HSD’ê bîlançoya salekê parve kir

  • rojane
  • 15:40 28 Kanûn 2022
  • |
img
NAVEANDA NÛÇEYAN -  HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di sala 2022’yan de 17 hezar û 596 êriş li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine kirin û di encamê de 12 jê zarok bi giştî 59 sivîl hatine qetilkirin. 
 
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bîlançoya êrişên dewleta tirk û DAIŞ’ê yên di sala 2022’yan de li dijî  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parve kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku saziyên xizmetê, cihên ceyran, av, û şaredarî, mizgef û goristan jî bûne hedefa êrişan. Her wiha hat destnîşankirin ku ji Efrînê heta Kobanê û Dêrikê, herêmêke pir berfireh, Girtîgeha Sinaa û Kampa Holê jî rastî êrişan hatine. 
 
Bîlançoya sala 2022’yan a HSD’ê wiha ye: 
 
“Di sala 2022’yan de dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê bi hezaran binpêkirin li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şêniyên wê pêk anîn. Ji ber vê yekê sala 2022’yan bû sala herî bi xwîn û ziyanên madî û fizîkî gihande gel. Piştî sala 2019’an anku piştî dagirkirina bajarên Girê Spî û Serêkaniyê, dewleta tirk herêm bi balafirên şer, çekên giran, tank û topan bi dijwarî kir hedef. Di êrişan de ziyaneke mezin gihişt binesaziya herêmê, cihên niştecihbûnê, rê û zeviyan. Ev êriş rê li ber karesateke mezin a mirovî vedikin. 
 
DEWLETA TIRK MEZINTIRÎN SÛCÊN ŞER DIKE
 
Ji ber êrişan, sivîl di malên xwe de hedef hatin girtin û ziyanên mezin gihiştin herêmê. Di êrişan de sazî û dezgehên xizmetguzariyê, perwerdehî û tenduristiyê, cihên enerjiyê, ceyran, av, şaredarî mizgeft, goristan, gund û bajarên ku sivîl lê dijîn bûn hedefa êrişan. Ji Efrînê heta bi Kobanê û Dêrikê, dewleta tirk a dagirker êrişên berfireh pêk anîn. Bi hedefgirtina sivîlan xuya bû ku gel neçarî koçberiyê bike. Ev sûc, mezintirîn sûcê li dijî mirovahiyê ye. Û ev yek jî bi awayeke eşkere bi belge îspat bûye ku dagirkeriya tirk sûcên şer pêk tîne.
 
Li gel êrişên hovane yên bênavber, dagirkeriyê tirk bi mebesta têkbirina aramî û ewlehiya herêmê, ajan û sîxur bi kar anî. Her wiha hewl da di nava gel de nakokiyan derxîne û tirsê bêxe nava gel. Lê di çarçoveya operasyona Sondê de bi dehan şaneyên girêdayî dagirkeriyê, sîxûrên ku destê wan di şehîdxistina fermandar, şervan û welatparêzên me de hebûn hatin girtin. Di nava wan de şebekeyên bazirganiya madeyên hişber jî hatin pûçkirin.
 
JI BO TUNEKIRINA DAIŞ’Ê TIRKIYE ASTENGIYA HERÎ MEZIN E 
 
Fermandar û şervanên me yên di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de bi roleke mezin rabûbûn hedef hatin girtin. Bi vê yekê re têkiliya di navbera Tirkiye û DAIŞ’ê hêj berbiçavtir bû. Dewleta tirk a dagirker bi eşkereyî piştgirî da DAIŞ’ê. Di êrişa rêxistina terorîstê ya li ser Zindana Sînaa ya li Hesekê û êrişên li ser kampa Holê û derdora wê de ev têkilî bêhtir derket holê. Qadên di bin dagirkeriya dewleta tirk de veguherîne qadên perwerdekirin û amadekirina çeteyên DAIŞ’ê. Lewma di mijara tunekirina DAIŞ’ê de astengiya herî mezin dewleta tirk e. 
 
