Operasyona li dijî DBP’ê hat protestokirin: Em ê serî netewînin

  • rojane
  • 13:43 23 Kanûn 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran narazîbûn li dijî operasyona li ser DBP’ê hat nîşandan. Li Wanê di meşa hat lidarxistin de peyama “Me serî netewand û têkoşîna me didome” hat dayîn. 

Serdozgeriya Komarê ya Amedê li dijî Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) lêpirsîn da destpêkirin û di çarçoveya vê lêpirsînê de polîsan bi ser avahiyên DBP’ê de girtin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî di nav de 15 rêveberên DBP’ê hatin binçavkirin. Lig elek bajaran bertek nîşanî operasyon û binçavkirinan hat dayîn. 
 
WAN
 
Parlamenter û rêveberên HDP’ê û DBP’ê li Wanê bi armanca berteka li dijî operasyonê meş li dar xistin. Gelek kesên li ber avahiya DBP’a Wanê kom bûn serdegirtinan protesto kirin. 
 
Endamê Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) yê DBP’ê Okkeş Kava axivî û diyar kir ku DBP kevneşopiya têkoşîn û siyaseta 30 salan e û wiha axivî: “Em ê bi van zextan paşve gav neavêjin. DBP ew partî ye ku bi 17 hezaran windakirinan we neqedand. Me li ber van binçavkirin û girtinan paşve gav neavêt û em ê neavêjin. Ji me ditirsin çimkî em bihêz in û dizanin ku em mafdar in. Ew ditirsin çimkî dizanin wê di demek kin de bibin partiya tabelayê. Em li vir bûn û em ê li vir bin û têkoşîna me bênavber didome.” 
 
‘ME SERÎ NETEWAND, EM Ê NETEWÎNIN’ 
 
Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê û Parlamenterê Wanê Tayîp Temel jî bertek nîşanî operasyonê da û got: “Gelek partiyên me bi mekanîzmaya darbeyan hatin girtin. Tevî vê yekê jî me xwe gihand bi milyonan kes. Me li ber van operasyonan serî netewand û em ê netewînin.”
 
PIŞTÎ AXAFTINÊ MEŞ HATE LIDARXISTIN
 
Piştî axaftinan ji ber avahiya DBP’ê heta ber avahiya HDP’ê girseyê meş li dar xist û dirûşm berz kirin. Tevî hemû astengiyên polîsan jî girse meşiya û dirûşmên wek “Bijî berxwedana DBP’ê”, “Zext nikarin me bêzar bikin” û “Roj were dê AKP hesab bide gel” û “Em li dijî faşîzmê mil bidin milên hev” berz kirin. 
 
RIHA 
 
Li Rihayê Hevserokên DBP’a Bajêr Hîdeyet Enmek û Rabîa Arslan hatin binçavkirin. Polîsan deriyê avahiya DBP’ê şikandin û ketin hundir lêgerîn pêk anîn û gelek pirtûk, alen partiyê û amûrên DBP’ê desteser kirin. 
 
Piştî lêgerînê Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan jî di nav de nûnerên rêxistinên sivîl û gelek kesan li ber avahiya partiyê oerasyona şermezar kirin. Hevserokê HDP’a Rihayê Ahmet Atiş axivî û wiha got: “Bila di serî de mîmarê vê operasyonê Suleyman Soylû baş bizanibe ku em ê serê xwe li ber wî netewînin. Wê ferdek HDP, DBP’ê serî li ber Soylû netewîne.”
 
‘GELÊ KURD LI SER PÊYA YE’ 
 
