Sakîne Cansiz: Li Rojhilat baweriya min bi hêza jinê tê

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Sakîne Cansiz di hevpeyvîneke xwe de ji bo rejîma Îranê dibêje “Ev wehşet, qeder nîne” û wiha balê dikişîne ser rola pêşengtiya jinên kurd: “Jinên faris, belûc, azarî û kurd, xwedî wê hêzê ne ku bikarin hesreta xwe ya dîrokî pêk bînin.” 
 
Sê jinên ku ji dem û cihên cuda yên erdnîgariya Kurdistanê de ji dayik bûn, ji bo guherandina “qedera” li gelê kurd hatiye ferzkirin ketin heman rê. Tevahiya emrê xwe bi têkoşînê derbas kirin û tevli karwanê kesên ku digotin; “Em bi qasî ku di rêya wê de bimrin ji jiyanê hez dikin.” 
 
Yek ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9’ê Çileya sala 2013’an de li paytexta Fransayê Parîsê di encama sûîqestekê de hatin qetilkirin. Bi ser qetilkirina wan re 10 sal derbas bûn. Komkujî, di pêvajoya ku li Tirkiyeyê cara ewil bi awayeke fermî bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re li Îmraliyê hevdîtin dihatin kirin de hate kirin. Her çend ku di lixwemikûrhatinan û zanyariyan de rola Tirkiye û MÎT’ê ya di komkujiyê de derketibe holê jî, di lêpirsîna li Tirkiyeyê de encamek nehat bidestxistin. 
 
Hewldan çêbû ku dosyaya komkujiyê piştî mirina tetîkkêş Omer Guney were girtin. Lê belê piştre îtîrafên endamên MÎT’ê derketin û xuya bû ku li Ewropayê hewldanên sûîqestê yên nû hene. Li ser vê yekê malbat û parêzeran serlêdanên nû kirin û bi vê yekê re têkildarî rola MÎT’ê ya di komkujiyê de di nîsana 2017’an de lêpirsîn hate destpêkirin. Li dijî hevkariya navneteweyî ku bi biryara nepeniyê ya li ser lêpirsînê hate domandin, biryardariya têkoşîna azadiyê ya jinan jî berdewam kir û hêj didome. 
 
MEŞA AZADIYÊ 
 
Sakîne Cansiz ku yek ji pêşengên ewil ên Tevgera Jinên Kurd bû, li Dêrsimê hate oxirkirin ku bi salan berê cara ewil li wir dest bi şerê xwe kiribû. Lê ne meşa wê ya azadiyê û ne jî şerê wê yê di vê rêyê de xelas bû. Bi têkoşîna xwe ne tenê ji bo kurdan lê ji bo hemû jinên berxwedêr bû mînak û li pey xwe mîraseke mezin ê têkoşînê hişt. Jiyana Cansiz bû mijara belgefîlma “Jiyana min her tim şer bû: Sara” û berxwedana wê ya li Zindana Amedê jî bû mijara kurtefîlmê “Di 10 salan de 3 roj”. 
 
Cansiz, di sala 1958’an de li warê Besê û Zarîfeyan anku li Dêrsimê ji dayik bû. Cansiz, sala ku ji dayik bû di pirtûka xwe ya “Jiyana Min Her Tim Şer Bû” de vedibêje û dibêje ku di saleke nû tam di nîva zivistanê de li erdnîgariyeke berf lê dibare ji dayik bûye û vê jî weke şensekî dinirxîne. Ji ber şert û mercên dijwar ên madî, Cansiz tevî bavê xwe diçe Almanyayê. Lê hesreta wê ya bo welêt pir zêde ye û demek piştre dîsa li welêt vedigere. Ev veger bo Cansiz dibe vegereke diyarker. Cansiz, bi şoreşgerên li kêleka mala wan re hevnas dibe û dema lêgerînên wê dest pê dikin jî zewaca xwe bi dawî dike. 
 
3 NASNAME: KURD, ELEWÎ, JIN
 
Piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Adara 1971’an, têkoşîna ciwanên şoreşger pir bala Cansiz dikişîne û li Xartpêtê tev li xebatan bû. Tevahiya emrê wê bi têkoşîna ji bo nasnameyên kurd, elewî û jinê derbas bû. Ber bi sala 1978’an ve Cansiz êdî xebatên birêxistinkirina ciwanan li Dêrsim û derdora wê di domand. Di têkoşîna xwe ya 55 salan de hem li dijî dewletê û hem jî li dijî zîhniyeta mêr-serdest pêşengtî kir. Piştî ku dev ji hevjînê xwe berdayî, tev li têkoşîna çalak bû û bi sekn û têkoşîna xwe fikra “çi karê wê heye” serûbin kir. 
 
Di 27’ê Mijdara 1978’an de PKK’ê 1’emîn Kongreya xwe li dar xist û Cansiz jî tev li vê kongreya damezirandina PKK’ê bû. Di sala 1979’an de li Xarpêtê li ser îxbarekê tevî komeke hevalên xwe hate girtin. 
 
SEANSÊN ÎŞKENCEYÊ
 
Piştî Xarpêt û Meletiyê, li Zindana Amedê ma ku piştî Darbeya 12’ê Îlona 1980’an îşkence lê zêde dihatin kirin. Li îşkencexaneyan di bin îşkenceyê de teslîmiyet lê dihat ferz kirin lê wê heta dawiyê li ber xwe da û di îşkenceyê de erzînka wê hate şikandin. Bi gotina wê li van deverên “mîna kampên naziyan” bû sembola berxwedanê. Cisareta li hemberî van îşkenceyên dermirovî wiha vedibêje: “Di îşkenceyê de pêsîra min jê kirin. Lê weke milîtan û jineke xwedî dozeke rewa, min şerm kir bibêjim ax jî.” 
 
Cansiz, bi sekna xwe bû naveke wisa ku tu carî ji bîra pergalên mêr-serdest ya ku dixwaze jinan bi bedena wan ceza bikin cih girt. 
 
