Sarisozen: Hevdîtina Tirkiye-Şamê nîşaneya têkçûnê ye

STENBOL - Nivîskar Veysî Sarisozen hevdîtina di navbera hikûmeta AKP’ê û rejîma Şamê weke “nîşaneya têkçûn û bêçaretiyê” nirxand û wiha got: “Tirkiye li hemberî kesên ku nikare têk bibe serî tewand. Niha planên têkbirina Şoreşa Rojava dike. Yên ku van planan dikin neçarî têkçûnê ne.” 
 
Ji sala 2011’an ku şerê navxweyî yê Sûriyeyê dest pê kiribû heta niha cara ewil e ku di navbera Enqere û Şamê di asta wezîran de hevdîtin tên kirin. Di hevdîtina 28’ê kanûnê de Wezîrê Parastinê Hulusî Akar, Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Alî Mahmûd Abbas û Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu amade bûn. Hat ragihandin ku di civînê de geşedanên li Sûriyeyê, penaber û “têkoşîna hevpar” hatine nîqaşkirin. Nivîskar Veysî Sarisozen têkildarî hevdîtina di navbera Sûriye-Tirkiyeyê bi ajansa me re axivî. 
 
'SÛCÊ QIRKIRINÊ DIKIN’ 
 
Veysî Sarisozen diyar kir ku Tirkiye ev demekî dirêje plana dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û wiha got: “Êrişên li dijî Zap û Avaşînê jî têkiliya xwe bi vê mijarê re heye. Piştî ku nekarîn encama dixwestin li Zap û Avaşînê bi dest bixin, dîsa berê xwe dan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Tirkiye hewl dide bi êrişên xwe herêmê ji mirovan xalî bike. Dewleta tirk cisaret nake ku êrişî hêzên şoreşger ên Rojava bike lewma jî hewl dide şert û mercên jiyanê yên xelkê sivîl kontrol bike. Ev yek nîşan dide ku armanca wan ne tunekirina YPG û YPJ’ê lê armanca wê ew e ku kurdan û xelkên din ên li herêmê neçarî koçberiyê bike. Navê vê yekê jî qirkirin e. Dewleta tirk niha sûcê qirkirinê dike.” 
 
HEVDÎTINA TIRKIYE-SÛRIYEYÊ
 
Sarisozen, got ku Tirkiye li hêlekê êrişên xwe didomîne û li hêla din jî bi kesê jê re digot “Kujer Esed” re hevdîtinan dike û wiha domand: “Weke ku hin kes qala wê dikin di van hevdîtinan de tu serkeftinên dîplomatîk nînin. Em dibînin ku di Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de dewleta tirk li Rojhilata Navîn têk çûye. Dewleta tirk negihişt tu hedefên xwe û hemû destkeftiyên xwe winda kirin. Bazarên pir mezin ên aborî ji destê wê derketin û kete nava krîzeke aborî ya mezin. Di vî şerî de tenê Komara Tirkiyeyê têk çû.” 
 
‘TIRKIYEYÊ PAŞVEGAV AVÊT’ 
 
Bi domdarî Sarisozen anî ziman ku Erdogan ji ber “neçariya” xwe bi rejîma Sûriyeyê re hevdîtin kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hem dewleta tirk û hem jî rejîm li hemberî kesên ku nekarîn têk bibin serî tewandin. Yên ku hesaba têkbirina Şoreşa Rojava dikirin têk çûn. Ji ber neçariya xwe dest bi hevdîtinan kirin. Tirkiyeyê xaka Sûriyeyê dagir kir. Niha jî paşvegavê diavêjin. Dê demekî piştre neçar bimînin ku ji xaka ku dagir kiriye xwe vekişîne. Anku li hemberî kesên bi ser ketin serî tewand. Rûsyayê Erdogan neçar kir ku bi rejîma Esad re li hev bike. Di halê hazir de li holê serkeftinek nîne. Dewleteke ku têk çûyî niha têkçûna xwe dişopîne û li hemberî yên biserketin xwe ditewîne.” 
 