Parlamenter Omer Ocalan jî axivî û bi bîr xist ku hê duh parlamenteriya Semra Guzel hat betalkirin îro jî operasyonên qirkirina siyasî li gelek bajaran li dijî DBP’ê pêk hat. Omer Ocalan da zanîn ku ew ê li dijî zilmê û zextan têkoşîna xwe hin bêtir berfirehtir bikin û wiha got: “Em ê bi gelê xwe re li ber xwe bidin. Ev ne operasyona ewl e û wisa xuya dike wê ne ya dawî be jî. Em bi hêz û îradeya gelê xwe têkoşîna xwe bidomînin û li ser pêya ne. Bi milyonan mirovên me hatin koçberkirin, bi hezaran siyasetmedar û welatiyên me hatin qetilkirin. Bi hezaran siyasetmedarên me hê jî girtî ne. Tevî vê yekê jî gelê kurd û HDP li ser pêya ne. Ev zilm û heqaret wê hin bêtir me bi hêztir bike. Serê me serbilind e û em bi têkoşîna xwe serbilind in. Rêya me rêya azadiyê ye û em ê bigihînin serkeftinê. Em vê zilmê şermezar dikin. Em ê bi têkoşîna xwe hesab ji AKP-MHP’ê bixwazin. Çend hevalên me tên binçavkirin bila bên kirin wê bi dehan hevalên me cihê wan tije bikin.”  
 
ŞIRNEX 
 
Li Şirnexê jî polîsan serê sibehê bi ser avahiya DBP’ê ya bajêr de girt. Xelkê ku operasyon bihîst hatin ber avahiya partiyê û binçavkirinan protesto kirin. Li ber avahiya DBP’ê daxuyanî hat dayîn. Rêveberên HDP’ê, Dayikên Aştiyê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên MEBYA-DER’ê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. 
 
 
Daxuyanî ji aliyê Hevseroka DBP’ê ya Şirnexê Ayşe Salgucak ve hat xwendin. Salgucak diyar kir ku hikûmet bi van êrişan dixwaze  siyaseta demokratî îlegalîze bike û wiha got: "Divê tu kes gumanna de nebe dê gelê Kurd û hêza wan a rêxistinkirî  desthilatdariya AKP û MHP’ê têk bibe.  Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir dema ku hatiye binçavkirin tiliyên xwe rakirin nişaneya serkeftina gelê kurd e û ev nîşan dide ku desthilatdariya AKP û MHP'ê nikare ji binketinê rizgar bibe. Di vê çarçoveyê de em bang li raya giştî ya demokratîk dikin ku xwedî li gelê Kurd û hêza rêxistinkirî ya gelê Kurd derkevin û li dijî lîstikên desthilatdariya AKP-MHP’ê rawestin. Divê were zanîn ku; Her çendî armanca sereke û lezgîn a desthilatdariya AKP-MHP'ê teslîmgirtina vîna gelê Kurd be jî, dixwaze bigihêje tevahiya gelên Tirkiyeyê ye. Bi bertekên me yên demokratîk wê gelên Tirkiyeyê bi ser bikevin, yê winda bike jî hikûmeta AKP’ê û MHP’ê ye.”
 

MÊRDÎN

Rêveberên DBP’ê û HDP’ê jî li ber avahiya Rêxistina DBP’ê ya Mêrdînê daxuyanî dan û gelek kes tev li bûn. Endama Meclisa Partiyê ya DBP’ê Hamdiye Bilek Tûrgay daxuyanî da û destnîşan kir ku ew ê bi têkoşîn û daxwazên xwe demokratîk operasyonên qirkirina siyasî pûç bikin û wê îktidara AKP-MHP’ê li ber daxwaz û têkoşîna wan têk biçe.

ANTALYA

Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Antalya jî li ber avahiya xwe têkildarî operasyona ser DBP’ê daxuyanî da û nerazîbûn nîşan da. Hevseroka HDP’a Antalyayê Hulya Hasbay axivî û destnîşan kir ku îktidar dixwaze îradeya gelê kurd bi operasyon, binçavkirin, darbeyên siyasî û girtinan bitepisîne û got: “Em ê êrişên AKP-MHP’ê têk bibin. Wê têkoşîna bi rêxistinkirî ya gelê kurd her berdewam bike.”

