îranê yên ku li başûrê Kurdistanê li ser hêzên rojhilata Kurdistanê pêk hatin, bi tundî şermezar dikin. Bang li partî û rêxistinên siyasî, saziyên medenî, rewşenbîran û bi giştî gelê me, li hemberî êrişên dewletên Îran û Tirkiyeyê li ser bingeha yekitiya neteweyî rawestin û helwest bigrin.    
 
Başûrê Kurdistanê, deverek azadkirî û xwedî statûyek federale, ev rewş ji bo hemû kurdistaniyan hêviyeke mezine û cihê kêfxweşiyê ye. Çi dibe bila bibe divê ev destketî bê parastin û bê pêşxistin. Parastina destketiyên gelê me li Başûr, erkeke neteweyî ye. KNK, li ser parastina destketiyên Başûr hesase. Em dixwazin ev destketî firehtir bibin û bikevin xizmeta hemû kurdistaniyan. 
 
XETEREYA LI SER STATÛYA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ 
 
Rewşeke ne diyar li seranserî Iraqê heye û ev rewş ji bo statûtaya Kurdistan jî xetereyan bi xwe re tîne. Ji ber ku Iraq di nava qeyranek mezin de ye, gelek destên biyanî jî dikevin nava Iraqê. Piştî hilbijartinan encax di nava salekê de serokomar hate hilbijartin û hikûmetek hate avakirin. Lê ne diyare ka wê rewş ber bi ku de biçe. Mixabin vê rewşa ne diyar de, hêzên kurdî jî ne yek dengin û belave ne. Di vê demê de jibo Iraqê behsa destûrek nû tê kirin. Heke em weke kurd yekrêz nebin, statûya federal û gelek destketiyên me dikarin têk biçin. Heman demê de deverên dabirayî (deverên maddeya 140) jî dikarin bi temamî ji Kurdistanê bêne qetandin. 
 
PERGALA ABORIYÊ YA BAŞÛR GEL XIZAN DIKE
 
Li başûrê Kurdistanê qeyraneke mezin a aborî heye. Pergala aborî ya Başûr dibe sedemê wê ku hejmareke kêm gelek dewlemend dibin, piraniya civakê jî feqîr dibin. Qeyrana aborî, dibe sedemê qeyranên civakî jî. Gelek kes jiber vê rewşê muhtacê nebaşan dibin, pê bawerî pêşdikeve û exlaqê civakê têk diçe. Dibe sedemê nexweşiyên derûnî û xwe kuştinê. Herweha ev rewş dibe sedema koçberiya xelkê ji Başûr. Dewleta tirk jî vê rewşê weke derfetekî kar tîne û dixwazi Kurdistanê vala bike. Di vî warî de dewleta tirk bi çete û qaçaxçiyên girêdayî xwe ve, dikeve hereketê û bi hevkarên xwe ve ciwanan hedef digrin. Taybetî koçkirina ciwanan li Başûr di astekî jor de ye û metirsîdare. Rewşa jinan jî li Başûr bi giştî nebaş e. Projeyên pêşxistina azadiya jinan ji aliyê hikûmetê ve kêm in û heta mirov dikare bêje hikûmet vî warî de bê proje ye. Kuştina jinan li Başûr birînekî civakî ya reş û gelek kûr e.
 
Peywendiyên li gel hikûmeta Iraqê, weke tê xwestin nînin. Pirsgirêka petrol û budceyê nehatiye çareserkirin. Problema mezin ya deverên maddeya 140'in. Di serî de li Kerkûk, li deverên din ên Germiyan û giştî li hemû deverên dabirayî, rewşa gelê me gelek xirabe. Êriş li ser gel çêdibin, mal û milkên wan têne talankirin û niştecihên kurd têne koçberkirin. Dever bi giştî tê erebkirîn. Hingî diçe ev rewş girantir dibe.
 
