Endama Meclisa DBP'ê: Ev êriş ji bo hilbijartinê ne

img
ÊLIH - Endama Meclisa Partiyê ya DBP'ê Nûrten Uzumcuyê anî ziman ku êrişên li ser partiya wan ji bo hilbijartinê ne û got: "Nîşaneya serkeftinê ku hevserokê me yê giştî Bayindir di dema binçavkirinê de çêkir, nîşaneya têkoşîna hevpar e." 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Hevserokê DBP'ê yê Amedê Hayrettîn Altûn di 23'yê kanûnê de hatibûn binçavkirin. Di 26'ê kanûnê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin û 13 hevserokên bajêr jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 
 
'NÎŞANEYA SERKEFTINÊ NÎŞANEYA TÊKOŞÎNÊ YE'
 
Endama Meclisa Partiyê ya DBP'ê Nûrten Uzumcuyê, êrişên li ser DBP'ê nirxandin. Uzumcu, wiha got: "Ev binçavkirin, bi taybetî ji sala 2015'an ve didomin. 8 sal in bi hezaran hevalên me yan hatine binçavkirin an jî hatine girtin. Piştî qirkirina siyasî, gelê me gelekî xwedî li partiya xwe derket. Li dor partiya xwe bû xelek. Ev operasyon, operasyona hilbijartinê ye. Desthilata AKP-MHP'ê divê vê yekê baş bibîne; 8 sal in vê yekê diceribînin. Divê baş zanibin ku dê bi binçavkirin û girtinan nikaribin partiya vî gelî biqedînin. Nîşana serketinê ku hevserokê me yê giştî di dema binçavkirinê de çêkir, bû sembila berxwedanê. Ew nîşan, nîşaneya lêhûrbûna li têkoşînê û serkeftinê ye. Ew, nîşaneya têkoşîna hevpar e." 
 
OPERASYONEKE JI BO HILBIJARTINÊ
 
Uzumcu, bi lêv kir ku avaêtina ser partiyê bi awayekî bêhiqûqî hatiye kirin û got ku bêyî haya endamên partiyê pê bê xistin bi awayekî "qorsanî" delîl hatine berhevkirin. Uzumcu, axaftina xwe wiha domand: "Li 4 bajaran xebat dihatin meşandin. Tevî gel me nêzî 70 civîn çêkirin. Piştî van civînan me kongreya 6'an li dar xistin û me biryar da ku em DBP'ê li tevahiya bajar û navçeyan vekin. Me gelek navçe û bajaran kes peywirdarkirin. Me li bajarên Tirkiyeyê jî nûnertî ava kirin. Ev xebatên rêxistinkirinê ku me li gor daxwazên gel kirin, hesabên AKP-MHP'ê pûç kirin. Lewma operasyoneke hilbijartinê hat kirin. Ji wan we ye em ê bi vê operasyonê bitirsin, lê xwe dixapînin." 
 
BANGA JI BO ENDAMTIYÊ
 
Bi domdarî Uzumcu destnîşan kir ku AKP-MHP ji ber ku hin tişt li gor hesabên wan nameşin êrişî partiya wan kirine û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ger karê wan di rêya xwe de bûna, ev êriş pêk nedianîn. Ji ber ku dizanin dê têk bişikên êrişan dikin. Ji ber ku dizanin dê gel bersiva wan bide êriş dikin. Zext, binçavkirin, girtin, girtina partiyan û betalkirina parlamenteriyê çend ji van êrişan e. Lê me tu carî paş de gav neavêtiye. Roj, roja xwedîderketina li partiya xwe ye. Banga me ji bo tevahiya gelê me ye; em xwedî li partiya xwe û vîna xwe derkevin. Her yek ji me rêveber, hevserok û hevserokê giştî ye. Em bang li her kesî dikin ku bibin endamê partiyê." 

