AMED - Desteya Koordînasyona Bajêr a TMMOB’a Amedê lêkolînkirina UNESCO’yê ya li Sûrê ya 7 sal piştî qedexeyên derketina kolanan rexne kir û diyar kir ku ji bo bajêr ji Mîrateya Çandê ya Cîhanê bê derxistin her cure weranî hatiye destnîşankirin.
Desteya Koordînasyona Bajêr (ÎKK) a Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) a Amedê derbarê lêkolînkirina şandeya Rêxistina Perwerde, Zanîst û Çandê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyî ya 28’ê mijdarê li navçeya Sûrê û derdora wê pêk anî de, li Odeya Endezyarên Ceyranê (EMO) civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civînê de nûnerên gelek rêxistinên ked û pîşeyî amade bûn. Hevserokê Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê Ferît Kahraman, serdana piştî 7 salan a UNESCO’yê ya li navçeya Sûrê rexne kir.
GEFA JI HOLÊ RAKIRINÊ
Kahraman, bi bîr xist ku Sûr û Baxçeyên Hewselê di sala 2015’an de li Lîsteya Mîrateya Cîhanê hatin zêdekirin û da zanîn ku ev mîrateya dîrokî, çandî û gerdûnî ji aliyê kesên peywîra parastinê dane wan ve bi gefa ji holê rakirinê re rûbirû mane.
UNESCO PIŞTÎ 7 SALAN HAT
Kahraman, bal kişand ku gelek sazî û kesên xwe weke parazvanên nirxên gerdûnî, dîrokî, xwezayî û çandî dibînin li dijî Sûra ku di Qada Mîrateya Cîhanê û Qada Sît a Bajêr de ye bêdeng man û wiha got: “Tevî ku li dijî vê kor bûn û bêdengiyê gelek rapor û bang li Navenda Mîrateya Cîhanê ya UNESCO'yê hatin kirin jî, ev serdan piştî 7 salan hate kirin. Şandeya UNESCO’yê di navbera dîrokên 28’ê mijdar û 2’yê kanûnê de hatiye Amedê û di Qada Mîrateya Cîhanê û Qada Sît a Bajêr de hin lêkolîn kirine. Her wiha şandeyê di çarçoveya serdanê de xwestiye bi hin saziyên sivîl ên civakî re hevdîtinê bike û di 2’yê mijdara 2022’yan de hevdîtin kiriye. Şandeyê bi ‘rêberiya’ saziyên fermî di qadê de 5 rojan lêkolîn kiriye. Ji bo hevdîtina bi saziyên sivîl ên civakî ku ji aliyê saziyên fermî ve hate plankirin re 2 saet hatiye veqetandin. Her çiqas weke ku bila wext kêm be ku rastî neyên parvekirin hatibe fikirîn jî hilweşandinên 7 salan bi raporan hatine ragihandin.”
HIN SAZÎ TEV LI NEBÛN
Kahraman da zanîn ku ji bo civînê tenê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê, Odeya Esnaf û Sinetkaran a Amedê, Odeya Şaxa Avahîsazan a Amedê ya TMMOB’ê, Odeya Plangerên Bajarvaniyê ya Amedê ya TMMOB’ê, Komeleya Çand, Turîzm û Muzîkê ya Amedê, Muxtariyeta Taxa Alîpaşa, Muxtariyeta Taxa Suleyman Nazîf, Muxtariyeta Taxa Cevatpaşa hatine vexwendin lê Odeya Esnaf û Sinetkaran a Amedê Muxtariyeta Taxa Cevatpaşayê tev li civînê nebûne.
KESÊN HATIN KOÇKIRIN NEHATIN VEXWENDIN
Kahraman, da zanîn ku gelek odeyên pîşeyî yên pêkhateyên TMMOB’ê, baro, komeleyên ekolojiye û gelek saziyên sivîl ên civakî ku ji bo parastina qadê têdikoşin nehatine vexwendin û got: “Her wiha nûnerên Taxên Cevatpaşa, Savaş, Hasirli, Cemal Yilmaz, Fatîhpaşa û Dabanoglûyê yên qedexe ku 26 hezar 084 kes jê hatin koçkirin û hema bêjin temamê wan hatin hilweşandin jî nehatine vexwendin. Di pêvajoya 7 salan de hate gotin ku xwediyên milkan, rêxistinên pîşeyî, STK'yan û nûnerên herêmî bi temamî ji pêvajoyê hatine dûrxistin û demeke pir dirêj ketina wan a qadê hatiye qedexekirin”
‘EM Ê JI TALANÊ RE BÊDENG NEMÎNIN’
Kahraman, mijarên ku di serdanê de hatin nîqaşkirin rêz kirin. Kahraman destnîşan kir ku bi gotina “Veguhertina bajêr” û “Em dîrokê ji nû ve ava dikin” mudaxileyî bajêr tê kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em di dawiya pêvajoya şahidinî û têkoşîna 7 sal in dimeşînin de dibînin ku saziyên dewletê mîrate, çand û dîroka ku ne aydê wan e ji holê rakin hemû derfetên xwe seferber kirine û rayedarên saziyan ji bo qad ji Lîsteya Mîrateya Cîhanê bê derxistin ji her cure werankirin û hilweşandinê îmze dikin. Tevî hemû hilweşandin û texrîbatan yek perçe jî bimîne em vê nirxa gerdûnî biparêzin û ji bo wê têbikoşin. Em ê li hemberî vê komkujiya bajarî û çandî, talankirina jîngehên xwe yên xwezayî bêdeng nemînin, em ê dest ji vê têkoşînê bernedin.”