Di vê raporê de bilançoya giştî ya binpêkirinên dewleta tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hejmar û encamên êrişên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê û operasyonên hêzên me bi beşdariya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî şaneyên rêxistina terorîste ne. 
 
BÎLANÇOYA ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK 
 
Bîlançoya binpêkirinên dewleta tirk; 
 
* Di sala 2022’yan de hejmara êriş û binpêkirinên dewleta tirk derkete 17 hezar û 596 êrişan. 
 
* Dewleta tirk 17 hezar û 433 caran bi obus, hawan û tankan êriş kir. 
 
* Bi balafirên bêmirov 120 caran êriş kirin ku ji wan 5 jê bi balafirên bêmirov ên xwekuj hatin kirin. 
 
* 43 êrişên asîmanî hatin kirin. 
 
* Di encama êrişan de 263 sivîl birîndar bûn ku ji wan 59 jê zarok û 44 jê jin bûn. 
 
* Di êrişan de 59 sivîl hatin qetilkirin ku ji wan 12 jê zarok û 5 jî jin bûn. 
 
* Di çalakiyên bersivdayînê yên hêzên me de 44 leşkerên dagirkeriya tirk û 22 çete hatin kuştin. 
 
* Di encama êrişên dagirkeriyê de Şaredariya Gel a Zirganê, şebekeya ceyranê ya li Til Temirê, jinavbirina santrala çaremîn a ceyranê ya li gundê Teqil Beqil ê Dêrikê, Dibistana Seretayî ya Gundê Qeramelê ya li Şehbayê, beşeke goristana asuran a li gundên Til Cûma û Til Şenan, şebekeya înternetê ya Zirganê, navendeke perwerdehiyê ya keçan a li Hesekê û beşeke ji Dêra Marsîwa ya li gundê Til Temirê ya Hesekê hatin rûxandin û ziyan gihişt mizgefta gundê El Cat a Minbicê, îstasyona dehfandina avê ya li gundê El Fatsa yê Eyn Îsayê ji ber topbaranê sekinî, ziyaneke mezin gihişt kargeheke singeran a li Hesekê,  ziyaneke mezin gihişt şîrketa aşan a li Kobanê, ziyanek gihişte îstasyona avê ya li gundê El Hîşa yê Eyn Îsayê, ziyan gihişt şebekeya ceyranê ya bilind a li Tel Temirê, qismekî depoya genim a li gundê Dehr El Ereb ê Zirganê hate rûxandin, avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Zirganê hate rûxandin, xetên ceyranê yên bilind ên îstasyona Til Temirê hedef hatin girtin, êriş li ser Nexweşxaneya Koronayê ya Qamişlo hate kirin, saziyên sivîl ê Rêveberiya Xweser ên Zirgan, Til Temir û Eyn Îsayê hedef hatin girtin, ziyanek gihişt mizgefta gundê El Fatsayê, ziyaneke mezin gihişt îstasyona petrolê ya Dîcle ya li bajarokê Çil Axayê, di êrişa bi balafirên şer de ziyaneke mezin gihişt îstasyona gazê ya Siweediyê û ji xizmetê derket, êriş li ser îstasyona Saîda û Zaraba yên li gundewarê bakurê Tirbespiyeyê hatin kirin, îstasyoneke komkirina petrolê ya li gundê Meşûq û tankêrek li îstasyona Mil Hesnak ên Tirpespiyeyê bûn hedefa êrişan, îstasyoneke ceyranê ya li navçeya Tirbespiyeyê bû hedefa êrişan, li Tirpespiyeyê bîrên petrolê hedef hatin girtin, îtasyona gazê ya Siweydiyê ya li Dêrikê cara duyemîn bû hedef, li Kobanê nexweşxaneya Koronayê hate rûxandin, klînaka li gundê Qeremox ê Kobanê hate rûxandin, birca telefonê ya li gundê Salûk ê Kobanê bû hedefa êrişan, mizgefta gundê El Tirwaziyê yê Zirganê hate rûxandin, firneya gundê El Rebîat ê Zirganê bû hedefa êrişan û ji xizmetê derket, rêyên sivîlan bi kar anîn bû hedefa êrişan, cotkar û makîneyên çandiniyê bûn hedefa êrişan. 
 