XEBATÊN JINAN
 
Piştî ku di sala 1991’an de ji girtîgehê derketî têkoşîna xwe hêj bêhtir çalak domand. Rêznameya Komeleya Jinên Welatparêz (YKD) nivîsand ku yekemîn sazîbûna jinan e û li Stenbolê hate avakirin. Her wiha yek ji damezirînerên YKD’ê bû. Di sala 1991’an de tev li pîrozbahiya Newroza ji hêla Partiya Kedê ya Gel (HEP) ve li Stenbolê hatibû organîzekirin bû. 
 
Piştî ku ji girtîgehê derketî tevî zextên dewletê jî di nava 5 mehan de xebatên pir girîng meşandin. Cansiz, di sala 1991’an de ji Tirkiyeyê derket û çû paytexta Sûriyeyê Şamê. Cansiz ku rêwiya têkoşîneke bênavber bû, di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hate qetilkirin. Beriya qetilkirinê jî xebatên xwe yên li Ewropayê didomand. 
 
HEVPEYVÎNA BI CANSIZ RE 
 
Sakîne Cansiz sala 2011'an ji bo Konferansa 3'emîn a Yekîtiya Jinên Rojhilatê Kurdistanê (YJRK) hatibû vexwendin. Edîtora Kovara Zîlan Çîmen Aras li ser encamên konferansê, girîngiya têkoşînê ji bo jinên Rojhilatê Kurdistanê û polîtîkayên rejîma Îranê yên têkildarî jinê hevpeyvînek bi Sakîne Cansiz re kiribû. Lê belê ji ber pirsgirêkeke teknîkî ya di qeyda deng de hevpeyvîn heta niha nekarîbû bihata weşandin. Bi nêzîkbûna salvegera şehadeta Sakîne Cansiz, hevpeyvîn yekemcar di hejmara Çileya 2022'an a rojnameya Newaya Jin de hate weşandin.
 
Hevpeyvîna ku Çîmen Aras Bi Sakîne Cansiz re kir û yekemcar li Newaya Jin hate weşandin wiha ye:
 
We jî di konferansa YJRK'ê de cihê xwe girt û guftugoyên pêk hatin şopand. Encamên vê konferansê çawa dinirxînin? 
 
Destpêkê, Konferansa 3. a YJRK’ê silav dikim. Konferanseke serkeftî bû. Di vî warî de tevahî rêhevalên jin yê delege ku tevlî konferansê bûne jî pîroz dikim. Asteke bilind a nîqaşê hebû û asteke girîng ya biryardariyê pêş ket. Min ev pir ji nêz ve dît û hîs kir. Li Kurdistanê asta ku tevgera me ya jin gihîştiyê girîng e. Qada ku destpêke PKK xwe bi rêxistin kir, weke partî hate damezrandin û li ser gel bandor kir Bakurê Kurdistanê bû. Lê paşê li tevahî Kurdistanê belav bû û bi demê re rêxistinbûna xweser ya jinê jî pêş ket. Di salên dawî de jinên Kurd yên li Rojhilat jî bi awayekî xweser xwe bi rêxistin kirin. Ji bo vê, ev gaveke pir girîng e.  
 
Ji destpêkê ve hûn di nav têkoşîna azadiyê de cihê xwe digirin. Berî têkoşîna azadiyê rewşa ku jina Kurd tê de bû çawa bû? Di pêşxistina tevgera azadiyê ya jina Kurd de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK'ê roleke çawa lîstin?
 
Bêguman, em dikarin bêjin ku li her aliyên Kurdistanê bi giştî pirsgirêkên ku jinên Kurd dijîn û rewşa jinan dişibin hev. Berî ku têkoşîna azadiyê dest pê bike, bi rastî jî jin tune bû. Tevahî nirxên gelê Kurd hatibûn desteserkirin, talankirin û di hemû aliyê jiyanê de mêtingeriyeke berfireh hebû. Tevî dagirkeriya li ser erdnîgariya Kurdistanê, ziman û çanda gelê Kurd, hemû nirxên dîrokî hatibû dizîn. Em dikarin bêjin ku jina Kurd û civaka Kurdistanê weke hev bûn, dişibiyan hev. Li Kurdistanê fikrê jinê, rêxistinbûna wê, lêgerîna wê û têkoşîna wê bi rastî jî tune bû. Jina Kurd ev jiyan jî ji bo xwe weke qeder qebûl kiribû. Di nava jinan de bêdengiyek hebû. Ji ber vê yekê tam jî di demeke wiha de destpêkirina têkoşîna azadiyê, damezrandina PKK'ê û derketina Rêbertî pir girîng bû. Ev derketin û pêngaveke weha bû ku ew tevahî bêdengiya dîrokî, tarîtiya dîrokî û bê rêxistinbûna heyî parçe kir. Di hemû aliyan de bandoreke mezin çêkir. Di rastiyê de kesek jî ne li benda gaveke weha bû. Di serî de jin, li ser hemû civakê bandoreke mezin çêkir. 
 
Serokatî jî ji destpêka têkoşîna azadiyê ve girîngiyeke mezin da jinê û bi awayekî taybet girte dest. Rêbertî destnîşan kir ku jiyan û civakbûn bi jinê dest pê kiriye û ji ber vê yekê dema civak nirxand ji neolîtîkê dest pê kir. Afirandina nirxên mirovahiyê, parastina wan, pêşketina wan, civakîbûna wan, bi awayekî pergalê rêxistinkirina wan, hinek jî di şexsê jinê de, di şexsê çanda dayîka xwedavend de pêş ket. Lê deshilatdariya ku li ser zayendê pêş ket jî li ser jinê çêbû. Ev dîroka jinê û qedera jinê bi tevahî guherand. Rêbertî jî ev rastî zanîbû û ji ber vê yekê dema civaka Kurdistanê girte dest, di serî de jin nirxand. Ji ber vê yekê di vê xalê de derketina îdeolojî û siyaseta me girîng bû. Ev haveyn, ev nêzikahî, ev taybetmendî hişt ku tevgera me bi awayekî kûr bandorê li ser civakê bike û gel jî xwedî lê derkeve. 
 
