Ji KCK'ê daxuyaniya têkildarî qetlîama li Parîsê

  • rojane
  • 12:44 25 Kanûn 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê îşaret bi wê yekê kir ku hedefa sereka endama Konseya wan Evîn (Emîne Kara) bûye û got: "Ji ber ku hevala Evîn li dijî DAIŞ'ê şer kir, ev komkujî ji aliyê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ve hatiye kirin." 
 
Li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li paytexta Fransayê Parîsê di 23’yê kanûnê de êrişek çekdarî pêk hat. Di êrişê de ji pêşengên tevgera jinên kurd Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê kurd Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin û 3 welatî jî birîndar bûn. Nerazîbûna li dijî qetlîamê berdewam dike. 
 
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkildarî qetlîama li Parîsê daxuyaniyek nivîskî weşand. 
 
Daxuyaniya KCK'ê wiha ye: "Di komkujiya Parîsê de ku 23'ê Kanûna 2022'yan hate kirin, endama Konseya Rêveber a KCK'ê hevala Evîn (Emîne Kara) û du mirovên me yên welatparêz Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil şehîd bûn. Di şexsê van hevalan de yên şehîd bûn, em hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, soza serketinê ya ku me dane şehîdan careke din dubare dikin." 
 
Hevrêya me Evîn sala 1988'an tevlî nava tevgera azadiyê bû û ji hingî ve ji bo azadiya gelê Kurdsitanê têkoşiya. Li dijî dijminê mêtinger qirker li gelek qadan têkoşiya, şer kir, hebûn û jiyana xwe da vê têkoşînê. Di ehman demê de pêşengeke têkoşîna jinê bû. Di pêşvebirina xeta jinê ya azad û afirandina hişmendiya jinê û îradeya wê de, tevkarî û kedeke wê ya mezin hebû. Kedeke mezin da artêşbûna jinê û wezîfeyên gelekî girîng bi cih anî.
 
Di pêşvebirina Şoreşa Rojava de ked û tevkariyeke mezin a hevala Evîn heye. Tevlî nava şerê li dijî DAÎŞ'ê bû û ji bo têkbirina DAÎŞ'ê bi roleke diyarker rabû. Ne tenê ji bo gelê Kurd her wiha ji bo tevahiya mirovahiyê xizmeteke mezin kir. Li dijî hovîtî û paşverûtiya DAÎŞ'ê li ser bingeha xeta jinê ya azad têkoşiya û pratîkeke serketî nîşan da. Weke jinekê bû xwedî wê rûmetê ku li dijî dijminê jinê û paşverûtiyê; li dijî DAÎŞ'ê şer kir û DAÎŞ têk bir. Bêguman hevala Evîn hişmendî, hêz û daxwaza xwe ya têkoşînê ji xeta Rêber Apo ya xwe dispêre azadiya jinê, ji dilsoziya wê ya bi gelê Kurdistanê û hezkirin û baweriya bi xeta jinê ya azadiyê wergirt.
 
Hevala Evîn di şerê dijî DAÎŞ'ê de birîndar bû û ji bo tedawiyê derbasî Ewropayê bû. Li Ewropayê hem tedawî dibû hem jî têkoşîna xwe li vê derê dewam kir. Ji kêliya ku tevlî nava refên azadiyê bû heta şehadetê, her tim têkoşiya. Gel û jinên Kurdistanê hevrê Evîn ji nêz ve nas dikin, lewma piştî ku şehîd bû bi xurtî xwedî li têkoşîna wê derketin. Gelê Kurd herikî Parîsê û xwedî li hersê şehîdan derket. Ev helwest gelekî bi wate bû.
 
DESTHILATDARIYA AKP-MHP'Ê WÊ KIRIN HEDEF 
 
Eşkere ye ku di vê êrişê de hedefa esasî hevala Evîn e. Dewleta Tirk a mêtinger qirker û desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst bi tepisandina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û bi êrişa li ser pêşengên têkoşîna azadiyê hewl dide ku DAÎŞ'ê rizgar bike û xeta DAÎŞ'ê ji nû ve serwer bike. Gelekî diyar e ku AKP-MHP xwedî heman mejiyê DAÎŞ'ê ye, ji piştevaniyê wêdetir ji destpêkê ve DAÎŞ'ê bi rê ve dibe û ev yek ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Ji ber ku hevala Evîn jî li dijî DAÎŞ'ê şer kir û di têkbirina DAÎŞ'ê de bi roleke diyarker rabû, AKP-MHP û MÎT'ê êrişî wê kirin û şehîd xistin. Gelê Kurd û dostên wan ji ber ku bi vê rastiyê zanin, bi hesteke xurt a xwedîderketinê tevgeriyan.
 
