Keça Buruntekînê ku cenazeyê wê 7 rojan di malê de ma: Dê zalim êş û azarê bikişînin

  • rojane
  • 09:00 16 Kanûn 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Hatîce Buruntekîn, keça Ayşe Buruntekîn a di dema qedexeya derketina derve ya Silopiyayê de hat qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan bi zarokên wê re di heman odeyê de ma, got: “Heke edalet hebûya dê dayika min nehatana qetilkirin. Li vê dinyayê zalim neyên cezakirin jî dê li axretê êş û azarê bikişînin.”
 
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê di qedexeya 38 rojan de ku di 14'ê Kanûna 2015'an de hatibû îlankirin, zarok, kal, pîr, jin û ciwan jî di nav de 68 kes hatin qetilkirin. Ji van kesan cenazeyê Taybet Înan a 57 salî 7 rojan li kolanê hat hiştin û cenazeyê Ayşe Buruntekîn a 40 salî jî 7 rojan bi zarokên wê re di heman odeyê de hatibûn hiştin. 
 
ŞÎR JI SÎNGA DIYA XWE YA MIRÎ VEDIXWAR
 
Di roja 20'emîn a qedexeyê de Buruntekînê ku ji ber ku li malê tiştekî xwarinê peyda nekir şîrê wî hat birîn. Dema ku diçû mala cîranên xwe di rê de bû hedefa sekvanan û hat qetilkirin. Cenazeyê Buruntekînê bi 9 zarokên xwe wê re 7 rojan di heman odeyê de ma. Zarokê 6 mehî Rûstem Cûdî ku bi cenazeyê dayika xwe re di heman odeyê de bû hewl dida şîr ji sînga dayika xwe bimije.
 
CENAZE REVANDIN
 
Piştî ku tu hemû hewldanên malbatê bi ser neketin, malbat û cîran ji bo cenazeyê Buruntekînê nerize birin mizgefta taxê. Dema ku ferdên malbatê û cîranan cenaze hilgirtin dîsa bûn hedefa guleyan. Cenazeyê ku birin mizgeftê ji aliyê leşker û polîsan ve hat desteserkirin û bêyî haya malbatê jê hebe birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Beyî malbatê otopsiya wê kirin û li Taxa Yenîşehîr a Silopiyayê li "goristana bêkesan" definkirin. Malbata Buruntekînê piştî testa DNA'yê cenazeyê xwe wergirt. 
 
Hatîce Buruntekîn, keça Ayşe Buruntekînê, diyar kir ku di dema qedexeyê de sekvanan hemû tiştên diliviyan gulebaran dikirin. 
 
'DIYA MIN MORAL DIDA ME'
 
Buruntekînê diyar kir ku piştî qedexe dest pê kirî wan terka malên xwe nekiriye û wiha axivî: "Dema ku êriş dikirin dayika min bi tilîliyan bersiv dida. Heta roja ku hat qetilkirin jî moral dida me hemûyan. Roja ku dê bihata qetilkirin li ber derî ji min re got, 'Hay ji Rûstem hebe.' Dayika min dema diçû mala cîranê ji aliyê sekvanan ve hat gulebarankirin. Piştî ku diya min hat gulebarankirin, Rûstem hewl dida şîr ji sînga diya min bimije. Min û Rûstem cenazeyê diya xwe hembêz kir. Min bi bîberon şîr dida Rûstem, lê venedixwar. Wî tenê hewl dida şîrê ji sînga diya min bimijê. Pêvajoyek pir dijwar bû. Xwezî ev heyva tarî careke din nehatiba. Min bi zorê Rûstem bi bêhna diya xwe şîr didayê. 7 roj şûnde me cenazeyê diya min bi têlan girêdan û bi erdê re kaş kir û bir mizgeftê. Wê demê jî êriş li me kirin, lê baş bû ku tu kesî zirar nedît. Di wê pêvajoyê de me gazî gelek saziyan kir, Wezareta Tenduristiyê jî di nav de lê kes nehat. Piştî ku me cenaze bir mizgeftê leşker û polîs hatin, cenaze revandin. Dema min cihê ku diya min lê hat gulebarankirin dît, ez bi ser leşker û polîsan de qîriyam û min got, 'hûn kujer in.' Wan heqeret li me kir û gotin 'em ê we hemûyan bikujin.'”
 
