ÎZMÎR - Ciwanên ku bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan wiha gotin: "Tenê ne meseleya pêwendîdanînê ye lê divê bi awayekî fîzîkî jî azad bibe."
Nêzî 21 meh in xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên di Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê de nayê girtin. Serlêdanên malbatan û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî bi hinceta "cezayên disiplînê" yên astengkirin. Endamên Meclisa Xwendekarên Demokratîk (DOM) û Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bertek nîşanî tecrîdê dan.
'TECRÎD KRÎZÊ KÛRTIR DIKE'
Endamê DOM'ê Şehmûs Bûran anî ziman ku dewlet li dijî kurdan "polîtîkayên qirêj" xistine dewrê û got ku ev polîtîka ne derî tecrîda li ser Abdullah Ocalan in û bi tecrîdê re polîtîkayên şerê taybet kûrtir bûne. Bûran wiha axivî: "Armanca sereke ya tecrîdê ew e ku di ser gelê kurd re gelên Rojhilata Navîn ber bi bêtêkoşînê û bêazadiyê ve hêl bike."
Bûran bilêv kir ku tecrîd bûye sedema gelek pirsgirêkên wekî şer û aboriyê û wiha got: "Tecrîd, krîza aborî krûtir dike. Li ciwanan fikara nedebarkirinê û pêşerojê peyda dike. Tecrîd bi tevahî bandorê li civakê dike. Mifteya çareserkirina krîza li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn li Îmraliyê ye. Ger tecrîd rabe dê bêhna gelên Rojhilata Navîn derkeve."
PÊNGAVEKE NAVNETEWEYÎ
Bi domdarî Bûran destnîşan kir ku ciwan dikarin tecrîdê rakin û bibîr xist ku di 8'ê Adarê de name ji CPT'yê re şandine. Bûran, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo şikandina tecrîdê me di 8'ê kanûnê de dest bi pêngavekê kir. Em ê vê pêngava xwe li kampusan, li kuçeyan, li her derî belav bikin. Em ê ji YE, NY, DMME'yê û gelek saziyên din tecrîdê bipirsin."
'NASNAMEYA JINA AZAD HEDEF TÊ GIRTIN'
Endama DOM'ê Şîlan Azgin jî têkildarî tecrîdê wiha got: "Gelê kurd bi qirkirinekê re rû bi rû ye. Ev polîtîkaya qirkirinê bi tecrîda li ser birêz Ocalan tê kirin. Birêz Ocalan ji ber ku pêşengiya jiyana azad, pêşengiya perspektîfa jina azad dike, tê tecrîdkirin. Bi polîtîkaya tecrîdê dixwazin nasnameya kurdan û zimanê wan asîmîle bikin."
Azgin bilêv kir ku polîtîkaya tecrîdê bandoreke mezin li civakê dike û got ku bi taybetî jî jinên ciwan hedef tên girtin. Azgin, wiha axivî: "Xwesteka me jina azad e. Yê paradîgmaya vê daniye jî birêz Abdullah Ocalan e. Bi tecrîdê re nasnameya jina azad hedef tê girtin."
ROLA DEWLETAN A DI TECRÎDÊ DE
Endama Meclisa Ciwanan a HDP'ê Berfîn Çîçekê jî anî ziman di domandina tecrîdê de tiliya hêzên global û dewletan heye û wiha axivî: "Polîtîkaya tecrîdê ya li ser pêşeng û rêvebirê Modernîteya Demokratîk birêz Abdullah Ocalan, tenê ji aliyê dewletekê ve nayê birêvebirin. Ji lew re birêz Ocalan li dijî pêkanînên faşîzan ên dewletên kapîtalîst jiyanekê berpêş dike. Pergal ji bo berjewendiyên xwe birêz Ocalan tecrîd dike. Fikrên Ocalan bi dirûşma 'Jin, jiyan, azadî'yê li seranserê cîhanê belav bûn. Ji vê ditirsin. Dê dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' li her derê cîhanê belav bibe."
'EM DOZA AZADIYA WÎ YA FÎZÎKÎ DIKIN'
Çîçekê destnîşan kir ku ger tecrîda li ser Ocalan bê rakirin dê aştî û aramî bê herêmê û wiha bi dawî kir: "Her kes ji vê bawer dike. Dewleta ku vê yekê naxwaze, helbet azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan asteng dike û pêşî li ber pêwendiya pê re digire. Zêdetirî du sal in tu pêwendî bi birêz Ocalan re nehatiye danîn. Qethiyen em vî tiştî qebûl nakin. Tenê ne meseleya pêwendîdanînê, divê bi awayekî fîzîkî jî azad bibe."
MA / Delal Akyuz