Sernavên din

23/12/2022
15:17 HDP’ê û DBP’ê li Dîlokê çalakiya nobetê da destpêkirin
15:00 Hevseroka HDP’ê ya berê ku jiyana xwe ji dest da hate veşartin
14:59 Baroya Rihayê ji bo Îmraliyê serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Li Girtîgeha Eregliyê televîzyon û pirtûk hatin qedexekirin
14:43 Li Parîsê êrişî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya hat kirin: Birîndar hene
14:18 Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci nehat tehliyekirin
14:02 Doza Kobanê: Pêdiviya Tirkiyeyê bi demokrasiyê heye
13:57 Li Dêrsimê kesê ku hatibû binçavkirin hate girtin
13:53 Parlamenterên HDP’î bang li Wezareta Dadê kirin: Heke Îmrali li Tirkiyeyê be tecrîda mutleq rakin
13:52 Polîsan li avahiya DBP’a Êlihê ajandayên vala desteser kirin!
13:43 Operasyona li dijî DBP’ê hat protestokirin: Em ê serî netewînin
13:20 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:52 Di serdegirtina Navenda DBP’ê de dest danîn ser wêneyê Orhan Dogan
12:46 Endamên DBP'ê bertek nîşanî weşana A Haberê dan
12:05 'Gel daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dike’
11:57 MYK’a HDP’ê: Nîşana serkeftinê ya Bayindir, rêbera serkeftinê ya gelê kurd e
11:57 Fîncanci: Xebatên min dewletê aciz kiriye
11:23 Di lêpirsîna DBP’ê de ji bo 15 kesan biryara binçavkirinê
11:22 Li herêma operasyonê mirina biguman a leşkerekî
11:13 Avahiya DBP’ê bi girseyî ziyaret kirin
11:11 Li Stenbolê 7 kes hatin binçavkirin
11:03 Banga mitînga Êlihê: Em li dijî tecrîdê azadiyê biparêzin
10:59 Jinan bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya Guzelê da: Biryarê nas nakin
10:40 Ji bo azadiya Fîncanci li ber Edliyeya Stenbolê gazî kirin
10:12 DBP: Kurdek jî dê li ber faşîzma we serê xwe netewîne
09:10 Keşîşxaneya Mor Ahoyê hatiye wêrankirin!
09:10 Şaredariya Silopiyayê Kompleksa Werzîşê ya Jinan çêdike
09:08 Li Roboskiyê çarenûsa hevpar a du birayan
09:06 Bayindir: Em ê sala 2023’yan bikin sala bingeha şikandina tecrîdê
09:05 Xweza di sala 2022’yan de dinaliya!
09:04 Jin di nava têkoşînê de bûne yek
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2022'YAN
08:32 Polîsan avêt ser avahiyên DBP’ê: Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir hat binçavkirin
22/12/2022
22:22 Rojnamevan Aygul hat berdan
21:26 Di Nobeda Azadiyê de ji bo danişîna Fîncanciyê bang kirin
21:09 HDP: Em ê hesab ji feraseta darbekar bipirsin
17:09 Li Êlihê gel vexwendin mitîngê
16:48 Parlamenteriya Semra Guzel hat betalkirin
16:46 Hefsa malê rakirin vê carê jî derveyî welat lê qedexe kirin!
16:28 Bernameya meha çileyê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
15:51 Hevserokê HDP’î ku di êrişa polîsan de krîza dil derbas kir wê cara duyemîn anjiyo bibe
15:51 Tirkiyeyê li Kobanê êrişî îstasyonek avê kir: 3 karker birîndar bûn
15:43 Li Girtîgeha Eregliyê av, ceyran û gaza xwezayî hat qutkirin
15:43 HDP’ê bertek nîşanî mûçeyê kêmtirîn da: Xizanî tê ferzkirin
15:28 Doza rojnamevan Akogûl hat taloqkirin
15:11 ‘AKP, tehamulî çalakî û aktîvîteyan nake’
14:55 Başaran: Semra Guzel wê her parlamentera Amedê be
