Bayindir: Em ê sala 2023’yan bikin sala bingeha şikandina tecrîdê

AMED - Hevserokê DBP'ê yê Giştî Keskîn Bayindir destnîşan kir ku dê çalakiyên wan ên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bênavber berdewam bikin û got: “Em ê sala 2023’yan bikin sala bingeha şikandina tecrîda li ser birêz Ocalan.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an ve li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê tê girtin. Ocalan ji roja hatiye girtin heya niha di warê hevdîtina bi malbatê û parêzerên xwe de her tim bi qedexe û astengiyan re rû bi rû dimîne. Bi taybetî jî di salên dawî de qedexe û astengiyên li Îmraliyê gelekî zêde bûne û ji 25'ê Adara 2021'ê ve tu xeber ji Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên di Girtîgeha Îmraliyê de nayên girtin. Serlêdanên malbatan û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî bi hinceta "cezayên dîsîplînê" esas nayên girtin. Her wiha heya niha gelek baro, siyasetmedar, parêzer û aktivîst ji bo hevdîtinê serî li Wezareta Dadê dane, lê wezaretê heya niha ji bo vê tu gav neavêtine. 
 
Li Kurdistanê û li derveyî welêt çalakiyên ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê û ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan didomin. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir têkildarî tecrîda li ser Ocalan û çalakiyên li dijî tecrîdê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
‘EM Ê PERGALA TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN'
 
Bayindir têkildarî astengkirina çalakiyên li dijî tecrîdê ku li Amed, Wan û Stenbolê hatin lidarxistin anî ziman ku pergala tecrîdê gihaştiye asteke nû û ev tişt gotin: “Bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan û zindanan, dixwaze hemû gelê kurd tecrîd û dorpêç bike. Sal bi sal dixwaze vê pergala tecrîdê fireh bike. Lê li dijî vê pergala tecrîdê gelê kurd, sazî û partiyên kurd di nav hewldan û çalakiyan de ne. Lê pergala Tirkiyeyê û desthilata AKP-MHP'ê bi awayekî hovane êrişî çalakiyên li dijî tecrîdê tên lidarxistin kir. Bi vê yekê dixwazin tu kes li dijî tecrîdê dengê xwe dernexe. Di hemû çalakiyên me de jî êrişek tund li dijî dayik, ciwan, jinan û gelê me pêk hat. Lê em wekî sazî û partiyên kurd di daxwaza xwe de bibiryar in, em ê vê pergala tecrîdê bişkînin.”
 
‘TECRÎD BÛYE KESAYETA DESTHILATA AKP-MHP'Ê’
 
Bayindir destnîşan kir ku pergala tecrîdê li Girava Îmraliyê dest pê kiriye û wiha axivî: “Tecrîd bi Girava Îmraliyê bi tenê ne sînor kiriye. Dewleta Tirkiyeyê Girava Îmraliyê wekî laboratûwara tecrîdê bi kar tîne û ev tecrîd ji wir belavî hemû zindanan û gelan dibe. Pergala tecrîdê êdî bûye kesayeta rejîma Tirkiyeyê û desthilata AKP-MHP'ê. Heke ev tecrîd bi ser bikeve têkçûyina desthilata AKP-MHP'ê dê zehmet bibe. Ji ber vê heke em mafê mirovan biparêzin, azadiya gelan bixwazin û aştî û wekheviyê bixwazin divê teqêz em tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan bişikînin. Pergala tecrîdê jî li Girava Îmraliyê dest pê dike. Ji ber vê divê em di wir de dest bi şikandina tecrîdê bikin. Heke em tecrîda Girava Îmraliyê nebînin û di nav civakê de tenê qala, azadî, aştî û wekheviyê bikin dê bibe kêmasiyeke mezin. Ji ber ku çavkaniya van aloziyan Girava Îmraliyê ye. Ji ber vê yekê tecrîda li Girava Îmraliyeyê û zext û zorên li ser zindanan ne tenê pirsgirêka kurdan e. Îro mafê mirovan ê herî bingehîn li Girava Îmraliyê tê binpêkirin. Heke em bixwazin, heq û hiqûqê pêk bînin û parastina maf û azadiyê bikin pêwîst e em tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan bişikînin û zext û zorên li ser zindanan û vê pergalê hilweşînin. Ji bo vê yekê gelê kurd, sazî û partiyên kurd bibiryar in. Em dixwazin bala kesên aştîxwaz, azadîxwaz û kesen hiqûq û edaletê diparêzin bikişînin ser pergala tecrîdê û zext û zorên li ser girtiyên siyasî tên kirin." 
 
