Rojnameger du meh in girtî ne: Îtîraz di heman rojê de hatin redkirin!

  • rojane
  • 11:16 29 Kanûn 2022
  • |
img
ENQERE - Îtîrazên li hemberî girtina 9 rojnamegeran di heman rojê de hatin redkirin. Parêzer Resûl Tamûr got ku her du îtîraz jî bi heman naverok û sedeman hatin redkirin û ev rewş tiştekî rasthatî nîne. 
 
Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA’yê Berîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Emrûllah Acar, Selman Guzelyuz, Denîz Nazlim û Hakan Yalçin û nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger di encama lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de, ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê, di 25’ê cotmehê de hatin binçavkirin û di 29’ê cotmehê de jî hatin girtin. Rojnameger ev du meh in li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin û îdîanameya wan hêjta nehatiya amadekirin. 
 
Parêzerên rojnamegeran di 3’yê mijdarê de li dijî girtinê îtîraz kirin lê ev îtîraz heta 9’ê mijdarê jî nehatin nirxandin. Di 18’ê mijdarê de bêyî ku îtîraz bên nirxandin û bêyî parêzeran karûbarê nirxandina girtî hate kirin. Hat destnîşankirin daxwaznameya îtîrazê ji ber destûra dozger nehatiye nirxandin û derket holê ku dosya jî ji Dadgeriya Cezayên Silhê re nehatiye şandin. Ev rewş bi awayekî devkî ji parêzeran re hate ragihandin. Parêzeran li dijî rewşa girtî, di 26’ê mijdarê de dîsa îtîraz kirin. 
 
ÎTÎRAZÊN KU HATIBÛN RAWESTANDIN DI HEMAN ROJÊ DE HATIN REDKIRIN 
 
Biryara daxwaznameyên ku di 9’ê kanûnê de hatibûn nirxandin, di 23’yê kanûnê de hate dayîn. Hem îtîraza li dijî biryara girtinê û hem jî ya li dijî rewşa girtî hatin sekinandin. Di heman rojê de ji 72’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî re hate şandin. Dadgehê di 13’ê kanûnê de bi du biryarên cuda re got ku di biryara 8’emîn Dadgeriya Cezayên Silhê ya Enqereyê de şaştiyek nîne û hem îtîraza li dijî biryara girtinê û hem jî ya li dijî rewşa girtî bi heman naverok û sedemê red kir. 
 
PARÊZER TAMÛR: TIŞTEKÎ RASHATÎ NÎNE
 
Parêzer Resûl Temûr da zanîn ku dadgehê îtîrazên wan bi heman naverok û sedeman red kiriye û wiha got: “Ev tiştekî rasthatî nîne. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di 15’ê kanûnê de ji bo domkirina rewşa girtî ya rojnamegeran mutalaa da. Di demekî ku parêzerên rojnamegeran ne li wir de 8’emîn Dadgeha Cezayên Silhê di 16’ê kanûnê de heman sedeman biryar da ku rewşa girtî bidome. Rojnameger di 16’ê kanûnê de bi rêya SEGBÎS’ê tev li lêkolîna girtinê bûn. Diyar kirin ku dixwazin tevî parêzerên xwe tev li lêkolîna girtinê ya pêş bibin. Ji ewilî Berîvan Altan parastin kir û got; ‘Min hem li dozgeriyê û hem jî li dadgehê parastina xwe bi berfirehî kir. Ez tawanbariyên heyî qebûl nakim, rojnameger im û nûçeyan dişopînim. Li navnîşana xwe hatim binçavkirin. Ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê têm darizandin. Dixwazim ku îdianame were amadekirin û bêm berdan.’” 
 
‘EZ Ê KARÊ XWE BIDOMÎNIM’ 
 
Ceylan Şahînlî jî got; “Ez rojnameger im û dê karê xwe bidomînim.” Dîren Yurtsever jî bertek nîşanî nepeniya li ser dosyayê da û wiha got: “Parvekirinên me û hevpeyvînên me weke delîl hatine nîşandan. Derheqê me de delîleke şênber nîne. Ev 8 sal in ez rojnamegeriyê dikim û min gelek nûçe çêkirin. Ez ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê têm darizandin. Dixwazim werim berdan.” 
 
‘EM NÛÇEYÊN KU ME ÇÊKIRINÊ ÎNKAR NAKIN’ 
 
Rojnameger Oznûr Deger jî diyar kir ku wan heta niha gelek nûçe çêkirine, heta roja girtinê jî nûçe çêkirine, xelat wergirtine û di dosyaya wan de delîleleke şênber tune ye. Rojnameger Habîbe Eren jî destnîşan kir ku nizanin bê ka ji ber çi tên darizandin û nûçeyên ku çêkirine jî înkar nakin. 
 