Tunekirina civakekê bi şikandina vîna wê, bêdengkirina wê, dûrxistina wê ya siyasetê û civakbûnê pê tê. Li Kurdistanê jî rastiyeke bi vî rengî hebû. Ev li ser civaka Kurd û jina Kurd bi kûrahî hatibû meşandin. Lê jin di guhertina vê rewşê de weke hêza sereke rol lîst. Ji bo ku ew civak ji nû ve zindî bibe, ji nû ve bi ser xwe ve were, vegere xwezayîbûna xwe û li ser vî bingehî xwe pêş bixe û rêxistin bike hêmana destpêkê jin bû. 
 
Jina Kurd xwe ji vê rewşa xirab çawa rizgar kir û ev serketin çawa bi dest xist? Di nav têkoşîna azadiyê de çawa hêz û rêxistinbûna xwe gihand vê astê? 
 
Li Bakurê Kurdistanê pêşketina têkoşîna jina Kurd zehmet bû. Tecrûbe tune bû. Di dîroka têkoşîna me de berxwedan hebû, tevger û lêgerîn hebûn, lêgerîna jinan yek bi yek hebû, lê belê li derdora îdeolojiyeke wiha de şiyarbûn, rastiya xwe destgirtin, dîroka xwe nirxandin û li gorî vê nirxandina civakê, li ser vî bingehî xwe rêxistinkirin tine bû. Ji ber vê yekê di wê demê de  dîtina pêwîstiya rêxistinbûna jinê û pêşxistina vê gaveke dîrokî bû. Bê guman ev ji bo hemû jinên Kurdistanê tecrûbeyeke bi wate û girîng e. Têkoşîna me nêzî 40 salan dewam dike. Di vê demê de rêxistinbûna me ya jin, bi giştî li tevahî Kurdistanê belav bû. Heta sînorê Kurdistanê jî derbas kir û bandor li jinên li ser vê erdnîgariyê dijîn jî kir. Ev têkoşîn hemû jinên din jî eleqadar dike û wan jî digire nav xwe. Gelek jin bi xwe jî di nav de ne. 
 
Ji bo jinan ya bi êş û xirab nerêxistinbûna me bû. Nerêxistinbûna me bingeha xwe ji ku digirt? Em bê îdeolojî bûn. Di pêvajoyê pêş de bi têkoşîna xwe gav bi gav xwe gihand îdeolojiya rizgariya jinê, rêgezên xwe ava kir, li gorî vê yekê xwe bi rêxistin kir û xwe hîn zêdetir bi hêz kir. Ev gelekî girîng e. 
 
Niha bi giştî tevgera me ya jinê li her qadî; di qada gerîla de, di qada civakî de, di her qadên jiyanê de rêxistinkirî ye. Rêxistinbûnên xweser jî pêş dikevin. Xwe gihand asta partîbûnê û sîwana xwe saz kir. Her weha kadroyên vê rêxistinê jî pêş xist û li gorî felsefeya azadiya vê tevgerê wan perwerde dike û pêş dixe. Ev jî di têkoşînê de gavekî girîng e. 
 
Hûn di nav vê têkoşîna azadiyê de tevlîbûna jinên Rojhilatê Kurdistanê çawa dinirxînin? Li ser civakê bandoreke çawa dike? Ji bo veguherîna civakê û bidestxistina azadiyê girîngiya vê çiye? 
 
Di nav vê têkoşînê de rêhevalên jin ên ji Rojhilatê Kurdistanê jî hene. Bi taybet jî piştî komploya li ser Rêbertiya me, ji Rojhilatê Kurdistanê beşdarbûna zêdetir bû. Ji destpêkê ve jî têkoşîn bi bandor bû, lêgerîn hebûn. Di dîrokê de jî tim li Rojhilatê Kurdistanê lêgerînên gelê me yê têkoşîn û azadiyê hebû. Lê piştî komploya li ser Rêbertiya me pêk hat, girêdanbûneke mezin, xwedîderketineke girseyî derket holê. Lê belê xwedîderketina jinê, pêl bi pêl hatina nav têkoşînê ya keçên ciwan pir girîng e. Pêl bi pêl hatina çiyayên azadiyê, ev bi rastî jî bi serê xwe şoreşek e. Ji ber ku li gorî felsefeya me ya jiyanê jî di her qadê de pêngavên ku piştî vê îdeolojiyê derketin holê bi wate ne. Derketina her jinekê jî li wê derê tevgerek ava dike. Di vê mijarê de Rêbertî jî weha digot: "Eger ji malekê jinek tevlî têkoşînê bûbe, ev tê wê wateyê ku li wê derê şoreşek çêbûye. Ji gundekî jinek derketibe ew der şoreşger dibe." 
 
Ji ber vê yekê hatina her jinekê ji Rojhilat; ji Makuyê, ji Urmiyê, ji Sine, ji Hewreman derketina her rêhevaleke jin, bi rastî bi serê xwe gavekî azadiyê ye, şoreşek e. Çima, ji ber ku pergala li Rojhilat, li Îranê ango pergala giştî ya li Rojhilata Navîn, hinek jî di şexsê Îranê de veguherî pergaleke dijwar. Kevneşopiya dewleta netewe, rejîma li wê derê, ol siyasî kir, ol bi dewlet kir, netewebûn gihand asta dewletê. Her pêşketina civakî, tevahî nirxên mirovahiyê bi zîhniyeta wê rejîmê girte dest û li ser bandor kir. Bi rastî jî îro hatiye asteke weha ku di vê rastiya civakê ya niha de herî zêde jin tarîtiyê dijî. Di nav rastiya civakeke weha de ketina nav lêgerîna azadiyê û hatina nav şoreşê ne tiştekî asayî ye. Piştî salên 1999’an, tevlîbûna jinê ya nav şoreşê hîn jî zêdetir bû. Piştî salên 2000’an lêgerîn kûrtir bû û jin her ku çû hîn bi hêztir xwe rêxistin kir. Li gorî xweseriya parçeyên Kurdistanê xwe birêxistin kir. Niha jî rêxistinkirina YJRK girîng e. Ev 6- 7 sal in di tevgera jin de kevneşopiyeke rêxistinbûna xweser jî heye. Ev ava bû. Bi tevahî kevneşopiya têkoşînê ya nêzî 40 salan heye. Ji tecrûbeya vê hêz girtin, lê di bingeha xweseriya xwe de jî yekîtiyek weha ava kirin gelekî girîng e. Di nav vê demê de tecrûbeyên hatine qezencirin hene. Gavên hatine bidestxistin hene. Ev bandorê li ser civakê dike. Her hevalek, bi beşdarbûna xwe, derdor û malbata jê hatiyê jî bandor dike. Hatina her hevalekê, li hemberî wê pergala ku azadiya jinê jê didize, bersiva herî mezin bû. Lê belê rêxistinkirina wê cewher û hêza jinê, îdîaya jinê û bi vê yekê çareserkirina tevahî pirsgirêkên civakê, ji aliyê jinê ve hewldana wê, rêxistinkirina wê her ku diçe girîngî û pêdiviyeke mezintir derdixe holê. Eger em xwe rast rêxistin bikin, xurt rêxistin bikin em ê karibin bersîva vê bidin. 
 
