Nobeta Edaletê di roja 10’an de didome: Dawî li sûcê xwe yê li Îmraliyê bînin

img
ENQERE - Parlamenterên HDP’ê diyar kirin ku girîngtirîn aktorê çareseriya demokratîk, Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha bang li Wezareta Dadê kirin: “Dawî li tecrîda Îmraliyê bînin. Dawî li bêhiqûqî û sûcên xwe yên li Îmraliyê bînin.” 
 
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo ku parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bikarin bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, li pêşiya Wezareta Dadê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya parlamenteran di roja 10’an de berdewam kir. Parlamenteran ji Deriyê Dîkmen ê Meclisê ber bi Wezareta Dadê ve dest bi meşê kirin. Parlamenterên HDP’ê Fatma Kurtulan, Mûrat Sarisaç, Abdullah Koç, Habîp Eksîk, Erdal Aydemîr, Huseyîn Kaçmaz, Hasan Ozguneş, Erol Katircioglû, Mahmut Togrul, Celadet Gaydali, Ayşe Surucu, Nûsrettîn Maçîn û Îmam Taşçier tev li meşê bûn. Lê belê meşa parlamenteran ji hêla polîsan ve hate astengkirin. Li ser vê yekê parlamenteran li vir daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Parlamenter Habîp Eksîk da zanîn ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev 24 sal in di nava şert û mercê giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 22 meh in jî tu agahî jê nayên girtin. 
 
Bi domdarî Eksîk bal kişand ser rewşa agahînegirtina mutleq a li Îmraliyê û wiha got: “Astengiya herî mezin a li pêşiya pêşeroja gelên Tirkiyeyê û astengiya herî mezin a li pêşiya jiyaneke aştiyane û demokratîk a gelên Tirkiyeyê tecrîd e. Di çareserkirina pirsgirêka kurd de birêz Abdullah Ocalan girîngtirîn aktor e û di vê mijarê de roleke girîng li xwe digire. Tevî vê yekê jî tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan didome. Ev 22 meh in tu agahî ji birêz Ocalan û girtiyên din nayên girtin. Ev tecrîd li dijî Makeqanûna Tirkiyeyê, peymanên navneteweyî û hiqûqê ye. Mafên însanî û hiqûqî yên birêz Ocalan tên xespkirin. Nahêlin ku bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinan bike. Em baş pê dizanin ku hêzên komploya navneteweyî pêk anîn û naxwazin aştî were Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê mezintirîn astengiyên li pêşiya rakirina tecrîdê ne. Em baş dizanin ku ev îktîdar li gorî fermanên van hêzan tevdigere.”
 
'DIVÊ DERIYÊN ÎMRALIYÊ BÊN VEKIRIN’ 
 
Di berdewamê de Eksîk anî ziman ku heta tecrîd bidawî nebe dê pirsgirêkên gelên Tirkiyeyê jî çareser nebin û wiha dirêjî da axqaftina xwe: “Rewşa aboriyê roj bi roj xerabtir dibe û jiyan dihetike. Bingeha pirsgirêkên ku îro gelên Tirkiyeyê dijîn, neçareserkirina pirsgirêka kurd û polîtîkayên şer e. Navnîşana çareserkirina van pirsgirêkan jî hevdîtinên bi muxatabên pirsgirêkê re ye. Di çareserkirina pirsgirêka kurd de mezintirîn aktor birêz Ocalan e. Hevdîtinên di pêvajoya çareseriyê de bi birêz Ocalan re hatine kirin nîşan da ku rêya jiyaneke birûmet, aştiyane û wekhev bi aştî, çareserkirina pirsgirêka kurd û demokrasiyê dibe. Ji bo vê jî tekane rê ew e ku muzakere dîsa dest pê bikin û aştî pêk bê. Mîna di pêvajoya çareseriyê de, divê dîsa deriyên Îmraliyê bê vekirin û hevdîtin bên kirin.” 
 
'JI BO AZADIYA RAMAN DIVÊ GAV BÊN AVÊTIN’
 
Herî dawî jî Eksîk wiha bang li Wezareta Dadê kir: “Divê tavilê dawî li pergala tecrîdê ya li ser birêz Ocalan bînin. Pergala tecrîdê ya li Îmraliyê hem pergaleke dijmirovî ye û hem jî rêbazeke îşkenceyê ye. Divê mafên birêz Ocalan ên îro hatine xespkirin dîda lê werin vegerandin. Divê di çarçoveya mafê hêviyê de ji bo azadiya wî ya fîzîkî gav bên avêtin. Mafê hêviyê, yek ji mafên bingehîn e ku yê tevahiya mirovan e. Divê ev maf di çarçoveya mafê azadiya fîzîkî de bê nirxandin. Em li vir dîsa bang li Wezareta Dadê dikin ku dawî li vê bêhiqûqiyê bînin, dawî li vî sûcî bînin. Dawî li tecrîda ser Girtîgeha Îmraliyê bînin. Bila birêz Ocalan bikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Ji bo çareserkirina pirsgirêka li ser bingeheke demokratîk, bila muxatab bi hev re hevdîtinan bikin.” 
 

