Duşunmez ê OHD’î: Divê serlêdanên têkildarî tecrîdê demildest bên bersivandin

  • rojane
  • 10:53 29 Kanûn 2022
  • |
img

COLEMÊRG - Hevserokê Şaxa OHD’a Colemêrgê Onûr Duşunmez bi lêv kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan tê pêkanîn îşkence ye û wiha got: “Divê îşkenceya tecrîdê demildest bê bidawîkirin.”

Ji Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan ji 25’ê adara 2021’an û vir ve agahî jê nayên girtin. Serlêdanên malbat û parêzer dikin jî an bê bersiv tên hiştin an jî bi hinceta “cezayên dîsîplînê” nayên qebûlkirin. 
Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropayê daxuyand ku di 3’yê cotmehê de di navbera 20 û 29’ê îlonê de serdana saziyên Tirkiyeyê kiriye û di nava wan de Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê jî heye. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî di 29’ê mijdarê de ev daxuyanî da: “Me bihîst ku Birêz Ocalan di dema serdana CPT’yê ya îlona 2022’yan de li Girava Îmraliyê derneketiye hevdîtinê.”
 
Endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) li Amed, Şirnex, Stenbol, Enqere, Îzmîr, Colemêrg û li gelek bajarên din serî li baroyan dan û ji bo hevdîtinên bên kirin ketin nava hewldanan. Piştî serlêdanên hatin kirin Baroyên Amed, Şirnex û Rihayê li dijî qedexeya hevdîtina parêzeran a li Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan. Di serlêdana baroyan de hate xwestin ku mafê Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan ê di bin tecrîda girankirî de yê hevdîtina bi parêzeran re bê pêkanîn. 
 
DIVÊ HEVDÎTINÊN BI RÊK Û PÊK BÊN DESTPÊKIRIN 
 
Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) yê Colemergê Onûr Duşunmez derbarê serlêdana xwe ya têkildarî tecrîdê de axivî. 
 
Duşunmez, bi bîr xist ku ji ber hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan re tê astengkirin, di 10’ê hezîranê de bi 775 parêzeran re serî li Wezareta Dadê dabûn û wiha got: “Me têkildarî astengkirina hevdîtin û axaftina bi telefonê ya bi Birêz Ocalan re serlêdanek kiribû. Armanca serlêdana me ya sereke hevdîtinên bi rêk û pêk ên bi Birêz Ocalan re bên kirin in.”
 
BÊDENGIYA CPT’YÊ 
 
Duşunmez, bi lêv kir ku piştî ji hemû serlêdanên hatin kirin re bersiv nehat dayîn, bi Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û komîsyonên pêşî lêgirtina îşkenceyê û hin rêxistinên sivîl ên civakî yên li Ewropayê re têkildarî “rewşa jiyanî û binpêkirinên mafan” a Ocalan serî li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê dabûn û wiha berdewam kir: “CPT’yê li ser vê yekê agahî dabû ku wê raporekê amade bikin. Li ser raporê hevdîtin kiribû lê naveroka raporê nehat aşkerekirin. CPT’yê herî dawî di salên 2013-2015’an de serdana Îmraliyê kir û li ser asayîkirina hin rewşan û naskirina mafên Ocalan û mehkûmên din ên ji bo hevdîtina bi malbatên xwe re, ji Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê re raporek ragihand. Lê belê piştî hevdîtina dawî ji aliyê CPT’yê ve tu rapor nehatin weşandin. Ji bo vê jî piştî serdana dawî nedayîna agahiyan fikarên me zêdetir kirin.”
 
‘DIVÊ HEMÛ BARO SERLÊDANÊ BIKIN’
 
Duşunmez, ê bi lêv kir ku hevdîtina bi parêzer re mafê girtiyekî yê herî xwezayî ye û anî ziman ku ji bo vê hevdîtinê serî li Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê kiriye û wiha pê de çû: “Divê daxwaz û pêşniyarên me li ber çavan bên girtin, divê parêzer têkildarî astengkirina hevdîtina bi muwekîlên xwe û sedemê wê serî li Wezareta Dadê bidin. Di vê mijarê de mixabin me hêj ji Baroya Colemêrgê tu encam bi dest nexistin. Tu bersiv ji serlêdana me ya di 30’ê mijdarê de me kirî nehatiye dayîn. Lê em li bendê ne ku dê rojên pêş de bersivekê bidin.”
 
‘GELÊ KURD OCALAN WEKE SEROKÊ XWE DIBÎNE’
 
Duşunmez, anî ziman ku rayagiştî jî têkildarî tecrîda li Ocalan tê sepandin de dibêje “Tecrîd îşkence ye û îşkence bi tu qanûnan nikare bê rewakirin” û wiha dirêjî da axaftina xwe de: “Divê demildest ev îşkenceya tecrîdê bê bi dawî kirin. Em têkildarî vê di her platformê de di nav hewldanan de ne. Em dixwazin ev îşkence demildest bê bidawîkirin.”
 
