MEREŞ - Alî Yuzbaşioglû ku di Komkujiya Mereşê de birayê wî Mûstafa Yuzbaşioglû hatiye qetilkirin, diyar kir ku 44 sal in li benda hevrûbûnê ne û got: "Nebûna hevrûbûnê, dê bibe sedema bûyerên nû."
Di 19'ê Kanûna 1978'an de li Mereşê li dijî elewiyan komkujiyek pêk hat. Li gorî hejmarên fermî di vê komkujiyê de 111 kes hatin qetilkirin û 559 xanî û 290 kargehên elewiyan hatin şewitandin. Lê li gorî hin çavkaniyan zêdetirî 500 kes di vê komkujiyê de hatine qetilkirin. Ji kesên hatin qetilkirin yek jê jî endamê Komeleya Yekitî û Piştevaniyê ya Hemû Mamosteyan (TOB-DER) Haci Yuzbaşioglû bû. Yuzbaşioglû di 21'ê Kanûnê de bi çekê hatiye birîndarkirin û piştî baş bûye giliyê êrişkaran kiriye. Piştî gilîkirinê Yuzbaşioglû bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest daye.
ÊRIŞA LI DIJÎ CENAZEYAN
Piştî bûyerê bi rojekê girseyeke qelebalix xwest cenazeyê Yuzbaşioglû bibe goristanê. Lê Meleyê Mizgefta Baglarbaşiyê Mûstafa Yildiz wê rojê bi vî awayî weaz da: "Bi nimêj û rojiyê mirov nabe hecî. Kesê elewiyekî bikuje wekî pênc caran çûbe hecê. Divê hogirên me li dijî hikûmetê, komunîst û bêdînan rabin. Em ê elewî û bêîmanên sunî yên CHP'î yên li derdora xwe paqij bikin." Piştî weaza Yildiz girseya nijadperest êriş bir ser girseya ku cenazeyê Yuzbaşioglû dibir goristanê. Paşê kargehên elewiyan hatin şewitandin. Di êrişê de 3 kes jiyana xwe ji dest dan.
‘ŞOREŞGEREKÎ BIBIRYAR BÛ'
Alî Yuzbaşi (62) ku dema komkujiyê 18 salî bû, behsa birayê wê Mûstafa Yuzbaşi û tiştên wê demê qewimîn kir. Yuzbaşioglû da zanîn ku dema komkujiyê birayê wî 24 salî bûye û wiha axivî: "Birayê min da ser rêya xwendinê. Wê demê nifûsa Mereşê 30 hezar bû. Birayê min xwedî xisûiyeteke lêkolîneriyê bû. Li ku dibû bila bûbûna, li ber neheqiyê radibû. Di dema dibistana amadehiyê de bandor ji tevgera ciwanan a 68'an girt û li Mereşê di dema dibistana amadehiyê dest bi têkoşînê kir. Piştî ku dibistana amadehiyê kuta kir, Beşa Matematîkê ya Zanîngeha Teknîkê ya Karadenîzê qezenc kir. Birayê min pir ji Mahîr Çayan bibandor bûbû. Li Trabzonê di nava refên Ciwanên Milîtan de cih girt. Sozyalîzma zanistî esas girt û şoreşgerekî bibiryar bû. Piştî ku dibistana xwe kuta kir bû mamosteyê matematîkê û têkoşîna xwe bi heman biryardariyê domand."
KIRYAR NEHATIN DÎTIN
Yuzbaşioglû da zanîn ku birayê wî yê endamê TOB-DER'ê bêyî li nasnameya kesan binere ji bo hemû mirovan dixebitî û wiha got: "7 gule li birayê min ketibûn. Ew bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê polîsan îfadeya wî girt. Birayê min gotibû ew êrişkaran nas nake, lê navê kesên şik biribûn ser wan gotibû. Her wiha eşkalê êrişkaran jî tarîf kiribû. Gotibû heke wan bibîne dê nas bike. Paşê birayê min bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Sal derbas bûn, lê kiryar nehatin dîtin, daxilî nava kiryar nediyaran bû û ji ber wext di ser re derbas bû dosye hat girtin."
‘CENAZE 3 ROJAN NEHAT VEŞARTIN'
Yuzbaşioglû bilêv kir ku li nêzî Mizgefta Mezin êrişî birayê wî hatiye kirin û wiha behsa wan rojan kir: "Ji avahiyênd erdorê kevirên mezin diavêtin. Çek diteqandin. Girseya ji bo cenaze hatibû belawela kirin. Me gelek tişt li wir dîtin. Ên mirî, ên birîndar, ên êrişkar... Me cenaze defin nekir. Me cenazeyê birê min, bir mala Gijik Dede ya li Taxa Yurukselîmê. Cenaze 3 rojan li wir ma. Gava yekîneyên leşkerî yên ji Kayseriyê anîbûn hatin, me cenazeyê birayê min li goristana bêkesan defin kir. Piştî bûyer tepisîn, me serlêdan kir û me cenazeyê birayê min ji wir derxist û me ew li goristana xwe defin kir."
BANGA JI BO HEVRÛBÛNÊ
Yuzbaşioglû anî ziman ku di dema komkujiyê de li bajêr hêzine cuda hebûne û ev tişt gotin: "Li pişt paşverûyan û MHP'iyan siyasetmedar hebûn. Îstixbaratvan jî hebûn. Beriya bûyeran li ser her quncikî sîxurên di dilqê firoşkarên Mîllî Piyangoyê de hebûn. Hemû jî provakator bûn. Meyla siyasî ya wê demê jî gel har kir. Sibeha bûyerê, wesayîtên eskerî ber bi zeviya qajan ve diçûn û dihatin. Gava me li zeviyê mêze kir, me dît ku girseyeke alayên sê heyv li ser wan hilgirtibûn heye. Dirûşmeya 'artêş, milet mil bi mil' berz dikirin. Alayên sê heyv li ser wan bi wesayîtên eskerî ve daldiqandin. Bi îhtimaleke mezin çek danîn wir. Koma êrişkar taxê dorpêç kir û dest bi gulebarankirinê kir. Li kêleka taxê yekîneya eskerî hebû. Wan mudaxileyî bûyerê nekir. Gel bi mirinê re rû bi rû hat hiştin. Gava êriş dest pê kirin, li pêşiya êrişkaran kesên birûpoş hebûn. Ew îstixbarat bûn."
Yuzbaşioglû destnîşan kir ku dewlet di warê hevrûbûnê de gavek neavêtiye û wiha got: "Hê jî dewlet û ew roj bi rûbarî hev neketine. Ser meseleyê nixumandin. Ez dixwazin dewlet û wan rojan bi rûbarî hev kevin û kujer bên eşkerekirin. Em dixwazin rastiya meseleyê bê eşkerekirin. Nebûna hevrûbûnê, dê bibe sedema bûyerine nû."
MA / Omer Akin