Roja ewil a 2023’yan: Bi berxwedanê ketin sala nû

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Kesên di sala 2022’yan ji bo edalet, kar, jiyana ekolojîk ji Rihayê heta Mûglayê ji Îkîzereyê heta Îkîzkoyê li ber xwe dan, roja ewil a sala 2023’yan bi berxwedanê pêşwazî kirin. 

Sala 2022’yan li Tirkiyeyê li gelek qadan şahidiniya berxwedanê kir. Karkerên li Ataşehîrê, kesên li Mûgla û Rîzeyê têkoşîna ekolojiye didin, malbata Şenyaşar a li Rihayê daxwaza edaletê dike, parlamenterên li dijî tecrîdê li ber Wezareta Edaletê li ber xwe didin, bi berxwedanê ketin sala 2023’yan. 
 
DAXWAZA EDALETÊ YA MALBATA ŞENYAŞAR
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin kete roja 664’an. Emîne Şenyaşar a têkildarî berxwedana didome axivî, diyar kir ku yekane daxwaza wan edalet e û ji bo berdana kurê wê Fadil Şenyaşar were berdan û kesên kurên wê û hevjînê wê qetilkirin bên cezakirin dê têbikoşe. 
 
TÊKOŞÎNA EKOLOJİYÊ YA ÎKÎZKOYLUYAN
 
Çalakiya Îkîzkoyiyan ku di sala 2022’yan de li daristana Akbelenê ya navçeya Mîlasê ya Mûglayê ya li dijî berfirehkirina qada madenê li ber xwe dan, kete roja xwe ya 531’an. Îkîzkoyluyên tevî hemû astengkirin û zextan li ber xwe didin, wê sala 2023’yan jî bi berxwedanê pêşwazî bikin. Seroka Komîteya Hawirdorê ya Îkîzkoyê Necla Işik diyar kir ku bi berxwedana li Akbelenê re ew ketine sala 2023’an û got: “Em hêvîdar in ku talankirina xwezayê wê bi dawiya sala 2022’an re biqede. Em li qada nobetê ne. Hevalên li Akbelenê dest bi hatina vir kirin. Ji bo qadên me yên jiyanê, hewa û ava paqij wê têkoşîna me bidome. Em ji bo sala 2023’yan bi hêvî ne. Haya me jê heye ku sala 2023’yan wê bi berxwedanê bidome. Em ê dest jê bernedin.” 
 
ÎKÎZDERE
 
Li navçeya Îkîzdere ya Rîzeyê berxwedana ku ji aliyê gelê herêmî ve li dijî kana kevir a ji aliyê Cengîz Înşaatê ve avakirina wê didome hatibû destpêkirin berdewam dike. Komeleya Hawirdorê ya Îkîzdere (ÎÇDER), li Geliyê Eşkencîdere yê ku di şeva sersalê de ji aliyê Înşeata Cengîz ve hatibû talankirin çalakiya nobetê li dar xist. Berdevkê Çapemeniyê yê Komeleya Hawîrdorê ya Îkîzdereyê Asûman Fazlioglû derbarê çalakiya nobetê de wiha got: “Li gelek deveran ruhset hatiye dayîn, hilweşandin wê di sala 2023’yan de bê zêdekirin. Divê em ji vê re amade bin.”
 
BERXWEDANA ODTUYIYAN
 
Ji bo “Projeya Pêwendiya Rêya Girêdanê ya Bilkent-Încek” ku ji hêla Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê (ABB) yê berê Melîh Gokçek ve hatibû destpêkirin, di 4 û nîv kîlometreya herêmê re derbas dibe, bi sedan dar bi şev hatin birîn. Xebatên rê yên di serî de li ser bertekên parlamenterên CHP’ê û rayagiştî hatibûn rawestandin, piştî ku Şaredarê Enqereyê yê CHP’î Mansûr Yavaş bi Erdogan re hevdîtin kirin di sala 2022’yan jinûve hate destpêkirin. 
 
