Rêveberiya Xweser a Şengalê: Şoreşger Menal Mêrdîn bi êrîşeke bêbext şehîd bû

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê ragihand ku di 2’yê Çileyê de li bajaroka Tilezêr a Şengalê di êrişeke çekdarî ya bi hevkariya dewleta tirk û PDK’ê, şoreşger û rewşenbîr Menal Mêrdîn jiyana xwe ji dest daye. 

 
Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku şoreşger û rewşenbîr Menal Mêrdîn ku 43 salan di nava tevgera azadiya Kurdistanê de maye, li bajaroka Tilezêr a Şengalê di encama suîqesteke bi bi destê dewleta tirk û PDK’ê de, jiyana xwe ji dest daye.
 
Daxuyaniya Rêveberiya Xweser bi vî awayî ye:
 
“Di destpêka sala nû de, di 2’yê Çileya 2023’an de li nahiya Tilezêr a Şengalê bi destê dewleta tirk û PDK’ê êrîşeke nû ya bêbext hate kirin û hevalê me Menal Mêrdîn di encama suîqastekî de hate şehîdkirin.
 
Hevalê Menal Mêrdîn, kesayeteke şoreşger û rewşenbîr e ku hemû jiyana xwe di nav têkoşîna azadiyê de derbas kiriye. Di nav 43 salên ku di nav tevgera azadiyê de cihê xwe girtiye kedeke mezin daye hemû gel û baweriyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn. Ji vê 43 salan, 20 salan di zindanên dewleta tirk a dagirker de maye û rojek jî li ber zext û êşkenceyan serî netewandiye.
 
Hevalê Menal Mêrdîn, piştî fermanê jî berê xwe da Şengalê da ku birînên civaka êzidî bipêçe, bi zanebûn û tecrubeya xwe xizmeta civaka êzidî bike. Bi taybet ji bo rastiya fermanên li ser civaka êzidî û rewşa piştî fermanê ji aliyê hemû cîhanê ve were naskirin, di nav xebata nivîsandina pirtûkek de bû. Ji bo vê jî demek li Serdeşta Çiyayê Şengalê ma, li vê derê xwest civaka êzidî, Çiyayê Şengalê û êzdatiyê ji nêz ve nas bike. Piştê vê xebatê jî ji Serdeştê berê xwe dabû Tilezêrê. Wî dixwest pirsgirên civaka êzidî çareser bike, ji pêdiviyên civakê re bibe bersiv. Bi taybet ji bo perwerdekirina civaka êzidî şev û roj kar û xebat meşand. Wî dixwest bi her awayî êş û jana civaka êzidî parve bike, destê xwe jî dilê xwe jî bixe bin vê barê giran.
 
Hevalê Menal di 02.01.2023’an de, li Tilezêrê rastî êrîşeke bêbext hat. Li mala ku kar û xebatên xwe yên civakî û rewşenbîrî dimeşand, bi tarzê suîqastê rastê êrîşê hat û di nav malê de hate şehîdxistin. Ev êrîş ji aliye kî ve hatiye kirin, armanc û hedefên vê êrîşê çi ne em baş dizanin. Ev êrîş bi destê MÎT’a tirk û PDK’ê ve hatiye kirin. Ev êrîşeke bêbext a plankirî ye. Em dixwazin vê agahiyê jî bidin raya giştî, di saetên ku ev êrîş çêbû de, balefira keşfê ya dewleta tirk jî li ser Tilezêrê bû. Xuya û zelal e ku ev êrîş ji aliyê MÎT’ê û PDK’ê ve hatiye plankirin û kirin.
 
Dewleta tirk a dagirker û PDK ji bo rê li ber vegera gel bigirin her carê êrîş kirine. Weke tê zanîn di demen dawî de vegera li ser cih û warê xwe berdewam e, herî dawî nêzî 100 malbatî ji Serdeştê vegeriyan Tilezêrê. Li ku derê vegera gel çêbe yekser dwleta Tirk û PDK êrîşê wê cihê dikin. Ev êrîşa dawî jî li Tilezêrê çêbûye, dijminên civaka Êzidî bi van êrîşan dixwazin rê li ber vegera gel bigirin.
 
