Bûldan: HDP dê bi namzetê/a xwe bikeve hilbijartinê

img
QERS - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a di kongreya partiya xwe ya li Qersê de axivî, diyar kir ku wê bi namzetê/a xwe bikevin hilbijartinê û da zanîn ku wê di demeke nêz de namzetê/a xwe yê/a serokkomariyê aşkere bikin. 
 
4’emîn Kongreya Asayî ya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Qersê li eywana dawetê ya bajêr pêk hat. Li eywana ku kongre lê pêk hat pankartên “Em bi hêvî û wêrekiyê xwe birêxistin bikin, em faşîzmê têk bibin” û “Soza me ji gelê me re heye, çareserî bi me re ye” hatin daliqandin. Di kongreyê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, parlamenterên partiyê, endamên Meclisê, nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl, Partiya Çep a Kesk, EMEP, Partiya Saadetê, Partiya Gel a Komarê, Partiya Karkeran a Tirkiyeyê, Komeleya 78'an amade bûn. 
 
Li dû deqeyeke rêzgirtinê û xwendina raporan, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li ser biryara AYM'ê ya ji bo astengkirina hesabên partiyên wan û geşedanên heyî nirxandin kirin.  
 
‘YEKANE DERDÊ WAN ASTENGKIRINA HDP’Ê YE’
 
Bûldan, anî ziman ku kongreya wan gelek xurt derbas dibe û wiha got: “Îro li her derê Tirkiyeyê HDP heye. HDP li aliyê din jî bûye tirsa hinekan. Tifaqa AKP’ê û MHP’ê ku hesabên ka ‘em ê çawa HDP’ê asteng bikin û ji siyasetê dûr bixin’ heye. Em dizanin ku derdê AKP’ê û MHP’ê ne pirsgirêkên li welat in. Yekane derdê wan astengkirina HDP’ê ye.”
 
Hin sernavên ji axaftina Bûldan wiha ne: “AYM’ê bi biryara xwe alîkariya xizîneyê ya partiya herî mezin a sêyemîn a Tirkiyeyê HDP’ê xesp kir. Em dizanin ku ev biryar ne hiqûqî ye. Em dizanin ku ev biryar bi fermana qesrê hatiye dayîn. Dikarin hesabên me yên xizîneyê bloqe bikin lê tu hêza wan a vîna gel bloqe bikin nîne. Ev bihiqûqî xebatên hilbijartinê yên AKP’ê û MHP’ê ne. Doza Komployê ya Kobanê, doza girtina HDP’ê, qeyûmên tayînî şaredariyan hatin kirin, betalkirina parlamenterên me, girtina Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî ji vê yekê re mînak in. 
 
LI SER DIJMINATIYA KURDAN SIYASETÊ DIKIN 
 
Em bi desthilateke ku li ser dijminatiya kurdan siyasetê dike re rû bi rû ne. Tifaqa AKP’ê û MHP’ê tifaqa xespê ya siyasî ye û tifaqeke bêhiqûqîtiyê ye. Gelê kurd û gelên Tirkiyeyê vê zilmê heq nakin. Di heman demê de gelên Tirkiyeyê jî dizanin ku ev hemû neheqî û bêhiqûqiyê weke krîzeke cuda li wan vegeriyane. Em dizanin ku wê di demekî kurt de hilbijartin pêk werin. Di kîjan dîrokê de çêbibe bila çêbibe, çi Nîsan çi Gulan çi jî Hezîranê deynê stuyê me ye ku em di hilbijartina ewil de AKP’ê û MHP’ê bişînin sergoyê dîrokê. 
 
TECRÎD Û ŞER 
 
Li dijî hişmendiya AKP’ê û MHP’ê ku hevdîtina parêzeran û malbatê ya bi Birêz Ocalan re asteng dike, hewl dide polîtîkaya tecrîdê ya li ser Birêz Ocalan belavî her derê Tirkiyeyê bike, hemû çavkaniyên welat ji şer re vediqetîne divê em mil bidin hev. Dixwazim diyar bikim ku divê ev welat bibe welatekî ku êdî dayik rondikan nebarînin. Ji bo vê jî tişta ku em bikin di hilbijartinên pêşiya me de şandina bloka AKP’ê û MHP’ê ye.
 
EM Ê BI NAMZETÊ/A XWE BIKEVIN HILBIJARTINÊ 
 
Em ê weke HDP di demekî nêz de namzetê/a xwe yê/a serokkomariyê ji gelên Tirkiyeyê re parve bikin. HDP dê bi namzetê/a xwe bikeve hilbijartinê. Ne bi Tifaqa Cûmhûr ne jî bi Tifaqa Milet tu hevkariya me nîne. Lê nêzîkatiyên me yên rêgezî hene û dema wext hat em dikarin rûnin û biaxivin, em dikarin danûstandinan bikin, em dikarin di nava diyalogê de bin. Bila tu kes HDP’ê bi partiya A an B ve girênede. HDP li Tirkiyeyê vîneke, hêzeke mezin e û partiyeke siyasî ye ku armanc dike di hilbijartinan de rêjeyeke dengan a mezin bigire.
 
