Rapora DFG’êya 2022’yan: 29 rojnameger hatin girtin û ceza dan 76 rojnamegeran

img
AMED – DFG’ê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li dijî rojnamegeran a sala 2022’yan parve kir. DFG’ê da zanîn ku di sala 2022’yan 29 rojnameger hatine girtin û li 76 rojnamegeran jî ceza hate birîn.  
 
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamegeran a Sala 2022’yan bi raya giştî re parve kir. Rapor di malpera înternetê ya komeleyê de hate weşandin û ev nirxandin hate kirin: “Me bi hêviya ku azadiya çapemenî û xwedîfadekirinê dest bi sala 2022’yan kir lê mixabin bi rewşeke berevajî vê sal qedand.” 
 
Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamegeran a Sala 2022’yan a DFG’ê wiha ye: 
 
“Bi hêviya ku azadiya çapameniyê û raman li pêş bikeve me dest bi sala 2022’yan kir, lê me sal bi tabloyeke berovajiyê hêviyan bi dawî kir. Hikûmeta li ser erk li ser navê parastina desthilatdariyê di hemû qadan de şer kûrtir kir. Di nava vê hesabê de hemû aliyên muxalefetê û rojnamegeran kir hedef. Taybet jî pişeya me ya rajnamegeriyê hedef girt ku ji binîve biqedîne. AKP’ya ku bi qewlê bibe endamê Yekitiya Ewropayê (YE) bû desthilatdar, di pêvajoya 20 salê xwe de berovajiyê sazkirina pêvanen YE’yê bi hewldanên ku hemû azadiya raman û çapameniyê ji holê rake welat kir qada zilmê û çewsandinê. Van gevên herî mezin ên ku tên wateya ‘Kuştina Rojnamegeriyê’ di nav sala 2022’yan de pêk anî. 
 
ROJNAMEGER RASTE RAST HEDEF HATIN NÎŞANDAN 
 
Komaleya me binpêkirinên di nava salê de pêk hatin di bin 5 sernavan de berhev kir. Dema mirov yek yek navaroka van sernavan mêze dike, dê bibîne ku ev desthilatdariya AKP-MHP’ê çend ji rastî û heqîqeta jiyanê ditirse. Polîsên hikûmetê bi vê hişmendiyê di qadê de yan rasterast rojnamegeran dikir hedef û bi derb û tundiyê nedihiştin nûçeyan bişopînin an jî bi bergiriya mertal û laşên xwe rê nedan ku nûçe bê şopandin. 
 
ÇEK XISTIN SERÊ ROJNAMEGERAN
 
Di pirtirê çalekiyên cemawerî de polîsan ji destpêka çalakiyê ve êrişî rojnamegeran dikirin. Hejmareke zêde rojnameger di van êrişan de hatin derbkirin, destûr nehat dayîn ku wêne û dîmen bên kişandin. An jî wek ku li Wanê pêk hat çek xistin serê rojnamegeran û rê li ber şopandina nûçeyê hat girtin. Li Wanê rojnamegerên ku hewl didan êrişa polîsan a bi ser meşa 1’ê Îlonê ya piştî mîtîngê pêk dihat bişopînin rastî êrişa polîsan hatin. Polîs di wê êrişê de bir ser hemû rojnamegeran de girt û çek spart serê wan û wan bi gefa kuştinê tirsand. Di yekserê salê de bi kêmanî 132 car şopandina nûçeyê ya rojnamegeran hat astengkirin, di van bergiriyan de kêmtir 65 rojnameger rastî êrişê hatin. 
 
