ENQERE - Her çend ku di sala 2022’yan de êrişên li dijî jinan zêde bibin jî hevdîtinên bo israra di têkoşînê de û piştevaniyê derketin pêş. Dirûşma “Jin, jiyan, azadî” mohra xwe li vê salê de û gotina “Sedsala 21’an sedsala jinan e” bû sembol.
Ji ber polîtîkayên şer û tundiyê, sala 2022’yan mîna li temamiya cîhanê li Tirkiyeyê jî bi krîzên aborî, civakî û siyasî derbas bû. Di saleke ku binpêkirinên mafê jiyanê bênavber didomiyan de herî zêde jin bûn hedefa êrişên zîhniyeta nêrza. Aqilê mêr bi rêya rûxandin û talanê hewl da îktîdara xwe bidomîne û li dijî tarîtiya ku dixwestin biafirînin, berxwedan û têkoşîna jinan jî ji bo civakê bû hêviyeke mezin. Li dijî îktîdara AKP-MHP’ê ku dijminê jinan e, jinên li Kurdistan û Tirkiyeyê mezintirîn bedel dan û xwedî li jiyan û destkeftiyên xwe derketin. Şer, qanûnên nêrza yên ku zilam rewa dikin û diparêzin, tacîz, destdirêjî, komkujî, mafê xwegihandina edaletê, xizanî û bêkariya roj bi roj mezintir dibe, krîza aborî, projeyên ku xweza û jiyanê tune dikin, polîtîkayên şerê taybet ên bi destê leşker, polîs, cerdevan, notirvan û hwd. tên meşandin û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bûn mijarên sereke yên vê salê. Jinên ku tevî êrişên bênavber dest ji azadiya xwe bernedayîn, li dijî zîhniyeta serdest a mêr di tevahiya salê de bênavber têkoşiyan.
Têkoşîn û piştevaniya li dijî tundiya mêr-dewletê hate mezinkirin û biryardariya ku di gotina “Sedsala 21’an sedsala jinan e” şênber bûyî, careke din raxistin ber çavan.
ÇETELEYA TUNDIYÊ YA 11 MEHAN
Di vê salê de ku newekheviya zayenda civakî zêde bû, tundî û komkujî ku encama polîtîkayên sîstematîk ên zayendperest ên îktîdarê ne, rojeva sereke ya welêt bû. Zilamên ku li gorî biryarên dûrxistinê tevnegeriyayîn, ên ku bi hinceta pandemiyê ji girtîgehan hatine berdan, li gel ku pirî caran tundî kirin jî nehatin girtin û vê jî kir ku bi sedan jin jiyana xwe ji dest bidin. Li gorî çeteleya JINNEWS’ê; di 11 mehên ewil ên sala 2022’yan de 330 jin ji hêla zilamên herî nêzî xwe ve hatin qetilkirin. Li gorî daneyên Platforma Em ê Pêşî li Ber Cînayetên Jinan Bigirin (KCDP) jî di nava 11 mehan de 310 jin hatin qetilkirin, 222 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Ji 310 jinên hatine qetilkirin 34’an jê ji bo parastinê serî li polîsan an jî dozgeriyê dabûn.
CEZAYÊN FAÎLAN DAXISTIN
Sala 2022’yan bû yek ji wan salan ku di dozên tundî û cînayetên li dijî jinan de cezayê faîlan pir hate daxistin. Cezayê kujer Cemal Metîn Avci ku xwendekara zanîngehê Pinar Gultekîn qetil kiribû, bi hinceta “tehrîkkirina nerewa” daxistin 23 salan. Bi sedema ku teklîfa wî ya zewacê qebûl nekir, kujerê bi navê Orhan Munîs di 13’ê îlona 2014’an de hunermenda TRT’ê Hatîce Kaçmaz qetil kir. Lijneya Giştî ya Cezayan a Dadgeha Bilind (YCGK) îdia kir ku Munîs ne bi awayeke “plankirî” lê ji ber “têkçûna hestan û hêrsa demkî” Kaçmaz qetil kiriye û biryara daxistina cezayê kujer Munîs di cih de dît. Van biryarên li jor hatine vegotin, rê li ber hêrseke mezin a jinan vekir.
Di demeke ku bertekên li dijî van biryaran mezin dibûn de Qanûna Tundiya li Dijî Jinan li Meclisê hat qebûlkirin û bi vê yekê re rêya “daxistina ceza ya otomotîk” hate vekirin.