DÊ ÇALAKIYÊN LI DIJÎ TECRÎDÊ BÊNAVBER BERDEWAM BIKIN
 
Bayindir diyar kir ku dê çalakiyên wan ên ji bo bidawîkirina tecrîdê bidomin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heya niha çalakiyên me li Kurdistanê û Tirkiyeyê berdewam dikin. Li ber Wezareta Dadê ya li Enqereyê bi pêşengiya parlamenterên HDP'ê çalakiya nobedê ya li dijî tecrîdê tê lidarxistin. Di meha Çileyê de dê çalakî, mitîng, meş û nobedên edaletê yên li dijî tecrîdê bên lidarxistin. Me amadekariya van çalakiyan kiriye û dê di demên pêş de bi raya giştî re bên parvekirin. Em ê li dijî tecrîdê û zor û zextên li zindanan bi gelê xwe, dostên xwe û gelên doza aştî, azadî û edaletê dikin çalakiyên xwe bênavber bilind bikin. Em ê sala 2023’yan bikin sala bingeha şikandina tecrîda li ser birêz Ocalan.”
 
NAXŞEYA ÇARESRKIRINA PIRSGIRÊKA GELAN TÊ TECRÎD KIRIN’
 
Bayindir di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser polîtikayên şer ên dewletê û êrişên vê dawiyê yên li dijî Rojavayê û got ku êdî têkçûyina dewleta Tirkiyeyê û desthilata AKP-MHP'ê ketiye rojevê. Bayindir bi lêv kir ku pêşeroja Tirkiyeyê di xeterê de ye û axaftina xwe wiha domand: “Bingeha vê têkçûyinê jî polîtikayên şer û israra ji bo domandina tecrîdê ye. Destpêka şer jî Girava Îmraliyê ye. Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan îro di çareserkirina pirsgirêka kurd, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn de aktorekî herî stratejik û girîng e. Îro li Girava Îmraliyê nexşeya çareserkirina pirsgirêka gelan tê tecrîdkirin. Desthilata AKP-MHP'ê dixwaze bi van pêkanînên tecrîdê, polîtikayên şer li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navînê ferz bike. Desthilata AKP-MHP'ê îro ji gelan re dibêje 'ez ê bi şer desthilatdariya xwe berdewam bikim.' Dibêje 'ez ê pêşeroja Tirkiyeyê bi şer ava bikim.' Lê Tevgera Azadiyê ya gelê kurd û partî û saziyên kurdan li dijî vê yekê berxwedaneke mezin didin der. Berxwedan û têkoşîna gelê kurd pêşî li plan û projeyên AKP-MHP'ê ku dixwazin wan bi şer bixin meriyetê girt. Îro krîza aborî, civakî û siyasî jî encama vê yekê ye. Ji Başûr, Rojava û li her derê polîtikayên desthilata AKP-MHP û dewleta Tirkiyeyê bi ser neket. Îro têkçûyineke mezin û hilweşandineke mezin di rojeve de ye. Ev jî encama têkoşîna gelê kurd û dostên kurdan e.”
 
‘POLÎTIKAYÊN ŞER DÊ TIRKIYEYÊ TÊK BIBIN’
 
