Kurdan di tevahiya salê de li ber xwe dan

  • rojane
  • 09:01 27 Kanûn 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê kurd li dijî tevahiya êrişên li ser destkeftiyên xwe, di tevahiya salê de bi dirûşma “Jin jiyan azadî” li ber xwe dan. Kurd, bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û li dijî çekên kîmyewî daketin kolanan. 
 
Gelên cîhanê saleke din jî bi şer, pevçûn, xizantî, rûxandina ekolojiyê û krîzên civakî û siyasî li pey xwe hişt. Piştî şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de, li cîhanê rûpeleke nû yê siyasî û aborî hate vekirin. NATO ku DYA serkêşiya wê dike û heta demekî dirêj tespîta “Nexweşê ku mejiyê wî mirî” bo dihat kirin, endamên nû li xwe zêde kirin û xwe careke din zindî kir. Endamên NATO’yê li Lûtkeya Madrîdê di belgeya “Konsepta stratejîk” de Çîn weke “Hêmana gefê” û Rûsya jî weke “Gefa raste rast û herî girîng” pênase kir. Bi vê yekê re pergala cîhanê ya dubendbendî hîn bêhtir raxist ber çavan. Hemleyên hêzên kûrewî û şerên ku rê li ber vekirîn, îsal herî zêde bi kêrî sermayedar û fîrmayên çekan hat. Bo para gelên ku di nava vê çerxa hêzên kûrewî de hatine eciqandin û neçarî xizantiyê hatine kirin jî berxwedan ma. 
 
Li Rojhilata Navîn ku şer û pevçûn lê bênavber didomin de gelê kurd bi berxwedanê dest bi sala nû kir û bi berxwedanê li pey xwe hişt. Têkoşîna gelê kurd û helwesta wan bandoreke mezin li her geşedanên li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê kir. Çalakî û xwepêşandanên ku di çarçoveya kampanyaya “Dema Azadiyê ye” yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin jî hatin lidarxistin, di tevahiya salê de bênavber dom kirin. Her wiha mijarên weke bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta tirk ve li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê, êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, operasyonên leşkerî, çalakiyên bi daxwaza edaletê, girtin û binçavkirin û serhildana ku li bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” li dijî rejîma Îranê hatin destpêkirin mohra xwe li salê dan. 
 
75 GIRTIYAN JIYANA XWE JI DEST DAN
 
Binpêkirinên mafan ên îsal li girtîgehan hatin kirin li gorî salên bihûrî zêdetir bûn. Pirsgirêka astengkirina tedawiyan, qedexekirina peywendiyan, lêgerînên tazî, miameleya xerab, kotaya ji bo pirtûk û cilûbergan hatiye danîn, di tevahiya salê de dom kirin. Yek ji mezintirîn pirsgirêk jî rewşa girtiyên nexweş bû. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), niha li girtîgehan 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene û gelemperiya girtiyên nexweş nehatin berdan. Gelek girtiyên nexweş ên ku ji ber raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) nehatin berdan, jiyana xwe ji dest dan. Hinek girtiyên nexweş dema li ber mirinê, hatin berdan. Di sala 2022’yan de girtiyê nexweş Bazo Yilmaz jî di nav de herî kêm 75 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Li gorî rapora ÎHD’ê, 25 girtiyan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan, 15’an jê yan întîhar kir an jî neçarî întîharê hatin kirin, sedema mirina girtiyekî nayê zanîn û 34’an jê jî bi sedemên weke krîza dil, xwîna çûy ser mejî û nexweşiyên din ên giran jiyana xwe ji dest dan. Ji van girtiyan yek jê Tahir Guldal ê ku 13 roj piştî berdanê jiyana xwe ji dest dayî û Ramazan Açikgoz ê rojek berê jiyana xwe ji dest dayî jî hebûn. 
 
Li dijî astengkirina tehliyeyan û binpêkirinên mafan, li gelek girtîgehan grevên birçîbûnê hatin destpêkirin. Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Ereglî ya Konyayê, Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê, Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Amedê, Girtîgeha Jinan a Amedê, Girtîgeha tîpa F a Boluyê û Girtîgeha Tîpa L a Kîlîsê çendek ji van girtîgehan bûn. Berxwedanên li hinek girtîgehan bi xwe re encam anî lê berxwedana girtiyan a li gelek girtîgehan hêj jî didome. 
 