OPERASYONÊN LI DIJÎ DAIŞ’Ê 
 
Encamên êrişên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê û operasyonên hêzên me yên bi beşdariya Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî şaneyên wê; 
 
Rêxistina terorîst a DAIŞ’ê ji firsenda mijûlbûna hêzên me ya li hemberî êrişên dagirkeriya tirk li ser herêmên Baku û Rojhilatê Sûriyeyê sûd werdigirt û leza êrişên xwe yên li dijî gelên herêmê û yên ku terora wê red dikin, zêde kir. DAIŞ’ê li dijî hêzên ewlekarî û leşkerî, girtîgeh û kampên ku girtî û malbatên wan tê de ne gelek êriş pêk anîn. Di êrişên ku rêxistina terorîst DAIŞ’ê di sala 2022’yan pêk anî de, di warê taktîk de guhertinekê nîşan dide. Di wê hewldanê de ye ku hêza xwe îspat bike, hêvî û enerjiyê bide şaneyên xwe da ku rihettir êriş bike.
 
* Hêzên me 3 manevrayên leşkerî jî di nav de bi giştî 113 operasyonên leşkerî hatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de 8 jê li derdora Kampa Holê bi giştî li Hesekê û gundewarên wê 43 operasyon, li Dêrazorê 53, li Reqa û gundewarên wê 13 ku yek ji wan li Tebqayê hate kirin û li Minbicê operasyonek hat lidarxistin. 
 
* Di Operasyona Gurzê Gelan de, Girtîgeha Sînaa;  3 hezar û 500 girtiyên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê ku hewldan ji girtîgehê birevin, bi komî hatin girtin û li wir neçar man ku teslîm bibin û avahiya ku tê de veşartibûn kete bin kontrolê. Di şerê bi hêzên me re de 386 terorîstên ku ji derve êrişî girtîgehê kirin hatin kuştin.
 
* Hejmara kesên ku di operasyonên cuda de hatin girtin, gihişte 267 terorîstan (di navan de serkirde, endam û hevkar hene).
 
* Di operasyonan de 387 terorîst hatin kuştin ku 375 terorîst ji derve di pevçûnên bi hêzên me re û 12 terorîstên din jî di çarçoveya operasyonên cuda de ji derve ve êriş birin ser girtîgeha Sînaayê.
 
* Hejmara operasyonên terorî yên DAIŞ’ê di nav de (êrişên xwekujî, teqemenî, tehdîtkirina sivîlan) jî 176 e.”
 
Her wiha HSD’ê da zanîn ku di encama êrişên dewleta tirk û DAIŞ’ê de 178 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane. HSD’ê diyar kir ku ji şervanan 95 jê dema li dijî dewleta tirk li ber xwe didan, 69’an jê di dema operasyonên li dijî şaneyên DAIŞ’ê de û 14’an jî ji ber nexweşî û qezayan jiyana xwe ji dest dane. HSD’ê herî dawî bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî binpêkirinên dewleta tirk û komên girêdayî wê bi erka xwe rabe û Hêzên Koalîsyonê jî piştgiriyê bidin wan.”
 