'KESÊ KU DAYIKA MIN QETILKIRIN TERORÎST IN'
 
Bi domdarî Buruntekîn diyar kir ku îşkence li cenazeyê dayika wê jî hatiye kirin û wiha got: “Cenazeyê dayika min ji mizgeftê revandin. Em bi rojan li cenazeyê diya min geriyan lê me nedît. Cenaze birin nexweşxaneyê, otopsî kirin û li goristana bêkesan defin kirin. Piştî ku qedexe bi dawî bûn me ji bo testa DNA’yê xwîn da. Me cenazeyê dayika min ji goristana bêkesan girt û defin kir. Me ji bo wergirtina cenazeyê, doz vekir. Şandeya dadgehê jî ji dayika min re digot, 'terorîst'. Min ji wan re got,' kesên ku diya min qetil kirine terorîst in.’ Li Silopiyayê jin û pîr gelek kes hatin qetilkirin. Rûstem Cudî 7 salî ye. Gotina pêşî ya Rûstem dayik bû. Piştî ku Rûstem hinekî mezin bû, fêm kir ku ez ne diya wî me. Ew ji min re dibêje, 'ez dikarim ji te re bibêjim dayê?' Her tim dipirse û dibêje, 'çima dayika min tune ye, dayika me li ku ye?' Tişta ku me dît û hat serê me dê neyê jibîrkirin û heya ku em sax bin em ê ji bîr nekin. Zilma ku me dît dê her tim li ber çavên me be."
 
'EDALET TUNE YE'
 
Di berdewamê de Hatîce Buruntekîn anî ziman ku li vî welatî edalet tune ye û axaftina xwe wiha qedand: “Heke edalet hebûya dayika min nedihat qetilkirin. Edalet tune ye. Ger îro dîsa qedexe bê ragihandin, tiştên ku wê demê qewimîn dê dubare bên kirin. Ew kesên ku ev tişt anîne serê me li vê dinyayê nebe jî dê li dinyaya din de cefaya wê bikişîne. Xwedê vê zilmê qebûl nake. Gule li dilê diya min dabûn. Dema ku me cenazeyê diya min anî malê, destên wê hêj germ bûn. Min bawer nedikir ku diya min miriye. Tişta ku me dît pir giran bûn. Xwedê heqê me li erdê nehêle."