JI BO ROJNAMEGER ACAR BIRYARA NEŞOPANDINÊ 
 
Denîz Nazlim got ku tu xebatên sûc ên ku gefê li civakê bixwin nekirine. Emrûllah Acar jî bi bîr xist ku par bi heman tawanbariyan hatibû darizandin lê biryara neşopandinê hatibû dayîn. Hakan Yalçin xwest ku bi şertê kontrola edlî were berdan û Selman Guzelyuz jî got ku bi awayekî neheq tên ragirtin. 
 
Balkêş e ku dadgeriyê biryara xwe bi hinceta “gumana tunekirina delîlan” da ye. 
 
MA / Firat Can Arslan
   
 

Sernavên din

29/12/2022
14:05 Serokê TBB’ê: Bihîstina qîrîna Malbata Şenyaşar bi darizandineke adilane dibe
14:05 Tifaqa Kurdistanî ji bo piştevaniyê serdana DBP’ê kir
13:35 Gunay ji Bozdag re got: Hûn jî dibin şirîkê sûcê tecrîdê
12:51 Tetikkêşê Komkujiya Parîsê xistin hucreyê
12:18 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:11 Girtî Aslan: Bi rêya girtiyên edlî provakasyonan dikin
12:06 Çalakiya nobeda li dijî tecrîdê didome: Fikarên gelê kurd ji holê rakin
12:03 Hevalên Kara yên têkoşînê qala wê kir: Pêşenga şoreşê bû
12:02 Komkujiya duyemîn a Parîsê di qeydên deng ên Omer Guney de hebû!
11:44 Êrişên çekên kîmyewî: OPCW bêdeng e, Tirkiye jî înkar dike
11:38 Ji zaroka li Êlihê hatiye revandin ev 20 roj in tu agahî nayên girtin
11:16 Rojnameger du meh in girtî ne: Îtîraz di heman rojê de hatin redkirin!
11:05 Girtiyê nexweş 9 saet kelemçekirî sewqî girtîgehek din hatiye kirin
10:53 Duşunmez ê OHD’î: Divê serlêdanên têkildarî tecrîdê demildest bên bersivandin
10:39 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Gel dê bi pêşengtiya ciwanan tecrîdê têk bibe
10:30 Xaniyên ku dewletê çêkirin bi serê gundiyan ve hildiweşe
09:01 Dê têkoşîna wan bi 'jin jiyan azadî'yê bidome
09:01 Gelo hestiyên li 'Baregeha JÎTEM'ê hatin dîtin ên Kevcî ne?
09:01 Berdevka PYD'ê Begdaş: Serdana Talabanî xwedîderketina ji bo destkeftiyan bû
09:00 Bînîcî: Heya tecrîd bidome dê zilm jî bidome
09:00 Sala 2022’yan bi binpêkirinan derbas bû
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2022'YAN
28/12/2022
23:30 Yurek piştî 30 salan hat Amedê
20:44 Ji HDP'a Rihayê xwarina piştevaniyê
17:46 Parêzerên cerdevanan destdirêjiyê parastin
15:40 HSD’ê bîlançoya salekê parve kir
15:37 Li gelek bajaran bîranîna qurbaniyên Roboskî: Bila berpirsiyar bên darizandin
14:58 'Em ê nehêlin xeyalên AKP-MHP’ê pêk bên’
14:45 Partiya Şoreşger çû serdana DBP’ê
14:32 Pirtûka ku ‘biryara wê ya komkirinê’ nîne nedan rojnamevanê girtî
14:31 Li Liceyê 3 jîngeh weke ‘herêmên ewlehiyê’ hatin ragihandin
13:59 Amed êdî ‘Bajarê Şaristaniyan’ e
13:50 Bêdengiya Îmraliyê didome: Çima serlêdan nayên bersivandin?
13:27 Daxwaza betalkirina doza GOÇÎZDER’ê hat redkirin
13:10 Li Girtîgeha Xarpêtê 5 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin e
12:04 Vîrûsa Influenza li rojavayê Kurdistanê belav dibe: Dibistan hatin girtin
11:59 Li Wanê kesek hate binçavkirin
11:50 Malbata Şenyaşar: Rêya me rêya edaletê ye
11:45 Doza Denîz Poyraz: Ev dosye jî ‘kiryar nediyar’ hat hiştin
11:44 Dîroka Konferansa Komara Demokratîk hate diyarkirin
11:12 Rojnamevan Amed Dîcle: Kujer ji aliyê tîmek profesyonel ve hatiye amadekirin
11:11 Li Roboskiyê 34 qurbanî hatin bibîranîn
10:57 Li Girtîgeha Eregliyê binpêkirinên mafan zêde dibin
10:09 Li Komeleya Birca Belek serdema nû dest pê kir
09:44 Êlihiyan bertek nîşanî êrişên li dijî siyaseta kurd dan: Kurd dê vê desthilata faşîşt hilweşînin