JI BO TUNDIYA BIUNÎFORMA BIRYARÊN NEŞOPANDINÊ
Tundî, destdirêjî û komkujiyên leşker, polîs, notirvan û cerdevanan ên li Kurdistanê li dijî jin û zarokan, zêdetir bûn. Faîlên biunîforma jî bi polîtîkaya necezakirinê hatin xelatkirin. Di meha ewil a salê de Şebnem Şîrîn li Denîzliyê ji hêla Furkan Zibinci ve hat kêrkirin û qetilkirin. Dema Şîrîn dihat qetilkirin, polîsên ku hatin ber deriyê malê bi sedema “deng nayê” dîsa vegeriya bûn. Derheqê van polîsan de bi sedema “peywira xwe bicih neanîne” lêpirsîn hatibû destpêkirin lê di dozê de biryara neşopandinê hate dayîn.
Çawişê pispor Talîp Korcan li Wanê êrişa zayendî li du zarokan kiribû. Derheqê tecawizkar Korcan de bi sedema “Îstîsmara zayendî ya biwesf a li dijî zarokan” doz hatibû vekirin lê biryara “hewcehî bi teqîbatê nîne” hate dayîn û Korcan di danişîna ewil de hate berdan. Hema hema her mehê jinek ji hêla leşker, polîs an jî cerdevanan ve hate qetilkirin. Li gorî daneyên cemaweriyê hay jê bûyîn, herî kêm 6 jin ji hêla polîsên ku bi hev re bûn hatin qetilkirin.
HERÎ KÊM 808 FEZLEKE
Mafê bijartin û hilbijartinê di tevahiya salê de bû hedefa îktîdarê û bû yek ji wan mafên demokratîk ku zêdetirîn rastî êrişê hatî. Derheqê parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ku partiya herî zêde li Meclisê pirgirêkên jinan dike rojev, bi sedan fezleke hatin amadekirin û parlamenteriya wan hate xistin. Herî dawî jî Komîsyona Têkel a Meclisê di 17’ê mijdarê de bi piraniya dengan xwest ku parlamenteriya Parlamentera HDP’ê Semra Guzel were xistin.
Di serdema 27’an a qanûndanînê ya sala 2022’yan de derheqê 196 parlamenteran de bi giştî hezar û 691 fezleke hatin amadekirin. Ji fezlekeyan 808 jê derheqê parlamenterên HDP’ê yên jin de hatin amadekirin.
SIYASETA DERSOKÊ
Piştî ku Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû mijara dersokê dîsa xistî rojevê, îktîdarê guherandina Makeqanûnê dîsa xist rojeva xwe. Wezareta Edaletê li ser fermana Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, pêşnûmeyeke Makeqanûnê amade kir ku tê de ne tenê mijara dersokê lê qala guherandina têgeha malbatê jî tê kirin. Di xala 41’an de wiha tê gotin; “Malbat, bingeha civaka tirk e û li ser esasê wekheviya hevjîna ye.” Dê li şûna têgeha hevjînê êdî têgehên “Jin” û “Mêr” bên bikaranîn.
TÊKOŞÎNA BÊNAVBER
Lê tevî hemû êriş û zehmetiyan jî, di sala 2022’yan de têkoşîna jinan derket pêş. Bi taybet jî di qada kedê de ku zext zêde bûbûn, jin di xebatên rêxistinî yên sendîkayî de derketin pêş û li dijî derxistinên ji kar jî di eniyên herî pêş de cih girtin.
Li ETF Tekstîlê 330 karker ji kar hatibûn derxistin û bi hinceta “biçûkbûnê”, hat gotin ku dê ji sedî 30’ê tazmînata qidemê ya giştî bidin karkeran. Her wiha hat gotin ku dê tazmînata îxbarê neyê dayîn. Li ser vê yekê jî karkeran li febrîqeyê ji bo mafên xwe dest bi berxwedanê kir. Berxwedana karkeran 79 rojan berdewam kir û di encamê de hacîz danîn ser malên ETF Tekstîlê. Li febrîqeya Alamaxtex (Yeşîm Tekstîl) ku TEKSÎF lê birêxistinkirî ye û li Bursayê hatiye damezirandin, ji ber ku di Peymana Kar a Komelî (TÎS) de lihevkirin çênebû, nêzî 4 hezar û 500 karkeran dest bi grevê kir. Di roja 2’yemîn a grevê de lihevkirin çêbû. Her wiha karkerên li Febrîqeya Techonomix a li Bursayê ku ji sedî 98 ê karkerên wan jin in, bi sedema ku di TÎS’ê de lihevkirin çênebû, karkeran dest bi grevê kir. Berxwedana jinên ku li Tekstîla Acarsoy û Barutçu ya li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Demîrtaş a Bursayê dixebitiyan û piştre bi hinceta ku bûne endamên Sendîkaya Oz Îplîk a Îş’ê ji kar hatin derxistin jî didome.