Di pêvajoyeke weha de ji bo jinên Kurd û rêxistinbûna jinên Rojhilatê Kurdistanê, girîngiya lidarxistina konferanseke bi vî rengî çi ye? 
 
Ji bo rêxistinbûn û têkoşîna li Rojhilatê Kurdistanê YJRK bersivek e. Gavekî dîrokî ye. Konferansa sêyemîn e. Di Konferansa 3. a YJRK de asta nîqaşan û nirxandina pergalê gelekî xurt bû. Wahşeta ku rejîma Îranê li ser jinê dimeşîne, îdam, recîm û tevahî pêkanînên din ji nû ve hatin destgirtin û ev ji nû ve bi kûrahî hate hîskirin. Mesela min bi xwe jî heta mêjiyê hestiyê xwe ev hîs kir. Hem jî di tevahî hevalan de min ev dît. Bi rastî jî her hevala ku li wê derê jiyaye, ev tişt tevahî dîtiye, ji nû ve û ji nû ve ew encamên ku ev wahşet li ser jin û civakê ava kiriye hîs kirin. Ev jî gelekî girîng bû. Dema ev hest veguherin zanebûnê, veguherin biryardarî û perspektîfê, veguherin rêxistinbûnê encex ev kare bibe bersiv. Em dikarin bi vê yekê bersiv bidin. Bi vê em dikarin pêkanînên wê rejîmê derbas bikin, bişkînin. 
 
Bê guman ev ne hêsan e. Me (di konferansê de) nîqaş kir. Rexmî ev qas zilm û çewisandina rejîmê, gihîştina her jinekî, danûstandina bi her malbatê û her beşên civakê re erka me ye. Tiştekî ku nebe nîne, şert û merc çi bin jî, derfetê vê hene. Jixwe rejîm dixwaze vê têgihiştinê ava bike. Dixwaze baweriyek weha ava bike ku bêjin, "Ev pergal wiha hatiye û wê wiha berdewam bike, ev rejîma zordar nikare were hilweşandin." Dixwaze di civakê de vî fikrî ava bike. Em karin bêjin ku di hin aliyan de jî encamê vê girt. Bi zilm û zexta ku li ser civakê meşand ev pêk anî. Naxwe tu beşên civakê, ti jin wê zilmê qebûl nake. Ma ti jin dixwaze were recimkirin, vê qebûl dike? Na, tu carî! 
 
We behsa rêbazên rejîmê kir, lê li Rojhilatê Kurdistanê jî rejîma Îranê, pergala baviksalarî zexteke mezin li ser jinê dike. Ev bandoreke çawa li ser civakê çêdike? Rejîm bi vê yekê civakeke çawa ava dike?
 
Ji bo rêbazên rejîmê bînim ziman, dixwazim fîlmekî weke mînak nîşan bidim. Bawer dikim gelek heval jî ew fîlmê bi navê ‘Recimandina Sureyya’ (The Stoning of Soraya) temaşe kirine. Ew fîlm bandorek mezin li ser min kir. Ew fîlm weke belgeselek e. Di wî fîlmî de min aliyên pir balkêş yê rejîmê dîtin. Hevalên jin û xort jî divê li vî filmî temaşe bikin. Bi taybetî hevalên xort, di şexsê wî fîlmî de lazim e careke din rastiya rejîmê ya pergalê, rastiya zilam, asta ku ev pergal zilam aniye û jin aniye kû derê, careke din bibînin. Ji xwe di nirxandin û dahûrandinên rêxistinê yên heta niha de, di bername û xebatên YJRK bixwe de jî pergal bi berfirehî hatiye ziman û aliyên bi bandor destnîşan kirine. Rêbazên rejîmê, pûçbûn, xerabûn, bêkesayetî, di warê aborî de encamên ku ev pergal û siyaseta wê derxistiye holê em bi kûrahî dinirxînin. Ev bi berfirehî di bernameya YJRK’ê de jî heye. Lê carna ev fîlm jî girîng in. 
Di wî fîlmî de em çi dibînin? Di civakê de pergala ku li ser zayendekî de pêş dikeve, desthilatdariya xwe dispêre zayendekî û encamên ku di zilam de derdixe holê, mirov bi tirs temaşe dike. Heta mirov taqeta temaşekirinê hîç di xwe de nabîne, xwîna mirov dicemide. Weke mînak; zilamek zewicî ye, 2 keçik û 2 kurikên wî hene. Lê piştî demekê careke din dizewice. Bi keçeke din ya pir ciwan, belkî 10 an 12, an jî 14 salî re dîsa dizewice. Bi vê yekê zilam wê dîsa çanda tecawizê li ser jinê bimeşîne; bi her awayî wê bê îrade bike, êrîşî ser ruhê wê, bedena wê, hişmendiya wê bike û wê qirêj bike. Ev êdî bûye siyasetek, lê bingeha xwe ji pergalê digire. Ji ber ku pergala baviksalar bi her awayî qanûnên vê û çanda vê amade kiriye. Ji melayan bigire heta mamosteyan, tevahî burokrasiya nav dewletê, bi vê mantiqê, bi vê siyasetê hatiye sazkirin û destekê dide vê.  
 
