Ozturk: Bingeha êriş û şerê li dijî kurdan tecrîda li ser birêz Ocalan e

  • rojane
  • 16:37 27 Kanûn 2022
  • |
img
AMED - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ê di serdana gundê Kabê yê navçeya Sûra Amedê de axivî, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan û got: “Ne tene kesek li Îmraliyê tê tecrîd kirin, hemû gele kurd di bin tecrîdê de ye. Bingeha êriş û şerê li dijî kurdan jî tecrîda li ser Birêz Ocalan e.”
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD, Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Çep a Kesk serdanên xwe yên gel ên li Amedê didomîne. Şandeya ji Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz û Parlamenterên HDP'ê pêk dihat îro li navçeyên, Xana Axpar, Sûr, Pîran, Pasûr, Hezro, Rezan bi welatiyan re hatin gelhev. Şande dê heta 2'yê mehê serdanên xwe bidomînin.
 
SÛR
 
Di çarçoveya serdanan de Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, endamên HDP'ê û Partiya Çep a Kesk û şandeya li gel wan serdana gundê Kabê ya navçeya Sûrê kir. Gundiyan şande pêşwazî kir. Berdan Ozturk û şandeya pê re bi gundiyan re li qahwexaneyê civiyan. Ozturk li vir axivî û anî ziman ku li çar aliyên Kurdistanê li dijî çand, ziman û erdnîgariya kurdan êriş hene û wiha got: "Desthilatdariya AKP'ê û MHP'ê bi her awayî êrişî kurdan dike. Êrişî nasname, çand û zimanê kurdan dike. Ne tenê li Bakurê Kurdistanê îro li Başûrê Kurdistanê li dijî kurdan çekên kîmyewî bikar tînin.”
 
‘DIVÊ EM SEKNA XWE LI DIJÎ TECRÎDE NÎŞAN BIDIN’
 
Bi domdarî Ozturk bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan û ev tişt anin ziman: “Birêz Ocalan li dijî pergala kapîtalîzmê digot bêyî vê pergalê tu alternatîf tune ye ji bo hemû gelan pergaleke nû ava kir. Niha ew pergal Rojava bi rê ve dibe. Niha Rojava di dile dewleta tirk de kuleke mezin e. Îro Tirkiye êrişî Rojava dike ku destkêftiyên kurdan têk bibe. Bingeha şoreşa Rojava jî fikir û ramanên Birêz Ocalan in. Birêz Ocalan bi paradigmaya xwe pêşiya gelê kurd, gelê Rojhilata Navîn, yên bindest û hemû cihanê vekir. Îro tecrîda li ser Birêz Ocalan jî sedema fikir û ramanên wî ye. Tecrîd ne tenê sepana dewleta tirk e. Ya dewletên navneteweyî ye. Dewleta tirk gardiyaniya tecrîdê dike. Dewletên Ewropa, Amerîka û Îsraîl van sepanên tecrîdê dimeşîne. Bingeha şer û êrişên li dijî kurdan jî tecrîda li ser Birêz Ocalan e. Dema mijar dibe kurd û Birêz Ocalan dewlet hemû qanûnên xwe bin pê dike. Mafê hevdîtinê yê birêz Ocalan bi malbat û parêzeran re hatiye qedexekirin, ev yek di tu qanûnên wan de jî tune ne. Partiyên muxalîf ku qala demokrasî û hiqûqê dikin dema mijar dibe tecrîda li ser Birêz Ocalan piştgiriyê didin desthilata AKP’ê û MHP’ê. Dema mijar dibe kurd ew jî wekî desthilatê tevdigerin. Yê ku îro li Îmraliyê tê tecrîd kirin ne keseke, gelê kurd gelek caran bi çalakiyên xwe nîşan daye ku birêz Ocalan vîna gelê kurd e. Ji ber wê hemû gelê kurd li Îmraliyê tê tecrîd kirin. Ji ber wê divê em weke gelê kurd bi çalakî û bertekan sekna xwe ya li dijî tecrîdê nîşan bidin.”
 
‘BI GIRTIN Û ÊRIŞAN NIKARIN TU ENCAMÊ BIGIRIN’
 
Ozturk, bêdengbûna partiyên muxalîf a li dijî tecrîd û êrişên li dijî kurdan wiha rexne kir: “Partiyên muxalîf ji bo Stenbolê qala demokrasiye dikin lê li Bakurê Kurdistanê dest danîne ser gelek şeredariyên kurdan, qeyûm tayîn kirine lê dema mijar dibe şeredariyên kurd bêdeng in. Di Meclise de biryara şerê li dijî kurdan derdixin, partiyên ku ji xwe re dibêjin em muxalîf in jî piştgiriyê didin. Zarokên me qetil dikin, çekên kîmyewî bikartînin, partiyên muxalîf li çepikan dixin.” 
 