DIVÊ ÎRADEYA XELKÊ ŞENGALÊ ESAS BÊ GIRTIN
 
Di civînê de rewşa Şengalê û bi giştî rewşa bawemendên êzidî jî hate rojevê. Şengal xwedî erdnîgariyek stratejîk e. Dewleta tirk di her firsetê de êrişê Şengalê dike û amadekariyên dagirkirina Şengalê dike. Projeya ku DAIŞ'ê ji ber berxwedana hêzên gerîla û berxwedêrên Şengalê nikaribû encamê bigire, niha Erdogan û hevkarên xwe dixwazin temam bikin. Şengal bi pêkhateyên xwe ve herêmeke xwedî taybetmendiyên cuda ye. Piraniya wê kurdên êzidî ne û Şengal parçeyeke ji axa Kurdistanê ye. Ji ber vê taybetmendiyê jî, serê sedan salane bûye hedef. Herî dawî jî, wehşeta ji aliyê DAIŞ'ê ve li Şengalê hatî kirin, birînên kûr li laşê Şengaliyan de vekirine. Divê Şengal, rewşa xelkê Şengalê û pirsgirêkên Şengalê, bi awayeke taybet bêne nirxandin û çareserî jêre bêne dîtin. Divê îradeya xelkê Şengalê, esas bê girtin.
 
REWŞA KURDÊN ŞEBEK Û KAKAIYAN
 
Rewşa kurdên şebek û kakaiyan jî gelek xirabe û weke ya êzidiyan e. Dema DAIŞ hate herêmê, êrişê kurdên şebek û kakaiyan jî kir. Bi destê DAIŞ'ê li ser vî beşê gelê me jî qetlîam pêk hatin. Piştî têkçûna DAIŞ'ê jî, rewşa wan baş nebû û bi taybetî piştî referandûmê ku herêmên Maddeya 140 ketin destê hikûmeta Iraqê, rewşa wan hingî diçe xirabtir dibe. Em weke KNK, li ser vê rewşê hesas in û em ê hewlên xwe yên çareseriyê dewam bikin. Li ser vê yekê em bang li Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Bexdayê dikin ku xwedî vî beşê gelê me derkevin.
 
REWŞA KURDÊN FEYLÎ
 
Rewşa kurdên feylî jî, di civînê de hate rojevê. Pirsgirêka kurdên feylî, ev demeke dirêje di rojeva KNKê de ye. Jibo li ser rewşa kurdên Feylî raweste, KNK'ê komîteyek taybet avakiriye û ev komîte di nava xebatê de ye. Kurdên Feylî, di gelek waran de di bin zext û êrişan de ne. Taybetî jî di bin êrişa asîmîlasyonekî gelek mezin de ne. Ev mesele ne tenê mesela kurdên feylî ye, ne tenê mesela KNK'ê ye, heman demê de meseleyek neteweyiye û divê hemû hêzên kurdistanî, li ser vê rewşa kurdên feylî rawestin û divê çareseriyek adilane ji vê meseleyê re bête dîtin.  
 
PIRSGIRÊKÊN KURDÊN XORESANÊ 
 
Dema rewşa rojhilata Kurdistanê û Îranê tê rojevê, mixabin gelek caran rewşa kurdên Xaresanê tê jibîrkirin. Ev kêmahiyek piraniya rêxistinên kurdistanî ye. KNK, ji roja hatiye damezirandin heta niha hewl dide ku li ser rewşa kurdên Xoresanê raweste û temsîla wan li KNK'ê de hebe. Heke ew bi awayekî kêm be jî temsîliyeta kurdên Xoresanê di KNK'ê de heye. Divê ev temsîliyet bê xurtkirin. Divê pirs û pirsgirêkên kurdên Xoresanê bikevin rojeva hemû rêxistinên kurdistanî.
 
REWŞA BAWERMENDÊN YARSAN
 
Di civînê de rewşa bawermendên yarsan jî, hate rojevê û li ser pirsgirêkên wan jî hate rawestan. Bawermendên Yarsan, li rojhilata Kurdistanê hem weke kurd hem jî weke bawerî di bin zextekî giran de ne. Dînê Yarsan, baweriyeke kevnare ya Kurdistanê ye û divê weke xwe, weke ku heyî bête parastin. Di heman demê de peyama pîrozbahiyê ya rêberêkî dînî yê Yarsanan jî ji rojhilata Kurdistanê, gihişte Civata Giştî û ji teref endamekî Yarsan ve hate pêşkêşkirin û peyam ji teref Civata Giştî ve bi dixweşî hate pêşwazîkirin.
 