09:18 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ rejîma Îranê hejand
09:11 Qeyûm milkên şaredariyê firot, hevşaredar serî li dadgehê da
09:11 Endama Meclisa DBP'ê: Ev êriş ji bo hilbijartinê ne
09:10 Gelê Êlihê: Divê em li hemberî çekên kîmyewî rabin
09:09 Bavê ku cenazeyê kurê xwe dît: Ez dibêjim qey çekên kîmyewî hatine bikaranîn
09:08 Keskîn: Girtiyên nexweş divê bêyî ku li nasnameya wan bê nerîn bên berdan
09:07 Navenda Dîplomatîk a Civakî: Me ji NY’yê xwest ku li ber sûcên şer ên Tirkiyeyê rabe
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2022'YAN
27/12/2022
19:49 'Bila kiryarên Roboskiyê bên darizandin'
18:17 Jinan bertek nîşanî biryara doza Denîz Poyrazê dan
17:01 Ji Doza Kobanê kes nehat berdan
16:46 Aydar navê kujerê Nagihan Akarsel eşkere kir
16:37 Ozturk: Bingeha êriş û şerê li dijî kurdan tecrîda li ser birêz Ocalan e
16:36 Di rojekê de 2 caran çekên kimyewî hat bikaranîn
15:23 EŞÎK: AKP nikare ji bo azadiyan makeqanûneke guncav çêbike
15:22 Doza Qetlîama 10’ê Cotmehê: Bila Davûtoglû û Ozdag bên guhdarîkirin
14:40 Biryara doza Denîz Poyraz hat eşkerekirin
13:44 Derbarê Emîne Şenyaşar de 2 lêpirsînên din jî hatin destpêkirin
13:34 Ji bo Îmraliyê bang li Wezareta Dadê kirin: Gavê biavêjin
12:56 Ne roja şînê ye roja berxwedanê ye!
12:31 Li Stenbolê heqê rê hat bihakirin
12:29 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:20 Doza Denîz Poyraz: Parêzeran nagirin hundir
11:40 Sancar: Em ê destûr nedin ku doza Poyraz bi bersûcekî bê girtin
10:51 ‘Heke Fransa êrişê ronî neke, wê weke tetîkkêşa Tirkiyeyê derbasî dîrokê bibe’
10:50 Di êrişa çekên kîmyewî de 11 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan
10:30 Sebahat Tûncel: Gelê kurd bivejînê serkeftinê anî
09:06 Xelkê Êlihê: Peyveke Ocalan bi tenê ji bo aştiyê bes e
09:05 Daxwazên elewiyan: Welatekî demokratîk û laîk
09:04 Rojnamevan Çelîk serî li AYM'yê da
09:03 Cendirmeyan polîsê ku tiryak pê re bû kuştin
09:01 Kurdan di tevahiya salê de li ber xwe dan
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2022'YAN
26/12/2022
23:50 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir hat girtin
23:10 Tetikkêşê Komkujiya Parîsê hat girtin
22:09 Cenazeyê leşkerekî din jî anîn Colemêrgê
21:04 Li Wanê fiyetê nan hat bihakirin
20:45 Hevserokê DBP'ê yê Amedê Altûn hat girtin
20:34 Yilmaz Yurek piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:07 Li Reqayê qedexeya derketina ji derve hat ragihandin
18:53 Ciwanên ku li Wan û Mûşê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:03 Li Amedê tax bi tax serdana gel hate kirin
16:57 Li Amedê wesayita leşkeran qeza kir: 6 leşker birîndar bûn
16:49 TBB û baroyan ji bo Denîz Poyraz Nobeda Edaletê girtin
16:34 Rêveberên SES’ê tevî qeydên HTS’ê jî nehatin berdan
15:45 Li Reqayê di êrişa DAIŞ'ê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:30 10 kesên di binçavan de hatin berdan
15:18 Li ber konsolosxaneya Fransayê protestoya komkujiyê: Gelek hunermend hatin binçavkirin
15:17 Bayindir û 14 hevserokan mafê bêdengiyê bikaranîn
14:49 Li Reqayê pevçûn: 2 DAIŞ’î hatin kuştin
14:48 Li Parîsê kurd û dostên xwe li dijî komkujiyê meşiyan
14:43 Beriya Komkujiya Parîsê ji bo ewlehiyê serlêdan hatiye kirin
14:42 ATK’ê carek din polîsê ku Cîhan Can kuştibû ‘biqisûr’ dît
14:23 Doza Kobanê: Civîna çapemeniyê ya li avahiya KCD’ê wek sûc hatiye nîşandan
13:27 Ji bo Mereş û Roboskê edalet hate xwestin