14:39 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:13 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:08 Ji Wezareta Dadê re bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin
13:47 Ceza ji parêzer Ûlaş re hat xwestin
13:40 Kujerê Pakistan Demîr ne dîn e
13:17 Mûçeyê kemtirîn bû 8 hezar û 500 lîre
13:11 Temel: Rojeva me ya sereke mîsogerkirina azadiya Ocalan e
12:42 Malbata Şenyaşar: Bila kes baweriya xwe bi hêza xwe ya siyasî neîne
12:18 ‘Divê li dijî êrişan têkoşîneke hevpar were meşandin’
11:32 KCD'ê û HDP’ê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
10:24 Mirinên li girtîgehan nayên lêkolînkirin
10:23 Doza Fîncanci sibê ye: Dadgerên ku Sokrates darizandin nayê bîra kesî
09:42 Li Rojhilat merasimên çilrojê welatiyên hatine kuştin têne lidarxistin
09:14 ‘Helwesta desthilatê rê li ber tahde û destdirêjiyê vedike'
09:14 Parêzer Aslan: Bi tecrîdê neçareserî hatiye tecrîhkirin
09:13 Înfaza Tûrsûn ê ku 30 sal in girtiye bi hinceta 'ne poşman e' hat taloqkirin
09:11 Tifaqa Ked û Demokrasiyê: Em ê di 2023'yan de pergaleke nû ava bikin
09:07 Karker bi berxwedana xwe bi ser ketin
09:04 Çîçek: Siyaseta kurd êdî pêşeroja welêt diyar dike
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2022'YAN
21/12/2022
20:47 Li Amedê Şeva Yeldayê hat pîrozkirin
19:41 Cenazeyê Yorgûn piştî 7 mehan hat veşartin
19:22 Li Silopiyayê ajokarê TIR'ê hat kuştin
19:01 Çalakiya 'Azadî ji bo Ocalan' ket sala 2'yan
17:04 ‘Şahidê’ ku derbarê parêzerên xwe de îfade dan parêzer nas nekirin
16:51 Biryara derheqê Semra Guzel de dê sibe were dayîn
16:34 ‘Divê Girtîgeha Amedê veguhere Muzeya Mafên Mirovan’
16:32 TMMOB: Hewl tê dayîn ku Sûrê ji Mîrateya Çandê ya Cîhanê derxînin
16:26 Cenazeyên endamên HPG’ê li Goristana Bêkesan hatin veşartin
16:26 Parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîdê wê her roj li ber Wezareta Dadê bin
16:25 HDP’ê li Sûrê serdana dikandaran kir
16:25 Dadgehê cezayê hefsê li rojnamevan Hayrî Demîr birî
15:53 Li Tekîrdagê 11 siyasetmedar hatin tehliyekirin
15:51 Tiryakî: Di şexsê Semra Guzel de kûmpasek hat çêkirin
14:46 Li Meclisê betalkirina parlamenteriya Guzel tê axaftin
14:45 Li Edeneyê amadekariyên mîtîngê didomin
14:28 Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat taloqkirin
14:27 Danişîna Akin û Sarisozen hate taloqkirin
13:57 Dayika 3 zarokan Menîce Îş hat girtin
13:35 Li Enqereyê 6 kes hatin binçavkirin
13:34 Hate îdiakirin ku li Cûdî helîkopterek ketiye
13:03 Ji bo parêzer Newroz Uysal cezayê hefsê hat xwestin
12:50 Ji bo penaberên ji Rojhilat serlêdana mafê penaberiyê hat kirin
12:13 Emîne Şenyaşar: Lawê min berdin, kujeran bigirin
11:46 ‘Heqîqeta jinan a li Rojava serweran ditirsîne’
11:00 Li ber Wezareta Dadê çalakiya li dijî tecrîdê: Heta encam jê bê girtin em ê li vir bin
10:55 Hewldana astengkirina alîkariya xezîneyê bo HDP’ê: Divê demildest AYM’ê daxwazê red bike
10:51 Li Pêrtagê welatiyek hat binçavkirin
10:11 Rojnameya Xwebûnê 4 salî ye
10:10 Li Îmraliyê serdemek krîtîk: Divê Girtîgeha Îmraliyê ji kontrola Meclisê re bê vekirin
09:17 Mexdûrên Komkujiya Mereşê 44 sal in li benda 'hevrûbûnê' ne
09:16 Ciwan: Divê Abdullah Ocalan azad be
09:13 HDP dê li dijî şer û xizaniyê mitîngê li dar bixe