Di têkoşîna li dijî derxistinên ji kar, tundî, neheqî, binpêkirina mafan de jinan îsal her tim di eniyên pêş de cih girtin.
TÊKOŞÎNA LI KOLANAN RANEWESTA
Di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de jin li kargehên xwe, li taxan û li kolanan li dijî tundî şer, newekhevî, xizanî û binpêkirinên mafan hatin ba hev û têkoşiyan. Tevî dorpêçên polîsan jî jinan qad tije kirin û careke din dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.
Desthilatdariyê hewl da di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî de nehêle jin bên ba hev lê ev hewldanên wê vala derketin. Jin, li her çar aliyên welêt daketin qadan û nerazîbûnên xwe nîşan dan. Di çalakiyên 25’ê Mijdarê de bi giştî 380 jin hatin binçavkirin.
PIŞTEVANÎ BI SER KET
Siyasetmedara kurd Aysel Tugluk ku li Girtîgeha Jinan a bi Tîpa F a Kandirayê dihat ragirtin û 2 sal berê teşhîsa nexweşiya demansê lê hatibû kirin û tevî raporên nexweşxaneyê jî nedihat berdan, bi saya têkoşîn û piştevaniya jinan, 596 roj piştre bi rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) a “nikare di girtîgehê de bimîne” hate berdan. Ji bo berdana Tugluk bi hezaran îmze hatin komkirin. Ji Amerîkayê heta Almanya, Hollanda û Swêdê, bi hezaran jinên ji welatên cuda tev li kampanyayê bûn û di çalakî û xwepêşandanan de cih girtin.
DENGÊ HÊVIYÊ: JIN, JIYAN, AZADÎ
Jinên kurd li dijî tundiya mêr-dewletê, dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ku navê têkoşînê bi xwe ye, pêş xistin. Di têkoşîna li dijî êrişên pergala mêrserdest de vê dirûşmê mohra xwe li salê da. Ne tenê têkoşînek, her wiha bû fikriyata avakirina şoreşa ku jinê esas digire jî. Piştî ku Jîna Emînî li Îranê ji hêla “polîsên exlaqê” ve hate qetilkirin, dirûşma “Jin, jiyan, azadî” êdî ji bo hemû gelên cîhanê bû remza rizgariyê.
Her çend ku sala 2022’yan zehmet derbas bibe jî, têkoşîn û berxwedana jinan ji rojevê neket. Çendek geşedanên sala 2022’yan wiha ne:
ÇILE
1’ê Çileyê: Serhildan û çalakiyên jinan ên ji bo jinên hatine windakirin, hatine qetilkirin û rastî destdirêjiyê hatin îsal jî bênavbe dom kirin. Ji bo Gulistan Doku ku ji 5’ê çileya 2020’an heta niha li Dêrsimê hatiye windakirin û agahî jê nayên girtin derketin qadan û wiha gotin: “Ne 2 sal lê 2 hezar sal jî derbas bibin em ê dev jê bernedin.” Malbata Doku jî li pêşiya Edliyeya Dêrsimê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Malbatê di 23’yê sibatê de çalakiya xw veguhest Enqereyê. Çalakî, bi daxwaza hevdîtina bi Wezîrê Dadê Bekir Bozdag re hate destpêkirin lê rastî êrişa polîsan hat. Malbat li erdê hat kaşkirin û binçavkirin.
2’yê Çileyê: Meclisa Dayikên Aştiyê yên Edene û Mêrsînê hatin avakirin.