QANÛNA DEZENFORMASYONÊ
 
Di sala 2022’yan de derba herî mezin bi derxistina qanûna bi navê ‘Qanûna Dezenformasyonê’ ku di rastiya xwe de Qanûına Sansûrê ye derket li azadiya çapameniyê û raman hat xistin. Ev Qanûn di serdemeke berê ya çêkirina qanûnyê de hat meclîsê lê ji ber bertekên gel, saziyên sivîl û partiyên muxalîf paşve hat kişandin. Li gel hemû bertekên gel, saziyên sivîl û partiyên muxalîf jî hikûmeta heyî di serdema destpêka vebûna meclîsê de ev Qanûına Sansûrê bi dengê wekîlên AKP-MHP’ê erê kir û kir meriyete. Ev Qanûına Sansûra ku derket û bû fermî bilî dengê desthilatdaran û alîgirê wan ji hemû agahî û nûçeyên din re bû kirasê reş yê veşartina rê û rêbazê darizandinê. Bi vê plansaziya Qanûına Sansûrê ne tenê em rojnameger civak bi giştî hedef hatiye girtin. Platformên medyaya sanal ku ji bo serdema nû bûn çapameniya alternatîf jî di çarçoveya Qanûına Sansûra derketî de bûn hedef. Wisan ku  di vê rewşê de hemû parvekirinên sanal ketin bin zextên darizandinê.  Ji ber vê her kiryara ku desthilatdar naxwaze bê aşkerakirin heke di cihek de wek nûçe ango wek tiwîtek jî  were parvekirin dikare wek “propagandaya rêxistinê” di dadgehan de were darizandin û cezakirin. Bi derketina vê qanûnyê an go zagonê re hejmara dozên ku hatin vebûn li xwe çend caran zêde kirin. Di nav salê de 56 malperên înternetê hatin giritin. Hezar û 109 nûçe û ditina naveroka 2 hezar û 201 medya sanal hat astengkirin. Di teqîna Taksîmê de li gel ku tu hukmekî wan ê hiqûqê nebûn jî tengavkirina banda înternetê pêk anîn û hesabên medya sanal û malperên înternetê ji dîtinê re hatin girtin. Ev astengkirinên ku qaşo li ser navê xeletî û dîmenên xirab neyên parvekirin pêk tên di rastiya xwe de wek mexmura ber rojê aşkeraye ku bi van qedexekirinan hewl didin rastiyan ji raya giştî veşêrin. Hemû agahiyên ji bo teqînê û bersûc ji aliyê hikûmetê ve hatin dayîn ji bo ku bi rastiyan neyên derewandin tengavkirina bandê pêk anîn ev jî pêkanîna sansûrê ye. 
 
Di 2022’yan de rojnamegeran bêtirê dema xwe di edliyeyan de derbaskirin. Li dijî 68 rojnamegeran lêpirsîn vebû û ji van 65 jê veguherîn dozê. Rojnameger 810 car derketin pêşberî dadgehê û li 76 rojnamegeran ceza hat birîn. Di van darizandinan de bi giştî 1 muebbet, 181 sal, 6 meh 22 roj cezayê hefsê û 8 milyon û 105 hezar û 707 TL cezayê pere hate birîn. 
 
39 ROJNAMEGER HATIN GIRTIN
 
Bi mebesta ku dengê rojnamegeran bê birîn di nava salê de 39 rojnameger hatin girtin. Bi taybetî jî di van operasyonan de rojnamegerên kurd kirin hedef. Di 6 mehên dawî yên salê de 27 xebatkarên Çapemeniya Azad hatin girtin û xistin nava çar dîwarên girtîgehê. Di êriş û operesyona 8’ê hezîranê de 20 jê rojnameger 22 kes hatin binçavkirin. Polîs û hêzên din ên mîlîtar bi ser mal û kargehên koma rojnamegerên ku Hevserokê Komaleya me Serdar Altan jî di nav de bûn girtin. Di lêgerîna di mal û kargehên rojnamegeran de pêk hat hemû alavên rojnamegeriyê hatin desteserkirin. Heta ev serdegirtin û operasyon gaveke din li xwe zêde kir û biryara lêgerînê ya 30 rojan a ji bo produksiyonan dan. Bi giştî mehek cihê kar û studyoyên şîrketan di bin dorpêça polîsan de man. Bi vê rêbazê hat xwestin ku rê li ber xebatên rojnamegerên din jî were girtin. Polîsan ekîpmanên rojnamegeriyê, wêneyên şehîdên çapameniya azad û arşîvên rojnameyan wek ‘delîlên sûc’ peşkeş kirin. Piştî 8 rojên binçavkirinê, hevpîşeyên me derxistin edliyeyê û ji wan 16 jê bi boneye nûçe û çêkirina bernameyan hatin girtin. Li gel ku di navberê de 7 meh jî derbas bûn hêj der barê girtina van rojnamegeran de tu îdianame venebûye û hemû serlêdanên ji bo serbestberdanê jî hatine redkirin. 
 
OPERASYONA DUYEMÎN
  
Di 25’ê cotmehê de jî bi Enqereyê ve girêdayî êriş û operasyon pêk hat û bi ser mal û kargehên 11 rojnamegeran de hate girtin. Hempîşeyên me yên rojnameger bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Tundî û îşkence di 4 rojên binçavkirinê de jî berdewam kir. Di 29’ê cotmehê de ji 11 rojnamegeran 9 jê hatin girtin. Bi vê girtinê destnîşan kirin ku dixwazin rê li ber xebatên rojnamegerên Çapemeniya Azad a aşkerakirina heqîqetê bibirin. 
 