Sernavên din

29/12/2022
14:05 Serokê TBB’ê: Bihîstina qîrîna Malbata Şenyaşar bi darizandineke adilane dibe
14:05 Tifaqa Kurdistanî ji bo piştevaniyê serdana DBP’ê kir
13:35 Gunay ji Bozdag re got: Hûn jî dibin şirîkê sûcê tecrîdê
12:51 Tetikkêşê Komkujiya Parîsê xistin hucreyê
12:18 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:11 Girtî Aslan: Bi rêya girtiyên edlî provakasyonan dikin
12:06 Çalakiya nobeda li dijî tecrîdê didome: Fikarên gelê kurd ji holê rakin
12:03 Hevalên Kara yên têkoşînê qala wê kir: Pêşenga şoreşê bû
12:02 Komkujiya duyemîn a Parîsê di qeydên deng ên Omer Guney de hebû!
11:44 Êrişên çekên kîmyewî: OPCW bêdeng e, Tirkiye jî înkar dike
11:38 Ji zaroka li Êlihê hatiye revandin ev 20 roj in tu agahî nayên girtin
11:16 Rojnameger du meh in girtî ne: Îtîraz di heman rojê de hatin redkirin!
11:05 Girtiyê nexweş 9 saet kelemçekirî sewqî girtîgehek din hatiye kirin
10:53 Duşunmez ê OHD’î: Divê serlêdanên têkildarî tecrîdê demildest bên bersivandin
10:39 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Gel dê bi pêşengtiya ciwanan tecrîdê têk bibe
10:30 Xaniyên ku dewletê çêkirin bi serê gundiyan ve hildiweşe
09:01 Dê têkoşîna wan bi 'jin jiyan azadî'yê bidome
09:01 Gelo hestiyên li 'Baregeha JÎTEM'ê hatin dîtin ên Kevcî ne?
09:01 Berdevka PYD'ê Begdaş: Serdana Talabanî xwedîderketina ji bo destkeftiyan bû
09:00 Bînîcî: Heya tecrîd bidome dê zilm jî bidome
09:00 Sala 2022’yan bi binpêkirinan derbas bû
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2022'YAN
28/12/2022
23:30 Yurek piştî 30 salan hat Amedê
20:44 Ji HDP'a Rihayê xwarina piştevaniyê
17:46 Parêzerên cerdevanan destdirêjiyê parastin
15:40 HSD’ê bîlançoya salekê parve kir
15:37 Li gelek bajaran bîranîna qurbaniyên Roboskî: Bila berpirsiyar bên darizandin
14:58 'Em ê nehêlin xeyalên AKP-MHP’ê pêk bên’
14:45 Partiya Şoreşger çû serdana DBP’ê
14:32 Pirtûka ku ‘biryara wê ya komkirinê’ nîne nedan rojnamevanê girtî
14:31 Li Liceyê 3 jîngeh weke ‘herêmên ewlehiyê’ hatin ragihandin
13:59 Amed êdî ‘Bajarê Şaristaniyan’ e
13:50 Bêdengiya Îmraliyê didome: Çima serlêdan nayên bersivandin?
13:27 Daxwaza betalkirina doza GOÇÎZDER’ê hat redkirin
13:10 Li Girtîgeha Xarpêtê 5 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin e
12:04 Vîrûsa Influenza li rojavayê Kurdistanê belav dibe: Dibistan hatin girtin
11:59 Li Wanê kesek hate binçavkirin
11:50 Malbata Şenyaşar: Rêya me rêya edaletê ye
11:45 Doza Denîz Poyraz: Ev dosye jî ‘kiryar nediyar’ hat hiştin
11:44 Dîroka Konferansa Komara Demokratîk hate diyarkirin
11:12 Rojnamevan Amed Dîcle: Kujer ji aliyê tîmek profesyonel ve hatiye amadekirin
11:11 Li Roboskiyê 34 qurbanî hatin bibîranîn
10:57 Li Girtîgeha Eregliyê binpêkirinên mafan zêde dibin
10:09 Li Komeleya Birca Belek serdema nû dest pê kir
09:44 Êlihiyan bertek nîşanî êrişên li dijî siyaseta kurd dan: Kurd dê vê desthilata faşîşt hilweşînin
09:18 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ rejîma Îranê hejand
09:11 Qeyûm milkên şaredariyê firot, hevşaredar serî li dadgehê da
09:11 Endama Meclisa DBP'ê: Ev êriş ji bo hilbijartinê ne
09:10 Gelê Êlihê: Divê em li hemberî çekên kîmyewî rabin