Di civînê de rewşa kurdên Anatoliyaya Navîn jî hate rojevê. Nûnerên Platforma Kurdên Anatoliyaya Navîn (PKAN) ku di KNK'ê de endam in, rewşa gelê me yê herêmê anîn ziman û agahdarî dane civînê.
 
Di civînê de, rewşa kurdên li welatên ESENGê (Welatên Sovyeta Berê) jî hate rojevê û li ser hate rawestan. Ev demeke, li welatên nava Asya yê Qazaxistan û Kirgizistan ê, êriş li ser kurdan çêdibin. Kurd, ne tenê li Kurdistanê di bin êrişan de ne, her wiha li seranserî cîhanê jî di bin gef û êrişan de ne. Heta welatekî azad ji kurdan re neyê avakirin, ev gef û êriş wê berdewam bin. KNK, li her cih û deverê, mafê gelê kurd tîne rojevê û diparêze.
 
QEDERA GELÊN KURD Û ASÛR-SURYAN BI HEV VE GIRÊDAYÎ YE
 
Di civê de rewşa gelê asur-suryanî-keldan jî hate rojevê. Asur-suryan-keldan, miletekî qedîm ên herêma me ne. Di dîrokê de gelek qetlîam û jenosîd li hemberî vî gelî pêk hatine. Ev gel ne tenê bi alê etnîkî ve têne hedefgirtin, di heman demê de di alê bawerî de jî di bin êrişek giran de ne. Bi hatina DAIŞ'ê hedefek yekem jî,  gelê asur-suryanî-keldan bûn û li ser wan jî qetlîam pêk hatin. Ji ber van sedaman li herêmê de nufûsek kêm ma ye û hingî diçi kêmtir dibin. Parastina vî gelê qedîm wezîfeyek mezin ya KNK'ê û hemû hêzên kurdistanî ye. Em ê li ser vê erka xwe her dem rawestin. Qeder û rizgariya gelê kurd û ya gelê asur-suryanî-keldan, bi hev re girêdayî ye û serketin jî wê bi hev re be.
 
TEV LI KAMPANYAYA JI BO AZADIYA BİRÊZ OCALAN BIBIN
 
Rewşa birêz Abdullah Ocalan û kampanya azadiya birêz Ocalan ya ku di asta cîhanê de tê meşandin jî hate rojeva Civata Giştî. Kampanyaya azadiya birêz Ocalan, hingî diçe berfirehtir dibe û dikeve rojeva reya giştî ya cîhanê. Eve ji 20 mehan zêdetire agahdariyek ji birêz Ocalan nehatiye standin. Herî dawî parêzerên birêz Ocalan gotin; ‘me bihîstiye ku dema CPT çûyî Îmraliyê, birêz Ocalan derneketiye hevdîtinê.’ Ev rewşeke nû û xeternak e. Em weke KNK, li hember tecrîda girankirî ya ku li ser birêz Abdullah Ocalan tê meşandin, helwest digerin û qebûl nakin û dewleta tirk şemezar dikin. Di heman demê de em bêdengiya CPT û Konseya Ewropa qebûl nakin û bang li van saziyan dikin ku bi awayeke lezgîn berpisyariya xwe pêk bînin. Her wiha em Kampayaya Azadiya birêz Ocalan destek dikin û bang li hemû kurdistaniyan û dostên kurdan dikin ku tev li vê kampanyayê bibin û vê kampayayê xurttir bikin.
 
BEŞDARIYA XURT A JINAN A DI XEBAÊN YEKITIYÊ DE
 
Rewşa jinan jî di rojeva civînê de bû. Nûnerên rêxistinên jinan bi awayekî xurt beşdarî Civata Giştî bûn û bi nirxandin û analîzên xwe, civîn dewlemend kirin. Her çiqas tevgera jinê, li Kurdistanê pêşketibe jî û di asta jor de di nava sazî û dezgehên kurdistanî de cihê xwe digre jî, weke welatên din yên cîhanê lê li welatê me jî pirsgirêka azadiya jinê nehatiye çareserkirin. Pêşketina tevgera jinê li Kurdistanê, cihê şanaziyê ye û di asta cîhanê de deng vedaye. Lê mesele mezin e, rê û rêbazekî kûr û dirêj e. Divê zîhniyeta hezaran salan bê guhertin. Her wiha jinên endamên KNK'ê, daxwaz kirin ku di partî û rexistinên siyasî de hêjmara jinan bête zedêkirin. Jinan, li ser tegehiştîna baviksalariyê di siyaseta kurdî de, rexne li partiyên siyasî kirin. Bi taybetî, ji partiyên siyasî hate xwestin ku di karên yekitiya neteweyî de astengiyên ji bo beşdariya jinan bêne rakirin, da ku nîqaş û çareseriyên der barê yekitiya neteweyî bi beşdariya jinan xurttir bibin. 
 