HINCETÊN VALA
 
Tevî ku gelek girtiyan înfazên xwe temam kiribûn jî nehatin berdan. Sedema şewitandina înfazan jî raporên “Rewşa wî baş nîne” yên Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê yên girtîgehan weke hincet hatin nîşandan. “Av û ceyran zêde bi kar aniye”, “Nehat hevdîtinê û derneket lijneyê” û “Nîşaneyên poşmantiyê tune ne” weke hincetên şewitandina înfazan hatin nîşandan. 
 
BERXWDANÊN JI BO EDALETÊ 
 
Tevî berxwedana girtiyan, her wiha berxwedana malbatên girtiyan jî di tevahiya salê de berdewam kir. Malbatên girtiyan li dijî şewitandina înfazan û ji bo azadiya girtiyan li Amed, Wan, Îzmîr û Stenbolê dest bi Nobeta Edaletê kirin û nobet di tevahiya salê de dom kirin. Çalakiyên li Amed û Stenbolê bi dawî bûn lê ya li Îzmîrê hêj didome. 
 
MALBATA ŞENYAŞAR
 
Hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar li Pirsûs a Rihayê ji hêla xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin. Dayika Emîne û kurê xwe Ferît Şenyaşar bi daxwaza edaletê li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn û ev çalakî di tevahiya salê de berdewam kir. Têkoşîna malbatê heta astekî encamek bi xwe re anî û piştî 4 sal û 4 mehan, têkildarî komkujiya li nexweşxneyê îdianame hate amadekirin. 
 
4 HEZA KES HATIN BINÇAVKIRIN
 
Girtin û binçavkirinên li dijî siyaseta kurd bênavber dom kirin. Di encama operasyonên li dijî endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêxistinên civaka sivîl de herî kêm 4 hezar û 213 kes hatin binçavkirin. Ji binçavkiriyan herî kêm 200 jê hatin girtin. 
 
ÇAPEMENIYA AZAD DI HEDEFÊ DE YE
 
Girtin û binçavkirin bi vê re jî bisînor neman. Di 8’ê hezîranê de polîsan di çarçoveya lêpirsîna derheqê xebatkarên çapemeniya azad de li Amedê bi ser saziyên JINNEWS û produksiyonên Pel, Piya û Arî de girtin. Di encama serdegirtinan de tevahiya amûrên dijîtal ên ajans û produksiyonan hatin desteserkirin. Ji rojnamegerên di 16’ê hezîranê de derxistin dadgehê 16 jê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Her wiha dorpêça li ser produksiyonên Piya û Arî’yê piştî 32 rojan hate rakirin. Tevî ku bi ser re 6 meh derbas bûne jî hêjta îdianame nehatiye amadekirin. 
 
Di rewşeke wiha de îcar starta operayonan di 25’ê cotmehê de li Enqereyê hate dayîn. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de polîsan li 9 bajaran bi ser malan de girtin. Her wiha polîsan bi ser buroya Ajansa Mezopotamyayê (MA) ya Enqereyê û avahiya Arî Productionê de girtin. Ji 11 rojnamegerên bi îşkenceyê hatin binçavkirin 9 jê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Di heman dîrokan de nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren jî hatibû binçavkirin û ji ber ku cezayê wê yê ji dosyayeke cuda teqez bûbû, hate girtin. Di nava 5 mehan de bi giştî 33 rojnameger hatin binçavkirin û ji van 26 jê hatin girtin. 
 
CENAZE DI TÛRIK DE DAN MALBATÊ
 
Êrişên dewleta tirk ên li dijî goristan û cenazeyan di tevahiya salê de berdewam kirin. Li gelek bajaran kêla gorên endamên PKK’ê hatin şikandin. Cenazeyê Hakan Arslan ku di qedexeyên derketina derve ya di 2’yê kanûna 2015’an de li Sûr a Amedê hatibû ragihandin de jiyana xwe ji dest dabû, di 29’ê tebaxa 2022’yan di tûrikekî de radestî bavê wî hate kirin. Bavê ku hestiyên kurê xwe li pêşiya edliyeyê wergirtî, ji bo cenazeyên ku werin wergirtin bang kir. Bi hezaran kes piştre çûn serdana malbata Arslan û sersaxî jê xwestin. 
 