Di wî fîlmê "Recimandina Sureyya" de jî em vê bi awayekî eşkere dibînin: Zilam di bin navê ku bi kesekî din re zina kiriye jinê sûcdar dike. Li kolanê wê jinê lînç dikin û hemû zilam destekê didine. Jinên derdorê jî tenê digirîn. Jinên çarşefên reş li xwe kirine bi wê rewşê diêşin. Wê derewkariya zilam dibînin û ji ber ku wê sextekariyê, wê derewkariyê dizanin, pê diêşin. Belkî di wê derê de jinek derdikeve pêş, dixwaze hinek xwedî li jinê derkeve, lê hêza wê têr nake. 
 
Ji aliyê din ve dema wê jine recim dikin tevahî zarokên wê taxê keviran kom dikin. Di rastiyê de, di şexsê wê jinê de civakekê qetil dikin. Ruhê xwe qetil dikin, ruhê xwe yê zarok qetil dikin. Bi vê yekê di wî temenî de zarokan jî qirêj dikin. Haya wan jê nîne, lê di wê pergala mêr de, di wî temenê piçûk de vê diafirênin. Her kes di vî sûcî de cîh digire. Her kes kevir kom dike, her kes ji hev cesaret digire û vî sûcî dike. Di wir de mêrxasiya wan recimandina jinê ye, kevir avêtin e, kuştin e. Zilam bi têgihiştina ku qaşo namûsê paqij bike vê dike, lê ma kîjan namûsê paqij dike? Ya rastî li wir ew bi xwe bênamûsiya herî mezin dike. Di wir de em sextekariyeke mezin dibînin. Lê ji xwe siyaseta deshilatdar jî xwe dispêre vê yekê. Tevahî têkiliyên siyaseta deshilatdar, zimanê wê weha ye. Di qada aboriyê, di qada çandê de jî wiha ye. Her tim vê sextekariyê dimeşîne. Bi vê yekê civakê dixapîne, civakê xera dike û nirxên civakê, nirxên xweşik yên mirovahî û jinê tine dike. 
 
Li wê derê bav jî bi vî rengî qane dikin. Jixwe kevirê destpêkê bav lêdixe, zilamê ku dibêjin hevser e lêdixe. Di wê derê de jina tê recimandin ewqas êşê dikşîne bedena wê parçe parçe dikin, lê ya ku herî zêde li zora jinê diçe û dilê wê diêşîne çi ye? Zarokên wê yên biçûk jî kevir davêjin dayîka xwe. Pergal bi xwe jî ev e. Mêr ew zarok jî dikin parçeyek ji vê pergalê û herî zêde ev zorê dide ew jina ku tê recimandin. 
 
Ka em bifikirin, ma ruhê pergaleke weha wê çawa be? Ma di pergaleke weha de ruhê zarok, ruhê zilam dimîne? Di van zilaman de qet mirovahî dimîne, hezkirin dimîne, hest dimîne? Ti tişt namîne. Ti tiştekî mirovahiyê nayê hiştin. Her ku ev têgihiştine belavî civakê dikin çi dibe? Civakê wiha dirizênin. Dîsa di wî fîlmî de dema ku mêr kevir davêjin, jin di nav çarşevên reş de şîn û şîvana dikin, dilorînin, li sîngê xwe didin, dibe ku porê xwe dikşînin, lê nikarin wê jinê rizgar bikin. Nikarin pêşî li rewşê bigirin. 
 
Niha guhertina vê rastiyê, ev ruhê pêrgalê ku evqas hatiye qirêjkirin û kuştin girîng e. Ev rastiya civakekê, zîhniyetekê, rejîmekê ye. Darvekirin jî weha ye, vê jî bi heman têgihiştinê dikin. Dema kesekî dibin sêdarê rejîm dixwaze mirovên din wê jî temaşe bike. Bi wan dide temaşekirin. Di rewşeke weha de êdî mirovahî tine bûye. 
 
Di vê rewşa ku li ser jinê zilm û zordariyeke evqas dijwar tê meşandin, erka dikeve ser milê jinê û milîtanên tevgera azadiya jin çi ye? 
 
Ji ber van sedeman bi giştî, ji bo ku em nebin ew jinên ku tiştek ji destê wan naye û digirîn, em vê têkoşînê didin. Ji bo em nebin ew jinên reş girêdidin û ji ber êşên xwe dilorînîn em di nav vê têkoşînê de, li serê van çiyayan e. Rewşa ku Sureyya'yên di nav civakê de dijîn, ne qederek e. Divê em wê qederê biguherînin. Pêwîst e em vê zîhniyetê biguherînin. Di tevahî qadan de bandora wê zîhniyetê bişkînin. 
 
Di vê wateyê de YJRK pir girîng e. Bûyîna mîlîtaneke YJRK’ê, ev êş û zilma ku civak û jin di dîrokê de jiyaye û di roja me ya îro de dijî, hîskirin e. Bersîvdayîna vê rastiyê ye. Afirandina hişmendiya vê, îdeolojî, fikir û asoya vê, rêxistina vê, amûrên têkoşîna vê ye. Em tenê û tenê dikarin bi vî rengî, bi rêxistinkirineke berfireh li hemberî vê rewşê derkevin û derbas bikin. 
 
Jixwe ew salên me yên destpêkê ku em tevlî tekoşînê bûn jî ne hesan bû. Pir zehmet bû, ji bo em tevlî têkoşînê bibin em mecbûr bûn ku bi malbatê re şer bikin. Ji ber ku bav, dayîk û malbat li gorî pergalê şêwe girtiye. Ji bo jinek tevlî têkoşînê bibe, îro jî astengî pir in. Lê divê jin li hemberî van astengiyan têbikoşe, bi biryar be û gav biavêje. Rêya azadiyê ne hesan e. 
 
Jinên ku pêşî tevlî têkoşînê bûn jî yek bi yek têkilî danîn. Komekî pir biçûk bûn, lê paşê bi van têkîliyan xwe bi rêxistin kirin û zêde bûn. Pêşegiya îdeolojîk û rêxistinbûn pir girîng e. 
 