Ozturk, derbarê êrişên dawî yên li dijî DBP'ê û girtina Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir û Hevserokê DBP'a Amedê Hayretîn Altûn de jî destnîşan kir ku bi êrişên li dijî siyaseta kurd nikarin tu encaman bi dest bixin û got: “Hevserokê DBP'ê yê giştî Keskîn Bayindir û Hevserokê DBP'a Amedê Hayrettîn Altûn hatin girtin. Sedem dijminatiya li dijî kurdan û bêtehamuliya siyaseta kurd e. Gelek caran êrişî siyaseta kurd û şeredariyên kurd kirin lê tu encam negirtin. Lê îro kurd xwedî hêz in, bêyî kurdan tu kes nikarê gav biavejê.”
 
‘ÇARESERIYA PIRSGIRÊKAN BIRÊZ OCALAN E’
 
Ozturk, diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û pirsgirêkên civakî pewîstî bi hevdîtina bi Ocalan re heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em rê nîşan didin, dibêjin Rûsya û Amerîka ji we re nabin çare, çareseriya pirsgirêkan Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan e. Birêz Ocalan ne tenê şexseke vîna mîlyonan e. Di dema komploya navneteweyî de gelê kurd bi bertekên xwe ev yek nîşan daye. Çareseriya pirsgirêka gelê kurd birêz Ocalan e, bila bi birêz Ocalan re hevdîtinan bikin û tecrîdê rakin. Heke pirsgirêka kurd çareser bibe, mafê mirovan, aborî, demokrasî û hiqûq jî wê pêşbikeve.”
 
Piştî axaftina Ozturk welatiyan dirûşmeya, “Bijî Serok Apo” berzkirin û civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû. 
 
PASÛR
 
Şandeyek jî li qehwexanêyên navçeya Pasûrê bi gel re civiya. Şandeya ji Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan, Hevşaredarên Pasûrê Fatma Ay û Fatîh Taş, Rêxistina HDP'a Pasûrê, rêveberên Partiya Çep a Kesk pêk dihat û gelek welatî tev li civînê bûn. Şêniyên navçeyê bi kelecanî şandeya HDP'ê pêşwazîkirin.
 
Di civînê de Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan axaftinek kurt kir. Ceylan di destpêka axaftina xwe de yên ku bêşdar bûne silav kirin û wiha got: "Heya niha her çiqas eriş li ser partiya me hatine meşandin jî gelê me tu caran em bi tenê nehiştine.
 
Ceylan, di berdewama axaftina xwe de wiha got: "AKP û MHP ji ber ku kurdan tûne bike ev 7 sal in tiştek nema ku ne anî serê kurdan. Navê wê jî kirin plana çokdanînê. Lê yên têk çûn ew in ne kurd in. Heq, hiqûq û edelet ji holê rakirin. Ji bo pêvajoya çareseriyê bi Birêz Ocalan re wê demê hevdîtin pêk hatin, di nava civakê de heviya aştiyê mezin dibû. Lê di dema Dolmabaxçeyê de maseya aştiyê hat xerakirin û pişt re li ser Birêz Ocalan tecrîdek giran dan  dest pê kirin. Di heman demê de şer jî da dest pê kirin. Her ku diçe tecrîd giran kirin, girêdayî vê di nava civakê de aştî ji holê rakirin. Ev tecrîd hatiye asteke wîsa êdî li ser civakê bandor dike, aborî û siyaset daye xetimandin."
 
Ceylan, di axaftina xwe de bal kişand ser hilbijartina 2023'an û axaftina xwe wiha qedand: "Êdî tiştekî ku AKP û MHP bide civakê nemaye. Ev hilbijartin pir girîng e ku em şerên wan yê qirêj teşîr bikin. Ev hilbijartin dê bibe têk çûna wan. Serkeftin ya siyaseta demokratîk e. Ji ber vê yekê mal bi mal, tax bi tax, em xwe bi rêxistin dikin. Aştiyek birûmet bînin. Ev hêza me jî heye."
 
XANA AXPAR
 
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temelî, bi şandeyekê serdana navçeya Xana Axpar a Amedê kirin. Temellî li navçeyê bi gel re hat cemhev û li wir axivî. Temellî balkişand ser Rêya 3’yemîn û wiha got: “Rêya 3’yemîn ji bo civakê hevî ye. Divê em edî xwe ji tiştên ku ew wekî qederê peşkeşî me dikin xwe xilas bikin. Divê ev pergal bê guhertin.”
 
HEZRO
 
Parlamentera HDP’a Amedê Remziyê Tosûn jî bi şandeya li gel xwe serdana navçeya Hezroyê kir. Şande li Hezroyê ji aliye welatiyan ve bi coş hate pêşwazî kirin. Şandeyê pirsgirêkên gel guhdar kir û bi lêv kir ku çareseriya pirsgirêkên civakê HDP ye. 
 
