Perwerdehiya di konteyneran de!

  • rojane
  • 09:02 10 Kanûn 2022
  • |
img
WAN - Serokê Egîtîm-Sen a Şaxa Wanê Mîrat Atabay ku bal kişand ser pirsgirêkên perwerdehiyê yên li dibistanên gundan, diyar kir ku li van dersan ji dêvla dersxaneyan konteyner tên bikaranîn, ji ber ku ev der nayên germkirin zarok tevî qocikan dikevin dersê û cerdevanên çekdar ên wekî "xizmetkar" hatine peywirdarkirin jî bandoreke neyînî li xwendekaran dikin. 
 
Di "Pêşniyaza Qanûna Budçeya Navendî ya Sala 2023'yan" de bi îmzeya Serokkomarê AKP'î Erdogan hat pêşniyazkirin ku ji bo Wezareta Parastinê 182 miliyar û 770 milyon û 968 hezar TL, ji bo Sekreteriya Giştî ya Desteya Ewlehiya Neteweyî 114 milyon û 297 hezar TL, ji bo Serokatiya Teşkîlata Îxtsibarata Neteweyî 7 milyar û 729 milyon û 120 hezar TL, ji bo FErmandariya Giştî ya Cendirmeyan 76 milyar û 73 milyon û 628 hezar TL, ji bo Fermandariya Ewlehiya Peravan 4 milyar û 968 milyon û 900 hezar TL û ji bo Midûriyeta Giştî ya Polîsan 116 milyar û 888 milyon û 293 hezar TL hat pêşniyazkirin. Ev pêşniyaz ji 6'ê Kanûnê ve li Meclîê tên nîqaşkirin. Her wiha ji bo Wezareta Perwerdehiya Neteweyî, YOK û OSYM'ê jî 435 miliyar û 351 milyon û 82 hezar TL hatiye pêşniyazkirin. 
 
Budçeya ku ji bo "polîtîkayên ewlehîparêz" hatine veqetandin dibe sedema emxdûrkirina gelek qadan. Serokê Egîtîm-Sen a Şaxa Wanê Mîrat Atabay, bal kişand ser pirsgirêkên xwendekarên li dibistanên bajêr. 
 
BI QOCIKAN DIKEVIN  DERSÊ
 
Atabay bal kişand ser şert û mercên xwendekarên dibistanên gundan û got ku li van deran ji ber ku hejmara dersxaneyan kêm e, ders di konteyneran de tên dayîn. Atabay ev tişt gotin: "Meseleya germkirinê heye. Mamoste hem sobeyê vêdixin hem jî dersê didin. Bi biryarnameya serokkomartiyê re, biryar hat girtin ku komir bi îhaleyên navendî bê belavkirin. Yanî komir bi îhaleyê ji gundan re tê şandin. Ji ber ku komireke nebeşa tê şandin, naşewite. Li gorî daneyên li ber destê me, li gundê Încealan ê navçeya Çardêranê ya Wanê ji ber ku qazanên dibistanan xerabe ne qalofîrefer naxebitin. Mamoste û xwendekar tevî qocikan dikevin dersê." 
 
Atabay da zanîn ku meseleya dibistanên gundan tenê ne meseleya germkirinê ye û wiha got: "Hin dibistan hene, ava wan tune ye. Lê tişta ecên, Midûriyeta Perwerdehiay Neteweyî 'Belgeya Paqijiyê' daye van dibistanan. Pêkanîneke Wezareta Perwerdehiya Neteweyî heye. Dibistanên ku şert û mercên diyarkirî pêk bînin 'Belgeya Paqijiyê' werdigirin. Ev belge dane gelek dibistanên ku ava wan tune ye. Li gelek dibistanan pirsgirêka personelan heye." 
 
LI DIBISTANAN CERDEVANÊN ÇEKDAR
 
Atabay da zanîn ku cerdevanên extiyar ên ku nikarin biçin şer bi biryara Wezareta Karên Navxweyî li dibistanên gund û navçeyan wekî "xizmetakar" tên xebitandin û got ku piraniya van cerdevanan li dibistanan wekî "xizmetkar" hatine peywirdarkirin. Atabay got ku cerdevanên çekdar ên wekî "xizmetkar" hatine peywirdarkirin jî bandoreke neyînî li xwendekaran dikin. 
 
Atabay di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku li TIrkiyeyê ji ber polîtîkayên ewlehîparêz budçe ji şer tê veqetandin û wiha got: "Piraniya budçeyê ji bo şer tê veqetandin. Em bi salan e dibêjin budçe ne ji bo şer, divê ji bo gel bê veqetandin. Em bandora vê di perwerdehiyêd e dibînin. Îsal ji bo perwerdheiyê li dor ji sedî 9 budçe hatiye veqetandin. A rast çareseriya vê peydakirina atmosfera aştiyê ye û destjêberdana ji şer e." 
 
