Li Erxevanê bi hezaran kew bi kuştinê re rû bi rû ne

img

MELETÎ - Cîgirê Serokê Komeleya Parastina Jiyana Xwezayî ya Erxevan û Gundên wê Alî Kaya diyar kir ku heke pêşî lê neyê girtin dê di tevahiya pêvajoya nêçîrvaniyê de li Erxevanê zêdetirî 12 hezar û 600 kew bên kuştin. 

 
Komeke ji nêzî sed kesan pêk dihat ku endamên Komeleya Xweza û Nêçîrvanan a Çermiktiyê ne, di 25’ê kanûnê de ji bo nêçîrvaniyê çûn navçeya Erxevan a Meletiyê. Dema xwezahez li dijî wan derketin jî êrişî wan kirin û derb kirin. Nêçîrvanan xwestin li taxên Karakoyuk, Ermîşlî, Çaryirli û Konaktepeyê nêçîrvaniyê bikin û li vir êrişî xwezaparêzeran kirin. Li ser bûyerê cendirmeyan destwerdan kir lê kesek nehate binçavkirin. 
 
'DIBE KU HER HEFTEYÊ 900 KEW BÊN KUŞTIN’
 
Cîgirê Serokê Komeleya Parastina Jiyana Xwezayî ya Erxevan û Gundên wê Alî Kaya ku da zanîn ku ji ber ku nehiştin nêçîrvan bikevin herêmê, êriş li wan hatiye kirin û wiha got: “Xwezahez ji bo mafê jiyanê yê kewan, li dijî wan derketin. Ji ber ku xelkê vê derê naxwaze qadên wan ên jiyanê tune bibin. Em gundî baş pê dizanin bê ka potansiyela kewan a li vê herêmê çiqas e. Heke derdora 150 nêçîrvan di rojên çarşem, pêncşem û yekşemê de bikevin qadekê, ev dike 450 nêçîrvan. Her nêçîrvanek tenê du kewan jî bikuje ev dike 900 kew. Bi qasî 13-14 hefteyan wextê wan heye. Heke her hefteyê 900 kew bên kuştin, hûn dizanin bê ka ev tiştekî çawa ye.”
 
‘LEŞKERÊ NÊÇÎRVAN’ GULE LI XWEZAHEZAN REŞANDIN
 
Bi domdarî Kaya da zanîn ku di 25’ê kanûnê de dema derketin zomê li rastî komeke qelebalix hatine û wiha qala wan kêliyan kir: “Dema em diçûn zomê li rastî nêçîrvanan hatin. Ji wan yekî got; ‘Ev Alî Kaya’ ye. Ez ji wesayîtê hatim payakirin û bi pêhn û kulman êrişî min kirin. Hewl dan min lînç bikin. Di nava wan de yekê payebilind hebû ku bawerim an efser bû yan serçawiş bû. Li ewlehiya balafirgehê dinêre û 3 gule li ser min reşandin. Em hinek ji hev dûr bûn lewma saçmeyên wê zêde bandor li min nekirin. Piştre jî ew ji wir revandin. Piştî êrişê jî min ji nexweşxaneyê rapora derbkirinê wergirt. Min giliyê êrişkaran kir.” 
 
AV. DURAN: DIVÊ HIQÛQA NAVXWEYÎ BÊ SERERASTKIRIN
 
Parêzerê Platforma Hawirdorê ya Meletiyê (Mal-Çep) Ferhat Duran jî got ku ji cotmeha sala 2022’yan heta niha di navbera nêçîrvan û xelkê Erxevanê de rageşî heye û wiha bi dawî kir: “Ev rageşî heta derbkirina xwezahezê bi navê Alî Kaya dom kir. Ev bi sala ye xelkê Erxevanê naxwaze li herêma wan nêçîrvanî were kirin. Lê nêçîrvan prosedûra qanûnî û hiqûqa navxweyî weke hincet nîşan didin û dixwazin nêçîrvaniyê bikin. Lewma guh nadin bertekên xelkê herêmê. Li gorî hiqûqa navxweyî rast dibêjin lê li hêla din peyman û danezanên navneteweyî hene ku kuştina sewalekî ya bi keyfî weke sûc tê dîtin. Divê hiqûqa me ya navxweyî di vê mijarê de sererastkirinekê bike. Xelkê Erxevanê bi wijdanî nêz dibe û li gorî baweriya xwe naxwazin sewal bên kuştin. Jixwe koçberiyeke mezin li herêmê heye û yên mayî jî debara xwe bi mêşvanî, sewalkarî û çandiniyê idkin. Lê nêçîrvaniya li herêmê ziyaneke mezin dide wan. Ji bo ku ev herêm ji herêma nêçîrvaniyê were derxistin, em niha li herêmê îmzeyan kom dikin û dê bişînin saziyên têkildar.” 
 