Bayindir der barê êrişên dewleta tirk de yên li dijî Rojavayê û bikaranîna çekên kîmyewî diyar kir ku desthilata AKP-MHP'ê bi polîtikayên şer desthilatdariya xwe didomîne û wiha got: “Li dijî zarokên gelê kurd li Başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar tînin. Her roj bi dagirkirinê gefan li Rojavayê dixwin. Bi vê yekê dixwazin hemû warên Kurdistanê bikin qada şer. Em hem ji gelê Tirkiyeyê hem jî kesên ku piştgirî dane êrişên dewleta tirk re dibêjin, bi polîtikayên şer, bi kuştin, koçberkirin û talankirinê ne desthilatdar ne jî dewleta Tirkiyeyê bi ser neketiye. Yanî em ji salên 90’î bigrin heta niha bi dehan desthilatdarên Tirkiyeyê di encama israrkirina van polîtikayan de têk çûn. Îro jî hilweşandin û têkçûyineke kûr ku pêşeroja wê nediyar e, ketiye rojevê. Desthilata AKP-MHP'ê jî mînak e ku bi polîtikayên şer kurd xilas nabin. Kurd di azadî û wekheviyê de gavekê jî paş de navêjin. Em jî ji hemû kesan re dibêjin, mil bidin me em vê pergala şerî bişikînin û çareserkirina pirsgirêkên gelan bixin rojevê. Aktorê sereke yê vê yekê jî Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan e.”
 
‘AKP-MHP BI TECRÎDÊ HEMÛ QANÛNAN BINPÊ DIKE’
 
Bayindir anî ziman ku desthilata AKP-MHP'ê bi tecrîdê hemû qanûnan binpê dike û got: “Desthilata AKP-MHP'ê hevdîtina birêz Ocalan a bi parêzeran û malbatê re ji bo berjewendiyên xwe dem bi dem bi kar aniye. Desthilata AKP-MHP'ê dixwaze tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne. Bi vê yekê desthilata AKP-MHP'ê hemû qanûn binpê kirin. Ne di makezagonê ne jî di hiqûqa xwe de tu qanûn, edalet li holê nehiştiye. Birêz Ocalan kesekî ji rêze nîn e, rêberê gelan e. Mafê wî jî heye ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ev maf di makezagonê de jî hatiye diyarkirin ku tu kes nikare vî mafî binpê bike.”
 
‘TECRÎD KAXIZA TÛRNÛSOLÊ YE’
 
Bayindir, di dawiya axaftina xwe de cezayê ku li Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû hatiye birîn jî bibîr xist û wiha bang li muxalefeta Tirkiyeyê kir: “Muxalefeta Tirkiyeyê ji bo vê rabû ser pêyan. Rast e, bê hiqûqtî û edaletî ye, lê em dibêjin ev bê hiqûqîtî û edaletî li Girava Îmraliyê dest pê dike. Ji ber vê yekê heke hûn nêzikatiya ji bo biryara der barê Îmamoglû de, ji bo tecrîda li ser birêz Ocalan nedin der, tu kes nikare li vî welatî bingeha hiqûq, edalet û demokrasiyê ava bike. Heke em mafê mirovan û edaletê biparêzin, pêwîst e em ji bo her kesî biparêzin. Ji ber vê banga me ji bo muxalefet û dînamîkên Tirkiyeyê re ev e ku li dijî tecrîda li ser birêz Ocalan rabin ku bingeha binpêkirina hiqûq, edalet, wekhevî û demokrasiyê ye. Heke hûn ji bo Stenbolê deng derxin û li dijî tecrîda li ser birêz Ocalan xwe ker, kor û lal bikin, tu kes baweriya xwe bi we nayne. Ji ber vê ji bo muxalefetê tecrîd kaxiza tûrnûsolê ye. Bangawaziya me ji bo hemû partî, sazî û kesên azadîxwaz ev e ku, werin em bi hev re li dijî tecrîda li ser birêz Ocalan nerazîbûna xwe nîşan bidin. Em weke sazî û partiyên ku li dijî tecrîdê di nav hewldanan de bin, lê daxwaza me ev e ku di parastina hiqûq, edalet û azadiyê de gelê kurd ne bi tenê be. Em bi hev re li dijî vê desthilatdariyê berxwedana xwe bilind bikin, daxwaza gel jî ji me ev e. Heke em bigihêjin hev em ê vê desthilatdariyê têk bibin. Heke em di wan nirxên mirovahiyê de têk biçin, ev desthilat dê di zîhniyeta xwe de bi israr be.”
 