Em van êrîşan baş nas dikin. Dewleta tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê di serî de li Silêmanî li gelek deverên Başûrê Kurdistanê jî êrîşên bi vî rengî dike. Herî dawî di 4’ê Cotmeha 2022’an de jina pêşeng a şoreşger Nagehan Akarsel bi hevkariya MÎT û PDK’ê ve li Silêmanî hate şehîdxistin. Her wiha, di 23’ê Kanûna 2022’an de li Parîsê Evîn Botan, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil hatin şehîdxistin. Ev hemû êrîş ji yek navendê tene meşandin, suîqasta li dijî hevalê Menal Mêrdîn jî xelekek ji van êrîşan e.
 
Dewleta Tirk a dagirker û PDK, ji piştî fermanê heya niha kesên pêşeng ên ku Şengalê û civaka Êzidî parastine hedef digire. Kesên ku rê li ber fermanê girtine, kesên ku Şengalê rizgar kirine, kesên ku ji bo xizmeta civaka Êzidî berê xwe dane Şengalê dibin hedefa dijminên Êzdayetiyê. Her kî xizmeta civaka Êzidî bike ew di çavê dewleta Tirk û PDK’ê de dibe dijmin. Ji ber ku ew her dixwazin Şengal birîndar bimîne, lê kesên weke hevalê Menal jî ji bo birînên Şengalê bipêçin bi baweriyeke mezin berê xwe didin Şengalê. Hevalê Menal dixwest li ser rastiya fermanê lêkolînan bike, dixwest siyaseta qirkirinê ya li ser civaka Êzidî ronî bike. Dijminên Êzdatiyê naxwazin pîlan û siyaseta qirkirinê were ronîkirin, Hevalê Menal ji ber vê hedef hate girtin.
 
Em ji dewleta Tirk a dagirker û PDK’a xiyanetkar re careke din dibêjin, hun çi bikin jî nikarin îradeya me ya bişkînin. Emê hesabê fermanê ji wan bixwazin. Emê hesabê şehîdxistina hevalê Menal ji wan bixwazin. Û em dizanin, dewleta Tirk û PDK dixwazin Şengalê dorpêç bikin, civaka Êzidî ji dostên xwe qut bikin. Lê ew çi bikin jî nikarin di vê siyaseta xwe ya qirêj de biserkevin. Civaka Êzidî dostên xwe jî baş nas dike, dijminên xwe jî. Û em dibêjin, çawa ku dost û xêrxwazên civaka Êzidî xwedî li Şengalê derketin, emê jî xwedî li keda wan derkevin. Weke Rêveberiya Xweser a Şengalê em sersaxî ji malbata hevalê Menal, ji nas û dostên wî re jî dixwazin.
 
Em bang li hemû gelê xwe jî dikin ku li hemberî van êrîşan xwedî sekn û helwesteke xurt be. Weke her carî li hemberî van êrîşan berteka xwe di asta herî bilind de nişan bide.  Çawa ku şoreşgeke mezin a weke hevalê Menal di rojên teng û zehmet de ji bo xizmeta civaka Êzidî berê xwe da Şengalê û di vê oxirê de şehîd ket, îro jî erk û berpirsyariya me ye em xwedî li keda hemû şehîdan derkevin û ji dijminên xwe hesabê van êrîşan bixwazin.
 
Ji bo sekn û helwesta xwe ya li hemberî van êrîşan nişan bidin, emê sibe ( 05.02.2023 ) meşeke girseyî lidarbixin. Meş wê saet di 13:30’an de li ber Meclîsa Gel a Tilezêrê dest pê bike û li ber Çarxerêya 14’ê Tebaxê xilas be. Em di serî de gelê xwe yê Tilezêrê, bang li hemû gele xwe dikin ku ji bo hesabê van êrîşên qirkirinê bixwazin tevlî meşê bibin.”