Dewlet û hikumeta Fransayê divê van herdu komkujiyên li Parîsê bi rengekî rast binirxîne û rastiyan raxin pêş çavan. Mîna komkujiya 9'ê Çileyê ev komkujî jî bi plan hatiye kirin. Li pişt vê komkujiyê teqez desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst, hêzên îstîxbaratê yên cuda hene ku piştgiriyê ji dewleta Tirk û MÎT'ê werdigirin. Nayê qebûlkirin ku ev rewş neyê dîtin û neyê eşkerekirin. Em careke din bang li dewlet û hikumeta Fransayê dikin ku ji bo eşkerekirina rastiyan, nêzîkatiyeke rast nîşan bidin. Ev komkujî ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst ve hatiye kirin ku piştevan û rêveberê DAÎŞ'ê ye. Divê ev rastî bi her awayî bê destnîşankirin û eşkerekirin.
 
BANGA LI ÇALAKGERAN HAT KIRIN
 
Gelê Kurd û dostên wan li hemberî vê komkujiyê bi xurtî nerazîbûna xwe nîşan dan û helwesteke rast destnîşan kirin. Lê belê divê ev çalakî dûrî şîdetê bin û rê ji provokasyonan re neyê dayin. Divê gel û dostên me bi hesasiyeteke mezin nerazîbûna xwe li ser bingeha demokratîk nîşan bide."
 

