AMED - Ferhat Sarûhan (Canfeda Bismil) ku di zarokatiya xwe de gelek caran hewl daye tev li nava refê gerîla bibe, lê ji ber ku biçûk bûye her tim paş ve hatiye vegerandin. Dema dibe 18 salî careke din berê xwe dide nava refên gerîlayan û piştî wextekê tevî 5 hevrêyên xwe di êrişên Tirkiyeyê yên li başûrê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dide. Bavê wî got: “Ferhat ji bo vê axê, vî zimanî, vê çandê tev li bû. Ji ber vê yekê ez bi şehadeta wî serbilind im.”
Endamê Hêzên Parastina Gel (HPG) Ferhat Sarûhan (Canfeda Bismil) ku di 2015’an de tev li nava refên PKK’ê bûye, di sala 2016’an de, di êrişên dewleta tirk de yên li başûrê Kurdistanê tevî 5 hevrêyên xwe jiyana xwe ji dest da.
ÇÎROKA MALBATA SARÛHAN
Malbata Sarûhan, li gundê Haciya Kurdan ê girêdayî navçeya Bismilê ya Amedê dimîne. Ji ber welatparêziya malbatê û gundiyan gund her tim rastî zext û zordariyê hatiye. Ji ber vê yekê di sala 1993’yan de ji aliyê leşkeran ve gund tê dorpêçkirin û 3 gundî ji aliyê leşkeran ve tên kuştin. Ji van kesan yek jê kurê meta Ferhat Sarûhan, Behzat Sarûhan e. Piştre jî gund tê şewitandin û gundî koçber dibin. Malbata Sarûhan jî wê çaxê berê xwe dide Amedê. Ferhat di sala 1996’an de li Amedê tê dinyayê. Gava Ferhat dibe 2 salî malbat vê carê berê xwe dide navçeya Bismilê. Malbat 2 salan li vir dimîne û piştre jî di sala 2011'ê de vedigere gundê xwe. Ferhat li gund dest bi dibistanê dike û di nava malbateke welatparêz de mezin dibe.
Çi ji malbata Sarûhan çi jî gundê wan gelek keç û xort tev li nava Tevgera Azadiyê dibe. Ferhat jî wekî gelek ciwanên kurd bandorê ji vê yekê digire û li ser vê kûr dibe. Ji lew re Ferhat neheqiya li gelê wî tê kirin bi çavê xwe dibîne. Ferhat êdî vî tiştê qebûl nake û berê xwe dide çiyayên azad. Lê ji ber biçûk e, tevlibûna wî nayê qebûlkirin û tê vegerandin. Piştî wextekê careke din hewl dide tev li bibe, lê dîsa jî ji ber temenê xwe tevlibûna wî nayê qebûlkirin û jê re dibêjin, 'tu hê biçûk î, here dibistanê bixwîne.' Lê Ferhat di ya xwe de israr dike. Gava dibe 18 salî careke din biryara tevlibûnê dide û axirê vê carê tê qebûlkirin.
‘DI DEMA KOBANÊ DE ÇÛ'
Di sala 2015’an de dema Ferhat biryara tevlibûnê dide, DAÎŞ bi alîkariya dewleta tirk û gelek dewletên din êrişê dibe ser Kobanê. Serokkamarê AKP'î Erdogan di 7’ê Cotmeha 2014’an de li Dîlokê wekî ku mizgîniyekê bide gotibû: “Kobanê ha ket ha ket.” Wekî gelek kurdan ev axaftina bandorê li Ferhat jî dike. Piştî vê li seranserê welêt û derveyî welöt kurd û dostên wan dadikevin qadan û bertek nîşan didin. Her wiha bi hezaran keç û xort jî berê xwe didin Kobanê. Ferhat jî ku derfeta biçe Kobanê bi dest neketibû, ji bo vê xwesteka xwe bi cih bîne tevlî nava PKK’ê dibe.
‘GUNDE ME HAT ŞEWITANDIN’
Askerî Sarûhan, bavê Ferhat Sarûhan wiha axivî: "Di sala 1993’yan de askeran erîşî gundê me kir. Di erîşê de 3 gundiyên me hatin kûştin. Yek ji wan kesan lawê meta min Behzat Sarûhan bû. Wê demê leşkeran gund şewitand û gundî hemû koçber bûn. Gundiyan pir zor û zehmetî dît. Em jî koçî Amedê bûn. Lê zextên dewletê li vir jî dewam kirin û 3-4 caran ez hatim binçavkirin, belesebeb îşkenceyên giran li min hatin kirin.”