Sernavên din

07/01/2023
14:41 Polîsan gule berdan dolmîşa penaberan: Kesek mir, kesek birîndar bû
14:35 35 sal in agahî ji Îsa Soysal nayê girtin
14:35 Dayikên Şemiyê : Em ji bo qûrbaniyên Basayê edaletê dixwazin
13:59 Doza Denîz Poyraz: Em ê dosyeyê bibin dadgehên bilind
13:35 Ozdogan: Di pergala hiqûqê de blokekirina alîkariyê tune ye
11:56 Berxwedana li Rojhilat û Îranê dê li Amedê were nîqaşkirin
11:27 Malbata Şenyaşar: Tawanbar xwe li pişt AKP’ê veşartiye
10:59 Li Îranê 2 kes hatin bidarvekirin
10:46 Abdullah Ocalan: ‘Gladioya nû’ nayê fêmkirin, dibe meylên bi vî rengî rû bidin
10:13 Sê jinên ku rêya wan li ser têkoşîna azadiyê gihîşt hev !
09:40 Dest ji koçertiya bi salan berdide!
09:29 Gelê Amedê: Bi bloqekirina xizîneyê nikarin vîna gel bişkînin HDP gel e
09:11 Rojnamevan Gulo: Gel li xaka Sûriyeyê li çareseriyê digere
09:02 Parêzer Yildirim: Heya hiqûq li Îmraliyê pêk neyê em ê têbikoşin
09:02 Li Amedê konsera Serê Salê tê lidarxistin
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:05 Li Amedê otobusa rêwiyan wergeriya: 5 kes mirin 22 kes birîndar bûn
06/01/2023
23:00 Li Wêjegeh Amedê fîlmê ‘Pîrebok’ê
22:39 Li Kanîreşê berfê erdê spî kir
21:20 Dayika Aştiyê Demîr jiyana xwe ji dest da
16:13 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bang: Divê demildest lêkolîn bê destpêkirin
15:54 Nobeta Aştiyê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:36 Şandeya ku ji Başûr hat serdana DBP’ê kir
14:18 Sepanên li Deriyê Sînor ê Xabûrê rêya îxracatê dirêj kir!
14:16 OHD: Blokekirina hesabê alîkariya bo HDP’ê li dijî Destûra Bingehîn e
14:08 ÎSÎG’ê rapora sala 2022’yan aşkere kir: Hezar û 843 karkeran jiyana xwe ji dest da
14:01 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:55 Xelata Edaletê dan Emîne Şenyaşar
12:46 Li Edeneyê nan bû 5 TL
12:29 Vahyettîn Sari yê 25 sal in girtî ye sewqî Sîncanê hate kirin
12:29 Serokwekîlê Koma HDP’ê Olûç: Em bê vebijêrk nînin, em ê mezin bidin windakirin
12:02 Ji bo Îmraliyê gazî Wezareta Dadê kirin: Divê Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike
11:43 Sakîne Cansiz: Li Rojhilat baweriya min bi hêza jinê tê
11:34 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em nêzî vebijêrka namzetê hevpar in
10:45 Bertek nîşanî biryara AYM’ê da: Darbeyeke li dijî siyaseta demokratîk e
10:40 Fehîm Taştekin: Li Sûriyeyê kurd dikarin hevkariyê bi ser bixînin
10:21 Wezaretê mirina Rozerîn Çûkûr weke ‘maf’ dît
10:07 Li Mêrsînê 8 kes hatin binçavkirin
10:03 Xwendekarên rastî êrişa nîjadperestan hatibûn hatin berdan
09:59 Lêçûyînên qeymeqamiyê hemû ji kîsî şaredariyê ne
09:58 Pitika ku di bin TIR’ê de ma jiyana xwe ji dest da
09:43 Li Pêtirgehê 32 qadên madenê hatine vekirin!
09:03 Şaredariya AKP'î ruxset da avahiya derqanûnî
09:03 Sînem Mihemed: Şermezarkirin têr nake, divê li dijî ambargoyê tevbigerin
09:02 Li Sêrtê seferberiya ji bo kurdî: Em xwedî li zimanê xwe derkevin
09:02 Li komeleya AVESTA'yê qursên kurdî dest pê kirin
09:01 Baltaci ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:01 ‘Gelo ji zilma kîmyasalê mezintir zilmek din heye?’
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2023'YAN
05/01/2023