Di vê mijarê de bi rastî jî tecrûbeya mezin heye. Jin di nav têkoşînê de zexmetî kişand, lê ji van bi giştî tecrûbeyek jî girt. Zehmetî çi ne? Ev ne tenê tiştên çors, zilm û zordariya ku dijmin dike, zehmetiyên giştî ne. Em li ku derê mêze dikin bandorên wê zihniyeta serdestiya mêr hene. Lê ya girîng ew e ku bê em ê têkoşîna li hemberî vê çawa bimeşînin? Li hember vê li ser piya mayîn, bi îrade bûn, xwedî rêgez bûn, bêzar nebûn, aciz nebûn, paşve gav neavêtin, ev pir girîng e. 
 
Di vê konferansê de ji bo gavên ku we behsa wan kir pêk wêrin, we asta biryardarî û hewldanan çawa dît? Ji bo dema pêş hêvî û bendewariyên wê çi ne? 
 
YJRK ya rastî xwedî van hemû ezmûn û tecrûbeyan e. Ji bo wê jî ez pir bi hêvî me. Di konferansê de jî asta nirxandin û guftugoyên hatin meşandin, nêzikahiya hevalan pir bi wate bû. Di konferansê de pêkhateyeke xweş jî hebû. Hêstyariya hevalan jî hebû. Pêvajoya ku em tê de ne, rewşa Rêbertiya me bi giştî pirsgirêk û xeteriyên ku têkoşîna me ya azadiyê pêre rû bi rû ye, ev hîskirin hebû. Lê girêdayî van hemûyan, piştî vê konferansê divê li Rojhilatê Kurdistanê weke jin divê em gavên hîn xurttir bavêjin. Di vê demê de li Rojhilata Navîn gelek pêşketinên ku pêk tên hene. Qedera gelên Rojhilata Navîn, ji qedera civaka me pir cuda nîne. Dixwazin ji vê cendereya ku bi salan e têde ne, derkevin. Dixwazin ji çewisandina ku dewlet û rejîm bi her tiştî pêk tînin rizgar bibin. Lêgerînên wan ên azadiyê hene, lêgerînên wan ên demokrasiyê hene, ev girîng in. Di encamê de em dibînin ku bûyer û têkoşîn li ser hevdu bandor dikin. Têkoşîna me li ser gelek gelan bandor kir. Piştî ku têkoşîna me li Rojhilatê Kurdistanê jî xwe bi rêxistin kir, ji niha û pê ve wê gelên din yê li vê herêmê jî vê bandor bibin. Em dibînin ku gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê kêlî bi kêlî têkoşîna azadiyê pir xurt hîs dike. 
 
Di heman demê de yekîtiya netewî çêbû, tevî astengiyên heyî, di vê mijarê de gavên mezin hatin avêtin. Lê di vê mijarê de yekîtiya jinê, yekîtiya jina Kurd a di nav xwe de, rêxistinbûna wê, têkiliyên wê yên bi jinên din re divê were sazkirin. Divê ev têkoşîn ji bo her kesî weke qada azadiyê, weke hêzeke azadiyê were dîtin. Ev mijareke gelekî girîng e. Têkoşîna jinên Kurd bûye navendeke têkoşînê û di qada navnetewî de bala tevahî jinên din dikşîne. Divê em vî aliyî xwe bibînin. Li Rojhilatê Kurdistanê jî YJRK xwedî hêzeke weha ye ku dikare li wê erdnîgariyê ne tenê ji jinên Kurd, ji tevahî jinên weke Fars, Belûcî, Azerî re pêşengtî bike û hesretên wan ên dîrokî pêk bîne. Ez bawer dikim ku ev hêza wê heye. Konferans jî di vê mijarê de dikare pêngaveke pêş bixe. Ji ber ku konferans di warê biryarî, ji nû ve nirxandina pêvajoyê, dîtina şaşî û kêmasiyên me, karên ku me nekarîbû pêk bînin gaveke mezin bû. Biryar bixwe jî weha bûn. Biryarên pir xurt û girîng hatin wergirtin. 
 
Konferans, bihara 2011’an, 4’ê Nîsanê di rojbûna Rêbertiyê de dest pê kir. Her zayîneke nû pir girîng e. Îsal jî 4’ê Nîsanê bi berxwedaneke mezin derbas bû; gelê me her li ser piyan bû, bi milyonan însan li ser piyan bûn. Azadî zêdetir hate hembêzkirin, nirxên azadiyê ji her tiştî zêdetir hate parastin. Em di pêvajoyeke weha de nû ku biryardariya me pêkanîna azadiyê, dirûşmeya azadkirina gelê me û Rêbertiyê, berxwedana vê, zindîbûna vê heye. Jixwe wateya ku Rêbertiya me daye vê pêvajoyê jî ev e. Rêbertiyeke ku evqas salên xwe bi her awayî, bi tevahî hewldan û keda xwe ji bo azadiya jinê daye. Rêhevaltiya bi jina azad re esas digire û ji her tiştî zêdetir girîngî dide. Ji ber vê yekê jî ev konferans di rojbûna Rêbertî de pêk tê. Me di konferansê de jî ev zayîna watedar hîs kir. Ev zayîna azadiyê ye. Felsefeya azadiyê ya Rêbertiya me şênber dibe, dibe ya civakê, ya jinê. Me ev weke ji nû ve zayîna girt dest. Rêbertî, di tevahî nirxandinên der barê vê pêvajoyê û parêznameyên xwe de jî ev weke ji nû ve zayîn û vejîn bi nav kir. Me jî di vê çarçoveyê de konferansa xwe pêk anî. Ev jî hîn zêde watedar kir. Girêdana bi Rêbertî re, girêdana bi azadiyê re hîn zêdetir pêş xist. Ev hişt ku em mijarên di rojeva konferansê de cîh digirin hîn bi kûrahî binîrxînin. Di heman demê ji bo em bersîveke xurt bidin pêvajoyê jî biryardariya me pêş xist. Ez ji bo wê girîng dibînim û bi rastî jî konferanseke serkeftî bû.
 