Rewşa li Kurdistan û li herêmê, krîtîke û ne zelal e. Li gel talûkeyan, heke em bikarin bi kar bînin derfet jî hene. Çar dewletên dagirker di nav qeyranên mezin de ne. Rewşa Iraqê ne diyare û bê îstiqrarî zêde ye. Rewşa Sûriyeyê li ber çavan e û heta demekê dirêj wê nekare xwe komî ser hev bike. Îran weke li jor jî hatî behskirin, ber bi guhertineke mezin ve diçe. Tirkiye, her çend xwe xurt bibîne û derfetên weke şerê Ûkrayna - Rûsya û nakoyên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne jî, lê ew jî di nava qeyranê de ye û paşeroja wê jî nediyar e.
 
EM Ê BI YEKITIYÊ BIKARIN STATÛYA TEVAHIYA KURDISTANÊ MAYÎNDE BIKIN 
 
Li hemberî vê rewşê heke em bikarin xwe baştir rêk bixin û yekitiya xwe xurtir bikin, em ê bikarin statûyeke mayînde ji hemû Kurdistanê re çêkin. Ji bo vê yekê divê hemû hêz, partî, sazî û rêxistinên me, her wiha hemû gelê me li çar aliyê welêt û li her derê lê dijîn, baştir hevbigirin, sekna xwe ya neteweyî û niştimanî xurttir û mezintir bikin. Bi vî rengî em ê bikarin hemû plan û projeyên dewletên dagirker ên li dijî Kurdistanê pûç bikin.
 
Rewşa Kurdistanê û cîhanê ya ku li jor hatiye analîzkirin, erk û wezîfeyên me jî derdixe holê. Analîz û diyarkirina kêm û kûriyan têra me nake. Ji bo ew kêm û kûrî bêne çareserkirin, xebatek xurt ji me tê xwestin. Sêrî de jibo yekitiya neteweyî ku karê me yê bingehîn e, divê bênavber em bixebitin. Di vî warî de îmkan û derfet hene. Her wiha em dikarin di asta cîhanê de xebateke xurt a dîplomatîk bikin û divê em bikin jî. 
 
Bi kurtî; dem dema yekitiyê ye. Dem dema berxwedana li hemberî dagirkeran e. Dem dema azadiyê ye. Dem dema xebatê ye."
 