'DÊ ROJAVA BI SER KEVE’
 
Di berdewamê de Sarisozen bal kişand ser êrişeke bejahî ya îxtîmal a dewleta tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ev nirxandin kir: “Heke hêzên kûrewî yên Amerîka û Rûsyayê qada hewayî ji dewleta tirk re venekiin, dê dewleta tirk di dîroka xwe de mezintirîn têkçûna xwe bijî. Gelê kurd xaka xwe diparêzere û hewl dide pêşeroja xwe ava bike. Dewleta tirk jî bi hemû hêza xwe hewl dide gelê wê tune bike. Di şerekî wiha neheq de bêguman dê aliyê mafdar bi ser keve. Dîrok bi vî awayî dinivîse. Dibe ku gelê Rojava bedelên mezin bide lê serkeftin teqez dê bibe para gelê Rojava.” 
 
HEVDÎTINA TALABANÎ-EBDΠ
 
Nivîskar Veysî Sarisozen piştre jî qala hevdîtina di navbera Serokê YNK’ê Bafil Talabanî û Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî kir û ev tişt anî ziman: “Hevdîtina behsa xeberê têkildarî pevçûnên li herêmên Zap û Avaşînê hate kirin. Serkeftina li Zapê, Talabanî neçar kir ku biçe Rojava. Heke sibe artêşa tirk li Başûr bi tevahî were derxistin dê Barzanî jî neçar bimîne ku li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd serî bitewîne.” 
 
‘ÊDÎ DAWIYA LÎSTIKA QIRÊJÎ YA TIRKIYEYÊ HATIYE’
 
Sarisozen axaftina xwe wiha qedand: “Piştşî hevdîtinan, dewriyeyên Hêzên Koalîsyona Navneteweyî û HSD’ê jî dîsa dest pê kirin. Erdogan bi şev û roj dibêje; ‘te dît em di şevekê de jinişkan ve hatin.’ Lê belê ev gotin di qada dîplomasî û şer de gefên mezin in. Lê divê em ji ber van geşedanan nebêjin ku encamek hatiye bidestxistin. Ji ber ku pêvajoyeke dirêj e. Bêguman Koalîsyona navneteweyî li dijî êrişeke dewleta tirk a li dijî Rojava derdikeve. Tê gotin ku Rûsya jî heman gazincan dike. Çendek dem berê Berdevkê Çînê yê li Neteweyên Yekbûyî jî xebatên leşkerî yên dewleta tirk ên li Rojava texne kir. Ev yek nîşan dide ku dewleta tirk gelek tengav bûye. Em dibînin ku êdî dawiya lîstika wê ya di navbera hêzên kûrewî de hatiye. Ji ber ku êdî nikare ji yekî piştgiriyê û ya din jî bigire hemberî xwe. Neçar dimînin ku li dijî vê lîstika qirêjî ya dewleta tirk derkevin. Neçarin ku li 60 milyon kurdên li Kurdistanê dijîn guhdar bin. Ev gel di dilê Rojhilata Navîn de dijî û lîstikên li dijî vî gelî bi kêrî berjewendiyên wan dewletan jî nayê.” 
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