Piştî ku rewş hate ferqkirin ODTU’yiyan û Enqereyiyan li qada xebatê berxwedanek dane destpêkirin û xebatên rêya ku weke “Rêya rantê” tê binavkirin rawestand. Ji bo betalkirina projeye daxwazname hatin dayîn, girseya ku xwest daxwaznameyan li Meclisa şaredariyê bişopîne hate astengkirin. Li ser berteka girseyê polîsên çevîk sewqî wir hatin kirin. Polîsan bi gaza îsotê êrişî girseya li ber Meclisa şaredariyê kirin û bi lêdanê 6 kesş binçavkirin. Enqereyî û ODTU’yiyên li dijî projeya rêyê di sala 2022’yan de li ber xwe dan sala 2023’yan jî bi berxwedanê pêşwazî kirin. 
 
LI DIJÎ OSB’Ê NOBET
 
Li gundê Çambuku yê navçeya Taşova ya Amasyayê, ku çavkaniya sereke ya debarê xwedîkirina heywanan e, têkoşîna ku gundiyan li dijî daxwaza avakirina Herêma Pîşesazî ya Organîzeyî (OSB) li ser çêregehê dan destpêkirin, dewam dike. Li Çambukuyê ku bêyî biryara dadgehê encam bigire makîneyên kar ketinê, di êvara 31’ê kanûnê de gundiyan ji bo parastina qadên xwe yên jiyanê nobed girtin. 
 
BERXWEDANA KARKERÊN ATAŞEHÎRÊ 
 
Li Navenda Fînansê ya Ataşehîrê ya Stenbolê 14 karkerên înşaetê yên endamên DÎSK Dev Yapi-Îş’ê û Înşaat-Îş’ê dixebitin 5 roj in li ber înşaetê ji bo mafên xwe li ber xwe didin. Berxwedana 14 karkerên ku mûçeyên xwe wernegirtine û dixwazin mafên wan ên reha bên îadekirin, wê di sala 2023'an de jî dewam bike. Serokê Giştî yê Sendîkaya DÎSK/Dev Yapi İş’ê Ozgur Karabulut axivî û diyar kir ku berxwedana ku karkeran ji bo mûçe û mafên xwe yên reha dane destpêkirin dê di sala 2023’yan de berdewam bike. Karabûlût got: “Hem têkoşîna rûmetê hem jî têkoşîna nan wê bidome.  
 
JI BO ABDÛLLAH OCALAN LI BER MECLISÊ NE
 
Cihekî din ê berxwedan lê berdewam dike jî Meclisa Tirkiyeyê ye. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi daxwaza Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike dest bi Nobeta Edaletê kirin. Berxwedana ku 10 roj li pey xwe hişt dê di sala 2023’yan de jî berdewam bike. 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

