DÊRSIM - Li navçeya Pêrtagê polîsan di saetê serê sibê de bi ser malekê de girtin û welatiyê bi navê Gokhan Karakûş binçavkirin.
Polîsan di saetên serê sibê de li Taxa Îstîklal a navçeya Pêrtag a Dêrsimê bi ser malekê de girtin. Hat zanîn ku polîsan di lêgerînê de mal pir tev li hev kiriye û welatiyê bi navê Gokhan Karakûş binçav kirine.
Hat zanîn ku Karakûş bi hinceta parvekirinên medyaya dîjîtal hatiye binçavkirin û Miduriyeta Polîsan a Dêrsimê.