PÎRAN  
 
Hevseroka HDP'a Amedê Gulîstan Atasoy jî bi şandeya li gel xwe serdana navçeya Pîranê kirin. Şande li navçeyê bi welatiyan re hate gel hev û pirsgirêk, gilî û gazînên civakî guhdar kirin. 
 
REZAN
 
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier û şandeya li gel wî jî serdana welatiyên navçeya Rezan a Amedê kirin. Li wir jî şande bi gel re axivî û pirsgirêkên gel guhdar kirin. 
 
 

Sernavên din

29/12/2022
14:05 Serokê TBB’ê: Bihîstina qîrîna Malbata Şenyaşar bi darizandineke adilane dibe
14:05 Tifaqa Kurdistanî ji bo piştevaniyê serdana DBP’ê kir
13:35 Gunay ji Bozdag re got: Hûn jî dibin şirîkê sûcê tecrîdê
12:51 Tetikkêşê Komkujiya Parîsê xistin hucreyê
12:18 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:11 Girtî Aslan: Bi rêya girtiyên edlî provakasyonan dikin
12:06 Çalakiya nobeda li dijî tecrîdê didome: Fikarên gelê kurd ji holê rakin
12:03 Hevalên Kara yên têkoşînê qala wê kir: Pêşenga şoreşê bû
12:02 Komkujiya duyemîn a Parîsê di qeydên deng ên Omer Guney de hebû!
11:44 Êrişên çekên kîmyewî: OPCW bêdeng e, Tirkiye jî înkar dike
11:38 Ji zaroka li Êlihê hatiye revandin ev 20 roj in tu agahî nayên girtin
11:16 Rojnameger du meh in girtî ne: Îtîraz di heman rojê de hatin redkirin!
11:05 Girtiyê nexweş 9 saet kelemçekirî sewqî girtîgehek din hatiye kirin
10:53 Duşunmez ê OHD’î: Divê serlêdanên têkildarî tecrîdê demildest bên bersivandin
10:39 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Gel dê bi pêşengtiya ciwanan tecrîdê têk bibe
10:30 Xaniyên ku dewletê çêkirin bi serê gundiyan ve hildiweşe
09:01 Dê têkoşîna wan bi 'jin jiyan azadî'yê bidome
09:01 Gelo hestiyên li 'Baregeha JÎTEM'ê hatin dîtin ên Kevcî ne?
09:01 Berdevka PYD'ê Begdaş: Serdana Talabanî xwedîderketina ji bo destkeftiyan bû
09:00 Bînîcî: Heya tecrîd bidome dê zilm jî bidome
09:00 Sala 2022’yan bi binpêkirinan derbas bû
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2022'YAN
28/12/2022
23:30 Yurek piştî 30 salan hat Amedê
20:44 Ji HDP'a Rihayê xwarina piştevaniyê
17:46 Parêzerên cerdevanan destdirêjiyê parastin
15:40 HSD’ê bîlançoya salekê parve kir
15:37 Li gelek bajaran bîranîna qurbaniyên Roboskî: Bila berpirsiyar bên darizandin
14:58 'Em ê nehêlin xeyalên AKP-MHP’ê pêk bên’
14:45 Partiya Şoreşger çû serdana DBP’ê
14:32 Pirtûka ku ‘biryara wê ya komkirinê’ nîne nedan rojnamevanê girtî
14:31 Li Liceyê 3 jîngeh weke ‘herêmên ewlehiyê’ hatin ragihandin
13:59 Amed êdî ‘Bajarê Şaristaniyan’ e
13:50 Bêdengiya Îmraliyê didome: Çima serlêdan nayên bersivandin?
13:27 Daxwaza betalkirina doza GOÇÎZDER’ê hat redkirin
13:10 Li Girtîgeha Xarpêtê 5 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin e
12:04 Vîrûsa Influenza li rojavayê Kurdistanê belav dibe: Dibistan hatin girtin
11:59 Li Wanê kesek hate binçavkirin
11:50 Malbata Şenyaşar: Rêya me rêya edaletê ye
11:45 Doza Denîz Poyraz: Ev dosye jî ‘kiryar nediyar’ hat hiştin
11:44 Dîroka Konferansa Komara Demokratîk hate diyarkirin
11:12 Rojnamevan Amed Dîcle: Kujer ji aliyê tîmek profesyonel ve hatiye amadekirin
11:11 Li Roboskiyê 34 qurbanî hatin bibîranîn
10:57 Li Girtîgeha Eregliyê binpêkirinên mafan zêde dibin
10:09 Li Komeleya Birca Belek serdema nû dest pê kir
09:44 Êlihiyan bertek nîşanî êrişên li dijî siyaseta kurd dan: Kurd dê vê desthilata faşîşt hilweşînin
09:18 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ rejîma Îranê hejand