Duşunmez, destnîşan kir ku sedemê bingehîn ê polîtîkayên tecrîd û zextan bêdengkirina Abdûllah Ocalan e. Duşunmez, anî ziman ku divê demildest polîtîkayên tecrîdê bên bidawîkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê serlêdanên me li baroyan kirin demildest bên bersivandin û divê têkildarî vê yekê li hemû plaforman serlêder hebin. Daxwaza me ew e ku bersiva serlêdanan bê dayîn û îşkenceya tecrîdê demildest were bidawîkirin.”
 
 

Sernavên din

29/12/2022
14:05 Serokê TBB’ê: Bihîstina qîrîna Malbata Şenyaşar bi darizandineke adilane dibe
14:05 Tifaqa Kurdistanî ji bo piştevaniyê serdana DBP’ê kir
13:35 Gunay ji Bozdag re got: Hûn jî dibin şirîkê sûcê tecrîdê
12:51 Tetikkêşê Komkujiya Parîsê xistin hucreyê
12:18 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:11 Girtî Aslan: Bi rêya girtiyên edlî provakasyonan dikin
12:06 Çalakiya nobeda li dijî tecrîdê didome: Fikarên gelê kurd ji holê rakin
12:03 Hevalên Kara yên têkoşînê qala wê kir: Pêşenga şoreşê bû
12:02 Komkujiya duyemîn a Parîsê di qeydên deng ên Omer Guney de hebû!
11:44 Êrişên çekên kîmyewî: OPCW bêdeng e, Tirkiye jî înkar dike
11:38 Ji zaroka li Êlihê hatiye revandin ev 20 roj in tu agahî nayên girtin
11:16 Rojnameger du meh in girtî ne: Îtîraz di heman rojê de hatin redkirin!
11:05 Girtiyê nexweş 9 saet kelemçekirî sewqî girtîgehek din hatiye kirin
10:53 Duşunmez ê OHD’î: Divê serlêdanên têkildarî tecrîdê demildest bên bersivandin
10:39 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Gel dê bi pêşengtiya ciwanan tecrîdê têk bibe
10:30 Xaniyên ku dewletê çêkirin bi serê gundiyan ve hildiweşe
09:01 Dê têkoşîna wan bi 'jin jiyan azadî'yê bidome
09:01 Gelo hestiyên li 'Baregeha JÎTEM'ê hatin dîtin ên Kevcî ne?
09:01 Berdevka PYD'ê Begdaş: Serdana Talabanî xwedîderketina ji bo destkeftiyan bû
09:00 Bînîcî: Heya tecrîd bidome dê zilm jî bidome
09:00 Sala 2022’yan bi binpêkirinan derbas bû
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2022'YAN
28/12/2022
23:30 Yurek piştî 30 salan hat Amedê
20:44 Ji HDP'a Rihayê xwarina piştevaniyê
17:46 Parêzerên cerdevanan destdirêjiyê parastin
15:40 HSD’ê bîlançoya salekê parve kir
15:37 Li gelek bajaran bîranîna qurbaniyên Roboskî: Bila berpirsiyar bên darizandin
14:58 'Em ê nehêlin xeyalên AKP-MHP’ê pêk bên’
14:45 Partiya Şoreşger çû serdana DBP’ê
14:32 Pirtûka ku ‘biryara wê ya komkirinê’ nîne nedan rojnamevanê girtî
14:31 Li Liceyê 3 jîngeh weke ‘herêmên ewlehiyê’ hatin ragihandin
13:59 Amed êdî ‘Bajarê Şaristaniyan’ e
13:50 Bêdengiya Îmraliyê didome: Çima serlêdan nayên bersivandin?
13:27 Daxwaza betalkirina doza GOÇÎZDER’ê hat redkirin
13:10 Li Girtîgeha Xarpêtê 5 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin e
12:04 Vîrûsa Influenza li rojavayê Kurdistanê belav dibe: Dibistan hatin girtin
11:59 Li Wanê kesek hate binçavkirin
11:50 Malbata Şenyaşar: Rêya me rêya edaletê ye
11:45 Doza Denîz Poyraz: Ev dosye jî ‘kiryar nediyar’ hat hiştin
11:44 Dîroka Konferansa Komara Demokratîk hate diyarkirin
11:12 Rojnamevan Amed Dîcle: Kujer ji aliyê tîmek profesyonel ve hatiye amadekirin
11:11 Li Roboskiyê 34 qurbanî hatin bibîranîn
10:57 Li Girtîgeha Eregliyê binpêkirinên mafan zêde dibin
10:09 Li Komeleya Birca Belek serdema nû dest pê kir
09:44 Êlihiyan bertek nîşanî êrişên li dijî siyaseta kurd dan: Kurd dê vê desthilata faşîşt hilweşînin