7’ê Çileyê: Ji bo berdana Cîgira Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Aysel Tugluk ku li Girtîgeha Jinan a bi Tîpa F a Kandirayê dihat ragirtin û pirsgirêkên wê yên tenduristiyê giran bûbûn, bi sernavê “Ji bo Azadiya Aysel Tugluk 1000 Jin” kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin. Armanca kampanyeyê ew bû ku heta 12’ê çileyê hezar îmze bên komkirin lê di demekî kin de ji Amerîkayê heta Almanya, Hollanda û Swêdê û gelek welatên din, bi hezaran jin tev li kampanyayê bûn. Di çarçoveya kampanyayê de gelek çalakî û xwepêşandan hatin lidarxistin. Di şexsê Aysel Tugluk de daxwaza azadiyê ji bo hemû girtiyên nexweş hat kirin.
12’ê Çileyê: Parlamentera HDP’ê Semra Guzel bi sedema wêneyê ku 8 sal berê kişandibû hedef hat girtin û piştre jî bilez û bez derheqê wê de fezleke hat amadekirin.
24’ê Çileyê: Duyemîn danişîna doza tettîkkêş Onur Gencer hat lidarxistin ku di êrişa li dijî avahiya Rêxistina HDP’a Îzmîrê de Denîz Poyraz qetil kiribû. Mîna danişîna ewilî, di danişîna duyemîn de jî gelek jinên ji bajarên cuda li pêşiya edliyeyê hatin ba hev û danişîn şopandin.
SIBAT
24’ê Sibatê: Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê (EŞÎK) tevî parlamenterên jin ên HDP’î, ji bo “Mafê Nefeqeyê” ku dihat payîn di Pakêta Darazê ya 6’an de cih bigire daxuyanî dan.
25’ê Sibatê: Tevgera Jinên Azad (TJA), starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşma “Dem dema azadiya jinê ye” li Kerboran a Mêrdînê da ku bajarê Garîbe Gezer a li Girtîgeha Jinan a Tîpa F a Kandirayê hatibû qetilkirin e. Çalakî heta 8’ê Adarê dom kirin û jinên TJA û HDP’î di çalakiyan de daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin. Jinên sendîkayî bi dirûşma “Îro ji serhildanê ber bi Berxwedan û Azadiyê ve” û platformên jinan jî bi dirûşmên xwe yên xweser ve starta çalakî û xwepêşandanan dan û çalakî heta 8’ê Adarê dom kirin.
ADAR
8’ê Adarê: Jinên ku li her devera cîhanê daketîn qadan, di çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li dijî şer, tecrîd, xebata nebiewle, tundî, xizanî û zeman bi dirûşm û dovîzên xwe dengê xwe bilind kirin. Jinan, tevî dorpêçên polîsan jî qad tije kirin û careke din dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.
16’ê Adarê: Demekî kin piştî serhildana jinan a di 8’ê Adarê de, daraz kete dewrê. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 24 jinên siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl hatin binçavkirin. Ji jinan 7 jê di 18’ê adarê de hatin girtin û yên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê da zanîn ku jin, di bin çavan de rastî muamaleya xerab hatine, di ketina girtîgehê de lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin.
16’ê Adarê: AKP’ê, pêşniyarqanûna ku di sûcên tundiya li dijî jinan û xebatkarên tenduristiyê de danekirinên cezayî zêde dike pêşkeşî Serokatiya Meclisê kir. Di pêşniyarqanûnê de xala herî zêde rê li ber nîqaşan vekirî jî “daxistina ceza ya teqdîrê” ku weke “daxistina ceza ya ji ber rewşa baş” tê zanîn û şertê “poşmantiyê” bû.
21’ê Adarê: Jinan, bi rengên xwe pêşengtiya Newrozê kirin ku bi dirûşma “Dem Dema Serkeftinê ye” hat lidarxistin.
NÎSAN
4’ê Nîsanê: TJA’yê ji bo pîrozkirina 73’yemîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bang li jinan kir ku biherikin Amarayê.
13’ê Nîsanê: Bi hinceta “Xebatên li dijî qanûn û exlaqê” derheqê Komeleya KCDP’ê de doza girtinê hate vekirin.
17’ê Nîsanê: Di heman roja ku Tirkiyeyê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê êriş dayîn destpêkirin de gelek rêxistin, sazî û komeleyên jinan daxuyanî dan û bertek nîşan dan.
26’ê Nîsan: Avahîsaz Mucella Yapici ya 72 salî ku di Doza Geziyê de dihat darizandin, hate girtin.
