ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bal kişand ser têkiliya di navbera tecrîda li Îmraliyê û polîtîkaya şer û neçareseriyê û wiha got: “Divê li dijî krîzên siyasî, hiqûqî û însanî ku roj bi roj mezintir dibe, parêzer û malbat tavilê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.”
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di civîna koma Meclisê ya partiya xwe de axivî û geşedanên di rojevê de nirxand. Sancar, ji ewil bal kişand ser komkujiya di 19’ê kanûnê de di bin navê “Operasyona Vegerandina li jiyanê” û Komkujiya Mereşê û kesên di van komkujiyan de hatine qetilkirin bi bîr anî. Sancar, ev tişt anî ziman: “Bi ser re hema hema 25 sal derbas bûn lê berpirsyar nehatin darizandin. Ji ber ku necezakirin, polîtîkaya dewletê ye û şêweyê rêveberiya wan e. Komkujiya 19’ê Kanûnê jî mîna komkujiyên din weke birîneke nekewandî disekine. Heta ku edalet pêk neyê û hevrûbûnek çênebe jî dê ev birîn nekewe. Ji bo vê jî divê heqîqet derkevin holê û bi rastiyê re hevrû bibin. Ji bo ku em bikarin pêşerojeke hevpar li ser bingeheke demokratîk ava bikin, ev yek xalekî jiyanî ye.”
‘HEVRÛ NEBÛN Û HESAB NEHAT PIRSÎN’
Bi domdarî Sancar wiha got: “Li gorî daneyên nefermî, di Komkujiya Mereşê de bi sedan elewî hatin qetilkirin. Bi ser vê komkujiyê re 44 sal derbas bûn. Ev komkujî, di hafizeya me de weke birîneke nekewandî ye. Ji ber ku di vê mijarê de hevrûbûnek çênebû. Ji ber ku ji kesên ev komkujî organîze kirin û berpirsyarên wê hesab nehat pirsîn. Ev kes hatin veşartin. Lêborîn ji malbatên qurbaniyan nehat xwestin û hevrûbûnek çênebû. Lewma jî komkujiyên din hatin kirin. Ev çerxa tarî hêj niha jî bi hewldanên li ser bingeha nefret, mezhebperestî û cihêkariyê didomin. Gelo ma gelek zehmete ku komîsyoneke heqîqetê bê avakirin? Erê rast e ji bo hinek kesan zehmet e. Ji ber ku heke heqîqet derkeve holê, dê faîl û berpirsyarên vê çerxa tarî derkevin holê. Bêguman dê fatûreya vê bo îktîdarên ku vê rêbazê weke teknîkekê bi kar tînin sivik nebe.
ÊRIŞA LI DIJÎ ENCÛ Û ÎŞKENCEKIRINA GEL
Em di nava pergala xerabiyeke rêxistinkirî de ne. Avakirina rejîma nû ya li ser bingeha otorîter didome. Yek ji aliyên herî girîng ên avakirina rejîmê nû, êrişên domdar ên li dijî siyaseta demokratîk û planên tesfiyekirinê ne. Li Stenbolê bi şimaqê êrişî hevserokê me yê Stenbolê û parlamenterê me yê Şirnexê yê berê Ferhat Encu kirin. Êrişî malbatên Nobeta Edaletê digirtin û ciwanên piştgirî didan kirin. Ev îktîdar hewl dide bi rêya polîtîkayên tundî û şer, rageşî û nefretê xwe li ser pêyan bigire. HDP û derdorên demokratîk ku bi hev re tevdigerin, ji bo xwe weke astengiya herî mezin dibînin. Ji HDP’ê ditirsin lewma êriş dikin. Ew jî dizanin ku HDP dê nehêle ew rejîma xwe ava bikin. Lewma ewqas bêperwa êriş dikin.