Sernavên din

07/01/2023
14:41 Polîsan gule berdan dolmîşa penaberan: Kesek mir, kesek birîndar bû
14:35 35 sal in agahî ji Îsa Soysal nayê girtin
14:35 Dayikên Şemiyê : Em ji bo qûrbaniyên Basayê edaletê dixwazin
13:59 Doza Denîz Poyraz: Em ê dosyeyê bibin dadgehên bilind
13:35 Ozdogan: Di pergala hiqûqê de blokekirina alîkariyê tune ye
11:56 Berxwedana li Rojhilat û Îranê dê li Amedê were nîqaşkirin
11:27 Malbata Şenyaşar: Tawanbar xwe li pişt AKP’ê veşartiye
10:59 Li Îranê 2 kes hatin bidarvekirin
10:46 Abdullah Ocalan: ‘Gladioya nû’ nayê fêmkirin, dibe meylên bi vî rengî rû bidin
10:13 Sê jinên ku rêya wan li ser têkoşîna azadiyê gihîşt hev !
09:40 Dest ji koçertiya bi salan berdide!
09:29 Gelê Amedê: Bi bloqekirina xizîneyê nikarin vîna gel bişkînin HDP gel e
09:11 Rojnamevan Gulo: Gel li xaka Sûriyeyê li çareseriyê digere
09:02 Parêzer Yildirim: Heya hiqûq li Îmraliyê pêk neyê em ê têbikoşin
09:02 Li Amedê konsera Serê Salê tê lidarxistin
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:05 Li Amedê otobusa rêwiyan wergeriya: 5 kes mirin 22 kes birîndar bûn
06/01/2023
23:00 Li Wêjegeh Amedê fîlmê ‘Pîrebok’ê
22:39 Li Kanîreşê berfê erdê spî kir
21:20 Dayika Aştiyê Demîr jiyana xwe ji dest da
16:13 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bang: Divê demildest lêkolîn bê destpêkirin
15:54 Nobeta Aştiyê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:36 Şandeya ku ji Başûr hat serdana DBP’ê kir
14:18 Sepanên li Deriyê Sînor ê Xabûrê rêya îxracatê dirêj kir!
14:16 OHD: Blokekirina hesabê alîkariya bo HDP’ê li dijî Destûra Bingehîn e
14:08 ÎSÎG’ê rapora sala 2022’yan aşkere kir: Hezar û 843 karkeran jiyana xwe ji dest da
14:01 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:55 Xelata Edaletê dan Emîne Şenyaşar
12:46 Li Edeneyê nan bû 5 TL
12:29 Vahyettîn Sari yê 25 sal in girtî ye sewqî Sîncanê hate kirin
12:29 Serokwekîlê Koma HDP’ê Olûç: Em bê vebijêrk nînin, em ê mezin bidin windakirin
12:02 Ji bo Îmraliyê gazî Wezareta Dadê kirin: Divê Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike
11:43 Sakîne Cansiz: Li Rojhilat baweriya min bi hêza jinê tê
11:34 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em nêzî vebijêrka namzetê hevpar in
10:45 Bertek nîşanî biryara AYM’ê da: Darbeyeke li dijî siyaseta demokratîk e
10:40 Fehîm Taştekin: Li Sûriyeyê kurd dikarin hevkariyê bi ser bixînin
10:21 Wezaretê mirina Rozerîn Çûkûr weke ‘maf’ dît
10:07 Li Mêrsînê 8 kes hatin binçavkirin
10:03 Xwendekarên rastî êrişa nîjadperestan hatibûn hatin berdan
09:59 Lêçûyînên qeymeqamiyê hemû ji kîsî şaredariyê ne
09:58 Pitika ku di bin TIR’ê de ma jiyana xwe ji dest da
09:43 Li Pêtirgehê 32 qadên madenê hatine vekirin!
09:03 Şaredariya AKP'î ruxset da avahiya derqanûnî
09:03 Sînem Mihemed: Şermezarkirin têr nake, divê li dijî ambargoyê tevbigerin
09:02 Li Sêrtê seferberiya ji bo kurdî: Em xwedî li zimanê xwe derkevin
09:02 Li komeleya AVESTA'yê qursên kurdî dest pê kirin
09:01 Baltaci ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:01 ‘Gelo ji zilma kîmyasalê mezintir zilmek din heye?’
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2023'YAN
05/01/2023