MA / Mahmût Altintaş
 
 

Sernavên din

23/12/2022
15:17 HDP’ê û DBP’ê li Dîlokê çalakiya nobetê da destpêkirin
15:00 Hevseroka HDP’ê ya berê ku jiyana xwe ji dest da hate veşartin
14:59 Baroya Rihayê ji bo Îmraliyê serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Li Girtîgeha Eregliyê televîzyon û pirtûk hatin qedexekirin
14:43 Li Parîsê êrişî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya hat kirin: Birîndar hene
14:18 Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci nehat tehliyekirin
14:02 Doza Kobanê: Pêdiviya Tirkiyeyê bi demokrasiyê heye
13:57 Li Dêrsimê kesê ku hatibû binçavkirin hate girtin
13:53 Parlamenterên HDP’î bang li Wezareta Dadê kirin: Heke Îmrali li Tirkiyeyê be tecrîda mutleq rakin
13:52 Polîsan li avahiya DBP’a Êlihê ajandayên vala desteser kirin!
13:43 Operasyona li dijî DBP’ê hat protestokirin: Em ê serî netewînin
13:20 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:52 Di serdegirtina Navenda DBP’ê de dest danîn ser wêneyê Orhan Dogan
12:46 Endamên DBP'ê bertek nîşanî weşana A Haberê dan
12:05 'Gel daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dike’
11:57 MYK’a HDP’ê: Nîşana serkeftinê ya Bayindir, rêbera serkeftinê ya gelê kurd e
11:57 Fîncanci: Xebatên min dewletê aciz kiriye
11:23 Di lêpirsîna DBP’ê de ji bo 15 kesan biryara binçavkirinê
11:22 Li herêma operasyonê mirina biguman a leşkerekî
11:13 Avahiya DBP’ê bi girseyî ziyaret kirin
11:11 Li Stenbolê 7 kes hatin binçavkirin
11:03 Banga mitînga Êlihê: Em li dijî tecrîdê azadiyê biparêzin
10:59 Jinan bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya Guzelê da: Biryarê nas nakin
10:40 Ji bo azadiya Fîncanci li ber Edliyeya Stenbolê gazî kirin
10:12 DBP: Kurdek jî dê li ber faşîzma we serê xwe netewîne
09:10 Keşîşxaneya Mor Ahoyê hatiye wêrankirin!
09:10 Şaredariya Silopiyayê Kompleksa Werzîşê ya Jinan çêdike
09:08 Li Roboskiyê çarenûsa hevpar a du birayan
09:06 Bayindir: Em ê sala 2023’yan bikin sala bingeha şikandina tecrîdê
09:05 Xweza di sala 2022’yan de dinaliya!
09:04 Jin di nava têkoşînê de bûne yek
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2022'YAN
08:32 Polîsan avêt ser avahiyên DBP’ê: Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir hat binçavkirin
22/12/2022
22:22 Rojnamevan Aygul hat berdan
21:26 Di Nobeda Azadiyê de ji bo danişîna Fîncanciyê bang kirin
21:09 HDP: Em ê hesab ji feraseta darbekar bipirsin
17:09 Li Êlihê gel vexwendin mitîngê
16:48 Parlamenteriya Semra Guzel hat betalkirin
16:46 Hefsa malê rakirin vê carê jî derveyî welat lê qedexe kirin!
16:28 Bernameya meha çileyê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
15:51 Hevserokê HDP’î ku di êrişa polîsan de krîza dil derbas kir wê cara duyemîn anjiyo bibe
15:51 Tirkiyeyê li Kobanê êrişî îstasyonek avê kir: 3 karker birîndar bûn
15:43 Li Girtîgeha Eregliyê av, ceyran û gaza xwezayî hat qutkirin
15:43 HDP’ê bertek nîşanî mûçeyê kêmtirîn da: Xizanî tê ferzkirin
15:28 Doza rojnamevan Akogûl hat taloqkirin
15:11 ‘AKP, tehamulî çalakî û aktîvîteyan nake’
14:55 Başaran: Semra Guzel wê her parlamentera Amedê be