Bê guman erka me ya herî mezin jî ew e ku be em ê ji niha û şûnve çi bikin. Rêxistinkirin û çûyîna nav civakê, çûyîna cem jinan gava sereke ye. Bi rastî jî derxistina jinê a ji nav wan zextan, ji nav wê cendereya civakê pir girîng e. Pêwîstiya jinê bi vê heye. Ji me pê ve kesekî din ku jinê ji vê rewşa zilm û dagirkeriyê derxe tune ye. Ango ji îdeolojiya me ya azadiyê, ji felsefeya me, ji tevgera azadiyê ya jin, li Rojhilatê Kurdistanê jî ji YJRK’ê pê ve bi rastî jî ti dostê jinê yê azadiyê tune ye. Ji ber vê yekê pêwîst e em hemû zilm û tundiya li dijî jinê ji holê rakin. Divê em recmê, îdamê, çanda tecawizê ya ku jin rojane pêre rû bi rû dimîne, zext, tundî û her cure qirêjiya ku îradeya wê dişkîne, êrîşî bedena wê, xweşbûna wê dike ji holê rakin. Weke milîtanên jin divê em bersîv bidin vê hawara jinê, tim li cem bin û bi her awayî xwedî lê derbikevin. Ev erka me ya sereke ye. Divê mirov rê û rêbazên vê, rêxistinbûna vê hîn bi hêztir biafirîne. Di vê mijarê de hewldan hene lê dema em van hewldanan pêş bixînin em ê karibin encam bigirin. Ez bawer dikim ku wê ev pêş bikeve û encam bigire. 
 
Weke encam hun dixwazin çi bêjin, bangawaziya çi ye?
 
Weke encam dixwazim vê bêjim: Li ser vê erdnîgariyê nirxên mirovahiyê pêş ketin, bûn yên tevahî mirovahiyê. Di heman demê de ev erdnîgarî Rojhilat e, ew axa ku civaka neolîtîk têde pêş ketiye. Dema "Rojhilat" û "Rojhilatê Kurdistanê" tê gotin, ez di wateyeke teng de, weke parçeyekî nagirim dest. Bi rastî jî divê nirxên azadiyê li ser tevahî Rojhilata Navîn biteyisin, li hemû netewan belav bibin. Ez bawer dikim ku tîrêjên vê û asoya vê heye. 
Rojhilatê Kurdistanê her tim min pir bandor kiriye. Ev der di heman demê de cihê ku Zerduştî lê pêş ketiye. Dibe ku rejîmên heyî, bi awayekî siyasî nêzî ol bûn, ol zêde siyasî kirin û pir xerab bi kar anîn. Lê belê ew kevneşopiya Zerduştî, çandên hevpar ên gelan pir girîng e. Tiştên ku wê herî zêde yekîtiyê ava bike, herî zêde jî xuşk û biratiya azad ava bike, ev in. Ji aliyê jinê ve jî cewhera me di van axan de veşartî ye. Di parçeyên din de jî têkoşîn pêş dikeve lê dema ku li Rojhilat wiha pêş dikeve ez hîn zêdetir hestiyar dibim. Li ser min zêdetir bandor dike. Rojhilat zêdetir min dikşîne. Bi rastî heta kûrahiya dil me dikşîne nav xwe. Ez bawer dikim ku YJRK di vê pêvajoyê de wê roleke ewqas girîng bîlîze ku bandorê li ser tevahî xebatên PJAK’ê û tevahî rêhevalan bike. Min ev biryardarî di çavên tevahî hevalan de dît. Ez bi vê pir kêfxweş bûm û serketinê dixwazim. 
 