QEDEXEKIRINA KONSERAN
 
Di demeke ku radestkirina cenazeyê Hakan Arslan a di tûrik de hêj di rojevê de, îcar li Sûrê di bin navê “mîhrîcanê” de organîzasyonek hat kirin û rastî nerazîbûnên gel hat. Mîhrîcan, bi hevkariya Wezareta Çand û Turîzmê û qeyûman ve hatin kirin û ji bo van mîhrîcanan jî tevahiya burokrat û AKP’î hatin seferberkirin. Rêxistinên civaka sivîl ên bajar ev mîhrîcan weke “Qirkirina çandî” nirxandin û piştre heman organîzasyon li Cizîr a Şirnexê hate kirin. Lê belê hunermendên kurd Xêro Abbas û Tara Mamedova piştî zêdebûna bertekan ragihandin ku dê tev li mîhrîcanan nebin. 
 
Li hêlekê mîhrîcan hatin kirin û li hêla din jî konser û şanoyên kurdî hatin qedexekirin. Ji Aynûr Dogan heta Mem Ararat û Mîkaîl Aslan, konserên gelek hunermendên kurd hatin qedexekirin. Di heman demê de lîstikên "Tartuffe" û "Bêrû" jî para xwe ji van qedexeyan girt. 
 
TEXRÎBATA EKOLOJÎK
 
Rûxandina ekolojiyê û qirkirina daran îsal her tim di rojevê de bû. Li herêmên Cûdî, Gabar û Bestayê yên Şirnexê û li çoltarê Amed, Bedlîs û Çewlikê di bin navê “ewlehiyê” de qira dara hat anîn û ev qirkirin hêj didome. Di nava 2 salan de li herêma Bestayê zêdetirî 500 hezar tonên daran ji hêla cerdevanan hatin birîn û tona van daran bi hezar û 175 TL’an hatin firotin. Ev qirkirina daran li deverên din jî belav bû. Li gel qirkirina daran, her wiha li gelek bajaran ji bo madenan destûrname hate dayîn. 
 
CKD, TJA, DBP, HDP û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê li dijî texrîbkirina ekolojiyê, di 17’ê îlonê de meşeke girseyî li dar xistin. Ji çar aliyan bi hezaran kes tev li meşê bûn. 
 
DAXWAZA MILYONAN
 
Di salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de, di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, di Newrozê de, di 4’ê Nîsanê de, di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê û di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî de bi milyonan kurd daketin qadan û daxwazên xwe anîn ziman. 
 
DI NEWROZÊ DE DAXWAZA AZADIYA OCALAN 
 
Jinan di 8’ê Adarê de bi dirûşma “Dem dema azadiya jinan e” li gelek bajaran qad tije kirin. Tevî hemû astengiyan jî jinên li qadan azadî qîr kirin û bertek nîşanî polîtîkayên AKP’ê dan. 
 
Îsal li 72 bajaran pîrozbahiyên Newrozê bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” hatin lidarxistin. Di salên dawî de mezintirîn pîrozbahî hatin lidarxistin û bi milyonan kes tev li bûn. Pîrozbahiyên li Amed, Wan û Şirnexê mohra xwe li Newrozê dan. Bi milyonan kesan daxwaza azadiya fîzîkî ya Ocalan kirin û xwestin ku kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdeyê. 
 
RÊWÎTIYA AMARAYÊ
 
Piştî Newrozê, 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li gundê Amara yê Xelfetî ya Rihayê û gelek bajaran hate pîrozkirin. Tekane daxwaza di pîrozbahiyan de bû azadiya fîzîkî ya Ocalan û ji bo vekirina deriyên Îmraliyê bang hatin kirin. 
 
MEŞA AZADIYÊ YA GEMLÎKÊ
 
Daxwaza ji bo azadiya Ocalan, di 12’ê hezîranê de bi Meşa Gemlîkê ya bi dirûşma “Em li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin” bû rojev. Ji bo Meşa Gemlîkê li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn, di rê de gelek wesayît hatin sekinandin û bi sedan kes hatin binçavkirin. Dewletê nehişt ku gel biçe Gemlîkê û li tevahiya kolanên Kadikoy a Stenbolê azadiya Ocalan hate qîrîn. 
 