MA / Berîvan Kûtlû 
 

Sernavên din

12/12/2022
21:47 48 kesên ku li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:54 Li Amedê li dijî destdirêjiya li zarokan çalakiya 'xeleka mor'
19:35 Cenazeyê endamê HPG’ê Tok piştî 5 mehan radestî malbatê hat kirin
18:48 Banga ji bo mîtînga 'Em nikarin debara xwe bikin'
18:28 Banga ji bo xwedîderketina li doza GOÇÎZDER'ê
16:43 Di doza girtina HDP’ê de geşadaneke nû
15:44 Dosyeya ku bûye sedema sekinandina cînayeta Sîncar dê bê lêkolînkirin
15:35 Doza teqîna Pasûrê hate taloqkirin
15:27 Dayikên Aştiyê yên Rihayê bi laçikên spî çalakî li dar xistin
15:15 Qeyûmê Êlihê ji bo ‘Serkeftina Milazgirê’ 400 û ji bo TUGVA’yê 270 hezar TL xerc kir
15:02 Li Duhokê êrişî hêzên asayişê hate kirin
14:53 Di Nobeta Edaletê de wê tecrîd were şermezarkirin
14:33 Polîsan li Wanê êrişî meşa li dijî tecrîdê kirin
14:16 Ji bo mitîngê bang kirin: Li dijî bêedaletiyê em ê li Enqereyê bin
14:01 Li Zambiyayê cenazeyê 27 penaberan hatin dîtin
13:35 ÎSÎG: Di mijdarê de 127 karkeran jiyana xwe ji dest daye
12:55 Li Meclisê rageşiya Weqfa Hîranûrê: Berpirsyar îktîdar e
12:41 Malbata Şenyaşar: Doza ku serokkomar alîgir be wê adil nebe
11:57 Polîsan li Stenbolê jinek qetil kir
11:35 Sewqên girtiyê nexweş Ayik ên nexweşxaneyê tên betalkirin
11:16 Ceyrana mizgefta ku fatûreya wê nehatiye dayîn hate birîn
11:14 TUÎK’ê daneyên bêkariyê parve kir
10:51 Kiliçdaroglû ber bi Wezareta Dadê ve meşiya
10:37 Di encama darizandina 18 rojan de Mecîd Riza Rehneverd hate darvekirin
10:34 Hevserokê DFG’ê Altan: Heke çapemenî azad nebe civak jî azad nabe
09:03 Li dijî hişmendiya qedexeker wê konsera ‘Em ê bêjin’ were lidarxistin
09:03 CPT bixwaze dikare bike
09:01 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2022'YAN
11/12/2022
23:45 Li kampa koçberan a Hewlêrê şewat derket: Zarokekî 17 salî jiyana xwe ji dest da
22:47 Li Rihayê salvegera 27’emîn a KESK’ê hate pîroz kirin
19:40 Nagihan Akarsel li Zurîhê hat bibîranîn
19:31 HDP û DBP li Egeyê bi gel re civiyan
18:30 Amedsporê li deplasmana Duzcesporê pûanek stand
18:10 Di hevdîtinên budçeyê de xwestin kurdî bibe zimanê fermî
16:45 Surucu: Ji qadên ber projeya GAP’ê diketin tenê li sedî 35’an avdanî tê kirin
16:06 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê tîma Fenerbahçeyê têk bir
15:56 Keskîn: AKP’ê bi dewleta kûr re li hev kir
15:27 Kaya: Hemû xerabiyên xwe di bin ol û alayê de vedişêrin
14:49 Li Amedê protestoya tecrîdê: Muxatab Abdullah Ocalan e
14:31 Gelê Wanê ji bo meşa sibe amade ye: Werin em bi hev re tecrîdê têk bibin
14:08 Tevî biryara dadgehê jî qeyûm 306 karkeran mexdûr dike
13:54 Ciwanan di konferansa xwe ya Rihayê de bertek nîşanî tecrîdê dan
13:12 Malbata Şenyaşar: Hemû dinya vê bêedaletiyê dişopîne
13:08 TJA’yê ji bo ‘mafên mirovan’ daxuyanî da: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
12:44 Tevî êrişan jî li gelek bajarên Îranê meş hatin lidarxistin
12:16 Di êrişa dewleta tirk de sivîlek hate qetilkirin
11:52 Kurdo Baksî hêjayî xelata 'Azadiya Îfadeyê ya David Isak' hat dîtin
11:39 Dozgerê berê ji bo tecawiza li nava cemaetê hişyarî kir: Dibe ku delîl bên tunekirin
11:04 NPG’ê piştî îdiaya Akar ku digot ‘şande çûye’ daxuyanî da
10:46 Nexweşiya girtî ji malbata wî hat veşartin
10:09 Şandeya Hikûmeta Başûr dîsa çû Bexdayê