Sernavên din

07/01/2023
14:41 Polîsan gule berdan dolmîşa penaberan: Kesek mir, kesek birîndar bû
14:35 35 sal in agahî ji Îsa Soysal nayê girtin
14:35 Dayikên Şemiyê : Em ji bo qûrbaniyên Basayê edaletê dixwazin
13:59 Doza Denîz Poyraz: Em ê dosyeyê bibin dadgehên bilind
13:35 Ozdogan: Di pergala hiqûqê de blokekirina alîkariyê tune ye
11:56 Berxwedana li Rojhilat û Îranê dê li Amedê were nîqaşkirin
11:27 Malbata Şenyaşar: Tawanbar xwe li pişt AKP’ê veşartiye
10:59 Li Îranê 2 kes hatin bidarvekirin
10:46 Abdullah Ocalan: ‘Gladioya nû’ nayê fêmkirin, dibe meylên bi vî rengî rû bidin
10:13 Sê jinên ku rêya wan li ser têkoşîna azadiyê gihîşt hev !
09:40 Dest ji koçertiya bi salan berdide!
09:29 Gelê Amedê: Bi bloqekirina xizîneyê nikarin vîna gel bişkînin HDP gel e
09:11 Rojnamevan Gulo: Gel li xaka Sûriyeyê li çareseriyê digere
09:02 Parêzer Yildirim: Heya hiqûq li Îmraliyê pêk neyê em ê têbikoşin
09:02 Li Amedê konsera Serê Salê tê lidarxistin
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:05 Li Amedê otobusa rêwiyan wergeriya: 5 kes mirin 22 kes birîndar bûn
06/01/2023
23:00 Li Wêjegeh Amedê fîlmê ‘Pîrebok’ê
22:39 Li Kanîreşê berfê erdê spî kir
21:20 Dayika Aştiyê Demîr jiyana xwe ji dest da
16:13 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bang: Divê demildest lêkolîn bê destpêkirin
15:54 Nobeta Aştiyê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:36 Şandeya ku ji Başûr hat serdana DBP’ê kir
14:18 Sepanên li Deriyê Sînor ê Xabûrê rêya îxracatê dirêj kir!
14:16 OHD: Blokekirina hesabê alîkariya bo HDP’ê li dijî Destûra Bingehîn e
14:08 ÎSÎG’ê rapora sala 2022’yan aşkere kir: Hezar û 843 karkeran jiyana xwe ji dest da
14:01 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:55 Xelata Edaletê dan Emîne Şenyaşar
12:46 Li Edeneyê nan bû 5 TL
12:29 Vahyettîn Sari yê 25 sal in girtî ye sewqî Sîncanê hate kirin
12:29 Serokwekîlê Koma HDP’ê Olûç: Em bê vebijêrk nînin, em ê mezin bidin windakirin
12:02 Ji bo Îmraliyê gazî Wezareta Dadê kirin: Divê Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike
11:43 Sakîne Cansiz: Li Rojhilat baweriya min bi hêza jinê tê
11:34 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em nêzî vebijêrka namzetê hevpar in
10:45 Bertek nîşanî biryara AYM’ê da: Darbeyeke li dijî siyaseta demokratîk e
10:40 Fehîm Taştekin: Li Sûriyeyê kurd dikarin hevkariyê bi ser bixînin
10:21 Wezaretê mirina Rozerîn Çûkûr weke ‘maf’ dît
10:07 Li Mêrsînê 8 kes hatin binçavkirin
10:03 Xwendekarên rastî êrişa nîjadperestan hatibûn hatin berdan
09:59 Lêçûyînên qeymeqamiyê hemû ji kîsî şaredariyê ne
09:58 Pitika ku di bin TIR’ê de ma jiyana xwe ji dest da
09:43 Li Pêtirgehê 32 qadên madenê hatine vekirin!
09:03 Şaredariya AKP'î ruxset da avahiya derqanûnî
09:03 Sînem Mihemed: Şermezarkirin têr nake, divê li dijî ambargoyê tevbigerin
09:02 Li Sêrtê seferberiya ji bo kurdî: Em xwedî li zimanê xwe derkevin
09:02 Li komeleya AVESTA'yê qursên kurdî dest pê kirin
09:01 Baltaci ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:01 ‘Gelo ji zilma kîmyasalê mezintir zilmek din heye?’
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2023'YAN
05/01/2023
20:44 Amedsporê cardin qalevan Yokûşlû transfer kir
20:36 Platforma Jinan a Dersimê: Gulîstan Dokû li ku ye?
19:56 Li Hezêxê zarokekê hewl da ku xwe bikuje
18:54 Cenazeyê Evîn Goyiyê li Qendîlê spartin axê
16:53 Li Şirnexê jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
16:52 Togrûl: Gelo AYM di fermana kê de ye?
16:43 AYM’ê biryara HDP’ê teblîxî parêzeran nekir
16:40 ‘Berevajîkirinên emniyetê bûn mijara darizandinê’
15:34 Qeymeqamtiyê têkildarî tundiya polîsan a li Nisêbînê daxuyanî da
15:20 Cenazeyê Mîr Perwer di bin dorpêçê de hat veşartin
15:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:59 Qeyûm li Amedê ji bo kadroyan seferber bûn: Herî kêm 700 kesan dikin kadro
14:59 Doza GOÇÎZDER’ê: 13 kes hatin berdan
14:47 Cenazeyê Emîne Kara ber bi Qendîlê ve hate oxirkirin
14:29 Jinan li Amedê jinên kurd bibîr anî: Dengê jinan dengê şoreşê ye
14:15 Hesaba alîkariya Xizîneyê ya HDP’ê hate bloqekirin
13:52 Baroya Mêrdînê têkildarî tundiya polîsan daxuyanî da
13:04 Cenazeyê qurbaniyê êrişa Fransayê Abdurrahman Kizil hat veşartin
12:55 Derhiqûqtiya li girtîgehê: Hevdîtinên parêzer-girtiyan hatine guhdarîkirin
12:52 Cezayê gefxwarinê li kujer Onûr Gencer hat birîn
12:30 PAK’ê ji bo piştgiriyê serdana Malbata Şenyaşar kir
12:29 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:53 Çalakiya parlamenterên HDP’ê: Li Îmraliyê hiqûq ji holê hatiye rakirin
11:26 Li rojnamevana girtî Şahînliyê piştî 5 salan doz hate vekirin
11:15 Di operasyona leşkerî de daristan hatin şewitandin
10:46 Li Mezopotamyayê xetereya hişkesaliyê
10:02 Polîsan ji ber cil û bergên kurdî tundiyê li zarokek û ciwanekî kirin
09:04 Birayê Arvas ji bo Kîlyosê bang li parêzvanên mafên mirovan kir
09:04 Kursiya ku avêt polîsan wekî çekê hatiye hesibandin!
09:03 Li Nûrheqê qada ji bo kanên madenan hatiye veqetandin ji qada jiyanê berfirehtir e
09:03 Qeyûm nikaribû pere bide, 'Baxçeyê Gel' di nîvî de ma
09:03 Qeyûm ji dêvla Qada Bajêr, tuwalet çêkirine
09:03 Dadgeh: Beşdariya li civîna KCD'ê ne sûc e
09:02 Daxwazên Baroya Şirnexê yên ji bo tevlibûna dozên jinan tên redkirin
09:02 Tevî ku gurcikek wî nîne jî tedawiya wî nayê kirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2023'YAN
04/01/2023
22:33 2 leşker ji ber destdirêjiyê hatin girtin
20:54 Berteka ciwanan a li dijî tecrîdê: Aştî nayê tecrîdkirin
20:39 Kesên di Komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
19:32 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Şoreşger Menal Mêrdîn bi êrîşeke bêbext şehîd bû
16:36 HABER-SEN’ê ji bo piştevaniyê serdana Şenyaşar kir
16:18 Aslan: Kesên keça min revandine tên parastin
15:56 Beştaş: Îktidarê ji zû ve hilbijartinê winda kiriye
15:49 MKM: Em xwedî li cenazeyan derkevin
15:24 Li Îranê berxwedana bê navber
15:08 Li pêşiya TUÎK’ê protesto: Em ne budçeya şer lê ya kedkaran dixwazin
14:40 Doza GOÇÎZDER’ê: Bihayê barkêşiyê bû mijara sûc
14:13 ÎHD’ê ji bo pirsgirêka girtiyên nexweş çareseriya mayînde pêşniyar kir
14:01 Li Girtîgeha Afyonê greva birçîbûnê dest pê kir
13:50 Hestiyên li Geliyê Zîlan derketin holê di rojeva Meclisê de ye
12:42 Ferît Şenyaşar: Gelê Rihayê ber edliyeyê nîşanî bijartiyan dide