14:39 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:13 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:08 Ji Wezareta Dadê re bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin
13:47 Ceza ji parêzer Ûlaş re hat xwestin
13:40 Kujerê Pakistan Demîr ne dîn e
13:17 Mûçeyê kemtirîn bû 8 hezar û 500 lîre
13:11 Temel: Rojeva me ya sereke mîsogerkirina azadiya Ocalan e
12:42 Malbata Şenyaşar: Bila kes baweriya xwe bi hêza xwe ya siyasî neîne
12:18 ‘Divê li dijî êrişan têkoşîneke hevpar were meşandin’
11:32 KCD'ê û HDP’ê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
10:24 Mirinên li girtîgehan nayên lêkolînkirin
10:23 Doza Fîncanci sibê ye: Dadgerên ku Sokrates darizandin nayê bîra kesî
09:42 Li Rojhilat merasimên çilrojê welatiyên hatine kuştin têne lidarxistin
09:14 ‘Helwesta desthilatê rê li ber tahde û destdirêjiyê vedike'
09:14 Parêzer Aslan: Bi tecrîdê neçareserî hatiye tecrîhkirin
09:13 Înfaza Tûrsûn ê ku 30 sal in girtiye bi hinceta 'ne poşman e' hat taloqkirin
09:11 Tifaqa Ked û Demokrasiyê: Em ê di 2023'yan de pergaleke nû ava bikin
09:07 Karker bi berxwedana xwe bi ser ketin
09:04 Çîçek: Siyaseta kurd êdî pêşeroja welêt diyar dike
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2022'YAN
21/12/2022
20:47 Li Amedê Şeva Yeldayê hat pîrozkirin
19:41 Cenazeyê Yorgûn piştî 7 mehan hat veşartin
19:22 Li Silopiyayê ajokarê TIR'ê hat kuştin
19:01 Çalakiya 'Azadî ji bo Ocalan' ket sala 2'yan
17:04 ‘Şahidê’ ku derbarê parêzerên xwe de îfade dan parêzer nas nekirin
16:51 Biryara derheqê Semra Guzel de dê sibe were dayîn
16:34 ‘Divê Girtîgeha Amedê veguhere Muzeya Mafên Mirovan’
16:32 TMMOB: Hewl tê dayîn ku Sûrê ji Mîrateya Çandê ya Cîhanê derxînin
16:26 Cenazeyên endamên HPG’ê li Goristana Bêkesan hatin veşartin
16:26 Parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîdê wê her roj li ber Wezareta Dadê bin
16:25 HDP’ê li Sûrê serdana dikandaran kir
16:25 Dadgehê cezayê hefsê li rojnamevan Hayrî Demîr birî
15:53 Li Tekîrdagê 11 siyasetmedar hatin tehliyekirin
15:51 Tiryakî: Di şexsê Semra Guzel de kûmpasek hat çêkirin
14:46 Li Meclisê betalkirina parlamenteriya Guzel tê axaftin
14:45 Li Edeneyê amadekariyên mîtîngê didomin
14:28 Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat taloqkirin
14:27 Danişîna Akin û Sarisozen hate taloqkirin
13:57 Dayika 3 zarokan Menîce Îş hat girtin
13:35 Li Enqereyê 6 kes hatin binçavkirin
13:34 Hate îdiakirin ku li Cûdî helîkopterek ketiye
13:03 Ji bo parêzer Newroz Uysal cezayê hefsê hat xwestin
12:50 Ji bo penaberên ji Rojhilat serlêdana mafê penaberiyê hat kirin
12:13 Emîne Şenyaşar: Lawê min berdin, kujeran bigirin
11:46 ‘Heqîqeta jinan a li Rojava serweran ditirsîne’
11:00 Li ber Wezareta Dadê çalakiya li dijî tecrîdê: Heta encam jê bê girtin em ê li vir bin
10:55 Hewldana astengkirina alîkariya xezîneyê bo HDP’ê: Divê demildest AYM’ê daxwazê red bike
10:51 Li Pêrtagê welatiyek hat binçavkirin
10:11 Rojnameya Xwebûnê 4 salî ye
10:10 Li Îmraliyê serdemek krîtîk: Divê Girtîgeha Îmraliyê ji kontrola Meclisê re bê vekirin
09:17 Mexdûrên Komkujiya Mereşê 44 sal in li benda 'hevrûbûnê' ne
09:16 Ciwan: Divê Abdullah Ocalan azad be
09:13 HDP dê li dijî şer û xizaniyê mitîngê li dar bixe