10:03 ‘Gelê herêma Soranê ji ber êrişên dewleta tirk koçber dibe’
09:56 Konseya Federe ya Swîsreyê: Em geşedanên têkildarî îdiayên çekên kîmyewî dişopînin
09:38 Ji Latîn Amerîkayê bo kurdan bang li civaka navneteweyî hat kirin
09:02 Xwendekarên Fakûlteya Hiqûqê: Berxwedana me didome
09:01 ‘Di budçeya 2023’yan de ne kesên teqawidbûyî lê şer heye'
09:00 Seroka Navenda Parastina Mafên Zarokan Hamîdî: Dewlet divê dest ji rewakirina kiryarên terîqetan berde
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2022'YAN
10/12/2022
21:15 Di êrişên Tirkiyeyê de leşkerekî rejîma Şamê mir
19:41 Li Amedê jina 91 salî ya ji avahiyê ket xwarê jiyana xwe ji dest da
19:06 Li Mexmûrê starta çalakiyên li dijî tecrîdê
17:28 Tirkiyeyê êrişî Kobanê, Til Temir û Eyn Îsayê kir
17:08 Ji bo girtiyê di beşa lênêrîna awarte de bêhiş e banga berdanê hate kirin
16:57 ‘Di bingeha binpêkirinan de neçareserkirina pirsgirêka kurd heye’
16:40 Ramazan Ateş ê di sala 1992’yan de hatibû girtin tehliye bû
16:33 Ji bo meşa li dijî tecrîdê bang kir: Em ê li dijî faşîzmê li kolanan bin
16:17 HDP’ê bersiva Soylû da: Yên ku ji te bitirsin bila wek te bin
16:06 Li Mûşê civîna ciwanan: Kesên ku derfetê didin tarîkatan sûcdar in
15:52 Hat xwestin ku girtiya nexweş Ozge Ozbek bê berdan
15:39 Kiliçgun Ûçar: Di bingeha tundiya li Tirkiyeyê de bêhiqûqiya li Îmraliyê heye
15:13 'Tahîr Guldal ji ber xemsariyê jiyana xwe ji dest da'
14:55 ÎHD: Li Girtîgeha Kiriklarê îşkence li girtiyê nexweş hatiye kirin
14:50 Qeyûm Amed bi tûxreya Osmanî da naskirin
14:38 Li Wanê banga meşê hate kirin: Heta tecrîd neyê şikandin çareserî nikare bê axaftin
14:32 Dayikên Şemiyê xwestin kujerên Demîr û Akîpa bên darizandin
13:54 Çalakiya malbatên windakiriyan: Polîtikayên bêcezakirine li dijî kurdan pêk tên
13:30 Malbata Şenyaşar: Em ê serbikevin
13:21 ‘Dibe ku hilbijartin bibe destpêka stratejiyeke xurt’
12:41 Serpel û çawişê pispor ji ber bertîlê hatin girtin
12:40 Girtiyê nexweş Gurdal li Geverê hate veşartin
12:18 ‘Sedemê binpêkirina mafên mirovan a sereke pirsgirêka kurd e’
12:13 104 qurbanî hatin bibîranîn: Em ê raperîna xwe mezin bikin
11:49 Dadgeha Îstînafê biryara doza Şenyaşar xera kir: Divê her du dosye bibin yek
10:51 Cenazeyê Bedîrhan Abî li Wanê hate veşartin
10:42 Prz. Akîpa: ‘Jin jiyan azadî’ di pergalê de derzên kûr afirand
10:11 Rojnamevan Ozûgûrlû: Tevgera bejahiyê wê Tirkiyeyê têk bibe
09:02 Perwerdehiya di konteyneran de!
09:01 Ji bo bernameya vekirinê ya Erdogan qada tenduristiyê kirin qada avahiyan û firotin
09:00 Hevserokên HDP'î: Kesên doza azadiyê dikin dive tev li meşê bibin
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:21 Girtiyê nexweş Tahîr Gurdal 13 roj piştî taloqkirina cezayî jiyana xwe ji dest da
09/12/2022
21:47 Cenazeyê Abî piştî 6 salan dan malbatê
18:41 Kesên di Nobeda Edaletê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
18:35 Herêma Bradostê hat bombebarankirin
17:02 ‘Zewicandina’ zaroka 6 salî: Em neçar in ku bi vê tarîtiyê re têbikoşin
16:27 Bîlançoya ‘Binpêkirinên Mafên Mirovan’: Pirsgirêka herî girîng pirsgirêka kurd e
16:21 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi gel re bicive
16:20 ‘Bacên me weke tank û top li me vedigerin’
15:48 Li Çemçoyê çekên kîmyewî tên bikaranîn
15:47 Xizmên girtiyan guh nedan dorpêç û qedexeyan