Beriya Komkujiya Parîsê ji bo ewlehiyê serlêdan hatiye kirin

  • rojane
  • 14:43 26 Kanûn 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka Têkiliyên Derve ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Bêrîvan Firat diyar kir ku beriya komkujiya li Parîsê ji bo li hemû sazî û komeleyên kurd bergirî bên girtin serî li Wezareta Karên Hundir û Waliyê Parîsê hatiye dayîn û got: “Eger serlêdan li ber çavan hatibûya girtin, ev komkujî pêk nedihat.” 
 
Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Emîne Kara (Evîn Goyî), Mîr Perwer (Mehmet Şirin Aydın) û Abdurrahman Kizil di êrîşa çekdarî ya li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li taxa Saînt Denîs a Strasboûrgê ya paytexta Fransa Parîsê de hatin qetilkirin. Dengvedana êrişê didome, bi çalakiyên tên kirin tê xwestin ku komkujiya 2’yemîn a li Parîsê qewimî were ronîkirin. Hat diyarkirin ku nûnerên saziyên kurd ên li Parîsê ji Waliyê Parîsê û hemû saziyên pêwendîdar re ragihandine ku ji bo çalakî û aktîvîteyên têkildarî Komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileyê bên lidarxistin wê li hemû sazî û dezgehên kurdan civîn bên lidarxistin. 
 
Berdevka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Têkiliyên Derve Bêrîvan Firat der barê serlêdan û hevdîtinên beriya 3 hefteyan ji bo wergirtina tedbîrên ewlekariyê yên sazî û komeleyan de agahî dan. Firat, bi lêv kir ku têkildarî Komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileyê di serî de Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ji bo bergiriyên ewlehiyê li hemû sazî û komeleyên kurd bên wergirtin serlêdan kirine. 
 
JI BO BERGIRIYÊN EWLEHIYÊ SERLÊDAN KIRIN 
 
Firat, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Her tim êriş li saziyên me tên kirin. Ev êriş bi taybetî weke provokasyon, şikandin û tirsandin in. Me ev êriş ji saziyên fermî re ragihandin. Me ev êrîş, 3 hefte beriya komkujiya 2’yemîn a Parîsê hem bi belgeyên nivîskî hem jî bi hevdîtinên rû bi rû ragihand. Di van hevdîtinan de me agahî parve kir ku wê ji bo komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileyê çalakiyên bîranînê bên lidarxistin û bi vê armancê civîn bên kirin. Me rast e rast ji Walitiya Parîsê re ragihand ku wê di 4-7-9’ê çileyê de çalakî bên lidarxistin. Heta me destura çalakiyên ku di van dîrokan de bên lidarxistin jî wergirt. Di vê çarçoveyê de me got wê civînên amadekariyê bên kirin û ev amadekarî li hemû saziyên kurdan bên kirin. Ji me re gotin ku wê ewlekarî bê girtin, lê heta niha tu tedbîr nehatine girtin.”
 
‘SERLÊDAN LI BER ÇAVAN NEGIRTIN’
 
Firat, anî ziman ku piştî komkujiyê bi Wezîrê Dadê û Walîtiya Parîsê re hevdîtin kirine û ev tişt gotin: “Ji me re hat ragihandin ku tedbîrên pêwîst ên ewlekariyê wê di vî warî de werin girtin. Heke hevdîtinên me yên berê li ber çavan bihata girtin, dibe ku komkujiyeke bi vî rengî neqewimîbûya. 3 hevalên me wê sax bûna. Duh careke din li Parîsê kurdekî din rastî êrîşeke faşîzan hat. Rewşa wî giran e, emeliyat bû. Jiyana wî di xeteriyê de ye. Yê ku vê dike ew gel e ku Erdogan û hikûmeta wî diparêzin. Nabe ku mirov van êrîşan weke êrîşên ji aliyê şexsekî ve tên kirin, bibînin. Yên ku van êrîşan pêk tînin, bi hêza ku ji polîtîkaya qirkirinê ya ku Erdogan û hikûmeta wî li dijî kurdan dimeşînin, van êrîşan pêk tînin.
 
Firat, anî ziman ku dizanin Komkujiya 2’yemîn a Parîsê ne nijadperest û cuda ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi vê êrîşê re civaka Kurd hedef hat girtin. Êrîşkar jî îtiraf kir. Wî bixwe got ku dixwaze kurdan bike hedef û bikuje. Ji bo vê jî divê lêpirsîn bi hemû rastiya xwe were eşkerekirin û di çarçoveya terorê de li ber çavan were girtin.”
 