Sernavên din

09/12/2022
15:34 Wêneyê talana li Cûdî nîşan da: Hûn dijminê ekolojiyê ne
15:23 Derbarê Ûca ya HDP’î de 3 fezleke hatin amadekirin
15:16 Di dosyaya KCD’ê de ji bo Aktar biryara beraetê hat dayîn
15:09 Jinan di bîranîna Garîbe Gezer de soza têkoşînê dan
14:43 Li fûara pirtûkan Nobeta Edaletê girt
14:25 Li her çar aliyên Wanê ji bo meşa li dijî tecrîdê xebat tên meşandin
13:51 Li Qesra Çiraganê şewat derket
13:50 Ji ber îfadeyên derew ên şahid Ayverdî 6 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Dengîz
13:42 Zengîn a AKP’î di mijara girtiyên nexweş de li xwe mikur hat
13:28 Budçeya şer 10 qet zêdetir bû
13:14 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:10 Temellî ji bo meşê bang kir: Divê em tecrîdê bişikînin
13:10 Tirkiyeyê firneya ku bo 20 gundan nan dipêje bombebaran kir
12:56 Ji ber ambargoya Şamê 2 tax bê ceyran man
12:09 Serlêdanên ji bo ‘çareserkirina binpêkirinan’ li ÎHD’ê tên kirin zêde bûn
12:01 Koçyîgît: Tirkiye hewl dide gavên îlheqkirina xaka Rojava biavêje
11:40 Di Hefteya Mafên Mirovan de li Emîne Şenyaşara doza duyemîn hat vekirin
11:39 Girtiyê nexweş ê hate îdiakirin ku ‘ketiye’ jiyana xwe ji dest da
11:02 Parlamentera HDP’ê Orhan: Tundiya navneteweyî li Tirkiyeyê bi destê AKP’ê tê domandin
10:32 ‘Mafê girtiyan ê tenduristiyê tê xespkirin’
10:18 Parêzerê Abdullah Ocalan: CPT dikare li dijî Tirkiyeyê daxuyaniyê bide
09:53 ‘Alfabe têra girtîgehên ku ji bo zarokên kurdan tên vekirin nake’
09:05 ‘Abdullah Ocalan hêza çareseriyê ye'
09:04 Banga ji bo beşdarbûna çalakiyên girseyî yên li dijî tecrîdê: Heta Serok azad nebe zindan jî azad nabin
09:03 Kesên xwe wekî MÎT'ê û polîsan didin naskirin 'sîxurtiyê' li hevseroka HDP'î ferz dikin!
09:02 Dayika ku kurê wê li Kobanê jiyana xwe ji dest da: Çi ji destê me bê divê em bikin
09:01 'Ger hiqûq hebe divê dewleta tirk bê darizandin'
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2022'YAN
09:00 Li Dehgulan'ê Şademan Ehmedî di bin çavan de hate kuştin!
08/12/2022
20:41 Gundên Efrîn, Zirgan û Eyn Îsayê hatin bombebarankirin
19:25 Li Amedê ji bo Fîncanciyê Nobeda Azadiyê
16:44 Saman Yasîn dibe ku ji nişkê ve were darvekirin!
16:43 Der barê daxuyaniya ‘Qirkirina Ermenan’ a HDP’ê de lêpirsîn hat destpêkirin
16:31 Li Girtîgeha Gîresûnê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
16:23 Dozger di asta jor de ji bo Rojbîn Çetîn ceza xwest
16:22 Hevalê hucreyê yê Şekarî helbest nivîsand: Xweziya min ew nûçe qet nexwendibûya
16:12 Di Doza Vartînîsê de tevî xetereya demborînê jî wezaret bersivê nade muzekkereyê
16:00 Piştî bidarvekirina Şekarî gel li Îranê dakete kolanan
15:34 OHD’ê ji bo piştevaniyê serdana GOÇÎZDER’ê kir
15:25 ‘Hêj niha jî li Meclisê ji bo kurdî dibêjin X an jî zimanê nayê zanîn’
15:25 Qala çîroka strana ‘Megrî megrî’ kir: Hûn stranê îstîsmar dikin
15:09 Li Zanîngeha Stenbolê êrişên nijadperest: Berpirsyar kesên ku kampus veguherandine leşkergehê ne
14:51 HDP’ê bersiv da gefa parlamenterê nijadperest: Em bi bedelên giran hatin vir
14:33 Temel: Desthilat nikare derewan li civakê bike
14:31 Salvegera 27’an a KESK’ê li Mêrsînê hat pîrozkirin
14:13 Di nava 24 saetan de li Çemçoyê 12 caran çekên kîmyewî bi kar anîn
14:11 Xizmên girtiyan 148 roj in bi daxwaza edaletê nobetê digirin
14:05 Ji bo firehkirina qada mitînga Erdogan avahiya xizmetê hilweşandin
14:04 Serpelê ku ji bo kadroyên cerdevanan bertîl xwariye hat binçavkirin
13:29 Malbata Şenyaşar: Wezareta Dadê li ku ye?