20:44 Amedsporê cardin qalevan Yokûşlû transfer kir
20:36 Platforma Jinan a Dersimê: Gulîstan Dokû li ku ye?
19:56 Li Hezêxê zarokekê hewl da ku xwe bikuje
18:54 Cenazeyê Evîn Goyiyê li Qendîlê spartin axê
16:53 Li Şirnexê jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
16:52 Togrûl: Gelo AYM di fermana kê de ye?
16:43 AYM’ê biryara HDP’ê teblîxî parêzeran nekir
16:40 ‘Berevajîkirinên emniyetê bûn mijara darizandinê’
15:34 Qeymeqamtiyê têkildarî tundiya polîsan a li Nisêbînê daxuyanî da
15:20 Cenazeyê Mîr Perwer di bin dorpêçê de hat veşartin
15:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:59 Qeyûm li Amedê ji bo kadroyan seferber bûn: Herî kêm 700 kesan dikin kadro
14:59 Doza GOÇÎZDER’ê: 13 kes hatin berdan
14:47 Cenazeyê Emîne Kara ber bi Qendîlê ve hate oxirkirin
14:29 Jinan li Amedê jinên kurd bibîr anî: Dengê jinan dengê şoreşê ye
14:15 Hesaba alîkariya Xizîneyê ya HDP’ê hate bloqekirin
13:52 Baroya Mêrdînê têkildarî tundiya polîsan daxuyanî da
13:04 Cenazeyê qurbaniyê êrişa Fransayê Abdurrahman Kizil hat veşartin
12:55 Derhiqûqtiya li girtîgehê: Hevdîtinên parêzer-girtiyan hatine guhdarîkirin
12:52 Cezayê gefxwarinê li kujer Onûr Gencer hat birîn
12:30 PAK’ê ji bo piştgiriyê serdana Malbata Şenyaşar kir
12:29 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:53 Çalakiya parlamenterên HDP’ê: Li Îmraliyê hiqûq ji holê hatiye rakirin
11:26 Li rojnamevana girtî Şahînliyê piştî 5 salan doz hate vekirin
11:15 Di operasyona leşkerî de daristan hatin şewitandin
10:46 Li Mezopotamyayê xetereya hişkesaliyê
10:02 Polîsan ji ber cil û bergên kurdî tundiyê li zarokek û ciwanekî kirin
09:04 Birayê Arvas ji bo Kîlyosê bang li parêzvanên mafên mirovan kir
09:04 Kursiya ku avêt polîsan wekî çekê hatiye hesibandin!
09:03 Li Nûrheqê qada ji bo kanên madenan hatiye veqetandin ji qada jiyanê berfirehtir e
09:03 Qeyûm nikaribû pere bide, 'Baxçeyê Gel' di nîvî de ma
09:03 Qeyûm ji dêvla Qada Bajêr, tuwalet çêkirine
09:03 Dadgeh: Beşdariya li civîna KCD'ê ne sûc e
09:02 Daxwazên Baroya Şirnexê yên ji bo tevlibûna dozên jinan tên redkirin
09:02 Tevî ku gurcikek wî nîne jî tedawiya wî nayê kirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2023'YAN
04/01/2023
22:33 2 leşker ji ber destdirêjiyê hatin girtin
20:54 Berteka ciwanan a li dijî tecrîdê: Aştî nayê tecrîdkirin
20:39 Kesên di Komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
19:32 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Şoreşger Menal Mêrdîn bi êrîşeke bêbext şehîd bû
16:36 HABER-SEN’ê ji bo piştevaniyê serdana Şenyaşar kir
16:18 Aslan: Kesên keça min revandine tên parastin
15:56 Beştaş: Îktidarê ji zû ve hilbijartinê winda kiriye
15:49 MKM: Em xwedî li cenazeyan derkevin
15:24 Li Îranê berxwedana bê navber
15:08 Li pêşiya TUÎK’ê protesto: Em ne budçeya şer lê ya kedkaran dixwazin
14:40 Doza GOÇÎZDER’ê: Bihayê barkêşiyê bû mijara sûc
14:13 ÎHD’ê ji bo pirsgirêka girtiyên nexweş çareseriya mayînde pêşniyar kir
14:01 Li Girtîgeha Afyonê greva birçîbûnê dest pê kir
13:50 Hestiyên li Geliyê Zîlan derketin holê di rojeva Meclisê de ye
12:42 Ferît Şenyaşar: Gelê Rihayê ber edliyeyê nîşanî bijartiyan dide