Sê jinên kurd ên li Parîsê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedarên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin li gelek navendan di salvegera 10'emîn de hatin bibîranîn. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Gever a Colemêrgê ji bo bîranîna siyasetmedarên kurd ku yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Netweyî ya Kurdistan (KNK) a Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) ku di 9'ê Çileya 2013'an de li paytextê Fransa Parîsê hatin qetilkirin, li avahiya partiya xwe merasîma bîranînê û nîşandayina sînevîzyonê li dar xist. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê, Hevserokên Şaxa OHD'ê ya Colemêrgê û gelek endamên partiyê tevli bernameyê bûn. Di çalakiya bîranînê de wêneyên siyasetmedar û welatparêzên hatine qetilkirin hat daliqandin, gulên sor li ber wêneyan hatin danîn û mûm hatin pêxistin. 
 
Di bernameya ku pîştî deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir de endama Meclisa Partiyê ya HDP’ê Leyla Atsak axivî û diyar kir ku wan têkoşîna kesên jiyana xwe ji dest dane ji xwe re mînak girtin e û got, “Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Ne em, lê yên ku ev êrîş organîze kirine dê biqedin.”
 
SOZA MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ
 
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê Fatma Temel  jî wiha got: “Em têkoşîna rêhevalên xwe yên li Parîsê hatine qetilkirin ti carî ji bîr nakin. Em hemû hêzên navneteweyî yên di vê êrîşê de cih girtine û tiliyên wan tê de heye, bi taybetî jî dewleta  Fransayê şermezar dikin. Em ê heta dawiyê têbikoşin.”
 
WAN
 
Li Wanê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de jinên ku hatin gel hev, her sê jinên kurd ên siyasetmedar bi bîr anîn. Di merasîma ku li avahiya ŞanoWan hat lidarxistin de, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên saziyên sivîl jî cih girtin. Li eywanê wêneyên jinên li Parîs û Sîlopiya hatibûn qetilkirin, hatin daliqandin û mûm hatin pêxistin. 
 
Rêz hati girtin û dirûşma "Bijî Serok Apo" hat berzkirin. Çalakiya ku bi nîşandana sînevîzyonê berdewam kir bi guhdarikirina helbest û muzîkê bi dawî bû.
 
ÎZMÎR 
 
Bi pêngiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir li avahiya HDP'ê ya bajêr bernameya bîrananî hat lidarxistin. Di bernameyê de endama Meclisa HDP'ê ya bajêr Nerîman Bîrlîkler daxuyanî da. 
 
Bîrlîkler bal kişand ser têkoşîna jinan û qetilkirina jinan û got: "Felsefeya 'Jin jiyan azadî' li tevahiya cîhanê li hemberî pergala serdest a mêr bû tirsek. Li hemberî serîrakirina jinan tu carî îqtîdarên faşîst ser piyan neman. Li hemberî serhildana jinan jî êrişeke pir tûnd dike. Di 9'ê Çileyê de li Parîsê qetlîamek pêk hat û qetlîam hêj jî nehatiye ronîkirin. Her wiha li Silopiyê jî qetlîamek pêk hat. Jinên ku hatin qetilkirin mîrateyeke mezin ên berxwedanê ji me re hiştin."
 
Ji Dayikên Aştiyê Medîne Kaymaz jî axivî û diyar kir ku di qetilkirina şoreşgeran de rola Dewleta Tirk û MÎT'ê heye û bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Kaymaz destnîşan kir ku Abdullah Ocalan ne tenê Rêberê Gelê Kurd e, rêberê rêya heqîqetê û edaletê ye û got: "Ev sal dê bibe sala serkeftinê." 
 
Endama Lîjneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Îdîl Ugurlu destnîşan kir ku bi qetlîaman dixwazin kurdan bêhêz bihêlin û wiha got: "Hevalên me ji hêla koplogeran ên navneteweyî û MÎT'ê ve hatin qetilkirin. Em ê ji bo rakirina tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan û ji bo aştiya li Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê têkoşîna xwe bidomînin. 'Jin jiyan azadî' di têkoşîna jinan de bû felsefeyek." 
 
Piştî nîşandana sînevîzyonê bernameya bîranînê bi berzkirina dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.
 
ENQERE 
 
Meclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) jî bi minasebeta salvegera 10'emîn a Komkujiya Parîsê daxuyaniyek nivîskî weşand û qurbaniyên komkujiyê bibîr anî û destnîşan kir ku di 10 salên dawî de dewletên zilaman 17 jinên kurd ên siyasetmedar qetil kirin. 
 