13:23 Dozger ji ber îşkenceya li girtîgehê ceza xwest
13:03 Ji bo çalakiyên Nobeta Edaletê yên Amed û Wanê bang hat kirin
12:49 Nasir Erdal ku gîranî hat birîndar kirin: Îsmail Arslan gule berdan min
12:44 Muhsin Şikarî yê 23 salî hat bidarvekirin
12:23 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin
12:20 Mûsa Sevîm ê Meryem qetil kir ji ber ‘şahidê nepen e’ nayê dîtin?
12:15 Ji Aslan û Qoçgîrî straneke nû: Reseno
12:06 Doza hevşaredar Toprak ji ber guherandina şandeyê hate taloqkirin
12:03 Encamnameya Kongreya 21'emîn a KNK'ê: Dem dema yekitî û statûya Kurdistanê ye
11:25 Qeymeqamê ku zarokê 13 salî perçiqandibû bialkol û leza zêde derket
11:17 Ahmet Silik bi ‘bêhiqûqiya bikontrol’ hate qetilkirin!
10:50 Garîbe Gezer ku hatibû qetilkirin: Ez tu carî serî natewînim
10:38 ‘Bi tayînkirina qeyûman re destkeftiyên jinan 50 sal li paş man’
10:08 ‘Ocalan bi redkirina hevdîtina CPT’iyê re peyam da CPT û derve’
09:54 Gursucu bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî da: Dema mijar bû Kurdistan her kes bêdeng e
09:17 Dest û lingek wî tune ye, rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dane wî
09:07 Li Zap, Avaşîn û Metînayê hejmara leşkerên mirî zêde dibe
09:06 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Êdî bes e, dengê wan bibihîsin
09:04 'Ha Rojava ha Bakur ev êriş li dijî hemû kurdan e'
09:02 Geliyên Gabarê zivistanê pêşwazî kirin!
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:18 Ji Walîtiyê daxuyaniya MHP’ê: Tu eleqeya wî nîne
07/12/2022
19:48 Li Rihayê winda hatin bibîranîn
18:52 Ji bo Ocalan li ber CPT’yê çalakî hat lidarxistin
18:26 Bertek nîşanî ferzkirina 'poşmanîtiyê' dan: Em serî natewînin
17:08 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî ferzkirina ‘poşmantiyê’ hate dayîn
17:06 Ji xwendekarên îranî daxuyaniya hevpar: Em ê parşverûtiyê tune bikin
16:57 Parêzerê kujerê Alturk cînayet girêdayî HDP û Qendîlê kir!
16:49 Malbatên Windakiriyan serdana Malbata Şenyaşar kirin
16:20 Cenazeyê Fatma Yilmaz hate veşartin
16:19 Ji bo Fîncanci û Yildiz banga berdanê kirin
15:53 Nehiştin xizmên girtiyê ketiye greva birçîbûnê pê re hevdîtinê bikin
15:46 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Muxalefet jî parçeyekî tecrîdê ye
14:53 Greva giştî ya li Îranê di roja 3’yemîn de ye
14:31 ‘Em ê doza qetilkirina Bahar Hezer ji nêz ve bişopînin’
14:17 Doza Sîncar: Divê Meclis berpirsiyariya xwe bicih bîne
14:15 Daxwaza yekkirina dosyaya endama Akademiya Jinê Aras hate kirin
14:03 Bernameya Hefteya Mafên Mirovan a Wanê diyar bû
13:21 ‘Bila kêmtirîn mûçe bibe 12 hezar û 500 TL’
13:04 Malbatên girtiyan: Em deyndarên têkoşîna zarokên xwe yên girtî ne û bi wan re ne
12:31 Pankartên malbata Şenyaşar bi wesayîtên fermî hatin astengkirin
12:18 Suer bi wêneyê Roboskî xelata salê wergirt
11:43 Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya HDP’ê: Heta ku tecrîd neyê rakirin dê pirsgirêk çareser nebin
11:22 'Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava ji bo hemû cîhanê xetereyeke mezin e’
11:22 Ciwanan tecrîd protesto kirin
11:20 Pîroglû: Dijminatiya gelê kurd sedemê hebûna desthilatê ye
10:30 HPG: Cenazeyê leşkerê bi navê Mûstafa Bazna di destê me de ye
09:58 Ji bo Abdullah Ocalan bang li baroyan kir: Divê baro li dijî tecrîdê bi peywira xwe rabin
09:48 Serokê DGD'ê Daş: Hin komele li ser navê me bazara rayên kurdan dikin
09:46 Komele û saziyên ziman: Serdestên faşîst dixwazin dîrok, çand û zimanê kurdî ji holê rakin