HDP PARTIYA HERKESÊ YE
 
Ez dixwazim gelê me bizanibe ku di hilbijartinên parlementoyê de ji bo mezinkirina tifaqa hilbijartinê ya herî mezin a Tirkiyeyê û Tifaqa Ked û Azadiyê bi hêzên demokrasiyê re ji bo ku tifaqên me yên Kurdî, tifaqên jinan û beşên cuda yên Tirkiyeyê, baweriyên cuda û mezhebên cuda bînin parlementoyê û bi hejmareke zêde ya parlamenteran bikevin parlementoyê dixebitin. HDP ne tenê partiya kurdan e, partiya ermen, suryan, elewî, azerî, terekeme, hemû beşên civakê yên tên tepisandine.” 
 
RÊVEBERIYA NÛ HATE HILBIJARTIN 
 
Piştî axaftinan, di hilbijartinên ku bi yek lîsteyê pêk hatin de Hacer Karataş û Cengîz Anli weke Hevserokên HDP'ê yên Qersê hatin hilbijartin.
 
 
 

Sernavên din

10/01/2023
15:14 Di doza TTB’ê de rojnameger hatin astengkirin
14:45 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
14:36 Li Şirnexê kesek hat girtin
14:15 Sancar: Em ê bi kesên êrişên giran li ser me dikin mezin bidin windakirin
13:33 Komkujiya Gara Enqereyê: 87 meh in li benda edaletê ne
13:20 Ferît Şenyaşar: Em dixwazin Yildiz ê AKP’î were darizandin
13:17 DFG: Heke 87 rojnameger girtî bin 10’ê çileyê nayê pîrozkirin
13:16 MKGP’ê rapora salekê ya binpêkirina mafên rojnamegerên jin parve kir
13:10 Li dijî tecrîdê Nobeta Edaletê: Deriyên Îmraliyê vekin
13:00 Delîla girtinê ya Dadgeha Bilind: Malbatên li ber HDP’ê hatine rûniştandin!
12:40 Doza ku çalakvanên Nobeta Edaletê jê dihatin darizandin hate taloqkirin
12:39 Rojnameger Ender Îmrek beraet kir
11:26 Li Behra Egeyê erdheja bi pileya 5’an çêbû
11:19 Halbûsî, bi şandeya Şengalê re civiya
11:08 Rojnamegerên girtî ji bo 10’ê Çile peyam şandin: Em rûmeta rojnamegeriyê biparêzin
10:50 Meleyê girtî ku dest dirêjî zarokekê kir, tayinî mizgefeteke din hatiye kirin!
10:12 HDP: Derb li azadiya çapemenî û xweîfadekirinê xistin
09:50 Rojnamevan Sezgîn Kartal hate binçavkirin
09:34 Li Xozatê weqaya qidûzê hat tespîtkirin
09:02 Malbata Emîn Sarik ê li Newala Qesaba hat veşartin: Ev bêwijdanî ye
09:02 Penêrê bisîrik ji sedî 100 biha bû
09:02 Rojnamegerên kurd Roja Rojnamegerên Dixebitin li girtîgehê pêşwazî dikin
09:02 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Em ê hêza xwe bikin yek
09:01 ‘Ji bo perwerdehiya ziman hewceyî bi têkoşînek bêhempa heye’
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2023'YAN
09/01/2023
22:36 NÇM'ê kesên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin bibîr anîn
20:22 Jinan komkujiya Parîsê protesto kir
19:04 Li Mûşê 20 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:58 Sê jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, li cihê komkujiyê hatin bibîranîn
18:32 Li Mêrsînê 3 kes hatin girtin
17:53 Girtî Kartal sirgûnî Antalyayê hat kirin
16:57 'Ev şer dê bi dawî nebe’
16:39 Înîsiyatîfa Rêzgirtina li Miriyan: Dewlet ezyetê li miriyan dike
16:34 Îdianameya êrişên li ser cemxaneyan: Êrişkar dîn e!
16:27 Gelê Îranê li dijî biryara darvekirinê dest bi çalakiyê kir
16:23 HDP’ê daxwaza hevdîtinê ya AKP’ê red kir
16:13 Sê jinên kurd ên li Parîsê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
16:00 Leyla Şeylamez li ser gora xwe hat bibîranîn
15:59 Rapora DFG’êya 2022’yan: 29 rojnameger hatin girtin û ceza dan 76 rojnamegeran
15:11 Beştaş: Bila têkiliyên bi komkujiyên Parîsê re bên lêkolînkirin
14:50 Fîdan Dogan li ser gora xwe hate bibîranîn
14:49 Du jinên windayî li malekî mirî hatin dîtin
14:22 Cansiz, Dogan û Şaylemez li Rojava hatin bibîranîn
14:01 Okten: Îktidar dixwaze tolê ji TTB’ê hilde
13:06 Hestiyên li Geliyê Zîlan derketine holê li benda lêkolînê ne
12:55 Li Qersê wesayîta xwendekaran wergeriya: Xwendekarek mir û 14 jî birîndar bûn