1888 PARÊZERAN JI BO ÎMRALIYÊ SERLÊDAN KIRIN
 
Ev zêdetirî 21 meh in ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş agahî nayên girtin. Ji ber vê yekê hem ji bo Wezareta Edaletê û hem jî ji bo Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî serlêdan hatin kirin. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz, parlamanterên HDP’ê, Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, Şaxên OHD’ê, baroyan û bi sedan parêzerên ji Ewropa û Rojhilata Navîn ji bo Îmraliyê serlêdan kirin. Hejmara parêzerên ku serlêdan kiribûn ji hezar û 888’an derbas kir.
 
BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ
 
Di tevahiya salê de yek ji mijarên herî zêde di rojeva Kurdistan û Tirkiyeyê de, bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta tirk ve yên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê bû. Dîmenên du endamên HPG’ê yên ji bikaranîna çekên kîmyewî bibandor bûn hatin parvekirin û bû rojeva yekemîn. Rayedarên hikûmetê daxuyaniyên weke “di envantera me de nînin” kirin lê dîsa jî bertek roj bi roj zêdetir bûn. Di 6’ê mijdarê de li Silopiya ya Şirnexê bi hezaran kesan meşa “Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî meşa mirovahiyê” li dar xistin. Tevî dorpêçê jî girse meşiya û ji bo bidawîkirina bikaranîna çekên kîmyewî bang kirin. Her wiha li gelek bajarên din jî bikaranîna çekên kîmyewî hate şermezarkirin. 
 
HERÊMA FEDERE YA KURDISTANÊ
 
Herêma Federe ya Kurdistanê ku rastî êrişên dijwar ên dewleta tirk tê, di tevahiya salê de di rojevê de bû. Her wiha li dijî bêkarî û krîza aboriyê di tevahiya salê de çalakî hatin lidarxistin. Mamoste û karkerên ku nekarîn mûçeyên xwe wergirin, li gelek bajaran çalakiya boykotê kirin. Rojnameger Zack Kopplin, têkildarî mal û milkê malbata Barzanî de belge parvekirin û ev mijar heta demekî dirêj di rojevê de ma. Kopplin têkildarî mal û milkê Barzaniyan ji bo rojnameya Yenî Yaşamê axivî û da zanîn ku ev belgeye bi telek çavkaniyan daye piştrastkirin. Tevî ku nûçeya Kopplin deng veda jî ji malbata Barzanî û parêzerên wan tu hewldanên derewandinê çênebûn. 
 
3 HEZAR Û 152 CARAN ÇEKÊN KÎMYEWÎ HATIN BIKARANÎN
 
Êrişên li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê 8 meh li pey xwe hişt. Mezintirîn windahiyên salên dawî hatin dayîn û di şer de çekên kîmyewî û yên qedexekirî hatin bikaranîn. Di bîlançoya şer a 8 mehan a HPG’ê de hat ragihandin ku di şer de 2 hezar û 744 leşker û cerdevan hatine kuştin û 11 helîkopter jî hatine xistin. 
 
Di bîlançoyê de hat ragihandin ku dewleta tirk di êrişan de 3 hezar û 152 caran çekên qedexekirî bi kar aniye. Her wiha HPG’ê da zanîn ku di encama şer û pevçûnan de 199 endamên HPG û YJA-Starê jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daxuyaniyên Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê jî heta niha gelek jê payebilind bi giştî 78 leşker hatine kuştin. 
 
LEŞKERÊN KU NAVÊN WAN HATIN EŞKEREKIRIN
 
Nasnameya gelek leşkerên di pêvajoya 7 mehan de hatine kuştin lê wezaretê navên wan eşkere nekirîn, ji hêla HPG’ê ve hatin eşkerekirin. Navên Berbaz Çawişê Biqidem Yunus Eylîk, Çawişê Pispor Alî Taşkin (Tûgaya Komandoyan a Sêrtê), Çawişê Pispor Mevlût Çetîn û Çawişê Pispor Ahmet Akpinar ku di pevçûna 29’ê gulanê ya li Metînayê de hatibûn kuştin ji hêla HPG’ê ve hatin ragihandin. Di encama pevçûna 7’ê tîrmehê ya li Girê Amediyê ku dikeve rojavayê Zapê de 2 leşker hatibûn kuştin. Hat zanîn ku ji leşkerên hatin kuştin yek jê Nacî Kaygisiz e û cenazeyê wî di destê HPG’ê de ye. Piştre jî dîmenên kunyeya Kaygisiz û alavên wî yên leşkerî bi raya giştî re hatin parvekirin. 
 