MA / Omer Akin
 
 
 

Sernavên din

07/01/2023
14:41 Polîsan gule berdan dolmîşa penaberan: Kesek mir, kesek birîndar bû
14:35 35 sal in agahî ji Îsa Soysal nayê girtin
14:35 Dayikên Şemiyê : Em ji bo qûrbaniyên Basayê edaletê dixwazin
13:59 Doza Denîz Poyraz: Em ê dosyeyê bibin dadgehên bilind
13:35 Ozdogan: Di pergala hiqûqê de blokekirina alîkariyê tune ye
11:56 Berxwedana li Rojhilat û Îranê dê li Amedê were nîqaşkirin
11:27 Malbata Şenyaşar: Tawanbar xwe li pişt AKP’ê veşartiye
10:59 Li Îranê 2 kes hatin bidarvekirin
10:46 Abdullah Ocalan: ‘Gladioya nû’ nayê fêmkirin, dibe meylên bi vî rengî rû bidin
10:13 Sê jinên ku rêya wan li ser têkoşîna azadiyê gihîşt hev !
09:40 Dest ji koçertiya bi salan berdide!
09:29 Gelê Amedê: Bi bloqekirina xizîneyê nikarin vîna gel bişkînin HDP gel e
09:11 Rojnamevan Gulo: Gel li xaka Sûriyeyê li çareseriyê digere
09:02 Parêzer Yildirim: Heya hiqûq li Îmraliyê pêk neyê em ê têbikoşin
09:02 Li Amedê konsera Serê Salê tê lidarxistin
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:05 Li Amedê otobusa rêwiyan wergeriya: 5 kes mirin 22 kes birîndar bûn
06/01/2023
23:00 Li Wêjegeh Amedê fîlmê ‘Pîrebok’ê
22:39 Li Kanîreşê berfê erdê spî kir
21:20 Dayika Aştiyê Demîr jiyana xwe ji dest da
16:13 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bang: Divê demildest lêkolîn bê destpêkirin
15:54 Nobeta Aştiyê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:36 Şandeya ku ji Başûr hat serdana DBP’ê kir
14:18 Sepanên li Deriyê Sînor ê Xabûrê rêya îxracatê dirêj kir!
14:16 OHD: Blokekirina hesabê alîkariya bo HDP’ê li dijî Destûra Bingehîn e
14:08 ÎSÎG’ê rapora sala 2022’yan aşkere kir: Hezar û 843 karkeran jiyana xwe ji dest da
14:01 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:55 Xelata Edaletê dan Emîne Şenyaşar
12:46 Li Edeneyê nan bû 5 TL
12:29 Vahyettîn Sari yê 25 sal in girtî ye sewqî Sîncanê hate kirin
12:29 Serokwekîlê Koma HDP’ê Olûç: Em bê vebijêrk nînin, em ê mezin bidin windakirin
12:02 Ji bo Îmraliyê gazî Wezareta Dadê kirin: Divê Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike
11:43 Sakîne Cansiz: Li Rojhilat baweriya min bi hêza jinê tê
11:34 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em nêzî vebijêrka namzetê hevpar in
10:45 Bertek nîşanî biryara AYM’ê da: Darbeyeke li dijî siyaseta demokratîk e
10:40 Fehîm Taştekin: Li Sûriyeyê kurd dikarin hevkariyê bi ser bixînin
10:21 Wezaretê mirina Rozerîn Çûkûr weke ‘maf’ dît
10:07 Li Mêrsînê 8 kes hatin binçavkirin
10:03 Xwendekarên rastî êrişa nîjadperestan hatibûn hatin berdan
09:59 Lêçûyînên qeymeqamiyê hemû ji kîsî şaredariyê ne
09:58 Pitika ku di bin TIR’ê de ma jiyana xwe ji dest da
09:43 Li Pêtirgehê 32 qadên madenê hatine vekirin!
09:03 Şaredariya AKP'î ruxset da avahiya derqanûnî
09:03 Sînem Mihemed: Şermezarkirin têr nake, divê li dijî ambargoyê tevbigerin
09:02 Li Sêrtê seferberiya ji bo kurdî: Em xwedî li zimanê xwe derkevin
09:02 Li komeleya AVESTA'yê qursên kurdî dest pê kirin
09:01 Baltaci ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:01 ‘Gelo ji zilma kîmyasalê mezintir zilmek din heye?’
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2023'YAN