28’ê Nîsanê: Danişîna ewil a doza Peymana Stenbolê ku bi daxwaza betalkirina wê hatibû vekirin, li 10’emîn Daîreya Dadgeha Kargerî ya Bilind dest pê kir. Danişîn li eywana konferansan a bi kapîseteya 550 kesan a Dadgeha Kargerî ya Bilind hat lidarxistin û ji çar aliyên welêt bi sedan parêzer û nûnerên sazî û rêxistinên jinan tev li bûn. Dozger, xwest ku biryara feshkirinê were betalkirin.
GULAN
1’ê Gulanê: Ji çar aliyên welêt bi hezaran jin herikîn qadên 1’ê Gulanê û daxwazên xwe anîn ziman.
5’ê Gulanê: Polîsên ku pêşiya Navenda Giştî ya HDP’ê dorpêç kirin, bi gotina “Ez ê te bizmar bikim” gef li Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran xwar.
12’ê Gulanê: Pêşniyarqanûna ji bo pêşîlêgirtina tundiya li ser jinan û xebatkarên tenduristiyê li Lijneya Giştî ya Meclisê hate qebûlkirin û bû qanûn.
HEZÎRAN
7’ê Hezîranê: Danişîna doza koma duyemîn a bi daxwaza betalkirina biryara feshkirina Peymana Stenbolê hatibû vekirin, li Dadgeha Kargerî ya Bilind hate lidarxistin. Dozgerê Dadgeha Kargerî ya Bilind xwest ku biryar were betalkirin.
12’ê Hezîranê: Li ser daxwaza TJA’yê, gelek jin tev li Meşa Gemlîkê ya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bûn. Jinên ku rastî êrişa polîsan hatin di daxuyaniyê de gotin ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê divê Ocalan azad bibe.
14-23’ê Hezîran: Danişîna doza koma sêyemîn a bi daxwaza betalkirina biryara feshkirina Peymana Stenbolê hatibû vekirin, li Dadgeha Kargerî ya Bilind hate lidarxistin. Dozger, mutalaaya xwe ya di danişînên berê de dubare kir û xwest ku biryar bê betalkirin. Danişînên dozê yên koma çaremîn jî di 23’yê hezîranê de hat lidarxistin. Dozger, careke din xwest ku biryar were betalkirin.
16’ê Hezîranê: Fezlekeya ku bi daxwaza rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz de hatiye amadekirin, ji Wezateta Dadê re hate şandin. Fezleke, ji hêla wezaretê ve bi lez û bez hat erêkirin û di heman rojê de ji Serokkomariyê re hate şandin.
16’ê Hezîran: Ji 20 rojnamegerên ku di 8’ê hezîranê de li Amedê hatin binçavkirin 4 jê jin bi giştî 16 jê hatin girtin û şandin girtîgehê.
20’ê Hezîranê: Bi dehan leşkeran li Taxa Xaşkan a girêdayî Ebex a Wanê demekî dirêj gule li hewa reşandin, jinek derb kir û gefa kuştinê xwarin.
TÎRMEH
6’ê Tîrmehê: Komîsyona Amadekar a Meclisê biryara rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz da.
19’ê Tîrmeh: Dadgeha Kargerî ya Bilind daxwaza betalkirina Biryara Serokkomar a bi dîroka 20’ê Adara 2021’an a ji bo feshkirina Peymana Stenbolê, red kir. Du endamên ku li dijî biryara Dadgeha Kargerî ya Bilind deng bi kar anitîn, ev biryar weke binpêkirina Makeqanûnê nirxandin. Jinên ku di heman rojê de daxuyanî dan ragihandin ku dê dev ji Peymana Stenbolê bernedin. Jinên ku li her çar aliyên welêt daketin qadan wiha gotin: “Peyman, makeqanûna me ye.”
26’ê Tîrmeh: Bi pêşengtiya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Jinan a Rosayê, 133 saziyan li dijî hewldana rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz bang li parlamenteran kirin ku dengê redê bidin.
TEBAX
1’ê Tebaxê: Siyasetmedara kurd Aysel Tugluk ku nexweşa demansê ye, di Doza Kobanê de bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû û zor lê hat kirin ku parastina xwe bike.
12’ê Tebax: Wezareta Karên Hundir ji bo walîtiyên 81 bajaran giştînameya bi mijara “Li Zanîngehan Tevdîrên Ewlehî û Hewandinê” şand. Wezîrê Ciwan û Werzîşê Mehmet Muharrem Kasapoglû û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu bi walî û midûrên ciwan û werzîşê yên 81 bajaran re civiyan. Di biryarên civînê de ji bo klûbên xwendekaran û platformên jinan pênaseya “saziyên nelegal” hat kirin û hat destnîşankirin ku dê li zanîngehan rê nedin xebatên xwendekaran ên siyasî.