Sernavên din

18/12/2022
13:46 ÎSÎG: Di 10 salan de 828 karkerên penaber jiyana xwe ji dest dan
13:26 Malbata Şenyaşar: Ên bêdeng dimînin di wijdanan de mehkûm in
12:19 Li gelek welatan ji bo piştevaniya bi berxwedana 'Jin, jiyan, azadî' re çalakî hatin kirin
12:11 Li Kerkûkê teqîn: 8 polîsan jiyana xwe ji dest dan
12:02 Ji sedî 91,2’yê gelê Tunusê neçû ser sindoqan
11:43 Ferhad Şamî: DAIŞ’ê di 20 rojan de 8 caran êriş kir
11:21 Cenazeyê Yumak ê HPG’î hate definkirin
11:12 Metîn Bakkalci: Divê CPT xwedî helwesteke zelal be
10:17 Bavê ku înfaza kurê wî 4 caran hatiye şewitandin: Dixwazin hêviya wan bişikînin
09:46 Pênc sal in ji bo wergirtina cenazeyê kekê xwe têdikoşe
09:02 Di dema hevdîtina bi rêya telefonê de hundirê devê girtiyan kontrol dikin
09:02 Dozgeriyê hemû bûyerên li bajêr xistiye stuyê wan!
09:01 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bang li raya giştî kir
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2022'YAN
17/12/2022
23:07 Tevî hemû astengiyan jî konsera xwe li dar xistin!
21:34 26 kesên ku qedexekirina konserê şermezar kirin hatin berdan
19:57 Di êrişa li Girê Spiyê de yek jê zarok 3 kes jiyana xwe ji dest dan
19:33 Di panela Mereş û Roboskiyê de banga ji bo hevrûbûnê
18:38 Têkildarî cenazeyên li Kîlyosê bang li malbatan hat kirin
16:50 HDP'ê panela 'Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet' li dar xist
16:31 Li Kopê qeyûm hat protestokirin: Şaredariyê di bin deynan de hiştine
16:08 NÇM’ê ragihand ku tevî binçavkirinan jî wê konsera hatiye qedexekirin li dar bixin
16:05 Konferansa Meclisa Ciwanên HDP’ê ya Îzmîrê: Dê têkoşîna li dijî şerê taybet berfireh bibe
15:45 Girtiyê nexweş beriya emeliyatê sewqî girtîgeheke din hate kirin
15:39 Girtiyê nexweş Yûnûs Nîsgavlîoglû nayê emeliyatkirin
15:11 Platforma Jinan a Rihayê: Li dijî îstîsmarkirina zarokan em ê serhildanê bilind bikin
13:54 Dayikên Şemiyê bersiva Çavûşoglû dan: Di serdema hikûmeta we de binpêkirin zêde bûne
13:18 Hevberdevka Partiya Çep a Kesk: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye
13:03 Malbatên Windayan li kujerên Atîlla Korkmaz û Taybet Înan pirsîn
12:34 Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin: Li malê îşkence kirin
11:58 Xwendekaran dibin mîtînga Erdogan
11:07 Şahida Komkujiya Dêrsimê Gulîzar Halîs koça dawî kir
11:06 Maliyeta rojekê ya şerê li dijî kurdan: 20 milyon dolar
10:27 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
10:08 Hejmara girtiyên nexweş derket hezar û 600 kesî: Rêya îtîrazê di Îmraliyê re derbas dibe
09:56 12 sal berê hişyar kiribû: Dibe ku êdî bermayiyên azadiyê jî bi destê we nekevin
09:55 MYK’a HDP’ê bi rojeva tecrîd û şer dicive
09:41 Li Kadîrliyê polîsan gule berdan wesayîtekê: Kesek mir 3 kes birîndar bûn
09:10 6 sal in li cenazeyê keça xwe digere
09:09 Hevjîna qeymeqam a bijîşk li nexweşxaneyê jî tevî parêzvanên xwe digere!
09:08 ‘Ji ewlehiya jiyana Abdullah Ocalan, CPT berpirsyar e’
09:05 Li Êlihê 7 roj in xeber ji zaroka ku hatiye revandin nayê girtin
09:04 Hevserokê MEBYA-DER'ê Kuçuk: Malbat 6 sal in li cenazeyên zarokên xwe digerin
09:01 Ji malbata Înan 8 kes ji aliyê dewletê ve hatine kuştin: Ew dayika hemû Kurdistanê ye
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2022'YAN
16/12/2022
19:20 Li Çewligê 7 kes hatin girtin
19:09 Ji HDP'iyên di binçavan de pirsîne 'çima hûn tevlî merasîma cenazeyên PKK'yiyan dibin?'