Hat ragihandin ku leşkerên bi navên Savaş, Fatih, Gokhan, Serkan, Burak, Nacî, Harûn, Mert, Oguz û Fûat di pevçûnên 11’ê îlonê yên Zapê de hatine kuştin. Wezareta Parastinê jî tenê navên Harûn Yildirim, Savaş Borlu, Gokhan Agi û Fatîh Kalkan ku li ser ANF’ê hatibû parvekirin eşkere kir. Herî dawî derket holê ku cenazeyê Mûstafa Bazna ku weke “şehîdê winda” hatibû pênasekirin di destê HPG’ê de ye. Her wiha dîmenên cenazeyê Bazna hatin parvekirin. Li gel ku nav û dîmen hatine parvekirin jî di vê mijarê de dewletê xwe li bêdengiyê danî. 
 
KOMKUJIYA ZAXOYÊ
 
Dewleta tirk di 20’ê tîrmehê de çoltarê gundê Perex ê Zaxoyê bombebaran kir û 9 welatî qetil kir. Her wiha 24 kes jî birîndar bûn. Berteka PDK’ê ya li hemberî êrişê rastî nerazîbûneke mezin hat. Komkujiya dewleta tirk li cîhanê deng veda. Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Huseyîn di Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de axivî û da zanîn ku êriş ji hêla dewleta tirk ve hatiye kirin û xwest ku Tirkiye ji xaka wan were derxistin. 
 
DEST DANÎN SER MASKEYÊN GAZÊ
 
PDK’ê pêşî li ber şandeyên ku dixwestin bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bikin girt. Di heman demê de dest danî ser maskeyên gazê. Hêzên taybet ên girêdayî PDK’ê li deverên ku pevçûn lê diqewimin alayên xwe bilind kirin û xwestin artêşa tirk ji êrişan biparêzin. 
 
MEXMÛR Û ŞENGAL
 
Mîna par, îsal jî Şengal û Mexmûr bûn hedefa êrişan. Dewleta tirk di tevahiya salê de gelek caran li dijî Şengal û Mexmûrê êrişên hewayî kirin. Di 21’ê çileyê de êrişî Herêma Geliyê Şîlo kir. Di encama êrişê de ji fermandarên YBŞ’ê Silêman Şemo Yûsûf û Enver Tolhildan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha di 17’ê hezîranê de li navçeya Kelar a Silêmaniyeyê wesayîtek hedef hate girtin û di encamê de Cîgirê Serokê Konseya Rêveber a Rêveberiya Xweser Ferhat Şiblî jiyana xwe ji dest da. 
 
Di 17’ê gulanê de li Cadeya Bextiyarî ya Silêmaniyeyê li dijî siyasetmedarê kurd Zekî Çelebî êrişeke sûîqestê hate kirin. Di heman demê de Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, edîtora Kovara Jineolojiyê, akademîsyen û rojnameger Nagihan Akarsel li Silêmaniyeyê di encama êrişeke sûîqestê de hate qetilkirin. Sefîrê dewleta tirk ê Iraqê Alî Riza Guney li Hewlêrê di merasîmekê de axivî û bi axaftina xwe piştrast kir ku êrişa wan pêk aniye. 
 
ROJAVA LI BER XWE DA
 
Tirkiyeyê di tevahiya salê de di navbera DYA û Rûsyayê de xebatên dîplomasiyê kir ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişeke bejahî ya berfireh bike. Lê destûr nehate dayîn. Lê belê êrişên li dijî bajar û rêveberên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber domiyan. Balkêş bû ku gelemperî fermandarên ku di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de pêşengtî dikirin hedef hatin girtin. Di 11’ê gulanê de Ekrem Îstek (50), di 30’ê gulanê de Mizgîn Botan a YPJ’î, di 1’ê nîsanê de Dîrar Cûma Hamza, di 22’yê tîrmehê de ji fermandarên Yekîneyên Antî-Terorê (YAT) Jiyan Tolhildan û Roj Xabûr û endama YAT’ê Barîn Botan di encama êrişên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dan. 
 
Piştî teqîna li Taksîmê, dewleta tirk di 19-20’ê mijdarê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dîsa êrişên hewayî pêk anîn. Ji çoltarê Efrînê heta Kobanê û Dêrikê, gelek dever hatin bombebarankirin. Di êrişên ku hêj didomin de dibistan, nexweşxane û xizmetên binesaziyê hedef hatin girtin. Sivîl û leşkerên rejîma Sûriyeyê jî di nav de gelek kes di van êrişan de hatin qetilkirin. 
 