Ji van hevalên me yên ku derxistin dadgehê li gel çêkirina nûçeyên wan, pirsa ‘hûn çima endamên DFG’ê ne’ hate kirin. Bi vê jî di xwazin komaleya me ya rojnamegeran kirîmînalîze bikin. 
 
3 ROJNAMEGER HATIN KUŞTIN
 
Di nav salê de di nava sînorê Tirkiyeyê de rojnamegerek û li Herêma Federe ya Kurdistanê û li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî 2 rojnameger hatin kuştin. Li Kocaeli’yê xwediyê Rojnameya Dengê Kocaeliyê rojnameger Gungor Arslan hate kuştin. Arslan, ji ber nûçeyên li ser gendeliyê hate qetilkirin. Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Rojnameger Nagihan Akarsel di 4’ê cotmehê de li bajarê Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê bi sûîqestekê hate qetilkirin. Derket holê ku kujerê ji sûcê edlî tewambar ji aliye MÎT’ê ve hatiye peywirdarkirin. Sefîrê Tirkiyeyê yê Bexdayê jî bi daxuyaniyekê xwedî li sûîqestê derket. Di 20’ê mijdarê de Tirkiyeyê ji hewayî êrişî Bkur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Nûçegihanê ANHA’yê Îsam Ebdullah di êrişê de jiyana xwe ji dest da. Îsam Ebdullah ji bo nûçeya êrişa hewayî çêke diçû herêmê di encama êrişa hewayî ya duyem de jiyana xwe ji dast da. 
 
TÊKOŞÎNEKE MEZIN LI BENDA ME YE
 
Di sala 2022’yan de li gel hewldanên astegkirina ji sansûrê heta şopandina nûçeyan, ji girtinan heta qetilkirinan jî rojnamegeran li ber xwe da. Di serî de kedkarên Çapemeniya Azad, her wiha pirtirên rojnamegeran destûr nedan siyaseta desthilatê ya ‘kuştina rojnamegeriyê’ bi ser bikeve. Ji bo vê jî rojnamegeran bibiryar li hemberî vê siyasetê berê pênûsa xwe, wênekêşa xwe û kameraya xwe dan ser rastiyan û nehiştin ser rastî û heqîqetê bê reşkirin. Her ku diçe roja hilbijartinê jî nêz dibe. Ji ber vê di sala 2023’yan de jî ji bo azadiya çapemeniyê û raman, ji bo bidestxistina mafê agahiyê ya gel têkoşîneke mezin li benda me rojnamegeran e. 
 
ÎSTATÎSTÎKÊN BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN YA 2022’yan
 
1 – Binpêkirina mafên jiyan û ewlehiyê yê rojnamegeran 
 
- Rojnamegerên rastê êrişê hatin: 65
 
- Rojnamegerên hatine kuştin: 1
 
- Serdagirtina malên rojnamegeran: 53
 
- Rojnamegerên hatine binçavkirin: 116
 
- Rojnamegerên hatine girtin: 39
 
- Rojnamegerên îşkence û muameleyên nebaş lê hatiye kirin: 118
 
- Rojnamegerên gef lê hatiye xwarin û teklîfa sîxûrtiyê lê hatiye kirin: 42                                                                                                                                                                               
 
- Astengkirina şopandina nûçeyan: 132
 
- Di girtîgehan de binpêkirina mafên rojnamegeran: 96
 
2- Binpêkirina mafê azadiya xweîfadekirin û raman ê rojnamegeran 
 
- Rojnamegerên der barê wan de lêpirsîn hatine destpêkirin: 68
 
- Rojnamegerên der barê wan de doz hatine vekirin: 65
 
- Hejmara rojnamegerên hatine cezakirin: 76
 
- Cezayê li rojnamegeran hatiye birîn: Muebbetek, 181 sal û 6 meh û 22 roj
 
- Cezayê pere yê hatiye birîn: 8 milyon û 105 hezar û 770 TL
 
- Hejmara danişînên rojnamegeran: 455
 
- Hejmara rojnamegerên derketine danişîne: 810
 
- Hejmara rojnamegerên girtî (Li gorî roja 04’ê çileya 2023’yan):  87
 
3 – Binpêkirina mafên aborî û civakî yên rojnamegeran 
 
- Rojnamegerên ku ji kar hatine derxistin: 22
 
- Rojnamegerên ku qerta wan a rojnamegeriyê hatine betalkirin: 1
 
4 – Astengkirin û sansûra li dijî saziyên medya û çapemeniyê 
 
- Hejmara cezayên RUTÎK’ê li weşanan birî: 32
 
- Hejmara cezayên RUTÎK’ê: 54
 
- Hejmara qedexekirina weşanan: 75
 
5 – Astengkirina qadên medyaya dijîtal û înternetê 
 
- Hejmara malperên înternetê yên hatine girtin: 56
 
- Nûçeyên hatine astengkirin: 1109
 
- Naverokên medyaya civakî yên hatine astengkirin: 2210”
 