Sernavên din

27/01/2023
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2022'YAN
26/01/2023
23:04 Li Îzmîrê eleqeyeke mezin ji bo konsera Ma Musicê
19:18 Delegasyona Navneteweyî: Têkoşîna gelê kurd têkoşîna demokrasî û mafên mirovan e
17:29 Barzanî û Erdogan li Qesrê li hev kom bûn
17:02 Rêxistina HDP’a Erdexanê kongreya xwe li dar xist
16:58 HDP’ê kampanyaya ‘Xezîneya me gelê me ye’ da destpêkirin
16:30 Delegasyona Navnetewî ya li Dijî Tecrîdê serdana ÎHD’ê û HDP’ê kir
16:19 Di 25’ê çileyê de 14 caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn
16:13 Alîkariya ewil a ji bo kampanyaya ‘Xizîneya me gelê me ye’: Ji xwendekar ewqas
15:28 Serhildana gel di roja 131’emîn de ye: Li dijî darvekirinan çalakî
15:23 Dayikên Aştiyê: Divê tavilê tecrîd were rakirin
14:57 Amedspor ji bo forvetê Yasîn Abdîoglû transfer kir
14:53 Derbarê serokên 12 baroyên bakurê Kurdistanê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:31 Delegasyona Navneteweyî serdanên xwe didomîne
14:28 Dozger xwest Osman Şiban ê ji helîkopterê hatibû avêtin bê cezakirin
14:13 Kujerê Pakistan Demir dîsa neanîn danişînê
14:02 Xelkê herêmê naxwaze li Çemê Sarimê HES were çêkirin
13:49 Alîkariya xizîneyê ya HDP’ê di 5 rojan de çawa hate xespkirin?
13:47 Cenazeyên 3 endamên YJA-Starê hatin wergirtin
13:33 Delegasyona Navnetewî ya li Dijî Tecrîdê bi siyasetmedaran re civiya
13:07 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:04 Hevaşaredarên jin çûn serdana Emîne Şenyaşar
12:53 Di doza leşkeran de piştî 12 salan biryara keşfê hate dayîn
12:37 Hevşaredarê Colemêrgê Karaman ê ceza lê hat birîn, hat girtin
12:27 Bang li Wezareta Dadê kirin ku li dijî tecrîdê peywîra xwe pêk bîne
11:47 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Em ê faşîzma AKP’ê têk bibin û welatek azad ava bikin
11:44 KODAR: Divê têkoşîn ji bo Îran a demokratîk û Kurdistaneke xweser an jî federe pêş bikeve
11:41 AYM’ê daxwaza HDP’ê qebûl nekir
11:17 ‘Astengiya li ber berdana girtiyên nexweş Qanûna Înfazê ye’
11:03 Kekê parlamenterê MHP’ê yê berê û hevjîna xwe li malê mirî hatin dîtin
10:56 Koçyîgît: Îktîdar hewl dide tevahiya Tirkiyeyê veguherîne Girava Îmraliyê
10:27 Israra talankirina Çemê Zorava dewam dike
10:16 Li dijî tecrîdê bajar bi bajar di çalakiya greva birçîbûnê de ne
10:16 Abdullah Ocalan: Komara demokratîk nifteya çareserkirina hemû pirsgirêkan e
09:47 'Giştîname rê li ber rûxandinên Qanûna Înfazê nagire’
09:08 Rojnameger Kawe Fatehî: Divê kurd ji her derê piştgiriya serhildana Rojhilat bikin
09:04 Banga ji bo Konferansa Jinan ya HDK'ê: Em li dor 'jin jiyan azadiyê' kom bibin
09:03 Ji ber ku pere ji girtî re şand der barê wî de doz hat vekirin
09:02 Deriyê sînor heye, lê bazirganî tune ye
09:01 Keleha berxwedana jinan: Em ê dest ji Kobanê bernedin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2022'YAN
25/01/2023
20:40 Çalakiya ‘Azadî Ji Bo Abdullah Ocalan’ di meha 25’emîn de ye
18:36 Delegasyona Navneteweyî hevdîtin bi ÎHD û Baroya Stenbolê re kir
16:55 Pêkhateyên jinan ên Tifaqa Ked û Azadiyê hatin ba hev
16:10 Ji Baroya Agiriyê rapora Girtîgeha Panosê: Di odeya singêr de îşkence
15:57 Ji OHD, ÇHD û ÎHD’ê ‘Rapora binpêkirina mafê çalakiya li dijî tecrîdê’
15:30 Taniş û Denîz hatin bibîranîn
15:27 Baroya Wanê: Qedexekirina çalakî û xwepêşandana li dijî makeqanûnê ye