Li gel êrişan, her wiha bajarê Efrînê ku di bin dagirkeriya dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê de ye, piştî çendek bazariyan radestî Heyet Tehrîr El Şamê hate kirin. OSO û komên behsa xeberê di tevahiya salê de gelek mirov revandin û dest danîn ser mal û milkê wan. Her wiha darên zeytûnan jî para xwe ji vê talan û wêranê girtin. 
 
SERHILDANA 'JIN, JIYAN, AZADÎ'
 
Yek ji cihên ku berxwedana kurdan lê şênber bûyî jî Îran bû. Jinên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî di 16’ê îlonê de bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” daketin qadan, li dehan bajaran çalakiyên protestoyî li dar xistin. Berxwedana ku bi daxwaza azadiyê tê meşandin 3 meh li pey xwe hişt. Tevî êriş û cezayên darvekirinê jî çalakiyên li bajarên Îran û rojhilatê Kurdistanê bênavber didomin. Pêşengtiya çalakiyan jî jin û xwendekar dikin. Yek ji daxwazên çalakvanan jî hilweşandina rejîmê ye.
 
CÎHAN: ÇALAKIYA MEQAPÊ
 
Gelê kurd û dostên wan li bajarên Ewropayê jî her tim li qadan bûn. Çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, bidawîkirina tecrîdê, bikaranîna çekên kîmyewî, qedexekirina PKK’ê û berxwedana  li Rojhilat û Îranê di tevahiya salê de domiyan. Li navendên girîng ên weke NY, Konseya Ewropayê, OPCW û deverên din meş hatin lidarxistin, daxuyanî hatin dayîn û xwepêşandan hatin kirin. Li ser bangawaziya Înîsiyatîfa Edaleta Navneteweyî, 1003 kesên ji 30 welatan hatin ba hev û kampanyaya “Bila PKK ji lîsteya terorê bê derxistin” dan destpêkirin. 
 
Serokwezîrê Herêma Federe ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 17’ê nîsanê de hat serdana Tirkiyeyê û piştre jî çû Ingilistanê. Barzanî li Londrayê ji hêla ciwanên kurd ve hate protestokirin. Çalakvanan meqabên ku PKK’î li xwe dikin li xwe kiribûn û di çalakiyê de maketa meqabê gerandin. Gelê kurd li ser bangawaziya Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistanê-Ewropayê (KCDK-E) û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê,  li dijî êrişên di 17’ê Nîsanê de li dijî Şengalê hatin kirin daketin kolanan. 
 
NIVÎSKARÊN NAVDAR PIŞTGIRÎ DAN KURDAN
 
Piştî ku êrişên bi çekên kîmyewî zêde bûn, li pêşiya OPCW û CPT’yê çalakî hatin destpêkirin. Bi dehhezaran kesên ji bajarên cuda yên Ewropayê bang li hêzên navneteweyî kirin ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bikevin nava liv û tevgerê. Nivîskar, akademîsyen û hunermendên li cîhanê navdar jî ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan bang kirin. Herî dawî Zimanzan Noam Chomsky ku di “Komîteya Ji Kurdistanê re Aştî” de cih digire, Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Ingilistanê yê berê Jeremy Corbyn, Sekreterê Giştî yê Komîsyona Sivîl a Tirkiyeyê yê NY’ê (EUTCC) Michael Gunter, parlamenter Kate Osamar, Hywel Williams, Jean Lambert û Nûnerê Sendîkaya UNITE the Unionê Simon Dubbins jî di nav de gelek kesan ji ber êrişên dewleta tirk ji Serokwezîrê Ingilistanê Rishi Sunak re nameyek şandin. 
 
Bi sedan jinên ji deverên cuda yên cîhanê li bajarê Berlîn a Almanyayê kom bûn û li ser pergaleke alternatîf nîqaş kirin. Dirûşma “Jin, jiyan, azadî” mohra xwe li konferansê da. Her wiha berxwedana li Rojhilat û Îranê hate silavkirin. 
 