Sernavên din

10/01/2023
15:14 Di doza TTB’ê de rojnameger hatin astengkirin
14:45 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
14:36 Li Şirnexê kesek hat girtin
14:15 Sancar: Em ê bi kesên êrişên giran li ser me dikin mezin bidin windakirin
13:33 Komkujiya Gara Enqereyê: 87 meh in li benda edaletê ne
13:20 Ferît Şenyaşar: Em dixwazin Yildiz ê AKP’î were darizandin
13:17 DFG: Heke 87 rojnameger girtî bin 10’ê çileyê nayê pîrozkirin
13:16 MKGP’ê rapora salekê ya binpêkirina mafên rojnamegerên jin parve kir
13:10 Li dijî tecrîdê Nobeta Edaletê: Deriyên Îmraliyê vekin
13:00 Delîla girtinê ya Dadgeha Bilind: Malbatên li ber HDP’ê hatine rûniştandin!
12:40 Doza ku çalakvanên Nobeta Edaletê jê dihatin darizandin hate taloqkirin
12:39 Rojnameger Ender Îmrek beraet kir
11:26 Li Behra Egeyê erdheja bi pileya 5’an çêbû
11:19 Halbûsî, bi şandeya Şengalê re civiya
11:08 Rojnamegerên girtî ji bo 10’ê Çile peyam şandin: Em rûmeta rojnamegeriyê biparêzin
10:50 Meleyê girtî ku dest dirêjî zarokekê kir, tayinî mizgefeteke din hatiye kirin!
10:12 HDP: Derb li azadiya çapemenî û xweîfadekirinê xistin
09:50 Rojnamevan Sezgîn Kartal hate binçavkirin
09:34 Li Xozatê weqaya qidûzê hat tespîtkirin
09:02 Malbata Emîn Sarik ê li Newala Qesaba hat veşartin: Ev bêwijdanî ye
09:02 Penêrê bisîrik ji sedî 100 biha bû
09:02 Rojnamegerên kurd Roja Rojnamegerên Dixebitin li girtîgehê pêşwazî dikin
09:02 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Em ê hêza xwe bikin yek
09:01 ‘Ji bo perwerdehiya ziman hewceyî bi têkoşînek bêhempa heye’
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2023'YAN
09/01/2023
22:36 NÇM'ê kesên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin bibîr anîn
20:22 Jinan komkujiya Parîsê protesto kir
19:04 Li Mûşê 20 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:58 Sê jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, li cihê komkujiyê hatin bibîranîn
18:32 Li Mêrsînê 3 kes hatin girtin
17:53 Girtî Kartal sirgûnî Antalyayê hat kirin
16:57 'Ev şer dê bi dawî nebe’
16:39 Înîsiyatîfa Rêzgirtina li Miriyan: Dewlet ezyetê li miriyan dike
16:34 Îdianameya êrişên li ser cemxaneyan: Êrişkar dîn e!
16:27 Gelê Îranê li dijî biryara darvekirinê dest bi çalakiyê kir
16:23 HDP’ê daxwaza hevdîtinê ya AKP’ê red kir
16:13 Sê jinên kurd ên li Parîsê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
16:00 Leyla Şeylamez li ser gora xwe hat bibîranîn
15:59 Rapora DFG’êya 2022’yan: 29 rojnameger hatin girtin û ceza dan 76 rojnamegeran
15:11 Beştaş: Bila têkiliyên bi komkujiyên Parîsê re bên lêkolînkirin
14:50 Fîdan Dogan li ser gora xwe hate bibîranîn
14:49 Du jinên windayî li malekî mirî hatin dîtin
14:22 Cansiz, Dogan û Şaylemez li Rojava hatin bibîranîn
14:01 Okten: Îktidar dixwaze tolê ji TTB’ê hilde
13:06 Hestiyên li Geliyê Zîlan derketine holê li benda lêkolînê ne
12:55 Li Qersê wesayîta xwendekaran wergeriya: Xwendekarek mir û 14 jî birîndar bûn
12:19 Malbata Şenyaşar: Mizgînî wê îktidarê rizgar nekin
12:18 Nobeta Edaletê di roja 13’an de ye: Polîtîkaya şer û tecrîdê bi dawî bikin
11:50 HDP bi komeleyên herêmê re tê gelhev
11:35 Derbarê dirûşma 'Jin jiyan azadî' de lêpirsin hat destpêkirin
11:17 Hilbijêr piştgiriyê didin biryara HDP’ê: Vexwendineke bo veguherînê ye