ÎLON
2’yê Îlonê: Parlamentera HDP’ê Semra Guzel ku hedef hatibûn nîşandan, li Stenbolê bi îşkenceyê hat binçavkirin. Di 3’yê îlonê de sewqî dadgehê hat kirin, hate girtin û şandin Girtîgeha Sîlîvriyê. Di dema binçavkirinê de hewl dan serê Guzel bitewînin lê bi sekna xwe ya xurt hêj niha jî di bîra mirovan de ye.
2’yê Îlonê: Li dijî biryara Dadgeha Kargerî ya Bilind a redkirina daxwaza feshkirinê, gelek serlêdêran ji bo temyîzê serî li Lijneya Darîreyên Dozên Îdarî dan.
4’ê Îlonê: Ji bo Konferansa 3’yan a Jinên ji Binê ve ya Cîhanê, ji 30 welatan jin li Tunusê hatin ba hev. Di konferansê de rewşa tevgerên jinan ên cîhanê, pêşeroja wan, xwebirêxistinkirina wan û perspektîfên têkoşînê hatin nirxandin û ji bo pêşerojê jî li ser rêbazên xwebirêxistinkirin, têkoşîn û piştevaniyê nîqaş hatin kirin.
16’ê Îlonê: Piştî qetilkirina Jîna Emînî ji hêla “polîsên exlaqê”ve, li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê jin daketin qadan, çalakiyên protestokirinê li dar xistin û pora xwe jê kirin. Gelek jinên li girtîgehan jî bi mebesta protestoyê pora xwe birîn. Parêzerên jin di Civîna Lijneya Giştî ya Baroya Stenbolê de ji bo piştevaniya bi çalakiyan re pora xwe jêkirin.
COTMEH
1’ê Cotmehê: Bi biryara Lijneya Disisplînê ya Bilind a Wezareta Karên Hundir (YDK) re Seroka Şaxa Odeya Avahîsazan a Enqereyê Tezcan Karakuş Candan ji memûriyetê hate derxistin.
4’ê Cotmehê: Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û edîtora Kovara Jineolojiyê akademîsyen û rojnameger Nagihan Akarsel di encama êrişeke suîqestê de li Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê hate qetilkirin. Jinên ku daketin qadan, xwestin ku kujerên wê bên dîtin.
14’ê Cotmehê: “Qanûna Çapemeniyê û pêşniyarqanûna têkildarî guhertina di hinek qanûnan de” ku ji hêla AKP û MHP’ê ve hatiye amadekirin û ji hêla muxalefet û rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê ve weke “Qanûna Sansûrê” dihat pênasekirin, li Lijneya Giştî ya TBMM’ê hate qebûlkirin û bû qanûn. Bi qanûnê re êdî rê li ber hate vekirin ku daneyên rêxistinên jinan weke “dezenformasyon” bên dîtin.
21’ê Cotmehê: Piştî ku Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû got dê mijara “dersokê” têxin bin mîsogeriya qanûnî, Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan got; “Wer in em di asta makeqanûnê de çareser bikin.” Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê (EŞÎK) jî li dijî vê daxuyanî da û wiha bertek nîşan da: “Kes nikare mafên me yên hemwelatiyê bike amûra bazariyên xwe.”
23’yê Cotmehê: Meclisa Malbatan a Tirkiyeyê û Komeleya Mafên Zarokan a Cîhanê îdia kir ku Peymana Lanzaroteyê “zarokan ber bi fihûş, pedofîlî, kaos û jirêketîbûnê ve dibe” û hedef nîşan da.
25’ê Cotmehê: Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de 11 nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWS’ê hatin binçavkirin. Kêliyê ku polîsan îşkence li nûçegihana MA’yê Berîvan Altan dikirin hatin weşandin.
26’ê Cotmehê: Hevdîtinên budçeya sala 2023’yan li Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclisê dest pê kirin. Mîna salên berê, îsal jî cih nedan jinan. Budçeya ji bo parastin û ewlekariyê hatiye veqetandin, 128 qet ji budçeya bo “xurtkirina jinan” hatiye veqetandin zêdetir bû.
27’ê Cotmehê: Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci ji ber gotinên xwe yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî hedef hat nîşandan, hate binçavkirin û piştre jî hate girtin.