09:11 Qeyûm milkên şaredariyê firot, hevşaredar serî li dadgehê da
09:11 Endama Meclisa DBP'ê: Ev êriş ji bo hilbijartinê ne
09:10 Gelê Êlihê: Divê em li hemberî çekên kîmyewî rabin
09:09 Bavê ku cenazeyê kurê xwe dît: Ez dibêjim qey çekên kîmyewî hatine bikaranîn
09:08 Keskîn: Girtiyên nexweş divê bêyî ku li nasnameya wan bê nerîn bên berdan
09:07 Navenda Dîplomatîk a Civakî: Me ji NY’yê xwest ku li ber sûcên şer ên Tirkiyeyê rabe
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2022'YAN
27/12/2022
19:49 'Bila kiryarên Roboskiyê bên darizandin'
18:17 Jinan bertek nîşanî biryara doza Denîz Poyrazê dan
17:01 Ji Doza Kobanê kes nehat berdan
16:46 Aydar navê kujerê Nagihan Akarsel eşkere kir
16:37 Ozturk: Bingeha êriş û şerê li dijî kurdan tecrîda li ser birêz Ocalan e
16:36 Di rojekê de 2 caran çekên kimyewî hat bikaranîn
15:23 EŞÎK: AKP nikare ji bo azadiyan makeqanûneke guncav çêbike
15:22 Doza Qetlîama 10’ê Cotmehê: Bila Davûtoglû û Ozdag bên guhdarîkirin
14:40 Biryara doza Denîz Poyraz hat eşkerekirin
13:44 Derbarê Emîne Şenyaşar de 2 lêpirsînên din jî hatin destpêkirin
13:34 Ji bo Îmraliyê bang li Wezareta Dadê kirin: Gavê biavêjin
12:56 Ne roja şînê ye roja berxwedanê ye!
12:31 Li Stenbolê heqê rê hat bihakirin
12:29 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:20 Doza Denîz Poyraz: Parêzeran nagirin hundir
11:40 Sancar: Em ê destûr nedin ku doza Poyraz bi bersûcekî bê girtin
10:51 ‘Heke Fransa êrişê ronî neke, wê weke tetîkkêşa Tirkiyeyê derbasî dîrokê bibe’
10:50 Di êrişa çekên kîmyewî de 11 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan
10:30 Sebahat Tûncel: Gelê kurd bivejînê serkeftinê anî
09:06 Xelkê Êlihê: Peyveke Ocalan bi tenê ji bo aştiyê bes e
09:05 Daxwazên elewiyan: Welatekî demokratîk û laîk
09:04 Rojnamevan Çelîk serî li AYM'yê da
09:03 Cendirmeyan polîsê ku tiryak pê re bû kuştin
09:01 Kurdan di tevahiya salê de li ber xwe dan
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2022'YAN
26/12/2022
23:50 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir hat girtin
23:10 Tetikkêşê Komkujiya Parîsê hat girtin
22:09 Cenazeyê leşkerekî din jî anîn Colemêrgê
21:04 Li Wanê fiyetê nan hat bihakirin
20:45 Hevserokê DBP'ê yê Amedê Altûn hat girtin
20:34 Yilmaz Yurek piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:07 Li Reqayê qedexeya derketina ji derve hat ragihandin
18:53 Ciwanên ku li Wan û Mûşê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:03 Li Amedê tax bi tax serdana gel hate kirin
16:57 Li Amedê wesayita leşkeran qeza kir: 6 leşker birîndar bûn
16:49 TBB û baroyan ji bo Denîz Poyraz Nobeda Edaletê girtin
16:34 Rêveberên SES’ê tevî qeydên HTS’ê jî nehatin berdan
15:45 Li Reqayê di êrişa DAIŞ'ê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:30 10 kesên di binçavan de hatin berdan
15:18 Li ber konsolosxaneya Fransayê protestoya komkujiyê: Gelek hunermend hatin binçavkirin
15:17 Bayindir û 14 hevserokan mafê bêdengiyê bikaranîn
14:49 Li Reqayê pevçûn: 2 DAIŞ’î hatin kuştin
14:48 Li Parîsê kurd û dostên xwe li dijî komkujiyê meşiyan
14:43 Beriya Komkujiya Parîsê ji bo ewlehiyê serlêdan hatiye kirin
14:42 ATK’ê carek din polîsê ku Cîhan Can kuştibû ‘biqisûr’ dît
14:23 Doza Kobanê: Civîna çapemeniyê ya li avahiya KCD’ê wek sûc hatiye nîşandan
13:27 Ji bo Mereş û Roboskê edalet hate xwestin