EV DORPÊÇ NÎŞANEYA TIRSÊ YE
Em li pêşiya avahiya rêxistina me ya Kadikoyê hatin ba hev û me xwest êrişê şermezar bikin. Dema em ber bi wir ve diçûn me dît ku hemû rê dorpêç kirine. Hemû rê girtibûn û bi hezaran polîs li wir kom kiribûn. Bi panzer û polîsan ew dever tevek dorpêç kiribûn. Ew dorpêç, sembola vê pergalê ye. Dibêjin qey dê bikarin bi rêya van dorpêçan xwe li ser pêyan bigirin. Bêperwatiyeke ewqas mezin hebû ku Hevseroka Giştî ya partiya me Pervîn Buldan di avahiya partiyê de di dorpêçê de hiştin û nehêlan derkeve. Ez û hevalên me yên din ên rêveber jî çendek mîtor nêzî avahiya partiyê hatin dorpêçkirin. Yek ji me nedikariya derkeve û yê din jî li derve di dorpêça giran a polîsan de bû. Heke mirov ji Abîdîn Dîno pirsa “Dikarî bo min wêneyê tirsê xêz bikî?” bikira, dê ev dorpêç weke wêneyê tirsê nîşan dabûya.
HEMÛ RÊYAN DICERIBÎNIN
Îktîdar, ji hêza me ya mezin a di siyaseta demokratîk de ditirse. Ji îradeya me ditirse ku dê pêşî li ber avakirina vê rejîmê bigire. Lê tevî her êrişan jî meşa me mezin dibe. Li her qadê êriş dikin û dibêjin qey dê bi rêya tirsê dengê me qut bikin. Lê xwe dixapînin. Serî li her rêbazê didin lê nikarin dengê me qut bikin. Dibêjin qey dê bi rêya tecrîd û dorpêçan dengê me qut bikin lê xwe dixapînin. Di têkoşîna demokratîk a hevpar û avakirina pêşeroja demokratîk de hêza sereke em in û dê nekarin pêşî li ber vê bigirin. Ev rastî careke din li Kadikoyê dîtin.
STENBOL Û ROBOSKÊ DÊ BIGIHIN HEV
Dixwazin di avakirina rejîma nû de Stenbolê weke baregehekê bi kar bînin. Bi rêya darazê hewl didin serokê şaredariya wê yê hatiye hilbijartin ceza bikin. Gelek mînakên wê li ser me ceribandin û niha jî dixwazin li Stenbolê biceribînin. Polîtîkayên li ser me ceribandin niha jî dixwazin li Tirkiyeyê belav bikin. Dixwazin pergala wesayetê û rejîma otorîter a nû ava bikin. Em dibêjin tenê rêyek heye ku em pêşî li ber wan bigirin ku ew jî têkoşîna demokratîk a hevpar a herî berfireh e. Em ê nehêlin Stenbol bibe baregeha faşîzmê. Rêya vê jî ew e ku ji Roboskê heta Stenbolê em têkoşîna hevpar û xeta piştevaniyê birêxistî bikin. Hevgirtina Stenbol û Roboskê dê vê rejîmê têk bibe.
LI DIJÎ WAN BERXWEDÊRIYA GELÊ KURD HEYE
Ev îktîdar hebûna xwe bi rêya polîtîkayên şer û rêbaza nefret û dabeşkeriyê didomîne. Hêzên ku îktîdar ava kirin, ev şirîkatî li ser stûnên şer, tundî û nefretê ava kirin. Xercê van stûnan jî dijminatiya li dijî kurdan e. Lê hemû îktîdarên ku dijminatî li kurdan kirin têk çûn. Dê ev îktîdar jî winda bike. Li hemberî wan berxwedêriya gelê kurd heye ku di her serdemê de bi ser ketiye. Lewma jî dê nekarin bi ser kevin û têk biçin.
HÊMAYA BINGEHÎN A ŞER TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ YE
Yek ji hêmayên girîng ên vê polîtîkaya şer jî tecrîda li Îmraliyê ye. Tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan, raste rast girêdayî neçareserkirina pirsgirêka kurd û polîtîkayên şer e. Lê hinek derdor weke ku ev mijar pirsgirêka çendek derdoran bin tevdigerin. Lê em dibêjin ku tecrîd raste girêdayî geşedanên siyasî yên li Tirkiye û herêmê ye. Lewma jî ev pirsgirêk tenê pirsgirêka gelê kurd û me nîne. Meseleya Tirkiyeyê ye. Îktîdar her tim hewl dide li ser Îmraliyê manîpulasyonan bike. Mixabin kesên ku xwe weke dijberên îktîdarê pênase dikin jî dikevin vê xefikê. Lê li holê bêhiqûqiyeke mezin heye. Divê ji ewil ev rastî bê qebûlkirin.