29’ê Cotmehê: Ji 11 nûçegihanên MA û JINNEWS’ê ku di encama serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin 9 jê hatin girtin. Ji nûçegihanên hatine girtin 5 jê jin bûn.
MIJDAR
5-6’ê Mijdarê: Tora Jin Pêşeroja Xwe Dirêsin bi dirûşma “Şoreşa Me: Azadkirina Jiyanê ye” 2’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî li bajarê Berlîn a Almanyayê li dar xist. Konferans 2 rojan dom kir û di encamnameya konferansê de hat destnîşankirin ku ji bo afirandina qadên têkoşînê yên hevpar û xurtkirina piştevaniyê, hewceye li dora dirûşma “Jin, jiyan, azadî” nexşerêyeke nû were amadekirin û ev yek armanca wan a sereke ye. Her wiha “Jin, Jiyan, Azadî: Tora Jin Pêşeroja Xwe Dirêsin” hate ragihandin.
11’ê Mijdarê: TJA’yê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî bi dirûşma “Li dijî faşîzm û qirkirina jinan dem dema azadiyê ye” bi merasîma bîranînê ya li ser gora Nagihan Akarsel a li gundê Xelîkan a Cîhanbeylî ya Konyayê da destpêkirin.
17’ê Mijdarê: Li Komîsyona Têkel a Meclisê bi piraniya dengan biryar hat dayîn ku parlamenteriya Parlamentera HDP’ê Semra Guzel bê xistin.
17’ê Mijdarê: Baroya Enqereyê biryar da ku mehê rojekê destûra reglê bidin jinan.
25’ê Mijdarê: Jinên ku li gelek bajaran li dijî tundiya mêr-dewletê bûn yek deng, bi gotina “Em siyaseta nêrza ya li ser beden û jiyana me tê meşandin red dikin” biryardariya xwe ya di têkoşîna hevpar de nîşan dan. Bi hezaran jinên ku li Stenbolê hatin ba hev, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” re peyama “Heta em nebêjin xelas bû xelas nabe” dan.
29’ê Mijdarê: Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li dijî serhildana jinan a di 25’ê Mijdarê de, bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” derheqê jinên kurd de lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de li 14 bajaran derheqê 50 jinan de biryara binçavkirinê hate dayîn. Di encamê de 21 jin hatin binçavkirin. Ji jinên di 3’yê kanûnê de derketin dadgehê 8 jê hatin girtin û ji bo 13’an jî biryara hefsê malê hate dayîn.
KANÛN
1’ê Kanûnê: Jin Bihevre Bihêz in, ji bo ku balê bikişînin ser polîtîkayên şer ên AKP’ê, bi dirûşma “Na ji şer re” vîdeo amade kirin. Jinan, bi vîdeoyê re metnek parve kir û dan zanîn ku bi siyaseta şer re hewl tê dayîn îradeya gelê kurd bê têkbirin û bang li hemû gelan hat kirin ku li dijî sûcên şer bêdeng nemînin.
3’yê Kanûnê: Derket holê ku keça Serokê Weqfa Hîranûrê ya girêdayî Cemaeta Îsmaîlagayê Yûsûf Ziya Gumuşel a 6 salî di bin navê “zewacê” de rastî tacîz û tecawizê hatiye.
9’ê Kanûnê: AKP’ê, pêşniyarqanûna guhertina makeqanûnê ku îdia dikir bi vê yekê re dê dersok bikeve bin mîsogeriya makeqanûnê û têgeha malbatê jinûve pênase dike, pêşkeşî Serokatiya Meclisê kir.
11’ê Kanûnê: Şandeyeke ku ji endamên Platforma Yekitiya Jinên Kurd pêk dihat çû Herêma Federe ya Kurdistanê û bi rêxistinên jinan re civiya.
15’ê Kanûnê: Komeleya Mafên Mirovan ên Jinan-Çareseriyên Nû (KÎH-YÇ), bang li partiyên muxalefetê kir ku li dijî pêşniyarqanûna AKP, MHP û BBP’ê ya di bin navê “sererastkirina dersokê” de hatiye pêşkirin, derkevin. Komeleyê ji partiyên muxalîf re nameya bi navê “Em ji guhertina Makeqanûnê ya ku Îktîdarê pêşkeşî Meclisê kiriye red dikin” şand.
Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di tevahiya salê de berdewam kir.
MA / Zemo Aggoz