10:39 Li Wanê barîna berfê: Rêyên gundan hatin girtin
10:28 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin
10:19 Malbata Andok Cotkar ê Alman: Tirkiyeyê ji bilî kuştinê tiştek nebir Rojava
10:16 Girtiyê xwe şewitandibû: Divê mirov li dijî êrişan rûmeta xwe biparêze
10:14 Birayê Sari ku sewqî Sîncanê hatiye kirin: Ya ku tê kirin îşkence ye
09:47 Derheqê serlêdana rojnamegeran a ji bo ‘lêgerîna tazî’ biryara neşopandinê hate dayîn
09:46 Miduriyeta Polîsan a Mûşê Mîr Perwer weke ‘endamê rêxistinê’ fîş kiriye
09:16 Çubuk: HDP ne bi saya alîkariya xizîneyê lê bi piştgiriya gel ser dikeve
09:02 'Ji bo ev roj were pîrozkirin divê rojnamegerên girtî bên berdan'
09:02 259 cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin hê radestî malbatan nehatine kirin
09:01 Edîtora Jineolojiyê: Di qetilkirina jinên kurd de hevkariya dewletan heye
09:01 Çelebî: Giştîname ne çareserî ye divê qanûn bê guhertin
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08/01/2023
22:27 Metîna û Garê bi balafîran hatin bombebarankirin
20:37 Heyet Tehrîr El Şam hezêke mezin a leşkerî şand Efrînê
20:27 Serokkomarê Iraqê Reşîd bi şandeya Şengalê re civiya
19:16 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê li deplasmanê Şarederiya Konakê 1-0 têk bir
19:06 DMA’yê panela sibeya raperîna Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dar xist
18:15 Serokwezîrê Swêdê: Em nikarin hemû daxwazên Tirkiyeyê bi cih bînin
16:41 Maseya Îslama Demokratîk civiya
15:54 Jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
15:24 Jinên şoreşger li Amedê hatin bibîranîn
15:10 Rojnameger Goktepe hat bibîranîn: Heqîqet bêden nema
13:57 DBP’ê kongreya xwe diyarî jinên hatin qetilkirin kir
13:51 Buldan: HDP dê li gel tifaqên xwe namzetê xwe diyar bike
11:27 Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
11:20 Rêveberê HDP’î li noqteya kontrolê ya polîsan hate derbkirin
10:51 Tê payîn ku li 41 bajaran berf bibare
10:50 Eren Keskîn: Sakîne Cansiz, jineke ku dabû ser rêya heqîqetê
10:48 Dayika Rozerîn Çukur: Doza wê ji her tiştekî girîngtir e
09:33 Ozguneş: Hewl didin dengê Abdullah Ocalan bitepisînin
09:01 Her ku xizanî zêde dibe zarok tên îstismarkirin!
09:00 Li ser sînor amadekariyên êrişê tên kirin
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2023'YAN
09:00 Li Şirnexê kesek hate binçavkirin
07/01/2023
22:11 Li navçeyên Stenbolê 3 jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
21:46 Li Ewropayê bi deh hezaran kesî xwest ku komkujî bê ronîkirin
19:02 Li Kobanê ciwanan komkujiyên li Parîsê protesto kirin
18:36 Diz ketin Cemiyeta Rojnamevanan a Bedlîsê
16:57 Ferît Orak nayê berdan: Nexweşiyên wî lê nû bûn
16:55 Kurtulan: Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê berfireh bikin
16:39 ‘Tu hêz nikare siyaseta demokratîk bloke bike’
16:38 TJA’yê û HDP’ê cangoriyên Parîs û Silopiyayê bi bîr anîn
16:17 Girtiyê nexweş ê 82 salî êdî nikare biaxive!
15:40 PENa Kurd: Divê qada navnetewî xwedî li nivîskar û rojnamegerên girtî derkeve
15:24 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Gurban were berdan
15:07 TJA: Em dengê xwe bi dengê jinên Kurdistanê re bilind dikin
15:03 Dayika Aştiyê Bedriye Demîr hate veşartin
14:52 Bûldan: HDP dê bi namzetê/a xwe bikeve hilbijartinê