15:19 Dozger ji bo alîkariya xezîneya HDP’ê qut bibe, şahidê veşarî ku lê digeriya dît!
15:05 Delegasyona Li Dijî Tecrîdê serdana TTB’ê û TÎHV’ê kir
14:54 Têkildarî mirina bi guman a Muhbet C. biryara nepeniyê hate dayîn
14:51 Derbarê Yenî Yaşamê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:48 Delegasyona Navneteweyî bi malbatên girtiyên li Îmraliyê re hevdîtin kir
14:27 Amadekariyên 12’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê xelas bûn
14:04 Doza Fîrdevs Babat: Dadgehê daxwaza faîl a veguhestina dozê hewaleyî Wezareta Dadê kir
13:40 Bernameya Konferansa Komara Demokratîk diyar bû
13:31 Çalakiya li ber Konseya Ewropayê berdewam dikin
13:15 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 688’an de didome
13:07 Şandeya navneteweyî serdana parêzerên Abdullah Ocalan kir
12:53 Li Erxeniyê komkujiya sewalan
11:52 Nobeta Edaletê: Çima li Îmraliyê hiqûqa şexsî di meriyetê de ye?
11:48 Doza rojnamevan Ayşegul Dogan hat taloqkirin
11:22 Agahînegirtina ji Îmraliyê 22 meh li pey xwe hişt
11:05 Komploya 15'ê Sibatê: Dê ji 2 baskan ber bi Gemlîkê ve meş bê lidarxistin
10:47 Li Egeyê tundiya zilam: Jinek hat qetilkirin
10:04 Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê li Tirkiyeyê ye
09:53 ‘Kobanê qibleya me ye, divê em ji hemû êrişan biparêzin’
09:52 AYM dê sibê têkildarî daxwaza HDP’ê bicive
09:32 ‘Tecrîd bêhiqûqîtî ye, Ocalan mifteya aştiyê ye'
09:24 Kobanêya hilweşiyayî ji nû ve hat avakirin
09:03 Mamosteya MED-DER'ê: Armanc ne jidil e ku encam jî jidil be
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2022'YAN
24/01/2023
22:18 Li Colemêrgê mirineke bi guman
22:15 Çalakiya ji bo azadiya Abdullah Ocalan a li ber Konseya Ewropayê didome
21:34 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi namzetê hevpar beşdarî hilbijartinê bibe
17:55 Dozger ji 'rawestandina' xizmên girtiyan re ceza xwest
17:14 Demîrê ku Yewnanistanê ew radestî Tirkiyeyê kiribû hat girtin
16:49 Danişîna biryarê ya Rojbîn Çetîn taloqî 23'ê adarê bû
16:26 Li Agiriyê 2 leşker mirin
16:21 Doza ku 46 parêzerên Abdullah Ocalan jê tên darizandin taloq bû
16:10 Bernameya meha sibatê ya Şanoya Bajêr a Amedê aşkera bû
16:06 Li Hezexê dayika 50 salî hat girtin
15:55 Li Êlihê karkerê ku di înşaatê de ket jiyana xwe ji dest da
15:49 Li Sêrtê ciwanê ku hat angaştkirin întihar kiriye jiyana xwe ji dest da
15:40 Tifaqa Ked û Azadiyê bi rojeva hilbijartinê li hev civiya
14:37 Li Bismil ji 12 kesên hatibûn binçavkirin 10 jê hatin girtin
14:29 Li herêmên Çemço ve Sîdayê êrîşên biçekên kîmyewî pêk hatin
14:20 HDP: Li Îzmîrê li dijî partiya me xebatên şerê taybet tên meşandin
13:19 Li Agiriyê 2 gundî û şivanek hatin kuştin
13:03 Malbata Şenyaşar: Em heqê xwe li kesên bêdeng dimînin helal nakin
12:47 Nobeta Edaletê ya li dijî tecrîda Îmraliyê: Em bi hev re deng derbixin
12:35 Finlandiya: Divê ji bo hevdîtinên NATO'yê navber bê dayîn
12:05 Hêzên Şengalê gelek sîxurên MÎT û PDK’ê binçav kirin
10:52 Li dijî biryara bloqekirina HDP dest bi kampanyayekê dike
10:30 Ji ber bertek nîşanî zextan didin gefa sewqkirinê li girtiyan tê xwarin
09:35 Ma Musîcê konser da hezaran
09:06 22 sal in tu xeber ji Taniş û Denîz nayê girtin
09:04 Soza hilbijartinê ya Erdogan 'rêya duble' 20 sal in nehatiye temamkirin
09:04 Serokê Baroya Wanê Ozaraz: Divê li Îmraliyê hiqûq bê pêkanîn
09:03 Rojnivîska berxwedana dîrokî ya Kobanê