04/01/2023
14:40 Doza GOÇÎZDER’ê: Bihayê barkêşiyê bû mijara sûc
14:13 ÎHD’ê ji bo pirsgirêka girtiyên nexweş çareseriya mayînde pêşniyar kir
14:01 Li Girtîgeha Afyonê greva birçîbûnê dest pê kir
13:50 Hestiyên li Geliyê Zîlan derketin holê di rojeva Meclisê de ye
12:42 Ferît Şenyaşar: Gelê Rihayê ber edliyeyê nîşanî bijartiyan dide
12:16 Nobeta Edaletê di roja 10’an de didome: Dawî li sûcê xwe yê li Îmraliyê bînin
12:00 Ji bo Perwer û Kizil ên li Parîsê hatin qetilkirin wê sibê merasîmek bê lidarxistin
11:58 AYM’ê qedexeya çalakî û şahiyan wek ‘binpêkirina maf’ nirxand
11:53 Peymana Stenbolê: Em biryara ku nehatiye teblîxkirin qebûl nakin
11:42 Demîrtaş: Her ku diçe qesr dewlemend, gel feqîr dibe
11:07 Çopên Wanê dirijînin golê û Çemê Botanê
10:52 Ambargoya Şamê bû sedemê mirina zarokekî
10:51 ‘A ku tê qetilkirin felsefeya jinan e’
10:18 Li Erxevanê bi hezaran kew bi kuştinê re rû bi rû ne
10:18 ‘Ne em kesên ziman qedexe dikin pergalê xera dikin’
10:08 Jinên rêveberên saziyan dê têkoşîna Emîne Şenyaşar berfirehtir bikin
09:03 Li Newala Qesaba vîlayên luks tên çêkirin!
09:03 Li Wanê nifûs bi 'projeya siyasî' tê kêmkirin
09:03 Serokê Giştî yê EHP'ê: Heke ên hilberîner em bin, nexwe divê ên welêt bi rê ve bibin jî em bin
09:02 'Cihê ku bêhiqûqîtî lê dest pê kiriye Girava Îmraliyê ye'
09:02 Parêzerê malbata Kazanhan Dîlsîz: AYM'ê biryareke emsal da
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2023'YAN
03/01/2023
19:16 Li nexweşxaneyê tekmîl li girtiyan tê ferzkirin
16:42 Cangoriyên li Parîsê ber bi Kurdistanê ve tên oxirkirin
16:26 Li Amedê dîmenê tundiya polîsan ê dûyemîn derket holê
16:21 EŞÎK ji bo pêşniyarqanûnê çû serdana HDP’ê
16:10 Di doza 5 kesên bi wesayîta zirxî hatin kuştin de wê rêjeya ‘qisûr’ were diyarkirin
16:02 HDP’ê serî li AYM’ê da: Daxwaza Dadgeha Bilind destwerdaneke yekser a li siyasetê ye
15:57 ŞanoWan bernameya xwe ya çile eşkere kir
15:40 Ji cîgirê midûrê dibistanê gotinên nijadperest
15:27 Çawişê pispor ê Mehmet Ûytûn qetilkirî li Efrînê li ser peywîrê ye!
15:02 Wezareta Dadê ji bo girtiyên nexweş giştîname weşand
14:51 Buldan: Sala 2022’yan sala berxwedanê bû, 2023 jî wê bibe sala serkeftinê
14:38 KESK: Em ê teslîmî enflasyonê nebin
14:24 HDP çû serdana berxwedêrên Kartonsanê
14:23 Li Girtîgeha Şakranê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir
13:31 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:17 Wênesaz Ozgur Evran jiyana xwe ji dest da
12:33 'Heke derfet ji bo Abdullah Ocalan bê nasîn dê li Rojhilata Navîn şer biqede’
12:33 Di navbera daneyên enflasyonê yên ENAG û TUÎK’ê deji sedî 73 ferq heye
12:32 Malbata Şenyaşar: Pirsgirêka bingehîn a welêt bêedaletî ye
12:10 ÎHD’a Amedê ji ber ‘îşkenceya li kolanê’ dê giliyê polîsan bike
12:00 Ocalan: Divê makeqanûneke ku tundiya 40 salan li gelê kurd û tirk bide derbaskirin hebe
11:17 Li Tirkiyeyê cînayetên siyasî û polîtîkaya necezakirinê
11:15 Tifaqa Ked û Azadiyê li Stenbolê dicive
10:20 Ji bo cenazeyên li Goristana Kilyosê bang: Bila malbat serlêdanê bikin
09:55 Têkildarî hestiyên li Geliyê Zîlan hatin dîtin hê jî lêpirsîn nehatiye destpêkirin
09:44 Ji bo zaroka hatiye revandin meleye mizgeftê xistin dewrê!