29/01/2023
23:37 HDP’a Amedê li Sûrê bi gel re civiya
22:41 Li Şêrawa mayîn teqiya: Zarokekî jiyana xwe ji dest da
21:09 Sancar: Dara HDP’ê wê Komara Demokratîk ava bike
19:43 Hevberdevkên HDK’ê: Têkoşîna Rêya Sêyemîn êdî bivê nevê ye
17:08 Li Colemêrgê Şêx Ubeydûllah Nehrî hate bibîranîn
16:43 Atolyeya Wêjeyê bi dawî bû
16:36 Amedsporê li sehaya xwe Şanliurfaspor 1-0 têk bir
15:42 Li Zelandaya Nû lehî rabû: 4 kes mirin
15:01 Rejîma Îranê du sal cezayê hefsê da rojnameger Merûfyan
14:53 Hêzên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin
14:47 Talîban ezmûnên zanîngehê li jinan qedexe kir
14:41 Hevserokê Tevgera Azadî Ebdula hate berdan
12:40 Di erdeheja li Xoyê de bi sedan kes birîndar bûn
11:49 Li Şengalê li dijî tora sîxûran operasyon: Hevkariya MÎT û PDK’ê
11:27 Nobeta Malbata Şenyaşar di roja 692'yan de didome
11:16 Foza Yûsif: Tirkiyeyê li hinek herêman DAIŞ çalak kir
10:57 Koma Ma dê ji bo piştevaniya bi HDP’ê re bistre
10:55 Lijneya Giştî ya HDK’ê: Mirovahiya mezin li rêya xwe digere
10:25 Abdullah Ocalan: Em ê mîna berê nejîn
09:25 Rojnameger Rojîn Altay hate binçavkirin
09:24 Li şûna komirê kevir li xelkê Şirnexê hatin belavkirin!
09:04 Fatûreyên sala nû hatin: Me gaz dît biha bû, me petrol dît biha bû
09:03 Serhed bi hesrata berfê ye: Hişkesalî herêmê diqilqilîne
09:02 Ev aş ne bi pereyan, bi kunciyan digere
09:01 Canpolat ê ku gelek karker ji kar derxistibûn cardin tayînî şaredariyê hat kirin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2022'YAN
28/01/2023
21:00 Li Amedê konsera Kasim Taşdogan
20:54 Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê: Divê pergala Îmraliyê bê fesixkirin
18:29 Konferansa Jinan a HDK'ê: Dê sedsala 21'ê bibe sedsala jinê
17:08 HDP li Êlihê bi rêxistinên sivîl re civiya
16:56 Ok ê 74 salî hate girtin
16:48 Delegasyona Navneteweyî: Girava Îmraliyê wek model tê bikaranîn
16:30 Li Colemêrgê bertek hate nîşandan: Girtina Karaman nayê qebûlkirin
16:19 Panela tecrîd, jin û polîtîkayên şerê taybet: Tecrîd wê bi serkeftinê bi dawî bibe
16:08 Rûniştina F: Bila girtiyên nexweş Firat û Emrah Nebîoglû bên berdan
15:53 Ji bo Sevmîş ê bi nexweşiya Wilson ketiye banga berdana lezgîn
15:45 Bi awayekî girseyî serdana şîna Avci kirin
15:41 ‘Rêya aştî û edaletê di Roboskiyê re derbas dibe’
15:41 ÎHD’ê aqûbeta Taniş û Denîz ên HADEP’î pirsî
15:17 Birîndarek qezaya TIR’ê ya Dêrikê wefat kir
15:17 Demîr: Ji bo hilbijartinan kirdeya herî giring jin in
Bûldan: Em xwe amade bikin ku di 14'ê gulanê de têkoşîna jinê serbikeve
15:00 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Şayik û Tayboga pirsîn
14:53 Weşanxaneya Aramê 10 pirtûkên nû çap kirin
14:12 Xizmên windakiriyan aqûbeta Taniş, Denîz û Maltû pirsîn
13:28 Bîrol a HDP'î: Li dijî ferzkirina sîxurtiyê em ê serî netewînin
13:18 Şanoger piştgiriyê didin kampanya ‘Gelê me xezîneya me ye’
13:15 Ji aktîvîstên Rojhilat û Îranê banga çalakiyan: Em derkevin qadan
11:35 Lêgerîna tazî ya li dijî rojnamevanên jin hat redkirin
11:28 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me daxwaza milyonan e
10:21 Fermandarê QSD'ê Çekjîn: Di navbera DAIŞ'ê û dewleta Tirk de koordîneyeke eşkere heye
10:17 ‘Biryara hilbijartina pêşwext a desthilatê nîşaneya ku ji ciwanan ditirse ye’