MA / Azad Altay - Mujdat Can
 

Sernavên din

24/01/2023
09:03 Rojnivîska berxwedana dîrokî ya Kobanê
09:02 Prz. Tum: Bila TBB li dijî tecrîdê gavekê biavêje
09:01 Siyasetmedarên jin ên Botanê: Gelê me dê seltenata AKP'ê û MHP'ê hilweşîne
09:00 ROJEVA 24'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
08:32 Li Hezexê jinek hate binçavkirin
23/01/2023
22:23 Rojnamevan Verîm ku Yûnanîstanê ew radestî Tirkiyeyê kir hat girtin
21:43 Li Cezayîrê helîkopter ket erdê: 3 leşker mirin
18:39 Li Amedê zilamekî jinekê birîndar kir
18:07 Li ber KE'yê çalakiya li dijî tecrîda li Îmraliyê
17:50 Ji ber komkujiya li Mêrdînê 4 kes hatin girtin
15:54 Li girtîgehên Behra Reş û Dumluyê mafên tenduristî û ewlehiyê tên binpêkirin
14:33 Binpêkirina ‘Mafê hêviyê’ ji Wezîrê Dadê hat pirsîn
13:32 AKP’ê di 2022’yan de tenê pêşnûmepirsek da Meclisê
13:19 AYM dê ji bo daxwaza HDP’ê di 25’ê çileyê de bicive
12:53 Ji bo Akar ê xwe şewitandibû li ser dîwaran nivîs hate nivîsîn
12:52 Ferît Şenyaşar: Li vir fermana serdestan pêk tê
12:35 Ji bo Îmraliyê Nobeta Edaletê: Sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin
12:05 Li Girtîgeha Xarpêtê 15 girtî hatin derbkirin
11:58 Ji bo gumanbarên komkujiya li Mêrdînê daxwaza girtinê
11:46 Li Çiyayê Amanosê gelek dar hatin birîn
11:30 Xizmên serokê AKP’a Farqînê ji ber esrarê hatin girtin
10:03 KNK: Divê statu û ewlehiya Şengalê bê misogerkirin
09:26 Navên kesên li Şêxmeqsûdê jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
09:06 Rojnameya Xwebûnê dê di roja ziman de şahiyekê li dar bixe
09:06 Li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne: Divê her kes li ber tecrîdê rabe
09:05 Malbata Emîn Ozkan: Beriya giştînameyê divê ATK ji holê were rakirin
09:04 Li Giyadînê metirsiya siyanûrê: Wê hemû Kurdistan were jehrîkirin
09:04 Parlamenterê HDP’ê Eksîk: Tecrîd rêbazek îşkenceyê ye
09:03 Du birayên nexweş nayên berdan: Birînên wan bêderman in
09:02 Tosûn: Giştînameya Wezareta Dadê çareseriyê nayîne
09:01 Kela berxwedanê: Kobanê
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
22/01/2023
21:55 Li Kocaeliyê li malekê teqîn rû da: 2 jê giran 5 kes birîndar bûn
21:48 Tayyîp Erdogan û Tansû Çîller mil dane milên hev!
21:35 Ciwan li Stenbolê ji bo Abdullah Ocalan meşiyan
21:25 Li Kadikoyê ‘Dîwana Dengbêjan’ hat sazkirin
19:08 HDP û pêkhateyên xwe civiyan
16:12 Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê bertek nîşanî şewitandina Qur’anê da
16:08 Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
15:55 HPG’ê têkildarî komkujiya li Mêrdînê daxuyanî da
15:46 Ji Zarok Ma’yê konsereke biçûk
15:32 Li Enqereyê simît bû 7 lîra
15:28 Tîma Jinan a Amedsporê li sehaya xwe Tîma Jinan a Trabzonsporê têk bir
15:20 Karkerên înaşetê li Amedê çalakî kirin: Bila bihayê herî kêm 600 lîre be
14:32 Karkerek li Etî Bakirê birîndar bû
14:15 Li Bestayê cerdavenek hate kuştin û gelek leşker birîndar bûn
13:51 Hejmara kesên li Şêxmeqsûd jiyana xwe ji dest dayîn derket 12’an
13:16 Li DYA’yê êrişa çekdarî
13:11 Li Çînê aşût hat xwarê: 28 kes mirin
13:10 Rojnameger Aygul: Peywira rojnamegeran nivîsandina heqîqetê ye
12:44 Polîsan endama OGK’ê Polat îşkence kirin