Sernavên din

10/01/2023
15:14 Di doza TTB’ê de rojnameger hatin astengkirin
14:45 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
14:36 Li Şirnexê kesek hat girtin
14:15 Sancar: Em ê bi kesên êrişên giran li ser me dikin mezin bidin windakirin
13:33 Komkujiya Gara Enqereyê: 87 meh in li benda edaletê ne
13:20 Ferît Şenyaşar: Em dixwazin Yildiz ê AKP’î were darizandin
13:17 DFG: Heke 87 rojnameger girtî bin 10’ê çileyê nayê pîrozkirin
13:16 MKGP’ê rapora salekê ya binpêkirina mafên rojnamegerên jin parve kir
13:10 Li dijî tecrîdê Nobeta Edaletê: Deriyên Îmraliyê vekin
13:00 Delîla girtinê ya Dadgeha Bilind: Malbatên li ber HDP’ê hatine rûniştandin!
12:40 Doza ku çalakvanên Nobeta Edaletê jê dihatin darizandin hate taloqkirin
12:39 Rojnameger Ender Îmrek beraet kir
11:26 Li Behra Egeyê erdheja bi pileya 5’an çêbû
11:19 Halbûsî, bi şandeya Şengalê re civiya
11:08 Rojnamegerên girtî ji bo 10’ê Çile peyam şandin: Em rûmeta rojnamegeriyê biparêzin
10:50 Meleyê girtî ku dest dirêjî zarokekê kir, tayinî mizgefeteke din hatiye kirin!
10:12 HDP: Derb li azadiya çapemenî û xweîfadekirinê xistin
09:50 Rojnamevan Sezgîn Kartal hate binçavkirin
09:34 Li Xozatê weqaya qidûzê hat tespîtkirin
09:02 Malbata Emîn Sarik ê li Newala Qesaba hat veşartin: Ev bêwijdanî ye
09:02 Penêrê bisîrik ji sedî 100 biha bû
09:02 Rojnamegerên kurd Roja Rojnamegerên Dixebitin li girtîgehê pêşwazî dikin
09:02 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Em ê hêza xwe bikin yek
09:01 ‘Ji bo perwerdehiya ziman hewceyî bi têkoşînek bêhempa heye’
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2023'YAN
09/01/2023
22:36 NÇM'ê kesên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin bibîr anîn
20:22 Jinan komkujiya Parîsê protesto kir
19:04 Li Mûşê 20 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:58 Sê jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, li cihê komkujiyê hatin bibîranîn
18:32 Li Mêrsînê 3 kes hatin girtin
17:53 Girtî Kartal sirgûnî Antalyayê hat kirin
16:57 'Ev şer dê bi dawî nebe’
16:39 Înîsiyatîfa Rêzgirtina li Miriyan: Dewlet ezyetê li miriyan dike
16:34 Îdianameya êrişên li ser cemxaneyan: Êrişkar dîn e!
16:27 Gelê Îranê li dijî biryara darvekirinê dest bi çalakiyê kir
16:23 HDP’ê daxwaza hevdîtinê ya AKP’ê red kir
16:13 Sê jinên kurd ên li Parîsê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
16:00 Leyla Şeylamez li ser gora xwe hat bibîranîn
15:59 Rapora DFG’êya 2022’yan: 29 rojnameger hatin girtin û ceza dan 76 rojnamegeran
15:11 Beştaş: Bila têkiliyên bi komkujiyên Parîsê re bên lêkolînkirin
14:50 Fîdan Dogan li ser gora xwe hate bibîranîn
14:49 Du jinên windayî li malekî mirî hatin dîtin
14:22 Cansiz, Dogan û Şaylemez li Rojava hatin bibîranîn
14:01 Okten: Îktidar dixwaze tolê ji TTB’ê hilde
13:06 Hestiyên li Geliyê Zîlan derketine holê li benda lêkolînê ne
12:55 Li Qersê wesayîta xwendekaran wergeriya: Xwendekarek mir û 14 jî birîndar bûn
12:19 Malbata Şenyaşar: Mizgînî wê îktidarê rizgar nekin
12:18 Nobeta Edaletê di roja 13’an de ye: Polîtîkaya şer û tecrîdê bi dawî bikin
11:50 HDP bi komeleyên herêmê re tê gelhev
11:35 Derbarê dirûşma 'Jin jiyan azadî' de lêpirsin hat destpêkirin
11:17 Hilbijêr piştgiriyê didin biryara HDP’ê: Vexwendineke bo veguherînê ye