18:27 Baroya Mêrdînê malbata Şenyaşarê kir mêvan
18:20 Li Amedê sê welatî bi hev ketin: Kesek mir
16:45 Li Edeneyê wê mîtînga ‘Ji şer û xizaniyê re na’ were lidarxistin
16:24 Li Rihayê mînîbûs kete qenala avê: 6 kes mirin
15:50 28 rojnamegeran ji bo hempîşeyên xwe bang kir: Hevalên me berdin!
15:25 Serhildana li Îranê 3 meh li pey xwe hiştin
15:05 Pirtûkên destan ên ‘Gelo em mafên xwe dizanin?’ hatin belavkirin
14:51 Li ber Meclisê êrişî kedkarên ku mîtînga wan hate qedexekirin kirin
13:55 Girtiyên di greva birçîbûnê de xistin hucreyên yekkesî
13:40 Sebahat Tuncel: Daraz milîtaniya AKP’ê dike
12:41 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:39 Jina bi çekê giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:14 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo konferansê bang kir
11:19 Ji ber Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Keskîn bertek nîşanî doza Poyraz da doz lê hate vekirin
11:11 DFG û MKGP: Girtina rojnamegeran sûc e, hevalên me berdin
11:05 Serokê Şaredariya Beşîktaşê yê berê Hazînedar hate girtin
10:48 Jina ku zilamê tecawiz lê dikir kuştî hate girtin
10:47 Cenazeyê Mahmût Taş hate veşartin
10:38 Li dijî tecrîdê dê li Îzmîrê meşeke girseyî bê lidarxistin
10:01 ‘Yekitiya neteweyî ya gelê kurd girêdayî yekitiya jinên kurd e’
10:00 Li warê zeytûnan komkirina zeytûnan destpê kir
09:29 Derhênera belgefîlmê Sîbel Tekîn hate binçavkirin
09:01 Înîsiyatîfa Ereban a Ji Bo Azadiya Ocalan wê bi rojeva tecrîdê kom bibe
09:00 Keça Buruntekînê ku cenazeyê wê 7 rojan di malê de ma: Dê zalim êş û azarê bikişînin
09:00 ROJEVA 16’Ê KANÛNA 2022’YAN
08:40 Cenazeyê Taş piştî 3 salan birin bajarê wî
07:59 Li Amedê dema wesayîta polîsan derbas dibû teqînek pêk hat
15/12/2022
23:57 Bahattîn Keskîn piştî 30 salan hate berdan
21:05 Nobeda Azadiyê ya ji bo Fîncanciyê: Demildest divê Fîncanci bê berdan
17:04 ‘Divê li dijî tevgerên nîjadperest ên li dijî kurdan têkoşîn bê meşandin’
17:02 Li Edliyeya Amedê di navbera du koman de şer derket
16:57 Der barê kujerê Hêlîn Şen de biryara anîna dadgehê ya bi darê zorê hat dayîn
16:36 Kaçmaz: Li dijî kurdan û daxwazên wan neyartî tê kirin
16:28 Baroya Amedê li serdozgeriyê giliyê Esra Erol kir
15:50 Binpêkirinên li girtîgehên Êlihê: Pirtûkên bi kurdî qedexe ne
15:46 Yusuf Ziya Gumuşel û Kadîr Îsteklî hatin girtin
15:25 Malbatên girtiyan: Deriyê Îmraliyê vekin
14:47 Di doza Şîmonî Dîrîl de hewldana tunekirina delîlan
14:45 Ji bo mitînga Erdogan gefa beşdariyê li karsaz, keya û kedkaran hat xwarin
14:05 Bi hinceta îfadeyên ‘şahidê nepen’ derheqê girtî Ozer de dozeke nû hate vekirin
14:03 Yusuf Ziya Gumuşel û Kadîr Îsteklî sewqî edliyeyê hatin kirin
13:56 Wezareta parastinê ragihand ku serpelek hatiye kuştin
13:50 Bi hinceta ‘tayîna dadger’ doza Turkdogan nehat lidarxistin
13:48 Ji binçavkiriyên Mêrsînê yek jê hate berdan û 8 kes li emniyetê tên ragirtin
13:47 Malbata Şenyaşar: Dê tevahiya Tirkiyeyê bibe cihê nobeda me
13:30 Di doza GOÇÎZDER’ê de 4 kes hatin berdan
13:30 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:20 Hejmara 52’yan a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê derket
13:16 Di doza GOÇÎZDER’ê de parastin hat astengkirin!
13:04 Gelek kes li Amedê çûn şîna Yakut, Arslan û Gokalan
12:44 Dadger cezayê mîna xelatê da îşkencekaran
12:32 Bîlançoya 8 mehan hate eşkerekirin
12:21 Parêzerê rojnamegerên girtî Temûr: Dê hewldana bidestxistina delîlan vala derkeve