12:32 Li Liceyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
11:52 Malbata Şenyaşar: Em ji bo welatekî mirov bikare lê bijî daxwaza edaletê dikin
10:44 Li Şêxmeqsûd avahiyek hilweşiya: Mirî û birîndar hene
10:27 HDK dê Lijneya Giştî li dar bixe: Em hêzên civakî bikin yek
09:42 Ozsoy: Bi milyonan kes mereqa Abdullah Ocalan dikin
09:03 Ûca: Peyman tenê ne bes e, divê daxwazên şengaliyan jî li ber çavan bên girtin
09:03 Bi îdiaya ku 'li gardiyan xistiye' doz li girtî hat vekirin
09:01 Tenduristiya Giyasettîn Sevmîş xirab dibe
09:00 Cerdevanê ku zaroka 14 salî tacîz kiribû hate berdan
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
21/01/2023
23:32 Koma Ma'yê stranên xwe diyarî jinên berxwedêr kir
19:14 Bi hezaran kes li dijî tecrîda li Îmraliyê daketin qadan
16:41 Li Farqînê Festîvala Gastronomiyê hat lidarxistin
16:33 Di êrişa SÎHA’yê de endamekî QSD’ê jiyana xwe ji dest da
15:57 Li Edeneyê çalakiya greva birçîbûnê: Em bi hev re têbikoşin
15:25 Hat xwestin girtiyê nexweş Yahya Guneş bê berdan
15:18 Girtiyê 71 salî 3 sal in di hucreya yek kesî de ye
15:09 ÎHD’ê banga berdana Mehmet Emîn Ozkan kir
14:44 Malbatên Windakiriyan: Dewlet pergala xwe ya faîlan diparêze didomîne
14:30 Li aqûbeta Şahîn ê 27 sal berê hatibû windakirin pirsîn
13:48 Ozguneş: Em ê deriyê Îmraliyê bişikînin
12:28 Cezayê hucreyê li rojnamevan Derya Ren birîn
12:13 Cenazeyê Atilgan ê bi awayek guman li Edliyeya Geverê mir, hat veşartin
12:12 Malbata Şenyaşar: Kesên edaletê ji nedîtî ve tên dê winda bikin
11:52 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
11:14 Derziya ku divê mehê carekê li girtî bê xistin 6 mehan carekê tê xistin
10:44 Gelo 5 welatiyên ji Başûr çima hatin kuştin?
10:30 ‘Divê bi zimanê dayikê ne dersên bijarte, perwerdehî bê dayîn’
09:03 Partiya ÎYÎ bi navê 'alikariyê' bêyî haya wan jê hebe gelek jin kirine endam
09:02 ‘Di destdirêjiya li zarokan de bêcezatî kiryaran wêrek dike'
09:01 Bi hinceta ‘em wisa difikrin ku di nav rexistinê de çalak e’ înfaza girtiyê nexweş şewitandine
09:01 Keskîn: Cihê şanaziyê ye ku xelatên Olof Palme layiqî jinan hatiye dîtin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2022'YAN
20/01/2023
21:44 Bi hezaran kes ji bo Efrînê daketin qadan
20:02 Li Bismilê gelek kes hatin binçavkirin
18:06 Cizîrê 6 kes hatin berdan
16:55 Polîsan êrişî daxuyaniya ESP û SGDF’iyan kir: 10 kes hatin binçavkirin
16:29 Rêveberiya Xweser ji bo Efrînê daxuyanî da: Li dijî dagirkeriyê em bi hev re têbikoşin
15:45 ‘Neamadekirina îdianameya rojnamevanan binpêkirina maf e’
15:32 Rapora ÎHD’ê: Li 21 girtîgehan hezar û 973 binpêkirin hatin kirin
14:57 Midurê li Pozantiyê li Girtîgeha Sîncanê ye
14:46 Tundiya li ser Dayikên Şemiyê: Ji AYM’ê biryara binpêkirinê
14:34 Êrişa li dijî wesayîta li Mêrdînê 300 mîtro dûrî qereqolê pêk hat
14:23 Egîtîm Sen: Perwerdehiya li dibistanan ji zanist û zimanê zikmakî dûr e
14:06 HDP: Efrîn jana dilê milyonan e
13:48 Cerdevanan şer kirin: Kesek mir
13:39 Derhênera belgefîlman Tekîn: Bi sebir li benda rojên azad im
13:17 Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê: Daxwaza anîna bersûcan a danişînê hat redkirin
13:16 Nobeta Edaletê: Ji bêhiqûqiya li Îmraliyê Bozdag berpirsyar e