10:39 Li Wanê barîna berfê: Rêyên gundan hatin girtin
10:28 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin
10:19 Malbata Andok Cotkar ê Alman: Tirkiyeyê ji bilî kuştinê tiştek nebir Rojava
10:16 Girtiyê xwe şewitandibû: Divê mirov li dijî êrişan rûmeta xwe biparêze
10:14 Birayê Sari ku sewqî Sîncanê hatiye kirin: Ya ku tê kirin îşkence ye
09:47 Derheqê serlêdana rojnamegeran a ji bo ‘lêgerîna tazî’ biryara neşopandinê hate dayîn
09:46 Miduriyeta Polîsan a Mûşê Mîr Perwer weke ‘endamê rêxistinê’ fîş kiriye
09:16 Çubuk: HDP ne bi saya alîkariya xizîneyê lê bi piştgiriya gel ser dikeve
09:02 'Ji bo ev roj were pîrozkirin divê rojnamegerên girtî bên berdan'
09:02 259 cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin hê radestî malbatan nehatine kirin
09:01 Edîtora Jineolojiyê: Di qetilkirina jinên kurd de hevkariya dewletan heye
09:01 Çelebî: Giştîname ne çareserî ye divê qanûn bê guhertin
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08/01/2023
22:27 Metîna û Garê bi balafîran hatin bombebarankirin
20:37 Heyet Tehrîr El Şam hezêke mezin a leşkerî şand Efrînê
20:27 Serokkomarê Iraqê Reşîd bi şandeya Şengalê re civiya
19:16 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê li deplasmanê Şarederiya Konakê 1-0 têk bir
19:06 DMA’yê panela sibeya raperîna Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dar xist
18:15 Serokwezîrê Swêdê: Em nikarin hemû daxwazên Tirkiyeyê bi cih bînin
16:41 Maseya Îslama Demokratîk civiya
15:54 Jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
15:24 Jinên şoreşger li Amedê hatin bibîranîn
15:10 Rojnameger Goktepe hat bibîranîn: Heqîqet bêden nema
13:57 DBP’ê kongreya xwe diyarî jinên hatin qetilkirin kir
13:51 Buldan: HDP dê li gel tifaqên xwe namzetê xwe diyar bike
11:27 Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
11:20 Rêveberê HDP’î li noqteya kontrolê ya polîsan hate derbkirin
10:51 Tê payîn ku li 41 bajaran berf bibare
10:50 Eren Keskîn: Sakîne Cansiz, jineke ku dabû ser rêya heqîqetê
10:48 Dayika Rozerîn Çukur: Doza wê ji her tiştekî girîngtir e
09:33 Ozguneş: Hewl didin dengê Abdullah Ocalan bitepisînin
09:01 Her ku xizanî zêde dibe zarok tên îstismarkirin!
09:00 Li ser sînor amadekariyên êrişê tên kirin
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2023'YAN
09:00 Li Şirnexê kesek hate binçavkirin
07/01/2023
22:11 Li navçeyên Stenbolê 3 jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
21:46 Li Ewropayê bi deh hezaran kesî xwest ku komkujî bê ronîkirin
19:02 Li Kobanê ciwanan komkujiyên li Parîsê protesto kirin
18:36 Diz ketin Cemiyeta Rojnamevanan a Bedlîsê
16:57 Ferît Orak nayê berdan: Nexweşiyên wî lê nû bûn
16:55 Kurtulan: Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê berfireh bikin
16:39 ‘Tu hêz nikare siyaseta demokratîk bloke bike’
16:38 TJA’yê û HDP’ê cangoriyên Parîs û Silopiyayê bi bîr anîn
16:17 Girtiyê nexweş ê 82 salî êdî nikare biaxive!
15:40 PENa Kurd: Divê qada navnetewî xwedî li nivîskar û rojnamegerên girtî derkeve
15:24 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Gurban were berdan
15:07 TJA: Em dengê xwe bi dengê jinên Kurdistanê re bilind dikin
15:03 Dayika Aştiyê Bedriye Demîr hate veşartin
14:52 Bûldan: HDP dê bi namzetê/a xwe bikeve hilbijartinê