09:18 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ rejîma Îranê hejand
09:11 Qeyûm milkên şaredariyê firot, hevşaredar serî li dadgehê da
09:11 Endama Meclisa DBP'ê: Ev êriş ji bo hilbijartinê ne
09:10 Gelê Êlihê: Divê em li hemberî çekên kîmyewî rabin
09:09 Bavê ku cenazeyê kurê xwe dît: Ez dibêjim qey çekên kîmyewî hatine bikaranîn
09:08 Keskîn: Girtiyên nexweş divê bêyî ku li nasnameya wan bê nerîn bên berdan
09:07 Navenda Dîplomatîk a Civakî: Me ji NY’yê xwest ku li ber sûcên şer ên Tirkiyeyê rabe
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2022'YAN
27/12/2022
19:49 'Bila kiryarên Roboskiyê bên darizandin'
18:17 Jinan bertek nîşanî biryara doza Denîz Poyrazê dan
17:01 Ji Doza Kobanê kes nehat berdan
16:46 Aydar navê kujerê Nagihan Akarsel eşkere kir
16:37 Ozturk: Bingeha êriş û şerê li dijî kurdan tecrîda li ser birêz Ocalan e
16:36 Di rojekê de 2 caran çekên kimyewî hat bikaranîn
15:23 EŞÎK: AKP nikare ji bo azadiyan makeqanûneke guncav çêbike
15:22 Doza Qetlîama 10’ê Cotmehê: Bila Davûtoglû û Ozdag bên guhdarîkirin
14:40 Biryara doza Denîz Poyraz hat eşkerekirin
13:44 Derbarê Emîne Şenyaşar de 2 lêpirsînên din jî hatin destpêkirin
13:34 Ji bo Îmraliyê bang li Wezareta Dadê kirin: Gavê biavêjin
12:56 Ne roja şînê ye roja berxwedanê ye!
12:31 Li Stenbolê heqê rê hat bihakirin
12:29 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:20 Doza Denîz Poyraz: Parêzeran nagirin hundir
11:40 Sancar: Em ê destûr nedin ku doza Poyraz bi bersûcekî bê girtin
10:51 ‘Heke Fransa êrişê ronî neke, wê weke tetîkkêşa Tirkiyeyê derbasî dîrokê bibe’
10:50 Di êrişa çekên kîmyewî de 11 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan
10:30 Sebahat Tûncel: Gelê kurd bivejînê serkeftinê anî
09:06 Xelkê Êlihê: Peyveke Ocalan bi tenê ji bo aştiyê bes e
09:05 Daxwazên elewiyan: Welatekî demokratîk û laîk
09:04 Rojnamevan Çelîk serî li AYM'yê da
09:03 Cendirmeyan polîsê ku tiryak pê re bû kuştin
09:01 Kurdan di tevahiya salê de li ber xwe dan
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2022'YAN
26/12/2022
23:50 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir hat girtin
23:10 Tetikkêşê Komkujiya Parîsê hat girtin
22:09 Cenazeyê leşkerekî din jî anîn Colemêrgê
21:04 Li Wanê fiyetê nan hat bihakirin
20:45 Hevserokê DBP'ê yê Amedê Altûn hat girtin
20:34 Yilmaz Yurek piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:07 Li Reqayê qedexeya derketina ji derve hat ragihandin
18:53 Ciwanên ku li Wan û Mûşê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:03 Li Amedê tax bi tax serdana gel hate kirin
16:57 Li Amedê wesayita leşkeran qeza kir: 6 leşker birîndar bûn
16:49 TBB û baroyan ji bo Denîz Poyraz Nobeda Edaletê girtin
16:34 Rêveberên SES’ê tevî qeydên HTS’ê jî nehatin berdan
15:45 Li Reqayê di êrişa DAIŞ'ê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:30 10 kesên di binçavan de hatin berdan
15:18 Li ber konsolosxaneya Fransayê protestoya komkujiyê: Gelek hunermend hatin binçavkirin
15:17 Bayindir û 14 hevserokan mafê bêdengiyê bikaranîn
14:49 Li Reqayê pevçûn: 2 DAIŞ’î hatin kuştin
14:48 Li Parîsê kurd û dostên xwe li dijî komkujiyê meşiyan
14:43 Beriya Komkujiya Parîsê ji bo ewlehiyê serlêdan hatiye kirin
14:42 ATK’ê carek din polîsê ku Cîhan Can kuştibû ‘biqisûr’ dît
14:23 Doza Kobanê: Civîna çapemeniyê ya li avahiya KCD’ê wek sûc hatiye nîşandan
13:27 Ji bo Mereş û Roboskê edalet hate xwestin