 

Sernavên din

24/01/2023
09:03 Rojnivîska berxwedana dîrokî ya Kobanê
09:02 Prz. Tum: Bila TBB li dijî tecrîdê gavekê biavêje
09:01 Siyasetmedarên jin ên Botanê: Gelê me dê seltenata AKP'ê û MHP'ê hilweşîne
09:00 ROJEVA 24'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
08:32 Li Hezexê jinek hate binçavkirin
23/01/2023
22:23 Rojnamevan Verîm ku Yûnanîstanê ew radestî Tirkiyeyê kir hat girtin
21:43 Li Cezayîrê helîkopter ket erdê: 3 leşker mirin
18:39 Li Amedê zilamekî jinekê birîndar kir
18:07 Li ber KE'yê çalakiya li dijî tecrîda li Îmraliyê
17:50 Ji ber komkujiya li Mêrdînê 4 kes hatin girtin
15:54 Li girtîgehên Behra Reş û Dumluyê mafên tenduristî û ewlehiyê tên binpêkirin
14:33 Binpêkirina ‘Mafê hêviyê’ ji Wezîrê Dadê hat pirsîn
13:32 AKP’ê di 2022’yan de tenê pêşnûmepirsek da Meclisê
13:19 AYM dê ji bo daxwaza HDP’ê di 25’ê çileyê de bicive
12:53 Ji bo Akar ê xwe şewitandibû li ser dîwaran nivîs hate nivîsîn
12:52 Ferît Şenyaşar: Li vir fermana serdestan pêk tê
12:35 Ji bo Îmraliyê Nobeta Edaletê: Sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin
12:05 Li Girtîgeha Xarpêtê 15 girtî hatin derbkirin
11:58 Ji bo gumanbarên komkujiya li Mêrdînê daxwaza girtinê
11:46 Li Çiyayê Amanosê gelek dar hatin birîn
11:30 Xizmên serokê AKP’a Farqînê ji ber esrarê hatin girtin
10:03 KNK: Divê statu û ewlehiya Şengalê bê misogerkirin
09:26 Navên kesên li Şêxmeqsûdê jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
09:06 Rojnameya Xwebûnê dê di roja ziman de şahiyekê li dar bixe
09:06 Li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne: Divê her kes li ber tecrîdê rabe
09:05 Malbata Emîn Ozkan: Beriya giştînameyê divê ATK ji holê were rakirin
09:04 Li Giyadînê metirsiya siyanûrê: Wê hemû Kurdistan were jehrîkirin
09:04 Parlamenterê HDP’ê Eksîk: Tecrîd rêbazek îşkenceyê ye
09:03 Du birayên nexweş nayên berdan: Birînên wan bêderman in
09:02 Tosûn: Giştînameya Wezareta Dadê çareseriyê nayîne
09:01 Kela berxwedanê: Kobanê
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
22/01/2023
21:55 Li Kocaeliyê li malekê teqîn rû da: 2 jê giran 5 kes birîndar bûn
21:48 Tayyîp Erdogan û Tansû Çîller mil dane milên hev!
21:35 Ciwan li Stenbolê ji bo Abdullah Ocalan meşiyan
21:25 Li Kadikoyê ‘Dîwana Dengbêjan’ hat sazkirin
19:08 HDP û pêkhateyên xwe civiyan
16:12 Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê bertek nîşanî şewitandina Qur’anê da
16:08 Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
15:55 HPG’ê têkildarî komkujiya li Mêrdînê daxuyanî da
15:46 Ji Zarok Ma’yê konsereke biçûk
15:32 Li Enqereyê simît bû 7 lîra
15:28 Tîma Jinan a Amedsporê li sehaya xwe Tîma Jinan a Trabzonsporê têk bir
15:20 Karkerên înaşetê li Amedê çalakî kirin: Bila bihayê herî kêm 600 lîre be
14:32 Karkerek li Etî Bakirê birîndar bû
14:15 Li Bestayê cerdavenek hate kuştin û gelek leşker birîndar bûn
13:51 Hejmara kesên li Şêxmeqsûd jiyana xwe ji dest dayîn derket 12’an
13:16 Li DYA’yê êrişa çekdarî
13:11 Li Çînê aşût hat xwarê: 28 kes mirin
13:10 Rojnameger Aygul: Peywira rojnamegeran nivîsandina heqîqetê ye
12:44 Polîsan endama OGK’ê Polat îşkence kirin
12:32 Li Liceyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