05/01/2023
20:44 Amedsporê cardin qalevan Yokûşlû transfer kir
20:36 Platforma Jinan a Dersimê: Gulîstan Dokû li ku ye?
19:56 Li Hezêxê zarokekê hewl da ku xwe bikuje
18:54 Cenazeyê Evîn Goyiyê li Qendîlê spartin axê
16:53 Li Şirnexê jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
16:52 Togrûl: Gelo AYM di fermana kê de ye?
16:43 AYM’ê biryara HDP’ê teblîxî parêzeran nekir
16:40 ‘Berevajîkirinên emniyetê bûn mijara darizandinê’
15:34 Qeymeqamtiyê têkildarî tundiya polîsan a li Nisêbînê daxuyanî da
15:20 Cenazeyê Mîr Perwer di bin dorpêçê de hat veşartin
15:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:59 Qeyûm li Amedê ji bo kadroyan seferber bûn: Herî kêm 700 kesan dikin kadro
14:59 Doza GOÇÎZDER’ê: 13 kes hatin berdan
14:47 Cenazeyê Emîne Kara ber bi Qendîlê ve hate oxirkirin
14:29 Jinan li Amedê jinên kurd bibîr anî: Dengê jinan dengê şoreşê ye
14:15 Hesaba alîkariya Xizîneyê ya HDP’ê hate bloqekirin
13:52 Baroya Mêrdînê têkildarî tundiya polîsan daxuyanî da
13:04 Cenazeyê qurbaniyê êrişa Fransayê Abdurrahman Kizil hat veşartin
12:55 Derhiqûqtiya li girtîgehê: Hevdîtinên parêzer-girtiyan hatine guhdarîkirin
12:52 Cezayê gefxwarinê li kujer Onûr Gencer hat birîn
12:30 PAK’ê ji bo piştgiriyê serdana Malbata Şenyaşar kir
12:29 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:53 Çalakiya parlamenterên HDP’ê: Li Îmraliyê hiqûq ji holê hatiye rakirin
11:26 Li rojnamevana girtî Şahînliyê piştî 5 salan doz hate vekirin
11:15 Di operasyona leşkerî de daristan hatin şewitandin
10:46 Li Mezopotamyayê xetereya hişkesaliyê
10:02 Polîsan ji ber cil û bergên kurdî tundiyê li zarokek û ciwanekî kirin
09:04 Birayê Arvas ji bo Kîlyosê bang li parêzvanên mafên mirovan kir
09:04 Kursiya ku avêt polîsan wekî çekê hatiye hesibandin!
09:03 Li Nûrheqê qada ji bo kanên madenan hatiye veqetandin ji qada jiyanê berfirehtir e
09:03 Qeyûm nikaribû pere bide, 'Baxçeyê Gel' di nîvî de ma
09:03 Qeyûm ji dêvla Qada Bajêr, tuwalet çêkirine
09:03 Dadgeh: Beşdariya li civîna KCD'ê ne sûc e
09:02 Daxwazên Baroya Şirnexê yên ji bo tevlibûna dozên jinan tên redkirin
09:02 Tevî ku gurcikek wî nîne jî tedawiya wî nayê kirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2023'YAN
04/01/2023
22:33 2 leşker ji ber destdirêjiyê hatin girtin
20:54 Berteka ciwanan a li dijî tecrîdê: Aştî nayê tecrîdkirin
20:39 Kesên di Komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
19:32 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Şoreşger Menal Mêrdîn bi êrîşeke bêbext şehîd bû
16:36 HABER-SEN’ê ji bo piştevaniyê serdana Şenyaşar kir
16:18 Aslan: Kesên keça min revandine tên parastin
15:56 Beştaş: Îktidarê ji zû ve hilbijartinê winda kiriye
15:49 MKM: Em xwedî li cenazeyan derkevin
15:24 Li Îranê berxwedana bê navber
15:08 Li pêşiya TUÎK’ê protesto: Em ne budçeya şer lê ya kedkaran dixwazin
14:40 Doza GOÇÎZDER’ê: Bihayê barkêşiyê bû mijara sûc
14:13 ÎHD’ê ji bo pirsgirêka girtiyên nexweş çareseriya mayînde pêşniyar kir
14:01 Li Girtîgeha Afyonê greva birçîbûnê dest pê kir
13:50 Hestiyên li Geliyê Zîlan derketin holê di rojeva Meclisê de ye
12:42 Ferît Şenyaşar: Gelê Rihayê ber edliyeyê nîşanî bijartiyan dide