09:43 Sarisozen: Hevdîtina Tirkiye-Şamê nîşaneya têkçûnê ye
09:16 ‘Keça me li ber zilmê rabû û çû çiyê’
09:04 Naxwazin li gundê wan tesîsa komkirina bermayiyên hişk bê çêkirin
09:02 Bavê Kûrtayê ku bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Çima her kes tenê temaşe dike?
09:01 Berxwedana ji Gabarê ber bi Silopiyayê ve: Fatma Uyar
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
08:57 2 polîsên ku Elaltunterî derb kirin ji peywirê hatin dûrxistin
02/01/2023
23:18 Kesên di qezayê de mirin hatin veşartin
23:12 Li Amedê polîsan li welatiyekî xist
22:47 Cenazeyê Kûrt piştî 7 salan li Amedê hat veşartin
20:00 Li Girtîgeha Afyonê girtî dê dest bi greva birçîbûnê bikin
18:33 Danişîna doza çalakiyên Kobanê hat lidarxistin
16:56 Malbata Kurt piştî 7 salan cenazeyê kurê xwe wergirt
16:42 Tecrîda Îmraliyê di rojeva Meclisê de ye: 17 pirs ji Bozdag kirin
16:20 Karataş ê 30 sal in girtî ye xistin hucreya yek kesî
15:31 Kazan: Daxwaza ‘bila tevdîrê deynin ser alîkariya Xizîneyê ya ji bo HDP’ê’ skandala hiqûqî ye
15:27 HDP'ê li Amedê serdanên gel bi dawî kir
14:51 Febrîqeya Nan a Gel li Qereçobanê dest bi hilberînê kir
14:42 Planên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:20 Wezîrî 2 sal berê ji bo rêya ku 6 kes lê mirîbûn soza ‘rêwîtiya biewle’ dabû
13:36 Rojhilat û Îranê bi protestoyan dest bi sala 2023’yan kir
13:23 Îbrahîm Seydo Aydogan qala hûrguliyên Komkujiya Parîsê kiriye
13:04 Li Qamişloyê 36 DAIŞ’î û hevkarên wan hatin girtin
12:48 KON-MED: Em bi girseyî cenazeyên xwe bişînin Kurdistanê
12:45 Li Stenbolê polîsan 2 ciwan bi çekê birîndar kirin
12:41 Malbata Şenyaşar: Yên ku çavê xwe ji bêdaletiyê re digrin wê têk biçin
12:30 NPG’ê bîlançoya şer a salekê parve kir
11:14 Parlamenterên HDP’ê: Divê demildest hevdîtin li gel Abdullah Ocalan bê kirin
10:58 Îsraîlê Balafirgeha Şamê bombebaran kir
10:45 Cenazeyê welatiyê ku di Çemê Dîcleyê de winda bûbû hat dîtin
10:28 Li Mêrdînê wesayîta xebatkaran qelibî: 6 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn
10:08 Li Meksîkayê bi wesayîtên zirxî ser girtîgehê de girtin: 14 kes mirin
09:02 Alaya têkoşînê ya keça xwe hilgirtiye
09:00 ‘Li girtîgehan ewlehiya jiyanî ya girtiyan ji holê rabûye'
09:00 Parêzera Fîncanci: Dadgeh di bin zextan de ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
08:30 Xebatkarê şaredariyê întîhar kir
08:21 Berdana wî bû mizgîniya sersalê
01/01/2023
21:04 Welatiyek di Çemê Dîcleyê de wer bû
19:36 Balafirên şer Geliyê Bazêyanê bombeberan kirin
17:18 Nobeda li dijî tecrîdê didome
17:08 Li Kolombiyayê bi 5 hêzên çekdar re agirbest
16:03 Di Operasyona Birûska Cizîrê de 40 DAIŞ’î hatin girtin
14:34 Ji bo Kûrtayê di êrişên bi çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest da şîn hat danîn
14:13 Li ser sînor 30 kolber hatin qetilkirin
13:52 Di qezaya li Cizîrê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:42 Kesên li Parîsê hatin qetilkirin dê bi girseyî bên oxirkirin
12:55 Rojhilat û Îranê sala xwe bi berxwedanê derbas kirin
12:52 Li Mûsilê hezar û 500 mayinên DAIŞ’ê hatin îmhakirin
12:03 Malbata Şenyaşar: Bila sala 2023’yan bibe sala azadiyê
11:18 Bîlançoya sûcên Tirkiyeyê yên li Girê Spî
11:12 Dozgerê Komarê li mala xwe bi awayekî mirî hat dîtin