DIVÊ TECRÎD TAVILÊ RABE
Ya duyemîn; eleqeya tecrîdê û polîtîkayên şer û neçareseriyê raste rast hev ve heye. Aliyekê însanî yê vê tecrîdê jî heye. Ev 21 meh in agahî ji Îmrali, Ocalan û girtiyên din nayên girtin. Herî dawî CPT çûbû serdanê lê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand ku Ocalan derneketiye hevdîtinê. Divê ev rewş teqez bê zelalkirin. Îktîdar vê rewşê naderewîne. Derdorên CPT’yê gotinên gilover dibêjin. Heke bi rastî jî wisa be, xuyaye ku li holê mijareke girîng heye. Lewma divê ev tecrîd tavilê bê rakirin. Êdî gihaştiyek rewşeke giran a siyasî, hiqûqî û însanî. Di halê hazir de divê tavilê destûrê bidin ku malbat û parêzer biçin serdanê.
LI DIJÎ TECRÎDÊ EM BI HEV RE DENGÊ XWE DERXÎNIN
Weke hevserokan me jî serlêdan kir. Ji bo ku hem lîstikên îktîdarê vala derxînin, hem vê bêhiqûqiyê ji holê rakin û hem jî ji bo ku fikarên me ji holê rabin me ev serlêdan kir. Em careke din bang li îktîdarê dikin ku dawî li vê bêhiqûqiyê bînin. Banga me ya ji bo hêzên demokrasiyê û yên çareserî û aştiyê dixwazin ew e e ku em li dijî tecrîdê bi hev re dengê xwe derxînin.
EM DI SALA 2022’YAN NESEKINÎN
Di sala 2022’yan de zext, bêhiqûqî û zilma îktîdarê ya li dijî me zêdetir bû. Bo me jî bû sala berxwedan û têkoşînê. Me tax bi tax, gund bi gund û bajar bi bajar bi gelê xwe re hevdîtin kirin. Me ji bo pirsgirêkên piralî yên Tirkiyeyê rêyên çareseriyê pêş xistin. Me serî li ber zext û zordariyan netewand û li dijî şer û xizaniyê têkoşiyan. Me mitîng li dar xistin, ji talankirina ekolojiyê re got na, hevdîtinên edaletê pêk anîn û li dijî tecrîdê dengê xwe bilind kir. Li dijî Doza Kompasê ya Kobanê û doza girtinê me têkoşîna xwe ya hiqûq û demokrasiyê mezintir kir. Me Tifaqa Ked û Azadiyê ava kir û ji bo mezinkirina vê tifaqê ya ku ji destê me tê dikin. Tirkiyeyeke cuda mimkin e û ew jî Rêya Sêyemîn e ku me ava kiriye.
Îktîdarê jî zilma xwe li her deverê belav kir. Bi rêya nelirêtî, talan, kexwarî, îstîsmarkirina zarokan û tundiya li dijî jinan civakê dirizîne. Nebaşiya xwe li her deverê belav dike. Li pêşberî me feraseteke rêveberiyê ya talanker, dizîker, kedxwar û tundrew heye. Ev civak veguherandin civakeke tundiyê ye. Êdî îstîsmarkirina zarokan kirin mijareke ji rêzê. Em bibiryar in ku dê vê rewşê biguherînin. Ev hêza me heye û em ê biguherînin. Gelemperiya civakê êdî ji vê pergala talanker, dizîker, kedxwar û ji polîtîkayên şer bêzar bûye û aciz. Têkoşîna edaletê li her qadê didome.
NAVENDA KU DÊ SERDEMA PÊŞ DIYAR BIKE EM IN
We hevdîtinên budçeyê temaşe kir. We jî dît ku budçeya wan budçeya kedxwarî, şer, talan, qesr û rantê ye. Me jî li dijî vê pêşniyarên xurt kirin. Parlamenterên me hem li komîsyonê û hem jî li lijneya giştî ev budçeya wan a şer teşhîr kirin. Her wiha pêşniyarên şenber kirin. Xurttirîn bername, fikriyat û têkoşîn a me ye. Lewma jî navenda esasî ya ku dê serdema pêş diyar bike jî em in. Tifaqa me ya demokrasiyê ye. Tekane çareseriya van krîzên piralî, bernameya me ye. Sala 2023’yan dê bibe sala mezinkirina têkoşînê. Em derbasî sala fînalê bûn û dê encamê bi dest bixin. Peywira me tevekan e ku em sala 2023’yan bikin sala avakirina komara demokratîk.”