12:19 Malbata Şenyaşar: Mizgînî wê îktidarê rizgar nekin
12:18 Nobeta Edaletê di roja 13’an de ye: Polîtîkaya şer û tecrîdê bi dawî bikin
11:50 HDP bi komeleyên herêmê re tê gelhev
11:35 Derbarê dirûşma 'Jin jiyan azadî' de lêpirsin hat destpêkirin
11:17 Hilbijêr piştgiriyê didin biryara HDP’ê: Vexwendineke bo veguherînê ye
10:39 Li Wanê barîna berfê: Rêyên gundan hatin girtin
10:28 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin
10:19 Malbata Andok Cotkar ê Alman: Tirkiyeyê ji bilî kuştinê tiştek nebir Rojava
10:16 Girtiyê xwe şewitandibû: Divê mirov li dijî êrişan rûmeta xwe biparêze
10:14 Birayê Sari ku sewqî Sîncanê hatiye kirin: Ya ku tê kirin îşkence ye
09:47 Derheqê serlêdana rojnamegeran a ji bo ‘lêgerîna tazî’ biryara neşopandinê hate dayîn
09:46 Miduriyeta Polîsan a Mûşê Mîr Perwer weke ‘endamê rêxistinê’ fîş kiriye
09:16 Çubuk: HDP ne bi saya alîkariya xizîneyê lê bi piştgiriya gel ser dikeve
09:02 'Ji bo ev roj were pîrozkirin divê rojnamegerên girtî bên berdan'
09:02 259 cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin hê radestî malbatan nehatine kirin
09:01 Edîtora Jineolojiyê: Di qetilkirina jinên kurd de hevkariya dewletan heye
09:01 Çelebî: Giştîname ne çareserî ye divê qanûn bê guhertin
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08/01/2023
22:27 Metîna û Garê bi balafîran hatin bombebarankirin
20:37 Heyet Tehrîr El Şam hezêke mezin a leşkerî şand Efrînê
20:27 Serokkomarê Iraqê Reşîd bi şandeya Şengalê re civiya
19:16 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê li deplasmanê Şarederiya Konakê 1-0 têk bir
19:06 DMA’yê panela sibeya raperîna Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dar xist
18:15 Serokwezîrê Swêdê: Em nikarin hemû daxwazên Tirkiyeyê bi cih bînin
16:41 Maseya Îslama Demokratîk civiya
15:54 Jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
15:24 Jinên şoreşger li Amedê hatin bibîranîn
15:10 Rojnameger Goktepe hat bibîranîn: Heqîqet bêden nema
13:57 DBP’ê kongreya xwe diyarî jinên hatin qetilkirin kir
13:51 Buldan: HDP dê li gel tifaqên xwe namzetê xwe diyar bike
11:27 Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
11:20 Rêveberê HDP’î li noqteya kontrolê ya polîsan hate derbkirin
10:51 Tê payîn ku li 41 bajaran berf bibare
10:50 Eren Keskîn: Sakîne Cansiz, jineke ku dabû ser rêya heqîqetê
10:48 Dayika Rozerîn Çukur: Doza wê ji her tiştekî girîngtir e
09:33 Ozguneş: Hewl didin dengê Abdullah Ocalan bitepisînin
09:01 Her ku xizanî zêde dibe zarok tên îstismarkirin!
09:00 Li ser sînor amadekariyên êrişê tên kirin
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2023'YAN
09:00 Li Şirnexê kesek hate binçavkirin
07/01/2023
22:11 Li navçeyên Stenbolê 3 jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
21:46 Li Ewropayê bi deh hezaran kesî xwest ku komkujî bê ronîkirin
19:02 Li Kobanê ciwanan komkujiyên li Parîsê protesto kirin
18:36 Diz ketin Cemiyeta Rojnamevanan a Bedlîsê
16:57 Ferît Orak nayê berdan: Nexweşiyên wî lê nû bûn
16:55 Kurtulan: Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê berfireh bikin
16:39 ‘Tu hêz nikare siyaseta demokratîk bloke bike’
16:38 TJA’yê û HDP’ê cangoriyên Parîs û Silopiyayê bi bîr anîn
16:17 Girtiyê nexweş ê 82 salî êdî nikare biaxive!
15:40 PENa Kurd: Divê qada navnetewî xwedî li nivîskar û rojnamegerên girtî derkeve
15:24 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Gurban were berdan
15:07 TJA: Em dengê xwe bi dengê jinên Kurdistanê re bilind dikin
15:03 Dayika Aştiyê Bedriye Demîr hate veşartin
14:52 Bûldan: HDP dê bi namzetê/a xwe bikeve hilbijartinê