‘HER CARAN JI BER TEMENÊ BIÇÛK HAT VEGERANDI’
Sarûhan wiha behsa dema çûyîna kurê xwe Ferhat Sarûhan kir: “Sedema çûna Ferhat, bandora herî mezin, xal û apê wî bûn. Zext û zordariya li kurdan didît. Min jî ew fehm dikir, lê digot, 'Gelo ez ê çawa ji bo vî gelî bibim bersiveke baş e? Divê ez bixwînim ku baştir bibim bersiv.' Di temenekî biçûk de 3 caran ji bo tevlîbûnê diçe. Lê ji ber temenê xwe her tim wî divegerînin malê û jê re dibêjin ‘Temenê te biçûk e. Tu here bixwîne.’ Nexwe ev bandora li ser wî tu carî neqediyaye ku gava temenê wî bû 18 sal dîsa biryara tevlî bûne dide û diçe.”
‘PIR BIAQIL BÛ’
Sarûhan diyar kir ku der û cîran gelekî ji Ferhat hez dikirin û wiha axivî: “Zarokek cuda bû û pir biaqil bû. Ew qas biaqil bû ku carna dayîka wî jê re digot, ‘Ferhat tu biçûk î, lê wekî pîran diaxivî.’ Yanî axaftinên wî pir di cî de bûn, biaqil bû xwe pêş xistibû. Navbera min û zarokên min, wekî hevaltiyê ye. Ez tu carî wekî bav nêzîkî zarokên xwe nebûme. Ferhat ji bo min cuda bû.”
‘EZ BI ŞEHADETA WÎ SERBILIND IM’
Sarûhan bilêv kir ku bi çûna kurê xwe xemgîn bûye, lê kurê wî ji bo vî welatî, vê axê, vî zimanî û vê çandê çûye û wiha domand: "Xwestaka wî heq, hiqûq bû. Dema min şehadeta wî bihîst, pir xemgin bûm lê ji aliyekî ve jî pir serbilind im bi şahadeta wî. Ji ber ku ji bo vî welatî, vê axê, vî zimanî diçin. Ev tişt ew qas şirîn û pîroz e ku ciwanên me di vî warî de canê xwe feda dikin.”
YEKITÎ
Sarûhan anî zaman ku şer ne tiştekî baş e û di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Em ji roja roj de aştiyê dixwazin. Em ne alîgirên şer in. Êdî bila tu kes di şer de jiyana xwe dest nede. Bila ne esker, ne polîs ne jî gerîla êdî nemirin. Bes e. Em aştiyek birûmet dixwzain. Wekî din tiştekî naxwazin. Di vî şerî de ne leşker diqedin ne jî ciwanên kurd diqedin. Ji bo ev şer biqede pêweîst e ku çar parçeyên Kurdistanê Rojava, Rohilat, Bakur û Başûr bibin yek.”
‘JI BO KU EM NE AZADIN ÇÛ’
Dayika Ferhat Saruhan, Kader Sarûhan jî sedema çûna lawê xwe wiha parve kir: “Beriya niha gelek kes li gundê me tev li bûne û gelek jî şehid bûne. Ji xwe apê wî Bûrhan Sarûhan ev 30 sal in winda ye. Dîsa xalê wî jî 29 sal in di girtîgehê de ye. Derdorê dinêre ku em ne azad in, ev zilm qebûl nekir û biryara çûnê daye. Ferhat bi îrada xwe çûye."
‘PIR SADIQ Û HURMETDAR BÛ’
Kader Sarûhanê jî anî ziman ku kurê wê dixwest bixwîne û rojekê jî behsa çûnê nekiriye ji wan re û wiha got: “Mirovekî ku ji hevalên xwe re pir sadiq û hurmetdar bû. Tu carî xeyîdandin qebûl nedikir. Carekê em û cîranê xwe ji hev du xeyîdî bûn. Ferhat hêrs bû, bi ser me de. Ferhat digot, 'Ev çi ye? Çima hûn ji hev du xeyîdî ne? Divê ku hûn tu carî ji hev du nexeyidin? Carekê jî ji bo me û ciranê me li hev bîne mamoste xwe yê dibistanê anî. Ferhat zarokeki wısa bû.”
‘BILA ÊDÎ DAYIK NEGIRÎN’
Kader Sarûhanê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Bila ev xwin êdî bê sekinandin. Aştiyek bê çêkirin. Êdî bes e, bila hêstirên çavên dayikan nerijin. Ev sed sal in şer berdewam dike û dayik her tim digirîn. Dayikan pîr êş dît, bila êdî ev êş bê sekinandin.”