Sernavên din

26/12/2022
13:14 DAIŞ’ê li Reqayê êrişî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir
13:08 Temel hişyarî da Wezîrê Dadê: Divê pêşî li hevdîtina li Îmraliyê bê vekirin
12:30 Di bin baranê de Nobeta Edaletê
12:16 Bernameya bîranîna Komkujiya Roboskê aşkere bû
11:19 Li Fransayê êriş li ciwanek kurd ku li stranên kurdî guhdar dikir hat kirin
11:03 OHD’a Mêrsînê: Li Îmraliyê vîna çareseriya gelan di bin tecrîdê de ye
10:34 Owen a ku xwe bi wêneyên YPJ’ê re îxbar kir: Li dijî jinên kurd êrişek topyekûn heye
09:05 Li dijî tecrîdê têkoşîneke bênavber
09:04 Ji bo ku ji 34 kesên hatine qetilkirin re edalet xwest 3 salan di girtîgehê de ma
09:03 Sakik: Desthilat bên guhertin jî êrişên li dijî kurdan nayên guhertin
09:02 Ozdogan: AKP xetimî ye dikare beriya hilbijartinê operasyoneke bejahiyê bide destpêkirin
09:01 ‘Pêvajoya darizandina derbarê Fîncanci de berê hatiye plankirin’
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2022'YAN
25/12/2022
22:25 Hevserokê Giştî yê DBP’ê û 14 siyasetmedar 3 roj in di bin çavan de ne
22:14 Di êrişa dewleta tirk a li Efrînê de zarokekî jiyana xwe ji dest da
22:01 Faîlê Komkujiya Parîsê dîsa hat binçavkirin
19:48 Şerafettîn Elçî hat bibîranîn
18:45 Li Dêrsimê Komkûjiya Parîsê hat şermezarkirin
18:03 Li Êlihê piştî mîtîngê meş hate lidarxistin
16:57 Sancar ji bo muxalefetê got: Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdanê bikin
16:51 Bûldan: Divê ku hêzên li pişt Komkujiya Parîsê werin eşkerekirin
16:06 Aydenîz: Desthilatdarî bi binçavkirin, girtin û komkujiyan emrê xwe dirêj dike
15:45 HDK’a Mêrsînê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
15:23 Li Nisêbînê Komkujiya Parîsê hat protestokirin
15:23 Rêxistinên elewiyan piştî komxebatê daxwazên xwe eşkere kirin
14:54 Piştî serdana Akar gelek gund hatin topbarankirin
14:52 DBP’a Nisêbînê kongreya xwe li dar xist: Ji bilî têkoşînê rêyek din nîne
14:10 Li Êlihê mitînga ‘Ji şer û xizaniyê re na’: Li dijî Komkujiya Parîsê nerazîbûn
14:07 Konferansa Ciwanên HDP'ê: Tecrîd wê bi hêza ciwanên rêxistinkirî bê şikandin
13:57 Komcivîna Elewiyan a Mezin: Em bi hevrûbûnê dest bi sedsala duyemîn bikin
13:02 Banga beşdariya nobeda li Parîsê hat kirin
12:44 Ji KCK'ê daxuyaniya têkildarî qetlîama li Parîsê
12:10 Li Hezexê cerdevanekî mamê xwe yê cerdevan kuşt
11:43 Midûrê Emniyeta Parîsê: Piştî provokasyonê li kolanan şer rû da
11:39 Nobeda Edaletê di roja 657'emîn de berdewam dike
11:23 Artêşa tirk ji hin qadên Zapê vekişiya
11:08 Li DYA'yê bahoza berfê: 17 kes mirin
10:00 PENa Kurd: Divê rayedarên Fransayê vê qetilxwînê ronî bikin
09:41 Li xwendekaran doza ‘signal’ê hat vekirin
09:17 Omer Ocalan: Sala 2023'yan dê bibe sala şikandina tecrîdê
09:09 Ciwanên HDP'î: Em ê tecrîdê bişikînin
09:08 Li Komirê têkoşîna li dijî kana mermeran didome
09:07 Birayê wê qetilkirin û hevjînê wê girtin: Heta edalet neyê Roboskiyê em ê bitêkoşin
09:06 Dewletan şer kir gel di bin de eciqîn
09:01 Ruhê ciwanan li her derê ye
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2022'YAN
24/12/2022
20:44 Komkujiya Parîsê li seranserê Ewropayê hat şermezarkirin
20:27 Rojavayê li kolanan komkujiya Parîsê şermezar kir
19:57 Bavê Mîr Perwer: Bila heyfa kurê min li erdê nemîne
18:57 Mexmûrê komkujiya li Parîsê protesto kir
18:50 Saziyên ziman: Gelê kurd gelek komkujî dîtine, lê tu carî serî netewandiye
18:35 Bûldan: Kurd dê li her derê cîhanê bibin yek
17:16 Ozturk: Heke Fransa qetlîamê ronî neke ew jî şirîkê qetlîamê ye
17:15 Hevserokê Giştî yê DBP’ê û siyasetmedar 2 roj in di bin çavan de ne
16:54 Sancar li ber avahiya DBP’ê bang kir: Em soz didin ku em ê teqez serbikevin
16:45 Qetlîama Parîsê û binçavkirina rêveberên DBP’ê hat protestokirin
15:43 Li Stenbolê û Îzmîrê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
15:12 Malbatên Windakiriyan: Bila êrişa li Parîsê bi awayekî bibandor were lêkolînkirin
15:11 Dayikên Şemiyê li aqubeta Îsmaîl Bahçecî pirsîn
15:10 Girtiyê nexweş Gurban nikare pêdiviyên xwe dabîn bike
15:00 Qurbaniyên Qetlîama Mereşê hatin bibîranîn
14:26 Ciwanan di konferansê de bertek nîşanî tecrîdê dan: Birêz Ocalan wê azad bibe
13:42 Li Parîsê bi deh hezaran kes qetlîamê protesto kirin
13:35 Artêşa tirk gundekî nêzî Amediyeyê bombebaran kir
13:34 Li çargoşeya çar bajaran operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:27 Malbata Mîr Perwer li mala xwe dilorîne
13:03 Ji cîhanê li dijî qetlîama Parîsê nerazîbûn: Em li cem kurdan e
11:49 Ciwanan bi pankartekê tecrîd şermezar kirin
11:35 TJK-E'yê ji bo Evîn Kara daxuyanî da: Tu hêz nikare têkoşîna me ya heqîqetê asteng bike
11:15 TEV-Çand Ewropa: Em ê ala têkoşîna we li erdê nehêlin
11:13 Baroya Rihayê: Em li bendê ne ku TBB û wezaret gavên pêwîst biavêjin
10:55 Li Giyadînê zarokek bi awayek guman mir
10:50 Buldan û Sancar qetlîama li Parîsê şermezar kirin: Divê qetlîam bê ronîkirin
10:44 ‘Hûnê hê jî çiqas li vê bêedaletiyê temaşe bikin?’
10:02 Mîr Perwer: Hûner rêya xwe nasînê ye
09:50 Gele Amedê: Semra Guzel vîna me ye
09:44 Tulay Hatimogûllari: Wezîrê Dadê berpirsê tecrîdê ye
09:20 ‘Lêgerîna li avahiyên DBP'ê xespkirina erkê ye'
09:19 Malbatên Roboskiyê: Rêya edaletê di Roboksiyê re derbas dibe
09:16 Partiyên Tifaqa Kurdistanê: Em ê li dijî êrişan di nav piştgiriyê de bin
09:15 Ji ber daxwaznameyên xwe yên 'ji bo vegerin gundê xwe' ketin ber lêpirsînê
09:12 'Hunermend divê erka xwe bi cih bînin'
09:09 Muftuoglû: Dê têkoşîn encama sala 2022’yan diyar bike
09:03 Hunerê guh neda qedexeyan!
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:04 Navên cangoriyên li Parîsê hatin qetilkirin eşkere bû
23/12/2022
23:04 Dîmenên êrîşa Parîsê derketin holê
21:25 Kurd li Ewropayê êrişa Parîsê protesto dikin
20:32 Li Dersimê destavêtina li xwendekareke jin hat şermezarkirin
20:07 Polîsên fransî êrişî girseya li ber navenda çandê kir
18:23 Bertekên li dijî êrişa li DBP'ê: Em ê AKP'ê bişînin
17:13 Cenazeyê endama YJA-STAR’ê hat definkirin
16:46 Li Êlihê banga mîtîngê hate kirin
16:29 Tora Têkoşîna bi Tundiyê re: Mûsa Sevîm çima nayê girtin?
16:04 Li Parîsê êrişî Navenda Çanda Kurd hat kirin: 3 kes hatin qetilkirin
15:49 Lêgerîna li DBP’ê 7 saetan dom kir: Dest danîn ser formên endamtiyê
15:34 Edene ji mîtîngê re amade ye
15:33 Li ber DBP’ê daxuyanî: Kurd bi ser dikevin, îktidara AKP-MHP’ê têk diçe
15:28 Baroya Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:17 HDP’ê û DBP’ê li Dîlokê çalakiya nobetê da destpêkirin