11:52 Malbata Şenyaşar: Em ji bo welatekî mirov bikare lê bijî daxwaza edaletê dikin
10:44 Li Şêxmeqsûd avahiyek hilweşiya: Mirî û birîndar hene
10:27 HDK dê Lijneya Giştî li dar bixe: Em hêzên civakî bikin yek
09:42 Ozsoy: Bi milyonan kes mereqa Abdullah Ocalan dikin
09:03 Ûca: Peyman tenê ne bes e, divê daxwazên şengaliyan jî li ber çavan bên girtin
09:03 Bi îdiaya ku 'li gardiyan xistiye' doz li girtî hat vekirin
09:01 Tenduristiya Giyasettîn Sevmîş xirab dibe
09:00 Cerdevanê ku zaroka 14 salî tacîz kiribû hate berdan
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
21/01/2023
23:32 Koma Ma'yê stranên xwe diyarî jinên berxwedêr kir
19:14 Bi hezaran kes li dijî tecrîda li Îmraliyê daketin qadan
16:41 Li Farqînê Festîvala Gastronomiyê hat lidarxistin
16:33 Di êrişa SÎHA’yê de endamekî QSD’ê jiyana xwe ji dest da
15:57 Li Edeneyê çalakiya greva birçîbûnê: Em bi hev re têbikoşin
15:25 Hat xwestin girtiyê nexweş Yahya Guneş bê berdan
15:18 Girtiyê 71 salî 3 sal in di hucreya yek kesî de ye
15:09 ÎHD’ê banga berdana Mehmet Emîn Ozkan kir
14:44 Malbatên Windakiriyan: Dewlet pergala xwe ya faîlan diparêze didomîne
14:30 Li aqûbeta Şahîn ê 27 sal berê hatibû windakirin pirsîn
13:48 Ozguneş: Em ê deriyê Îmraliyê bişikînin
12:28 Cezayê hucreyê li rojnamevan Derya Ren birîn
12:13 Cenazeyê Atilgan ê bi awayek guman li Edliyeya Geverê mir, hat veşartin
12:12 Malbata Şenyaşar: Kesên edaletê ji nedîtî ve tên dê winda bikin
11:52 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
11:14 Derziya ku divê mehê carekê li girtî bê xistin 6 mehan carekê tê xistin
10:44 Gelo 5 welatiyên ji Başûr çima hatin kuştin?
10:30 ‘Divê bi zimanê dayikê ne dersên bijarte, perwerdehî bê dayîn’
09:03 Partiya ÎYÎ bi navê 'alikariyê' bêyî haya wan jê hebe gelek jin kirine endam
09:02 ‘Di destdirêjiya li zarokan de bêcezatî kiryaran wêrek dike'
09:01 Bi hinceta ‘em wisa difikrin ku di nav rexistinê de çalak e’ înfaza girtiyê nexweş şewitandine
09:01 Keskîn: Cihê şanaziyê ye ku xelatên Olof Palme layiqî jinan hatiye dîtin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2022'YAN
20/01/2023
21:44 Bi hezaran kes ji bo Efrînê daketin qadan
20:02 Li Bismilê gelek kes hatin binçavkirin
18:06 Cizîrê 6 kes hatin berdan
16:55 Polîsan êrişî daxuyaniya ESP û SGDF’iyan kir: 10 kes hatin binçavkirin
16:29 Rêveberiya Xweser ji bo Efrînê daxuyanî da: Li dijî dagirkeriyê em bi hev re têbikoşin
15:45 ‘Neamadekirina îdianameya rojnamevanan binpêkirina maf e’
15:32 Rapora ÎHD’ê: Li 21 girtîgehan hezar û 973 binpêkirin hatin kirin
14:57 Midurê li Pozantiyê li Girtîgeha Sîncanê ye
14:46 Tundiya li ser Dayikên Şemiyê: Ji AYM’ê biryara binpêkirinê
14:34 Êrişa li dijî wesayîta li Mêrdînê 300 mîtro dûrî qereqolê pêk hat
14:23 Egîtîm Sen: Perwerdehiya li dibistanan ji zanist û zimanê zikmakî dûr e
14:06 HDP: Efrîn jana dilê milyonan e
13:48 Cerdevanan şer kirin: Kesek mir
13:39 Derhênera belgefîlman Tekîn: Bi sebir li benda rojên azad im
13:17 Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê: Daxwaza anîna bersûcan a danişînê hat redkirin
13:16 Nobeta Edaletê: Ji bêhiqûqiya li Îmraliyê Bozdag berpirsyar e