09:09 Bavê ku cenazeyê kurê xwe dît: Ez dibêjim qey çekên kîmyewî hatine bikaranîn
09:08 Keskîn: Girtiyên nexweş divê bêyî ku li nasnameya wan bê nerîn bên berdan
09:07 Navenda Dîplomatîk a Civakî: Me ji NY’yê xwest ku li ber sûcên şer ên Tirkiyeyê rabe
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2022'YAN
27/12/2022
19:49 'Bila kiryarên Roboskiyê bên darizandin'
18:17 Jinan bertek nîşanî biryara doza Denîz Poyrazê dan
17:01 Ji Doza Kobanê kes nehat berdan
16:46 Aydar navê kujerê Nagihan Akarsel eşkere kir
16:37 Ozturk: Bingeha êriş û şerê li dijî kurdan tecrîda li ser birêz Ocalan e
16:36 Di rojekê de 2 caran çekên kimyewî hat bikaranîn
15:23 EŞÎK: AKP nikare ji bo azadiyan makeqanûneke guncav çêbike
15:22 Doza Qetlîama 10’ê Cotmehê: Bila Davûtoglû û Ozdag bên guhdarîkirin
14:40 Biryara doza Denîz Poyraz hat eşkerekirin
13:44 Derbarê Emîne Şenyaşar de 2 lêpirsînên din jî hatin destpêkirin
13:34 Ji bo Îmraliyê bang li Wezareta Dadê kirin: Gavê biavêjin
12:56 Ne roja şînê ye roja berxwedanê ye!
12:31 Li Stenbolê heqê rê hat bihakirin
12:29 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:20 Doza Denîz Poyraz: Parêzeran nagirin hundir
11:40 Sancar: Em ê destûr nedin ku doza Poyraz bi bersûcekî bê girtin
10:51 ‘Heke Fransa êrişê ronî neke, wê weke tetîkkêşa Tirkiyeyê derbasî dîrokê bibe’
10:50 Di êrişa çekên kîmyewî de 11 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan
10:30 Sebahat Tûncel: Gelê kurd bivejînê serkeftinê anî
09:06 Xelkê Êlihê: Peyveke Ocalan bi tenê ji bo aştiyê bes e
09:05 Daxwazên elewiyan: Welatekî demokratîk û laîk
09:04 Rojnamevan Çelîk serî li AYM'yê da
09:03 Cendirmeyan polîsê ku tiryak pê re bû kuştin
09:01 Kurdan di tevahiya salê de li ber xwe dan
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2022'YAN
26/12/2022
23:50 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir hat girtin
23:10 Tetikkêşê Komkujiya Parîsê hat girtin
22:09 Cenazeyê leşkerekî din jî anîn Colemêrgê
21:04 Li Wanê fiyetê nan hat bihakirin
20:45 Hevserokê DBP'ê yê Amedê Altûn hat girtin
20:34 Yilmaz Yurek piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:07 Li Reqayê qedexeya derketina ji derve hat ragihandin
18:53 Ciwanên ku li Wan û Mûşê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:03 Li Amedê tax bi tax serdana gel hate kirin
16:57 Li Amedê wesayita leşkeran qeza kir: 6 leşker birîndar bûn
16:49 TBB û baroyan ji bo Denîz Poyraz Nobeda Edaletê girtin
16:34 Rêveberên SES’ê tevî qeydên HTS’ê jî nehatin berdan
15:45 Li Reqayê di êrişa DAIŞ'ê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:30 10 kesên di binçavan de hatin berdan
15:18 Li ber konsolosxaneya Fransayê protestoya komkujiyê: Gelek hunermend hatin binçavkirin
15:17 Bayindir û 14 hevserokan mafê bêdengiyê bikaranîn
14:49 Li Reqayê pevçûn: 2 DAIŞ’î hatin kuştin
14:48 Li Parîsê kurd û dostên xwe li dijî komkujiyê meşiyan
14:43 Beriya Komkujiya Parîsê ji bo ewlehiyê serlêdan hatiye kirin
14:42 ATK’ê carek din polîsê ku Cîhan Can kuştibû ‘biqisûr’ dît
14:23 Doza Kobanê: Civîna çapemeniyê ya li avahiya KCD’ê wek sûc hatiye nîşandan
13:27 Ji bo Mereş û Roboskê edalet hate xwestin