20:44 Amedsporê cardin qalevan Yokûşlû transfer kir
20:36 Platforma Jinan a Dersimê: Gulîstan Dokû li ku ye?
19:56 Li Hezêxê zarokekê hewl da ku xwe bikuje
18:54 Cenazeyê Evîn Goyiyê li Qendîlê spartin axê
16:53 Li Şirnexê jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
16:52 Togrûl: Gelo AYM di fermana kê de ye?
16:43 AYM’ê biryara HDP’ê teblîxî parêzeran nekir
16:40 ‘Berevajîkirinên emniyetê bûn mijara darizandinê’
15:34 Qeymeqamtiyê têkildarî tundiya polîsan a li Nisêbînê daxuyanî da
15:20 Cenazeyê Mîr Perwer di bin dorpêçê de hat veşartin
15:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:59 Qeyûm li Amedê ji bo kadroyan seferber bûn: Herî kêm 700 kesan dikin kadro
14:59 Doza GOÇÎZDER’ê: 13 kes hatin berdan
14:47 Cenazeyê Emîne Kara ber bi Qendîlê ve hate oxirkirin
14:29 Jinan li Amedê jinên kurd bibîr anî: Dengê jinan dengê şoreşê ye
14:15 Hesaba alîkariya Xizîneyê ya HDP’ê hate bloqekirin
13:52 Baroya Mêrdînê têkildarî tundiya polîsan daxuyanî da
13:04 Cenazeyê qurbaniyê êrişa Fransayê Abdurrahman Kizil hat veşartin
12:55 Derhiqûqtiya li girtîgehê: Hevdîtinên parêzer-girtiyan hatine guhdarîkirin
12:52 Cezayê gefxwarinê li kujer Onûr Gencer hat birîn
12:30 PAK’ê ji bo piştgiriyê serdana Malbata Şenyaşar kir
12:29 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:53 Çalakiya parlamenterên HDP’ê: Li Îmraliyê hiqûq ji holê hatiye rakirin
11:26 Li rojnamevana girtî Şahînliyê piştî 5 salan doz hate vekirin
11:15 Di operasyona leşkerî de daristan hatin şewitandin
10:46 Li Mezopotamyayê xetereya hişkesaliyê
10:02 Polîsan ji ber cil û bergên kurdî tundiyê li zarokek û ciwanekî kirin
09:04 Birayê Arvas ji bo Kîlyosê bang li parêzvanên mafên mirovan kir
09:04 Kursiya ku avêt polîsan wekî çekê hatiye hesibandin!
09:03 Li Nûrheqê qada ji bo kanên madenan hatiye veqetandin ji qada jiyanê berfirehtir e
09:03 Qeyûm nikaribû pere bide, 'Baxçeyê Gel' di nîvî de ma
09:03 Qeyûm ji dêvla Qada Bajêr, tuwalet çêkirine
09:03 Dadgeh: Beşdariya li civîna KCD'ê ne sûc e
09:02 Daxwazên Baroya Şirnexê yên ji bo tevlibûna dozên jinan tên redkirin
09:02 Tevî ku gurcikek wî nîne jî tedawiya wî nayê kirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2023'YAN
04/01/2023
22:33 2 leşker ji ber destdirêjiyê hatin girtin
20:54 Berteka ciwanan a li dijî tecrîdê: Aştî nayê tecrîdkirin
20:39 Kesên di Komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
19:32 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Şoreşger Menal Mêrdîn bi êrîşeke bêbext şehîd bû
16:36 HABER-SEN’ê ji bo piştevaniyê serdana Şenyaşar kir
16:18 Aslan: Kesên keça min revandine tên parastin
15:56 Beştaş: Îktidarê ji zû ve hilbijartinê winda kiriye
15:49 MKM: Em xwedî li cenazeyan derkevin
15:24 Li Îranê berxwedana bê navber
15:08 Li pêşiya TUÎK’ê protesto: Em ne budçeya şer lê ya kedkaran dixwazin
14:40 Doza GOÇÎZDER’ê: Bihayê barkêşiyê bû mijara sûc
14:13 ÎHD’ê ji bo pirsgirêka girtiyên nexweş çareseriya mayînde pêşniyar kir
14:01 Li Girtîgeha Afyonê greva birçîbûnê dest pê kir
13:50 Hestiyên li Geliyê Zîlan derketin holê di rojeva Meclisê de ye
12:42 Ferît Şenyaşar: Gelê Rihayê ber edliyeyê nîşanî bijartiyan dide