10:16 Akin Bîrdal: Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo siberojek ronahî fersend e
09:18 Dozger fezlekeya polîsan bi îdianameyê ve zeliqandiye
09:12 Gilî û gazinên Amedê yên ji bo otobusan: Qeyûm xizmetê nake
09:11 Li Şirnexê Midûriyeta Perwerdehiyê 3 dersên hilbijartî li xwendekaran ferz dike
09:09 Hêzên li pişt komploya li dijî Ocalan
09:02 Delîlên der barê rojnamevan Verîm de tenê rojnamevaniya wî ye
09:02 Serlêdana girtiyê ku 2 saetan îşkence lê hat kirin hat redkirin
09:00 ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2022'YAN
27/01/2023
21:12 Cenazeyê endama YJA-STAR’ê Kûtlak jî radestî malbatê kirin
20:04 Parêzerê kiryar xwest qetilkirina Alturkê rewa bike!
18:43 Li Stenbolê sê jê zarok 4 kes bi awayekî mirî hatin dîtin
18:38 Polîsekî ji malbata xwe 3 kes kuştin
18:01 Serdanên Delegasyona Navneteweyî yên li Amedê bi dawî bûn
15:56 Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê çû serdana TBB û ÇHD’ê
15:45 Şandeyeke ji Iraqê ji bo pirsgirêka avê dê were Tirkiyeyê
15:40 HDP’a Colemêrgê: Gelê me dê alaya serkeftinê li ba bike
15:15 Di kongreya OHD’ê de berteka li dijî tecrîdê
14:58 Şandeya HDP’ê çû serdana Demîrtaş
14:30 Sûdanî bi Macrona re hevdîtin kir
14:22 Hevserokê Tevgera Azadî hate binçavkirin
14:16 Li dijî Balyozxaneya Azerbaycanê ya Tehranê êrişa çekdarî
14:10 Serhildanên gel ên li Îranê di roja 132’yemîn de ne
13:55 Lîstikvana Îranî mîhrîcana fîlman a li Tehranê boykot kir
13:36 Hevdîtinên Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê didomin
13:21 Derheqê Emîne Şenyaşar de 2 dozên nû hatin vekirin
12:58 Ji Delegasyonê banga bo Tirkiyeyê: Li Îmraliyê bila serweriya hiqûqê pêk were
12:56 Li Amedê ji bo nan zem hate kirin
12:55 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:01 Bi vegotina Abdullah Ocalan komploya navneteweyî
11:04 Nobeta Edaletê di roja 27’emîn de ye: Têkoşîna demokratîk wê bidome
10:19 Mihemedê Efrînî wê li NY'yê giliyê dewleta tirk bike
09:47 Malbatên girtiyên nexweş: Biryara Erdogan durûtî ye
09:02 Berê bê berdan înfaza wî şewitandin: Bi hiqûqa neyartiyê nêzî kurdan dibin
09:02 Lijneya Giştî ya 12'an a HDK'ê: Em ê birêxistinbûyînê mezintir bibin
09:02 Konferansa Komara Demokratîk: Pergaleke din pêkan e
09:01 Dewletê gef li şêniyan xwar: An hûn daran bibirin an jî em ê bi cerdevanan bidin birîn
09:01 Hê jî der barê polîsên ku îşkence li welatiyekî kirin îdianame nehatiye amadekirin
09:00 Tê xwestin ku 15 sal ceza li Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir bê birîn
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2022'YAN
26/01/2023
23:04 Li Îzmîrê eleqeyeke mezin ji bo konsera Ma Musicê
19:18 Delegasyona Navneteweyî: Têkoşîna gelê kurd têkoşîna demokrasî û mafên mirovan e
17:29 Barzanî û Erdogan li Qesrê li hev kom bûn
17:02 Rêxistina HDP’a Erdexanê kongreya xwe li dar xist
16:58 HDP’ê kampanyaya ‘Xezîneya me gelê me ye’ da destpêkirin
16:30 Delegasyona Navnetewî ya li Dijî Tecrîdê serdana ÎHD’ê û HDP’ê kir
16:19 Di 25’ê çileyê de 14 caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn
16:13 Alîkariya ewil a ji bo kampanyaya ‘Xizîneya me gelê me ye’: Ji xwendekar ewqas
15:28 Serhildana gel di roja 131’emîn de ye: Li dijî darvekirinan çalakî
15:23 Dayikên Aştiyê: Divê tavilê tecrîd were rakirin